Li gor Bangewaziya Cîhanî ya Mafê Mirovan, azadiya derbirîna ramanê yek ji mafên bingehîn ê mirovî ye, û her kesekî/ê mafê derbirîna bîr û ramanên xwe heye û di çarçoveya vî mafî da lazim e amûrên guncav yên
derbirîn û belavkirinê li ber dest bin.
Li gor agahiyan, şeva 24’ê Adarê hêzeke ewlehiyê li bajarê Hewlêrê avêtine ser mala rojnamevan Hêmin Mamend û navbirî desteser kirine, piştre ji parêzerê wî ragihandine ku bi sedema belavkirina posteke li ser
torên civakî ji aliyê Dozgerê Giştî ve doz li ser navbirî hatiye tomarkirin. Piştî 14 roj zindankirin, roja 6’ê nîsanê bi kefaleta 10 milyon dînar serbest berdan, lê piştî 24 satan, carek din ji aliyê hêzeke asayişê hate girtin.
Li gor agahiyên Tora Parêzerên Dilxwaz yên Hêmin Mamend, doz ji xeynî posta dawiyê li ser çend postên berê li ser torên civakî, lê hatiye vekirin ku navbirî tê da behsa bêhêzbûna dadgehên Herêma Kurdistanê
kiriye.
Em weke Navenda PENa Kurd bi erkê xwe dizanin ku bi tetamî piştevaniya azadiya derbirîna bîr û ramanan bikin û vê şêwaza hesl û kefta bi rojnamevanan re red bikin, ji ber ku berovajî azadiya raderbirînê ye.
Her wiha em bi bîr dixin ku yek ji erkên yasayê dabînkirina mafê azadiya bîr û ramanê ye.
Erkê Dozgerê Giştî, piştevanî û parsatina mafê giştî yê xelk û hevwelatiyan e. Ji ber vê jî lazim e Dozgerê Giştî li Başûrê Kurdistanê rêgezên parastina bîr û ramanê weke bingeh bibînin û li gor van rêgezan ji bo
desteberkirina azadiya derbirînê pêngavan bavêjin.
Em ji desthilata siyasî û dadweriya Herêma Kurdistanê dixwazin, di demekê da ku wî rojnamevanî tu tawanek nekiribe, lazim e bêmerc bê azadkirin.
Komîteya Birêveberiya Giştî
NavendaPENa Kurd