Hewldanek ji bo pênasekirina wêjeyê

Samî Tan

Tiştê ku ramangerên wêjenasiyê li serê hevbîr in, dijwarbûna pênasekirina wêjeyê ye. Fatma Erkman Akerson di pirtûka xwe ya bi navê “Edebiyat ve Kuramlar (Wêje û Teorî)” de der barê pênasekirina wêjeyê de wiha gotiye: “ Wekî karekî ne pêkan xuya dike ku mirov bersiveke li her cihî û di her demê de pejirbar bide pirsa ‘wêje çi ye?’ Mirov dikare bersivên li gorî serdemê û erdnîgariyê bide vê pirsê.”(Akerson, 2012:17)

Ferhenga têgihên wêjeyî anku “The Routledge Dictionary of Literary Terms” wêje wiha rave kiriye: “Di dema têdeyî de bi awayekî gelemperî mirov dikare wêjeyê wekî honaka nîgaşî bi nav bike.  Ev cure honak bi piranî nivîskî ne, lê di heyamên berê de bi gelemperî devkî bûn. Ev pênasekirin yeke nû ye ku di zimanên ewropî de ji sedsala 19’an ve bi awayekî gelemperî tê pejirandin.” (Fowler&Childs, 2006:129-130)

Em hinekî jî bala xwe bidin wateya peyvê. Peyva “wêje” di kurmanciyê de peyveke nû ye, lê belê  di zaravayên din de ew qas ne nû ye. Di ferhenga Gîwî Murkiyanî de li ber peyva “wêje”,  peyva “edeb” hatiye danîn.( Mukriyanî, 1999:901) Ew jî nîşan dide ku vê peyvê bi dehan sal in, bi vê wateyê di ferhengê de cihê xwe girtiye. Heçî peyva “edeb” e, ji zimanê erebî tê û di ser tirkî re derbasî kurmancî bûye. Di zimanê erebî de wateya peyvê “sinc û perwerî” ye.  Sedema vê yekê jî ew ziman e ku wêjekar bi kar tîne. Zimanê wêjekar heke em bi peyvên  Ehmedê Xanî bibêjin, zimanekî bi “nizam û întizam” e. Ansîklopediya Meydan-Larousse di çapa xwe ya 1986’an de wêje wiha pênase kiriye: “Teveka berhemên ku bi mebesteke estetîk hatine nivîsandin.” (Meydan-Larousse, 1986: 3514, veguhêzer: Akerson, 2012: 18) Her wiha di heman pirtûkê de hatiye gotin ku peyva “literature” heta nîveka duyemîn a sedsala 18’an bi wateya wêjeyê nehatiye bikaranîn. Di berdewama mijarê de heman çavkanî diyar dike ku ev têgih piştî rûdan û pêkhatina netewe-dewletan derketiye holê.

Di destpêka vê gotarê de qala  “deq”ê tê kirin. Gelo pênasekirina vê peyva ku em bi wateya “tekst” bi kar tînin, çawa hatiye kirin?  Li gorî berhema xwe ya bi navê “Metin Bilgisi (deqnasî)” ya Dogan Guney (2007) peyva latînî “textus” ku peyva kurdî “deq” û peyva tirkî “metin” bi çavlêkirina wê wateya têgihî wergirtine, ji aliyê etîmolojîk ve têkildarî çilagî û tevnkariyê anku ristin û honandinê ye.  Ji aliyê pênasekirinê ve jî di vê pirtûkê de wiha hatiye gotin: “ Di nav peywendeke ragihanî de rêzîleya peyv û bêjeyan e ku ji hêla kesekî/ê yan jî komek mirov ve bi awayekî devkî û nivîskî hatine hilberandin.” (Guney, 2007:44) Bi kurtasî divê nirxeke deqê ya ragihanî hebe û pêkhateyeke çalak be.

Heçî Berna Moran e, bi çavekî din berê xwe daye wêjeyê. Moran di berhema xwe ya bi navê “Edebiyat Kuramları ve Eleştiri (Teoriyên Wêjeyî û Rexne)” de ji aliyê dengvedan û rengvedanê ve bala xwe daye wêjeyê. Ew wêjeyê di nav hunerê de pênase dike û tevî wênesaziyê dinirxîne. Li gorî wî huner dengvedan û rengvedana rastiyê ye.  Ev dengvedan bi sê awayan hatiye şîrovekirin:

1- Huner rastiyê wekî awêneyekê nîşan dide.

2- Huner kakil û gehwerê rastiyê nîşan dide.

3- Huner rastiya îdeal nîşan dide.

Moran daye xuyakirin ku pirsa “Kakilê wêjeyê çi ye?” û “Bandora wêjeyê çi ye?”, ji dema Platon bi vir de têne kirin.  Platon bi çavekî baş, li wêjeyê nedinêrî, ji ber ku ew wekî mîmesîs (jibergirtin û lasayîkirin) bi nav dikir. Li gorî Platon rastî bi sehekan nayê bidestxistin, bi riya hiş û mêjî tê fehmkirin. (Moran, 2011: 20-21) Li aliyê din Arîstoteles di Poetîkaya xwe de ji aliyê erk û bikêriyê ve berê xwe daye deqên wêjeyî û li gorî wî diviya deqên wiha li gorî pîvanên retorîkê bihatana nivîsandin û kesên li pêşberî axêver qanih bikarana. (Akerson, 2012:57)

Mijara pênasekirina têgiha wêjeyê bi awayê herî berfireh ji hêla Terry Eaglaton, di berhema xwe ya bi navê “Literary Theory, An Introduction (Teoriya Wêjeyî, Destpêkek) de beşeke ji vê mijarê re vediqetîne. Ew mijarê ji gelek aliyan ve hildide dest, lê belê dîsa jî nikare bigihêje pênaseyeke zelal. 

Rasteqînî û çîroksazî

Eaglaton pêşî bi dabeşkirina “rastî” û “nîgaşî”yê dest pê dike.  Li gorî wî ev dabeşkirin me nagihîne cihekî, ji ber ku ev dabeşkirin û senifandin war û mijara hinek gengeşî û dubendiyan e.  Li gorî dîtina wî dabeşkirina deqên hunerî û rasteqînî jî riya me venake, ji ber ku di sedsala 16’an de peyva “novel” hem ji bo nivîsarên rasteqînî hem jî ji bo yên çîroksazî dihat bikaranîn.  Li aliyê din wê demê nûçe ji aliyê kêm kesan ve û kêm caran wekî  deqên rasteqînî hatine dîtin.

Wêjenasê îngilîz diyar dike ku cure û wateya deqan li gorî demê diguhere. Bo nimûne Gibbon tiştên ku nivîsandine, wekî rastiyên dîrokî dîtine, lê belê îro hinek kes wan wekî çîrok, hinek jî wekî rastî dibînin.  Li pey ramana wî, heke em tenê pîvana qewamî û çîroksazîyê bikin bingeh, hingî divê em  tiştên wekî “superman” jî wekî deqên wêjeyî bibînin, lê belê kes wiha nabîne.  Di vî warî de pirseke din jî ev e; heke em tiştên ku tê de afirînerî û nîgaşî hene wekî wêjê  bi nav bikin, hingî divê em bersiva vê pirsê jî bidin: Gelo nivîsarên felsefeyî û dîrokî jî di nava xwe de hêmanên nîqaşî û afirîneriyê nahewînin.

‘Ziman deqên wêjeyî ji deqên mayî cuda dike’

Hinek dikarin bidin ser şopa rexnegirê rûsî  Roman Jakobson û bibêjin ku “deqên wêjeyî bi zimanê xwe ji deqên din cuda dibin.  Wêjekar her tim pîvanên zimanê rojane pêpes dikin û sînoran dadibezînin. Wêjekar zimanekî taybet bi kar tînin, ew ziman awayekî sîstematîk ji zimanê rojane dûr dikeve.  Ev dîtin ne tenê berhema hizira Jakobson e, hemû formalîstên rûs  li ser vê bîr û baweriyê ne; ewên ku berî şoreşa Sovyetê derketine holê û heta Stalîn dengê wan biriye, li vî welatî di rewacê de bûne.  

Ew dibêjin, “Wêje pevxistin û rêkxistineke taybet a zimên e. Rêgez, tevn û amûrên wê yên taybet hene. Divê ew bi awayekî serbixwe û taybet werin vekolan. Formalîst bi çavekî zimanzanî li wêjeyê dinêrin, ji bo wan naverok ne girîng e. Li gorî wan George Orwell berhema xwe ya bi navê “Animal Farm (Çewlika Ajalan)” ne ji bo rexnekirina rêveberiya Stalîn nivîsandiye, ev rêveberî bi tenê ji bo pevxistin û bikaranîna zimên amûrek e. Her wiha romana Donkîşot jî ne der barê wî kesî de ye ku navê xwe daye berhemê, ew kes bi tenê ji bo bikaranîn û sepandina rêbaz û şêwazên vegotinê navgînek e. Lê belê ji bo George Orwell bi xwe tiştekî pir sosret e ku yek rabe naverokê bide aliyekî û bi tenê ji aliyê zimên û şêwazê ve deqa wî  binirxîne.

Eaglaton wisa bawer dike ku ev raman jî xwedanê hinek arîşeyan e.  Ji ber ku zimanekî yekreng ê kuçe û kolanan anku zimanê rojane yê yekgirtî nîn e.  Her herêm, her beş û çîna civakê bi zimanê xwe ji yên mayî cuda dibe. Hin qalib û şayesên ku li herêmê wekî wêjeyî têne dîtin, dibe ku li herêmeke din bi vî çavî li wan neyê nihêrtin. Heke hemû mirov di jiyana xwe ya rojane de qalib û şayesên ku di wêjeyê de hene, bi kar bînin, hingî ew ê êdî wekî hêmanên zimanekî wêjeyî neyên dîtin. Eaglaton dibêje, heke em guh bidin formalîstan hingî divê em bi tenê helbestê wekî wêje bi nav bikin û bi pîvanên helbestê nêzî  pexşanê bibin.

Cure û mebesta deqê

Hinek jî dibêjin armanca deqê, cureyê wê diyar dike, nexwe mirov dikare  ji aliyê mebesta nivîsandina deqê ve lê binêre û navekî lê bike.  Heke em bi vî çavî lê binêrin, em ê bibêjin, “Aya ev deq bi çi mebestê hatiye nivîsandin. Nivîser xwestiye di karekî de hêsankariyê bike,  lewma ev deq nivîsandiye, yan jî xwestiye çîrokekê vebêje? Ev pirs hinekî xwendevanan digire nava xwe. Gelo xwendevan bi çi çavî lê dinêre û bi çi mebestê berhemekê dixwîne.

Helbet nêrîna xwendevanan jî bi domana demê re diguhere. Berhemek dibe ku wekî berhemeke dîrokî hatibe nivîsandin, lê belê reng e, piştî demekê wekî deqeke wêjeyî were dîtin û bi vî çavî lê were nihêrtin. Hin caran ji bi vepêçan, dibe ku wekî deqeke wêjeyî hatibe nivîsandin, lê belê îro tûşî xwendineke civaknasî, siyasî, aborî, zimanzanî û hwd. bibe. Bi kurtasî hinek arîşeyên vê hizir û nêrînê jî hene.  Carinan mirov dikare çêjê ji berhemeke ne wêjeyî wergire.

Di encamê de em dikarin li ferhenga têgihên wêjeyî vegerin û mijara xwe bi hin boçûnên di wê ferhengê de bi dawî bikin. Di vê ferhengê de wiha hatiye gotin: “Diyarkirina sînorên wêjeyî bi qasî berê ne dijwar e. William McGonagall dibe ku helbestkarekî ne serkeftî be, lê dîsa helbestkar e. Li milê din, rehbera telefonê çendî serkeftî be jî dîsa jî ne berhemeke wêjeyî ye, ji ber ku tê de lîsteya nav û navnîşana mirovan heye da ku mirov ji kesên ku dixwazin re zeng lê bidin.” (Fowler&Childs, 2006:129-130)

Li gorî vê pênasekirinê hinek pîvan derdikevin holê û em bi awayî dikarin deqeke wêjeyî û yeke newêjeyî ji hev cuda bikin. Belê her çiqas pênasekirine gelemperî ku hemû kes li serê li hev dikin, ne hêsan be jî, dîsa jî pênasekirina deqeke wêjeyî ne karekî ji şiyanê der e.

 ÇAVKANÎ:

1- Akerson-Erkman, Fatma; Edebiyat ve Kuramlar, İtaki Yayınları, 2010, İstanbul.

2- Childs, Peter& Fowler, Roger;  The Routledge Dictionary of  Literary Terms, 2006,  New York.

3- Mukriyanî, Gîw; Ferhengî Kurdistan, Weşanên Avesta, 1999, Stenbol:

4- Güney, Doğan; Metin Bilgisi, Multilingual, 2007, Stenbol.

5- Berna, Moran; Edebiyat Kuramları ve Eleştiri, İletişim Yayınları, 2011, Stenbol.

6-  Eaglaton, Terry; Literary Theory (Second Edition), Blackwell Publishers Ltd. 2003, Great Britain.