Hevpeyvîna bi Nivîskarê Sêvdîn – Mîrê Kela Rebetê – Osman Ozçelîk re

Hevpeyvîna bi Nivîskarê Sêvdîn – Mîrê Kela Rebetê – Osman Ozçelîk re

Romana yekemîn a Osman Ozçelik a dîrokî ya bi navê Sêvdîn – Mîrê Kela Rebetê – ji aliyê Weşana Avestayê hat çapkirin. Li gor salnameya weşangeran, roman di demeke xweş a salê de, di demeke ku pirtûk û xwendin di rojevê de ne de, beriya Pêşaneya Pirtûkan a Amedê bi demeke kurt, bi bergekî xweş ê ku dilê mirovan dibijîne xwe, derket.

Çîroka ku ji çîrokekê zaye, dîroka ku ji xwe xwedî bûye, dermanekî ku ji derdan hatî dotin, gotineke têr û rehwan a ku ji xweşbêjiya kurdî baş hatî kedîkirin û gotin.

Çîrokeke ku dê gelek çîrokên din jê bizên, dîrokeke ku dê gelek xewnên xweş jê xwedî bibin, dermanekî ku dê gelek birînên zimên bikewîne; xweşbêjiyê bimêjîne, reşbêjiyê bikujîne; derdekî ku ne bê derman e…

Û bê şik û guman xweşbêjiyeke, zarşêrîniyeke têr û tijî ya ku dê gelek xwendevanên nû ji bo kurdî kedî bike, bielimîne û bikemilîne…

Xwe mîna çêlkeweke baskşikestî ya li ber devê marekî reş; wek karxezaleke lingşikestî ya li ber devê gurekî har ê devbixwîn his dikir (hevokek ji pirtûkê).

Bêguman ev pirtûk dê di demeke kin de bikeve rojeva wêjevan û wêjehezên kurd û demeke dirêj jî dê di rojevê de bimîne. Dê li ser vê pirtûkê gelek gotin bên gotin, gelek hevok bên nivîsîn. Beriya pêşiyê min xwest ku ez ji nivîskar çend pirsan bipirsim, sedemên nivîsandina vê pirtûkê û hêviyên wî yên ji vê pirtûkê û ji xwendevanan, hîn bibim da ku ji bo xwendevanên di dorê de xwendin û têgihîştin hêsantir bibe. Fermo, em bi hev re guh bidin dengê nivîskar…

Beriya ku em dest pê bikin, bi xêr û bêr be, çavên xwendevanên kurd ronî bin. Wek hemû berhemên din ên bi kurdî, ji vê berhemê re jî serkeftinê hêvî dikim, rêya wê ronî be.

Omer Fîdan:Di wêjeya kurdî de cihê “romana dîrokî” ku der e? Beriya ku te biryara nivîsandina vê mijar û romanê da, te kîjan romanên dîrokî yên bi kurdî xwendin û para wan a di vê biryara te de çiqas mezin e?

Osman Ozçelîk: Wêje beşek ji beşên hunerên bedew e. Roman jî beşek wêjeyê yê ciwan e. Di wêjeya dinyayê de roman; ji helbest, şano û çîrokê ciwantir e. Tê qebûlkirin ku romana yekemîn a cîhanê “Don Kîşot” a Miguel de Cervantes e ku di sala1615’an de di hepsxanê de hatiye nivîsîn. Dostoyevskî ji bo vê romanê gotiye; “Ew, peyv û hizra herî dawî ya bilind a mirovahiyê ye.”

Roman bi giranî piştî şoreşa Fransa û pêşketina pîşesaziya Ewropa, ango di serdema desthilatdariya çîna bûrjûwaziyê de di sedsala 19’emîn de geş bûye.

Romana yekemîn a kurdî jî Erebê Şemo di sala 1935’an de, “Şivanê Kurmancan” nivîsiye. Wek derengmayinekê dixuye, belê ji bo welatekî dagirkirî, ji bo zimanekî qedexekirî destpêkeke ne xerab e. Maksim Gorkî piştî xwendina romana Şivanê Kurmancan gotiye, “Gelê kurd bi zimanê Ereb Şemo diaxivin.” Mirov hêza wêjeyê di vê hevoka Maksim Gorkî de dibîne.

Bi kurdî romanên dîrokî pir nehatine nivîsîn. Pirtir wek biyografî an otobiyografî hatine nivîsîn. Ji ber ku têkiliyên me bi Başûr ve kêm in û ji ber pirsgirêka alfabeyê bi rastî nizanim li Başûr rewşa romanê di çi astê de ye.

Omer Fîdan: Di beşeke romanê de xemxuriya ji bo dîroka giştî; bi taybetî serdema Selahadînê Eyûbî heye; di beşeke din a romanê de jî xemxuriya ji bo qeydkirina dîroka takekesî, teslîmkirina heqê Meta Perde heye. Ji bo te sedema herî girîng a nivîsandina vê romanê çi bû?

Osman Ozçelîk: Meta Perde, dotmama bavê min bû. Hunermendeke çîrokbêjiyê bû. Bi sê zimanan dizanî. Gava wê çîrok digot, me bêhnçikiyayî li wê guhdarî dikir. Li odeyan cihê wê ji yên axa û mezinan bilindtir bû. Çîrokên ku wê digot, heta niha min tu wersiyonên wan ji tu kesî nebihîstiye. Min gelek çîrok jê guhdarî kiribû, mixabin em zarok bûn me bîra qeydkirin an nivîsa çîrokan nedibir. Mezinên me jî tenê guhdarî dikirin.

Ji wan çîrokan sê heb bi kîtekît di bîra min de man. Çendekê din jî hene belê tam bi ruh nayînim. Min ji wan du çîrok nivîsîne, di pêşerojê de dixwazim wek çîrok bêne weşandin.

Çîroka sêyemîn “Xamûr Ana” bû. Çîroka Xamûr Ana bû bingeha romana“Sêvdîn-Mîrê Kela Rebetê-”

Omer Fîdan: Di nivîsandina romaneke bi vî rengî de herî zêde çi bi kêrî te hat? Zanîn û daneheva te ya li ser Selahadînê Eyûbî yan jî xwestek û pêdiviya te ya bi nivîsê?

Osman Ozçelîk: Di çîroka Xamûr Ana di demeke pir kevn de derbas dibû.  Navê lehengan tune bû. Çîroka “Keça Ciwan” û “Mîr” bû. Serleheng “Keça Ciwan” bû.

Gava min biryar da ku vê çîrokê bi zimanê romanê binivîsim, bêyî ku ez çîrokê xera bikim, min ji nû ve çîrok hûnand. Leheng bi nav, bi ruh û can kir. Dem jî dê serdema sedsala 12’an bûya. Bi vê wesîleyê min ê behsa Şeddadiyan, Merwaniyan û Eyûbiyan bikira. Bi taybetî jî Şêrgo û Selahaddin. Mîrê çîroka me, Mîr Sêvdîn bû şervanekî Selahaddîn. Diviya me ne bi çavên dagirkeran, bi çavekî welatperwerî li dîroka xwe binihêriya.

Omer Fîdan: Ev pirsa klasîk xwe dide pirsîn: Lêkolîneriya te, te kir romanûs an jî romanûsiya te te kir lêkolîner?

Osman Ozçelîk: Ev roman li ser rastiyên dîrokî, pevxistineke hûnandî ya wêjeyî ye. Heke dê romaneke dîrokî bihata nivîsîn diviya lêkolîneke qenc bihata kirin. Ji lêkolînan hez dikim. Berê jî min li ser bingeh û avakirina nîjadperestiya tirk, pirtûka “Şaristanî û Nîjadperestî” nivîsî bû.

Romanûsiyê lêkolîn; lêkolînê jî roman kûr kir. Bi hev re meşiyan.

Omer Fîdan:Di romanê de gelek hûrgiliyên dîrokî yên serdema Eyûbiyan û di nav bûyerên wê serdemê de jî toreke berfireh heye. Ji bo lihevanîna van agahiyan, rastbikaranîna wan û honandina wan xwendineke bi bêhnfirehî û matematîkeke baş hewce dike. Amadekarî û danehevên ji bo nivîsandina vê romanê çend roj/meh/sal ajotin û kêm zêde te çiqas/çend rûpel xwend?

Osman Ozçelîk: Bi rastî nivîsîna romaneke dîrokî berpirsiyarîyeke giran e. Her çiqas roman, pevxistineke wêjeyî be jî  divê rastiya bûyerên dîrokî neyên texrîfkirin. Nêzî du salan min tenê dîroka sedsala 12an a herêmê xwend. Bi taybetî li ser Selahaddîn hema bêje çi hatibe nivîsîn min xwendin. Du caran ji romanê bêtir min not girtin, nakokiyên heyî min neqandin. Di dawiya romanê de min navê hinek çavkaniyan daye. Gotar û nûçeyên ku min xwendin jî bi qasî wan e. Bi tevahî dikarim bêjim min 15-20 hezar rûpel xwend. Di serî de min kronolojiya bûyerên ku ez ê vebêjim, ji pirtûk û ansîklopediyan derxistin ku tiştekî şaş neyê nivîsîn. Kronolojî tenê 3 rûpel girt. Paşê min dest bi nivîsê kir. Bi keda çar salan roman qediya.

Omer Fîdan: Lingekî romanê li ser dîrokê ye, lingê din li ser çîrokê ye. Te çiqasî dikaribû ku tu dîrok û çîrokê ji hev cuda bikî? Yan jî hewleke te ya bi vî rengî hebû?

Osman Ozçelîk:Wek du çîrok bi hev re bimeşin hat nivîsîn. Carinan her yek bi serê xwe, carinan jî her du çîrok di nava hev de, bi hev re, dimeşin.

Omer Fîdan: Ev pirs ji bo romanên dîrokî pirseke klasîk e, ez ê jî bipirsim: Bûyerên di vê berhemê de rastî ne yan lihevanîn in?

Osman Ozçelîk: Lehengên dîrokî, bûyerên dîrokî hemî bi rastiya dîrokê ve girêdayî ne. Çîroka lehengên din hatin afirandin. Çîroka eşqeke bi êş…Xwendevan dizanin ku roman dîrokî be jî, bi xwe ne dîrok e. Dîrok zanistek e, wêje zanisteke cuda ye. Em dikarin bêjin ev roman çîrokeke wêjeyî ya dîrokî ye.

Omer Fîdan: Ligel ku Selahadînê Eyûbî lehengekî gerdûnî ye û kurd e jî, piraniya kurdan dibêjin ji ber ku li ser navê kurdan û kurdbûnê tiştek nekiriye wî wek fîgurekî dîrokî yê kurd û kurdewar nabînin. Di vê romanê de em bêhtir wî wek kurdekî dibînin;kurdewariya wî, têkiliya wî ya bi kurdan û çanda kurdan re, hwd. Gelo di vê berhemê de hewleke te ya taybet a ji bo şikandina pêşdaraziyên li hemberî Selahadînê Eyûbî heye yan na?

Osman Ozçelîk: Mixabin li ba me kurdan hişmendiya netewbûnê dereng dest pê kir. Ev derengmayîn bû sedema êş û azarên giran. Netewebûn, bi lêxwedîderketina nirxên neteweyî pêkan e. Me di wextê de, têr, xwedîtî li nirxên xwe yên neteweyî nekir. Selahaddîn jî nirxekî gelê me bû. Pirsa “Çima wî ji me re dewletek ava nekir?” ne pirseke di cih de ye.

Di serdema sedsala 12’an de tu “netewe dewlet” tunebûn. Malbatekê yan eşîrekê bi hukmê zorê, bi talanê; erdên xwe fireh dikirin, zengîn dibûn, mezin dibûn. Ji bo motîvekirina şervanên xwe yên bi pere, bi giranî “dîn” bi kar dianîn. Rewş ne tenê ji bo misilmanan, ji bo xiristiyanên Ewropa jî wisa bû. Di nav pêşeng û şervanên ku derketibûn “Seferên Xaçparêzan” ji her gelî mirov hebûn. Armanca wan a fermî parastina dînê Îsa Mesîh bû. Armanca rastîn jî talan bû, zengînbûna kont û ruhbanên xiristiyan bû.

Ne Selçûqiyan, ne Zengiyan ne jî Osmaniyan li ser navê tirkbûnê dewlet ava nekiribûn. Belê tirk xwedîtiyê li wan dikin, ji xwe re dîrokeke ku fexra xwe pê bînin saz dikin.

Eyûbî jî kurd bûn û ji xwe re împeratoriyek ava kiribûn; wek selçûqiyan, wek Osmaniyan. Selehaddîn fermandar û şervanên xwe pirtirîn ji mîr û begên kurdan hildibijart. Nasnameya xwe wek kurdekî misilman dabû qebûlkirin. Min xwest ev rastî derkeve holê û em xwedîtiyê li vî nirxê xwe bikin ku di destê ereb û tirkan de nemîne.

Omer Fîdan: Bi giranî, nivîskar di berhemên xwe de parçeyekî ji xwe jî bi cih dikin. Ji Osman Ozçelik çi di vê romanê de heye?

Osman Ozçelîk: Bêguman di karakterê her lehengekî romanêde parçeyek ji nivîskar û kesayetên ku nas kiriye, heye.

Omer Fîdan: Hey ku min ev pirsî, ez vê ya jî nepirsim nabe; wek kesekî piralî yê ku jiyaneke têr û tijî jiyaye-dijî, gelo niyeta te heye ku tu bîranînên xwe yan jî jînenîgariya xwe binivîsî?

Osman Ozçelîk: Ango tu dixwazî bêje, “Tu îxtiyar bûyî, jînenigariya xwe binivîsî?” Niha di malpera “Nûpel. net” de gotaran dinivîsim. Hinek bîranînên min bi zimanekî mîzahî dibe mijara gotarê. Beriya jînenîgariyê, tiştên ku ez binivîsim hene. Dixwazim bo wêjeya kurd berhemên nû binivîsim. Di tûrikê min de gelek tişt kom bûne. Belkî paşê…

Omer Fîdan: Înca nivîskarî bila li aliyekî bimîne; pirsa xwe ji xwendevanekî baş ê wêjeya kurdî bikim; pirsgirêka herî beloq a wêjeya kurdî li gor te çi ye? Û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi kurtasî tu dikarî çi pêşniyazê bikî?

Osman Ozçelîk: Xwendin… Xwendin… Xwendin. Xwendina kurdî û xwendina wêjeya cîhanî. Divê bê zanîn ku heta mirov têr nexwîne divê nenivîse. Ji nivîskarên ciwan bi hêvî me û kêfxweş im ku berhemên di asta wêjeya cîhanê de, dinivîsin.

Omer Fîdan: Li gor te xwendevanên kurdî ji bo çi divê teqez vê romanê bixwînin? Bi hevokekê-du hevokan…

Osman Ozçelîk: Teqez?.. Naa… Nikarim tiştekî wisa bêjim. Belê heke vê romanê bixwînin, bawer im dê bigihêjin çêja zimanê xwe yê şêrîn.

Omer Fîdan: Dîsa wek şêwazeke hevpeyvînê, gotineke dawîn a ku tu bi taybetî dixwazî bibêjî, tiştekî ku di dilê te de mabe heye?

Osman Ozçelîk: Berê, ji bo vê hevpeyvînê spasiya te dikim û hêviya min ew e ku kedkarên ziman û wêjeya kurdî, qedr û qîmeta hev bizanibin.

Omer Fîdan

28.09.2019

Osman OZÇELÎK

Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî hat dinyayê. Dibistana Seretayî û ya Navîn li Dêrikê, Lîse jî li Amedê qedand. Li Stenbolê Fakulteya Dermansaziyê xwend, di nava xebatên DDKO’ yê de cih girt. Piştî darbeya leşkerî ya 1980’yî, wek Sekreterê Giştî yê Odeya Dermansazên Stenbolê hat hilbijartin. Di weşanên Odeya Dermansazan de nivîskarî û edîtoriya weşanan kir. Ji ber nivîsên xwe yên li dijî Makezagona 1980’yî ya cûntayê, hat hepskirin.

Bû yek ji avakarên, Partiya Keda Gel (HEP) û serokatiya şaxê bajarê Stenbolê kir. (1990-1993)

Di partiyên; HEP, DEP, HADEP, DEHAP, DTP’ ê de bênavber, xebitî û wek cîgirê serokê giştî rêvebertî kir.

Di sala 1992’an de biryar da ku êdî derveyî kurdî bi tu zimanî nenivîse. Di rojnameyên Welat, Welatê Me û Azadiya Welat de qunciknivîsî kir. Di Kovara Pîne de nivîsên mîzahî nivîsî. Di sala 2005’an de ji Stenbolê mala xwe bar kir, li Amedê bi cî bû.

Li Unîversîteya Sorbonnê (Paris) dersên ziman wergirt. (1995)

Di Serdema 23’yemîn a TBMMyê de wek wekîlê bajarê Sêrtê hat hilbijartin. (2007-2011)                                                                        Di Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk de kar kir. (2012-2014)

Di Komeleya Nivîskarên Kurd û Akademiya Ehmedê Xanî de rêvebertî kir. (2014-2016)

Di sala 2016’an de wek hevserokê Navenda PENa Kurd hat hilbijartin. (2016-2019)

Berhem:

“Qaqlîbaz” Werger, Richard Bach, Fırat, 1994; Çapa duyem, Aram, 2013                               

“Rojeke Îvan Denîsovîç” Werger, Alexandre Soljenitsin, Avesta, 2000 Weşanxaneya APEC ya li Swêdê, xelata wergera herî baş ya sala 2001an, da nivîskar. Heman berhem, di sala 2007an de ket pirtûkxaneya Meclîsa Tirkiyeyê. Ev, pirtûka yekemîn bû ku xweser kurdî, di pirtûkxaneya Meclîsê de cih distend.

“Kulîlkên Qeşayê” Ceribandin, Nivîsên Azadiya Welat, “Weşanên M”, 2004

“… Û ronahî di tariyê de dibiriqe” Werger, Tolstoy-Stefan Zweig,  Avesta, 2011                 

“Şaristanî û Nijadperestî,” Lêkolîn, Aram, 2013                                                                                                 “Rojên Almanyayê,” werger, Celadet Alî Bedirxan, Avesta, 2015