HEWILDANA TÊKBIRINA AZADIYA RAMANÊ YA LI TIRKIYEYÊ

HEWILDANA TÊKBIRINA AZADIYA RAMANÊ YA LI TIRKIYEYÊ

Li Bakurê Kurdistanê û tevahîya Tirkiyeyê girtin binçavkirin û bêkarhiştina rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibe. Gelek nivîskar jî mafên wan ên pênûsa azad ji wan tên girtin. Hem rojnameger hem nivîskar bi zextên derûnî û fizîkî di nav çar dîwaran de asê ten hiştin. Gelek carî şopandina nûçeyan a nûçegîhanan hat astengkirin. Sîstema heyî dest xist ser wêne û dîmenên rojnamegeran. Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de bi hewildana ‘darbeyê’ rewşa awarte hatibû îlankirin û gelek saziyên ziman, akademî, komeleyên nivîskarên kurd, cemiyeta rojnamegerên azad, televizyon, radyo û hwd. hatin girtin. Bi vê yekê jî azadiya ramanê zêdetir ji holê rabû. Sîstema heyî ‘derbe’ ji xwe re veguhert fersendekê. Ev pênc salê dawî jî bi dehan malperên muxalîf û demokrat, weşanên wan ên li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Ajansa Nûçeyan a JINHA’yê hat girtin û sîteya wê gelek carî hat astengkirin. Piştre ŞÛJIN hat vekirin lê ew jî hat girtin. Herî dawî dewsa ŞÛJIN’ê JINNEWS hat vekirin. Qaşo rewşa awarte, OHAL rabûbû. Lê rewşa rojnameger û niviskarên di bin xetereyê de ne negûherî. Rakirina OHAL’ê li ser qaxizê ma. Her roj zêdetir mudaxaleyî fikir û ramanên azad dikin. Gelek kesên li ser medyaya civakî nêrînên xwe tînin ziman an tên tehdîdkirin, an binçavkirin an jî tên girtin. Li tirkiyeyê bi nêrîneke faşîst akademisyen, parêzvanên mafên mirovan, rojnameger, nivîskar, parêzer, hunermend tên girtin. Herî dawî endamên GRUP YORUM  hunermend, Hêlîn Bole û Îbrahîm Gokçek ji bo bi awayekî azad derkevin stranên xwe bêjin ketin gireva birçîbûnê û jiyana xwe ji dest dan. Niha jî du parêzerên bi navê Ebru Timtik û Aytaç Unsal bi daxwaza darizandina bi edalet greva birçîbûnê wergerandine rojiya mirinê û jiyana wan di xetereyê de ye.

JI BER REWŞA VÎRUSA KORONAYÊ JIYANA GELEK GIRTIYAN DI XETEREYÊ DE NE

Di heman demê de ji ber rewşa Vîrusa Koronayê jiyana gelek girtiyan di xetereyê de ye. Bi zagona înfazê ya ji aliyê AKP-MHP’ê hat amadekirin kesên ji ber sûcên edlî yên wekî dizî, destdirêjayî, tecawiz, firotina hişbirê kirin hatin berdan. Li dora 90 hezar kesên ji ber sûcên edlî dihatin darizandin bi zagona înfazê ya bi dengên AKP-MHP’ê hatin qebûlkirin, hatin berdan. Kesên tundî dikirin jî hatin berdan. Ev kesên ku ji ber tundiyê hatibûn girtin û bi zagona înfazê hatin berdan dema derketin derve dîsa tundî kirin. Wekî mînak mêrekî ku tundî li hevsera xwe kiribû û dema derket derve vê carê li keça xwe ya 9 salî xist û keça wî jiyana xwe ji dest da. Lê girtiyên siyasî, nivîskar, rojnameger, akademisyen, parêzvanên mafên mirovan ên kurd, li derveyî vê zagona înfazê man. Niha ji ber rewşa Vîrusa Koronayê jiyana gelek girtiyên siyasî, rojnameger û nivîskarî di xetereyê de ye. Tevî xetereya Vîrusa Koronayê êrîşên li dijî gelê kurd dewam dikin. Li gel vê yekê li girtîgehan tedbîrên ji bo Vîrusa Koronayê nayên girtin. Maske, dezefte, lepik nayên dayin. Di warê paqiyê de pirsgirêk li girtîgehan tên jiyîn. Ev jî rê li ber belavkbûna Vîrusa Koronayê vedike.

458 JÊ GIRAN 1334 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 458 jê giran 1334 girtiyên nexweş hene. Tevî raporên ku Tipa Edlî dibêje “Nikare di girtîgehê de bimîne” gelek girtiyên siyasî û hukumxwar di girtîgehan de tên girtin. Gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hejmara zarokên ku bi dayika xwe re li girtîgehan dimînin gihaştiye 780’ê. Wezareta Dadê her çiqas bêje di çarçoveya Vîrusa Koronayê de tedbîr tên girtin jî, girtî û hukumxwar tînin ziman ku berovajî vê yekê ‘Tu tedbîr nayên girtin’. Em nûçeyên hejmara li ser lingan, lêgerîna tazî û binpêkirina mafan dixwînin.Kesên ku li dijî binpêkirina mafan disekinin wekî ‘terorîst’ tên pênasekirin.” Li gel xeteraya Vîrusa Koronayê binpêkirina mafan ên li girtîgehan ên mîna pirsgirêka avê, hejmara li ser lingan, lêgerîna tazî, zextên derûnî, biserdegirtina koguşan, heqaret, tehdît û hwd. didomin.

PIRTÛKÊN KURDÎ TÊN ASTENGKIRIN

Pirtûkên ku girtî dixwazin nikarin pêde bikin. Bi taybet jî rêveberiya girtîgehê pirtûkên kurdî qedexe dike. Li gel vê yekê li Tirkiyeyê gelek pirtûkên nivîskaran hatin qedexekirin. Bi hinceta ku “Propagandaya Rêxistinê Dike” li Bakurê Kurdistanê gelek pirtûk ên jiweşanxaneyên cuda hatine çapkirin,  hatine qedexekirin. Her wiha derbarê hinek pirtûkan lêpirsîn hatin destpêkirin û cezayê pereyan li weşanxaneyan hatin birîn. Li gor daneyên herî dawî ji Weşanxaneya Aramê 88, ji ya J&J’ê 3, ji ya Ar 1, ji Name 1, jiya ya Sîtav 4, ji ya Avesta jî 12 pirtûk hatin qedexekirin. Bi tevahî 109 pirtûk li gor daneyên herî dawî hatine qedexekirin. Di 2’yê çileyê 2019’an de pirtûka Musa Anter a bi navê “Vakayiname” a ji bo Rojnamegerê girtî Nedim Turfent hat şandin bi hinceta “Ew ê yekîtiya dewletê têxe talûkeyê û kaosê biafirîne” nehat dayin. Nivîskar Mûsa Anter di 20’ê Îlona 1992’an de ji aliyê sîstemê ve hat qetilkirin.

ROJNAMEGER Û NIVÎSKARAN DI ZINDANAN DE ROJA AZADIYA ÇAPEMENIYA CÎHANÊ PÊŞWAZÎ KIRIN

 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye. Di meha ku Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê bû gelek rojnameger û nivîskarî di zindan de ev roj pêşwazî kirin. Zextên li dijî çapemeniyê mixabin bûye sîstematîk. Hemû rojnamegerên li derveyî çapemeniya îktidarê di bin zextan de ne. Di pêvajoya ku hemû cîhan li dijî Vîrusa Koronayê şer dike de li Tirkiyeyê dîsa rojnameger dibin hedef.  Li gor daneyên navneteweyî û li gor zextên tên kirin li Tirkiyeyê pîşeya Rojnamegeriyê di nava pîşeyên herî bi talûke de cihê xwe digire.

TIRKIYE JI NAVA 180 WELATÎ DI RÊZA 154’AN DE YE

Endeksa azadiya çapemeniyê ya ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînoran Nas Nakin (RSF) ya 2020’an rewşa tirkiyeyê ya derbarê mijara azadiya çapemeniyê de raxist pêş çavan. RSF ya ku bal kişand ser zêdebûna zextê li ser rojnamegeran di heman demê de rêza welatan a di qada azadiya çapemeniyê de jî eşkere kir. Li gor vê yekê Norveç, Fînlandiya, Danîmarka wekî welatên herî kêm pirsgirêkên rojnamegeran tên jiyîn hat nîşandan. Di dawiya lîsteyê de Bakurê Koreyê cih digire. Tirkiye jî ji nava 180 welatî di nava rêza 154’an cihê xwe digire. Ev rêz nîşan dide ku Tirkiye çiqasî ji azadiya çapemeniyê dûr ketiye.

ROJNAMEGER WEKÎ TEXTEYÊN HEDEFÊ TÊN NÎŞANDAN

Dema em li mehên ewil ên 2020’an dinêrin em dibînin ku tu guhertin li Tirkiyeyê çênebûye. Rojnameger hîn wekî texteyên hedefê tên nîşandan. Ji bo kedkarên çapemeniyê bên astengkirin her rê û rêbaz tên ceribandin. Gelek zextên wekî binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, cezayên girtîgehan bênavber dewam dikin. Rojnamegerên ku divê nûçeyan çê bikin ji ber van zextan dibin mijara nûçeyan.

ROJNAMEGER HATIN DERSÎNORKIRIN

Di 17’ê Çileyê 2019’an de Nûçegîhana Rojnameya bi navê Het Financieele Dagblad’ın (FD) ya aboriyê, Ans Boersma derxist derveyî sînor. Her wiha hinek rojnamegerên ji derveyî welêt bi êrîşên derûnî rû bi rû hatin hiştin. Hatin binçavkirin û hinek jê hatin girtin. Di 30’yê Nîsna 2019’an de Editorê Rojnameya Morning Star a li Îngilistanê weşanê dike, Steve Sweeney ku ji bo şopandina hilbijartinên herêmî hatibû tirkiyeyê hate dersînorkirin. Ji bo rojnamegerekî qedexeya derveyî welat hat dayin û dest xistin ser malê rojnamegerekî. Her wiha dest xistin ser pasaporta rojnamegerekî. Her wiha li gelek rojnamegeran cezayê perayan hat birîn. Rayeya sansura Radyo û televizyonan dan RTUK’ê. Ji bo astengkirina qerta zer lîste hat derxistin.

***Ji Nûçegîhana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer di navbera salên 2013 û 2016’an de bi hinceta parvekirinên wê yên li ser medya civakî û bi îdaya “propagandaya rêxistinê kiriye” li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hatibû vekirin û daneşîna 3’emîn a dozê hat dîtin. Di 17’ê Hezîrana 2020’an de ji Nûçegîhana ajansa jinê ya JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer ceza hat birîn bi îdaya “propagandaya rêxistinê kiriye” salek, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn.

***Di 17’ê Hezîrana 2020’an de Derbarê rojnameger Semîha Alankûş de bi îdiaya “endama rêxistinê ye” ji aliyê Dadgeha Amedê ve doz hatibû vekirin. Danişîna dozê ya 7’emîn hat lidarxistin. Rojnameger Semîha Alankûş ji doza ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, berat kir.

***Nivîskar Gulgeş Deryaspî ya ku hatibû girtin û piştre hat berdan hîn doza wê ya darizandinê dewam dike. Nivîskar Faysal Ozdemir hat berdan. Nivîskar Hemîd Dilbihar 10 şûnde hat berdan. Nivîskar Mizgîn Ronak, Rojbîn Perîşan, Şadiye Manap ji 20 salî zêdetir e di girîgehê de tên girtin.

****Di sala 2020’an de li nivîskarên binavê Feratê Dengizî 10, Bahaddin Robar 8, Mîrza Ronî 7, Adil Başaran 7 sal ceza hat birîn.

****Di 26’ê Hezîrana 2020’an de li Amedê polîsan bi ser Weşanxaneye J&J’yê de girtin. Her wiha Nivîskar Azad Zal, Mehmet Deviren û nivîskar Brahîm Xelîl Taş, Nesrîn Navdar û rojnameger Ayşe Kara jî hatin binçavkirin.

******Di  derbarê nûçegihana  Ajansa Mezopotamyayê Sadiye Eser de ji ber hevpeyvînek di 2019’an de kiriye lêpirsîn hat destpêkirin

DANEYÊN BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN ÊN LI TIRKIYE Û BAKURÊ KURDISTANÊ YÊN 2019’AN (DANEYÊN ÎNSIYATÎFA ROJNAMEGERÊN AZAD (ÎRA):

BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A ÇILEYA 2019’AN:

*169 rojnameger girtîne

*2 rojnameger hatin binçavkirin

*Rojnamegerek hat girtin

*Doz li 4 rojnamegeran hat vekirin

*100 rojnameger hatin darizandin

*5 rojnameger hatin cezakirin (20 sal û 90 meh cezayê girtîgehê li 4 rojnamegeran hat birîn, salek û mehek û 15 roj ceza û 8 hezar û 660 Tl cezayê pereyan li rojnamegerekî hat birîn)

BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A SIBATA 2019’AN:

*3 rojnameger hatin binçavkirin

*Rojnamegerek hat girtin

*Derbarê 2 rojnamegerî de doz hat destpêkirin

*46 rojnameger hatin darizandin

*Rojnamegerek bi 2 salan hat cezakirin

*8 rojnameger hatin tehliyekirin

*Rojnamegerek hat beratkirin

BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A ADARA 2019’AN:

*8 rojnameger hatin binçavkirin

*26 xebatkarên çapemeniyê hatin darizandin

*Li 10 xebatkarên çapemeniyê 46 sal û 10 meh ceza hat birîn

BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A NÎSANA 2019’AN:

*2 rojnameger hatin binçavkirin

*Di derbarê 2 rojnamgeran de lêpirsîn hat destpêkirin

*47 rojnameger hatin darizandin

*Li rojnamegerekî 14 doz hat vekirin

*14 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li 10 rojnamegerî hat birîn

*6 rojnameger hatin girtin

*4 rojnameger hatin tehliyekirin

*Rojnamegerek hat dersînorkirin

BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A GULANA 2019’AN:

*6 rojnameger hatin binçavkirin

*Derbarê 26 rojnamegerî de lêpirsîn hat destpêkirin

*44 rojnameger hatin darizandin

*10 rojnamegeran 17 sal û 10 mehan ceza girtin

*40 carî şopandina nûçeyan a nûçegîhanan hat astengkirin. Dest xistin ser wêne û dîmenên wan

*5 rojnameger bi êrîşan rû bi rû man

*2 rojnameger hatin tehliyekirin

BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A HEZÎRANA 2019’AN:

*13 rojnameger hatin binçavkirin

*Rojnamegerek hat girtin

*Derbarê rojnamegerekî de lêpirsîn hat destpêkirin

*24 rojnameger hatin darizandin

*Ji bo rojnamegerekî 16 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hat birîn.  (Rojnamegerekî jiyana xwe ji dest da)

BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A TÎRMEHA 2019’AN:

*2 rojnameger hatin binçavkirin

*2 rojnameger hat girtin

*Derbarê rojnamegerekî de lêpirsîn hat destpêkirin

*27 rojnameger hatin darizandin

*2 rojnameger hatin tehliyekirin

* Sîteya ‘geziyisavunuyoruz.org’ hat astengkirin

BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A TEBAXA 2019’AN:

*15 rojnameger hatin binçavkirin

*Derbarê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin

*Derbarê 5 rojnamegerî de doz hat destpêkirin

*2 sal 4 meh û 3 roj ceza li rojnamegerekê hat birîn

*700 nûçe hatin astengkirin

*Bi ser mala rojnamegerekî de hat girtin

*Du rojnamegeran lêdan xwarin

*Rojnamegerek bi êrîşa çekê rû bi rû hat hiştin

*Bi dehan caran li Wan, Mêrdîn, Amed û Stenbolê şopandina nûçegîhanan a nûçeyan hat astengkirin.

*Rayeya sansura Radyo û televizyonan dan RTUK’ê

*Ji bo astengkirina qerta zer lîste hat derxistin

BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A ÎLONA 2019’AN:

*Rojnamegerek hat binçavkirin

*Derbarê 2 rojnamegeran de doz hat destpêkirin

*16 rojnameger hatin darizandin

*Derbarê 3 rojnamegeran de 17 sal û 2 meh ceza hat birîn

*Rojnamegerek hat girtin

BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A COTMEHA 2019’AN:

*8 Rojnameger hatin binçavkirin

*Rojnamegerek hat girtin

*69 rojnameger hatin darizandin

*3 rojnameger hatin cezakirin. (2 rojnameger bi 7 sal û 6 mehî cezayê girtîgehê û rojnemgerek jî bi 5 hezar TL hat cezakirin.)

*Rojnamegerên ku rêxistinên civakî yên sîvîl ên wekî HDP, KCD dişopandin hatin astengkirin

*Polîsan bi ser mala 2 rojnamegeran de girtin

*5 rojnameger hatin tehliyekirin

BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MIJDARA 2019’AN:

*12 rojnameger hatin binçavkirin

*Polîsan bi ser mala 8 rojnamegerî de girtin

*4 rojnameger hatin girtin

*Derbarê rojnamegerekî de lêpirsîn hat destpêkirin

*Derbarê 2 rojnamgerî de doz hat vekirin

*Darizandina 51 rojnamegerî dewam kir

*13 rojnameger hatin cezakirin (Ji bo 12 rojnamegeran 45 sal û 15 roj ceza hat xwestin. 7 hezar TL cezayê pere li rojnamegerekî hat birîn)

*Bi tevahî hejmara kesên girtî: 139

BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A KANÛNA 2019’AN:

*3 Rojnameger hatin binçavkirin

*5 rojanmeger hatin girtin

*27 rojnameger hatin darizandin

*10 rojnameger hatin darizandin (Ji bo 7 rojnamegerî 18 sal û 11 meh ceza hat birîn. Ji bo rojnamegerekî qedexeya derveyî welat hat dayin û dest xistin ser malê rojnamegerekî. Her wiha dest xistin ser pasaporta rojnamegerekî)

DANEYÊN BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN ÊN LI TIRKIYE Û BAKURÊ KURDISTANÊ YÊN 2020’AN (DANEYÊN KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FIRATÊ (DFG):

4 MEHÊN EWIL ÊN 2020’AN (ÇILE, SIBAT, ADAR, NÎSAN)

“*Rojnamegerên hatine binçavkirin:29

*Rojnamegerên hatine girtin:10

*Yên bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin:4

*Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin:26

*Rojnamegerên derbarê wan de doz hatiye destpêkirin:14

*Rojnamegerên hatine cezakirin: 15

*Astengiya gihaştina înternetê:277

*Cezayên RTK û Sansurê:13

*Rojnamegerên dawî li karên wan hatine anîn:11

Daneyên binpêkirina mafên rojnamegeran a nîsana 2020’an:

“*Rojnamegerên hatine binçavkirin:2

*Rojnamegerên hatine girtin:1

*Yên bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin:1

*Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin:12

*Rojnamegerên derbarê wan de doz hatiye destpêkirin:10

*Rojnamegerên darizandina wan dewam dike:1

*Astengiya gihaştina înternetê:275

*Cezayên RTK’ê:11

*Rojnamegerên dawî li karên wan hatine anîn:3

*Hejmara Rojnamegerên girtî yên ji dîroka 3’yê Gulana 2020’an şûnde:104″

Daneyên binpêkirina mafên rojnamegeran a gulana 2020’an:

*Di meha gulanê de 6 rojnameger hatine binçavkirin û 2 jê hatine girtin.

*Di meha gulanê de li dijî 3 rojnamegeran êriş pêk hatiye û derbarê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û derbarê 9 rojnamegeran de jî doz vebûye.

*Di meha gulanê de 16 rojnameger hatine darizandin û li girtîgehê îşkence û muameleya xerab li 2 rojnamegeran hatiye kirin. DFG’ê ragihand

*Li 3 rojnameyan cezayê îlan û reklamê hatiye birîn û RTUK’ê cezayê sekinandina weşanê daye 3 saziyên medyayê.

*Bi girtina du rojnamegerên din jî hejmara rojnamegerên girtî di meha gulanê de gihaşt 106’an.

LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ YÊN LI TIRKIYE Û BAKUR: (2020)

1Abdulkadir Turay – Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîclêyê (Dicle Haber Ajansı Muhabiri)

2)Ali Aşikar – Rojnameya Azadiya Welat (Azadiya Welat Gazetesi)

3)Aydin Keser – Mudurê Berpirsê Nivîsê ya Yenî Yaşamê  (Yeni Yaşam Gazetesi Sorumlu Yazıişleri Müdürü)

4)Azîz Oruç – Nûçegîhanê DÎHA’yê yê berê (Eski DİHA Muhabiri)

5)Baran Karadag – Belavkarê Azadiya Welat (Azadiya Welat Dağıtımcısı)

6)Dilbirin Turgut – Nûçegîhan JINHA’yê (JINHA Muhabiri)

7)Ferhat Çelik – Mudurê Giştî ya Weşanê ya Yenî Yaşamê ( Yeni Yaşam Gazetesi Genel Yayın Yönetmeni)

8)Ferhat Çiftçi – Nûnerê Azadiya Welat ê Dîlokê (AzadiyaWelat Gazetesi Gaziantep Temsilcisi)

9)Gokhan Gumuş –  Nûnerê Azadiya Welat ê Dêrsimê ( Azadiya Welat Gazetesi Dersim Temsilcisi)

10)Hamit Dilbahar – Nivîsakarê Azadiya Welat (AzadiyaWelat Gazetesi Yazarı)

11)İlker İlkan – Azadiya Welat Gazetesi

12)Îsmail Çoban – Mudurê berê yê Rojnameya Welat (Welat Gazetesi’nin eski Yazı İşleri Müdürü)

13)Kamuran Sunbat – Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê yê berê (Dicle Haber Ajansı (DİHA) Çukurova Eski Muhabiri)

14)Mehmet Guleş – Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (Dicle Haber Ajansı Muhabiri)

15)Nedim Turfent – Nûçegîhanê Ajansa Dîcleyê (Dicle Haber Ajansı Muhabiri)

16)Nuri Yeşil – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ê Dêrsimê (Azadiya Welat Gazetesi Dersim Çalışanı)

17)Rawîn Stêrk – Rudaw TV Muhabiri

18)Selman Akpınar – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat (Azadiya Welat Gazetesi Çalışanı)

19)Semih Elitaş – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat (Azadiya Welat Gazetesi Çalışanı)

20)Seyithan Akyuz – Nûnerê Azadiya Welat ê Edeneyê (AzadiyaWelat Gazetesi Adana Temsilcisi )

21)Sibel Mustafaoglu – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat (Azadiya Welat Gazetesi Çalışanı)

22)Yılmaz Kahraman – Edîtorê Kovana Ozgur Halk (Özgür Halk Dergisi Editörü)

23)Yıldırım Temel – Mudurê Karê Nivîsê yê Azadiya Welat (Azadiya Welat Gazetesi Yazı İşleri Müdürü)

24)Ziya Ataman – Nûçegîhanê Ajansa Dîcle Firatê (Dicle Haber Ajansı (DİHA) Muhabiri)

25)Abdullah Kiliç – Koordînastorê Weşana Giştî ya Haberturkê (Habertürk TV Genel Yayın Koordinatörü)

26)Abdullah Ozyurt – Nûçegîhanê Rojnameya Zamanê (Zaman Gazetesi Muhabiri)

27)Ahmet Altan – Nivîskar-Rojnameger ( Gazeteci-Yazar)

28)Ahmet Feyzullah Ozyurt

29)Ahmet Memiş – Sîteya Înternetê ya Haberdar (Haberdar İnternet Sitesi, Silivri Cezaevi)

30)Ahmet Uzan –  Mudurê Rojnameya Sabah Egelî (Sabah Egeli Gazetesi Haber Müdürü)

31)Alaattin Akkaşoglu – Xwediyê Rojnameya Akisê (Akis Gazetesi Sahibi)

32)Ali Ahmet Boken –  Koordînatorê TRT Haber (TRT Haber Koordinatörü)

33)Ali Unal – Nivîskarê quncikê yê Rojnameya Zamanê (Zaman Gazetesi Köşe Yazarı)

34)Ayşenur Parildak – Rojnameya Zamanê (Zaman Gazetesi)

35)Aytekin Gezici – Rojnameger-Nivîskar (Gazeteci-Yazar)

36)Barış Pehlivan – Derhênerê Weşana Giştî ya Oda TV (Oda TV Genel Yayın Yönetmeni)

37)Barış Terkoglu – Mudurê Nûçeyan ê Oda TV (Oda TV Sorumlu Haber Müdürü)

38)Bayram Kaya –  Nûçegîhanê Zaman û Yeni Hayatê (Zaman, Yeni Hayat Muhabiri)

39)Beytullah Ozdemir – Nûnerê Rojnameya Zaman ê Duzceyê (Zaman Gazetesi Düzce Temsilcisi)

40)Burçîn Selçuk Dokgoz – Nûçegîhana Zaman û Cîhanê (Çorum Eski Zaman ve Cihan Muhabiri)

41)Cemal Azmi Kalyoncu – Weqfa Rojnameger û Nivîskaran (Gazeteci ve Yazarlar Vakfı)

42)Cengiz Dogan – Mudurê Karê Nivîsê yê Mavi ve Kent (Mavi ve Kent Yazıişleri Müdürü)

43)Cuma Ulus – Koordînatorê Weşanê yê Rojnameya Milletê (Millet Gazetesi Yayın Koordinatörü)

44)Emre Soncan – Nûçegîhanê Rojnameya Zamanê yê Serokkomariyê (Zaman Gazetesi Cumhurbaşkanlığı Muhabiri)

45)Enis Oznuk – Nûnerê Rojnameya Zamanê yê Bursayê (Zaman Gazetesi Bursa Temsilcisi)

46)Ercan Gun – Mudurê Nûçeyên ê Fox TV (Fox TV Haber Müdürü)

47)Erdal Susem –  Edîtorê Kovara Eylulê (Eylül Dergisi Editörü)           

48)Erdal Şen – Mudurê Karê Nivîsê ya Rojnameya Meydanê (Meydan Gazetesi Yazı İşleri Müdürü)

49)Erol Zavar – Mudurî Karê Nivîsê û Xwediyê Kovara Odakê (Odak Dergisi Sahibi ve Yazı İşleri Müdürü )

50)Ersin Demirci –  Mudurê Rojnameya Zamanê ya Herêma Erziromê (Zaman Gazetesi Erzurum Bölge Müdürü)

51)Fahri Oztoprak – Nûçegîhanê Cîhan/Zaman ê Erziromê (Cihan/Zaman Erzurum Muhabiri)

52)Faruk Akkan – Ajansa Nûçeyan a Cîhanê (Cihan Haber Ajansı)

53)Fethî Altun – Nûçegîhanê Zaman û Cîhanê (Zaman ve Cihan Muhabiri)

54)Fevzi Yazıcı – Rojnameya Zamanê-Rojnameger-Nivîskar (Zaman Gazetesi, Gazeteci-Yazar)

55)Gokçe Fırat Çulhaoglu – Nivîskarê Rojnameya Turksolu (Türksolu Gazetesi Yazarı)

56)Gultekin Avcı – Bugün Gazetesi Köşe Yazarı

57)Habib Guler – Zaman Gazetesi Muhabiri

58)Hakan Aygun

59)Hamza Guneri Gok – Spîkretê TRT Haber (TRT Haber Spikeri)

60)Hanım Buşra Erdal –  Nûçegîhanê Rojnameya Zamanê, Nivîskarê Yenî Hayatê (Zaman Gazetesi Muhabiri, Yeni Hayat Yazarı)

61)Harun Çumen – Mudurê Karê Nivîsê yê berê yê Rojnameya Zamanê (Zaman Gazetesi eski Yazı İşleri Müdürü)

62)Hasan Huseyin Ors –  Peywirdarê Weşan-Avakirinê yê berê yê TRT’ê (TRT eski Yapım-Yayın Görevlisi)

63)Hasan Taşar – Nûçegîhanê TRT’ê yê Enqereyê (TRT Ankara Muhabiri)       

64)Hulya Kılınç –Nûçegîhanê Oda TV ( Oda TV Muhabiri)

65)Huseyin Aydın – Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Cîhanê (Cihan Haber Ajansı Muhabiri)

66)Îbrahim Halil Ozturkeri –  Peywirdarê Weşan-Avakirinê yê berê yê TRT’ê (TRT eski Yapım-Yayın Görevlisi)

67)Hatice Duman – Xwediyê Rojnameya Atilimê û Mudura Karê Nivîsê  (Atılım Gazetesi Sahibi ve Yazı İşleri Müdürü)

68)Turgut Usul – Nûçegîhanê TRT’ê (TRT Muhabiri)

69)Tulay Canpolat – Nûçegîhanê Rojnameya Sabahê yê Enqereyê (Sabah Gazetesi Ankara Muhabiri)

70)Ufuk Şanlı – Nivîskarê Rojnameya Vatanê ( Vatan Gazetesi Yazarı)

71)Unal Tanık –  Derhênerê Weşana Giştî ya Rota Haber (Rota Haber Genel Yayın Yönetmeni)

72)Vahit Yazgan –  Nûnerê Rojnameya Zamanê yê Egeyê (Zaman Gazetesi Ege Temsilcisi)

73)Yakup Çetin – Nûçegîhanê Rojnameya Zamanê (Zaman Gazetesi Muhabiri)

74)Yetkin Yıldız –  Derhênerê Weşanê yê Aktif Haber (Aktif Haber Sitesi Yayın Yönetmeni)

75)Zafer Ozcan – Edîtorê Ekonomiyê yê Rojnameya Bugunê (Bugün Gazetesi Ekonomi Editörü)

76)Kazım Canlan – Nûçegîhanê Cîhanê (Cîhan Muhabiri)

77)Kenan Karavil –  Derhênerê Weşana Giştî ya Radyo Dunya (Radyo Dünya Genel Yayın Yönetmeni)

78)Mehmet Baransu –  Nivîskarê Rojnameya Tarafê (Taraf Gazetesi Yazarı)

79)Mehmet Kuru – Nûçegîhanê Rojnameya Zamanê yê Eskişehirê (Eski Zaman Gazetesi Eskişehir Muhabiri)

80)Miktat Algul – Derhênerê Weşana Giştî ya Mezitli FM (Mezitli FM Genel Yayın Yönetmeni)

81)Muhammed Sait Kuloglu – Xwediyê Îmtiyazê yê Subuhaber.com (Subuhaber.com İmtiyaz Sahibi)

82)Murat Ağırel – Nivîskarê Rojnameya Yeniçag (Yeniçağ Gazetesi Yazarı)

83)Murat Çapan – Kovara Noktayê (Nokta Dergisi)

84)Murat Dağdeviren – Mudurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Demokrat a Gebzeyê (Demokrat Gebze Gazetesi Yazı İşleri Müdürü)

85)Mustafa Erkan Acar – Mudurê Nûçeyan ê Rojnameya Bugun (Bugün Gazetesi Haber Müdürü)

86)Mustafa Gok – Nûnerê Kovara Nan û Edaletê yê Enqereyê (Ekmek ve Adalet Dergisi Ankara Temsilcisi)

87)Mustafa Gokkiliç – Nûçegîhanê Rojnameya Radîkalê (Radikal Gazeteci Muhabiri)

88)Mustafa Unal – Rojnameya Zamanê ( Zaman Gazetesi )

89)Mutlu Çolgeçen – Koordînatorê Karê Nivîsê ya Rojnameya Miletê (Millet gazetesi Yazı İşleri Koordinatörü)

90)Mutlu Ozay – Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Cîhanê (Cihan Haber Ajansı Muhabiri)

91)Mumtazer Turkone – Akademisyen-Nivîskar (Akademisyen-Yazar)

92)Nuh Gonultaş –  Nivîskarê Bugun/Rojnameya Zaman (Bugün/Zaman Gazetesi Yazarı)

93)Nurullah Kaya –  Nûnerê Rojnameya Zamanê yê berê yê Dîlokê (Eski Zaman Gazetesi Gaziantep Bölge Temsilcisi)

94)Oguz Usluer – Koordînatorê Nûçeyan ê berê yê Haber Turk (Habertürk TV eski Haber Koordinatörü)

95)Osman Çalik –  Derhênerê Radyoya Samanyolu Haber (Samanyolu Haber Radyo Yayın Yönetmeni)

96)Omer Oruç – Nûçegîhanê Cîhanê (Cihan Muhabiri)

97)Ozcan Keser, Şefê TRT a Stenbolê (TRT İstanbul İstihbarat Şefi)

98)Ozden Kınık – TRT

99)Sami Tunca – Mudurê Karê Nivîsê yê Kovara Yekîtiya Têkoşînê (Mücadele Birliği Dergisi Yazı İşleri Müdürü, Tekirdağ 1 Nolu F Tipi Cezaevi)

100)Serkan Aydemir – Nûçegîhanê Rojnameya Bitlis Aktuel (Bitlis Aktüel Gazetesi Muhabiri)

101)Serkan Sedat Guray – Avakarê Bernameya Burç FM (Burç FM Program Yapımcısı)

102)Sertan Onal – Rojnameya Rojnivîska Gel (Halkın Günlüğü Gazetesi )

103)Seyid Kiliç – TRT Haber,

NIVÎSKARÊN KURD ÊN KU NIHA DI GIRTÎGEHÊN TIRKIYEYÊ DE NE

1)Rojbîn Perîşan

(GIRTÎGEHA JINÊ YA GEBZEYÊ)

2)Mizgîn Aydin (Mizgîn Ronak)

(GIRTÎGEHA JINÊ YA GEBZEYÊ)

3)Guneş Tekin

(GIRTÎGEHA JINÊ YA GEBZEYÊ)

4)Havva Ak

(GIRTÎGEHA JINÊ YA GEBZEYÊ)

5)Şadiye Manap

(GIRTÎGEHA JINÊ YA GEBZEYÊ)

6)Laleş Çelikan

(GIRTÎGEHA KANDIRAYÊ)

7)Nesrin Akyuz

(GIRTÎGEHA BAKIRKOYÊ)

8)Selver Yıldırın, Leyla Atabey

(GIRTÎGEHA ELBISTANÊ)

 9)Azime Işık

(GIRTÎGEHA ŞAKRANÊ)

10)A.Selam Baran

11)Erd Agron

12)Hecî Nehsan

13)Kerem Bîlen

14)Îsmet Taş

15)Cengîz Eker

16)Comert Bozkurt

17)A.Hekim Kozluk

18)A.Hamît Orbay

19)Ferhan Mordenîz

20)Firat Can

21)Menaf Osman

22)Necmettin Tural

23)Ramazan Çeoer

24)Selahattin Demirtaş

25)Gultan Kişanak

26)Idrîs Baluken

27)Fecriye Benek

28)A.Selam Baran

29)Hecî Nehsan

30)Ahmedê Bilokî

31)Alî Koç

32)Mehmet Akdogan

33)Îlham Çomak

34)Mehmet Polat

35)Murat Turk

36)Mahmut Baran