Hosteyekî Edebiyata Kurdî, Eliyê Evdirehmanê Momîn

Hosteyekî Edebiyata Kurdî, Eliyê Evdirehmanê Momîn

Salihê Kevirbirî

Beriya her tiştî divê bêjim ku konferansên wiha ji bo kurdan mîna nan û avê lazim in, pêwîst in û girîng in. Dewleta kurdan tune ye, çapemeniyeke wan a ku em bibêjin sedî sed azad tune ye, diyasporaya wan belawela ye, dibistanên kurdî –ji bilî herêma başûr- tune ne, xwendin û nivîsandina kurdî –her ku diçe pêş jî bikeve- kêm e, ne li gorî daxwaza me ye. Loma jî konferansên bi vî şiklî –ku em dibînin navneteweyî ye- gerek ji bo me bibin mîna av û rojê.

Helbet ev civîn û konferans navneteweyî ye û bi qasî ku ji akademîsyen û profesorê me yê hêja, Apê Kinyaz hîn dibim, cara yekê ye ku civîneke di vê derecê de ji bo nivîskar û rewşenbîrekî kurd re tê kirin.

Ji ber vê yekê di serî de spasiya Mamoste Kinyaz dikim ku bi vî karê hêja re rabû. Piştre spasiya Yekîtiya Nivîskaran û Yekîtiya Kurdên Qazaxistan -Berbangê- dikim ku xwe dan ber vê xebata girîng. Helbet divê spasiyeke taybet ji bo malbata rehmetiyê Eliyê Evdirehman bikim –nexasim spasiya herdu kurên wî -Apê Silhedîn û Apê Fexredîn-, her sê qîzên wî yên li vê derê ne –Dîlber, Zînê, Helîmeyê- dikim. Loma jî mala her kesê ku ked û emega wan di vê xebata pîroz de derbas bûye ava be ku em îro ji gelek deveran hatine û di hizûra we de qesidîne.

Helbet her kesê miletê me şayanê serbilindî û serfiraziyê ye. Her wiha her neferekî ji miletê me ji bo me hêja ye û layiqê her tiştên baş e. Lê belê ew kesên ji bo milet, kultur, dîrok, huner û zimanê kurdî ked û xebat dane, îşiqa çavên me ne. Her nivîskarekî me, her şaîrekî me, her rojnamevanekî me ji bo me find û çira ne. Çimkî em miletekî bi sedanê salan diçerçirin û hewcedariya me ji her miletî zêdetir, bi wan heye. Eliyê Evdirehmanê Momîn jî ji bo me kurdan yek ji wan find û çirayan e.

Helbet di vê konferansa me de gelek kesên hêja, gelek xeberdanên hêja li ser -rehma Xwedê lê be- Eliyê Evdirehman kirin, hela wê hê jî bikin. Tevî bêmecaliyên ku min di destpêkê de gotin, ez di wê baweriyê de me ku wê di nava hefteyekê de bi sed hezaran kesên li seranserê welêt û dinyayê, hay ji vê konferansa me hebin û Mamosteyê me Eliyê Evdirehman baştir nas bikin.

Ez naxwazim li vir zêde serê we biêşînim û gotinan dubare bikim. Lê bi izna we ez ê bi çend xalan behsa ziman, edebiyat û berhemên Mamoste Eliyê Evdirehman bikim.

Eliyê Evdirehman ew kes e ku di jiyana xwe ya 74 salan de ji bo miletê xwe ked û emeg da. Ev ked û emega wî şikir em îro dibînin sînorên Qefqasya û Sovyeta Berê derbas kiriye, lê li seransera Kurdistanê û li derveyî welat, belav bûye. Îro nifşekî nû rabûye ku li ber serê wan kitêbên “Xatê Xanim”, “Gundê Mêrxasan” hene, ji hev re behsa serpêhatiyên”Morofê” dikin, nivîs û helbestên Eliyê Evdirehman tevî nivîskarên din ên Dewra Sovyetê dixwînin, li ser wan şêwra dikin û xweziya xwe bi qelema wan tînin.

Hemû cîhana kurdî ya edebî dizane ku Şivanê Kurmanca û Xatê Xanim du hîmên bingehîn ên romana kurmancî ji wî yalî Erezê derketine, lê çavkaniya xwe ji Serheda Bakur girtine. Ji ber vê jî hem Erebê Şemo hem jî Eliyê Evdirehman du lehengên romana Kurdî ne. Loma jî di warê romanê de Erebê Şemo û Eliyê Evdirehman ne ku “pir tişt” anîne, lê “her tişt” anîne!

Em dibînin ku Eliyê Evdirehman kesekî pir hêl e. Bi tenê bi karekî nivîsarê ve mijûl nebûye. Ew hem rojnameger e, hem nivîskar e, hem helbestvan e, hem jî wergêr an jî tercimeciyekî baş e.

Gelo di roman, çîrok û helbestên wî de çi hene? Di serî de zimanekî şayîk û herikbar heye. Profesorekî ûnîversîteyê jî, doktorekî nexweşxaneyê jî, dikandarekî bazarê jî û şivan û gavenekî li gund jî dikare bi hêsanî berhemên wî bixwîne û heman kêf û lezetê jê bistîne.

Vegotin û kelimandina wî gelekî sade ye. Gava mirov dest bi xwendina berhemên wî dike, -nexasim jî çîrok û romanên wî- heta xilas nebe nikare dev jê berde.

Di hemû berhemên wî de welat û welatperwerî heye, hezkirina rê-dirb, deşt-newal, çiya-baniyên Kurdistanê heye. Her kurdekî li dinyayê gava bendek ji helbest û nivîsarên wî bixwîne, yekser xwe li ser axa bav û kalan dibîne.

Eliyê Evdirehman di xwendina berhemên xwe de, xwendevanê xwe birîndar dike. Wisa birîndar dihêle ku dermanê birînê di kutasiya kitêb û berhemê de dide. Loma jî gava te dest pê kir, heta xilas nebe nikarî dev jê berdî.

Ev taybetmendî di berhemên Dostoyevskî de heye. Ew jî pêşî xwendevanê xwe tehl dike, birîndar dike paşê dermanê li ser birînê dike.

Ew hosteyekî nexşan û sêwirandinê ye. Gelek nivîsarên wî, dikarin bi hêsanî bibin senaroyên fîlman. Her wiha ew hosteyekî xeberên bedewetiyê û nîgarkêşekî jêhatî ye. Eliyê Evdirehman kurekî deşt û zozana ye. Çimkî gotin û xeberdanên wî xas, xurt û dewlemend in. Bi pênûs û xeberdanên xwe li dijî zilma li ser miletê xwe, serî rakiriye.

Çavkaniyên Eliyê Evdirehman hîmlî çand û folklora kurdî ye. Zargotin, erf û adetên kurmanciya gewr di hemû berhemên wî de serdest in.

Em dibînin ku di berhemên wî de bandora nivîskariya romanên rûsan heye. Her wiha em pê derdixin ku roman û edebiyata ermenan û azeriyan baş şopandiye. Ez nabêjim sedî sed lê fikra min ew e ku romanên ermenî û azeriyan bi kar aniye, carcaran hinek teqlên wan di berhemên xwe de bi kar aniye. Ev jî normal e û miletên cînar, di edebiyatê jî bandorê li ser hev dikin. Her wiha ji ber ku her sê zimanan jî –rûsî, ermenkî û azerkî- hema bêje di asta zimanê xwe de zanibû, ev fikra dibêjim zêdetir bi serê min dikeve.

Îro êdî em baş dizanin ku rewşenbîriya kurdên Ermenistanê û Azerbaycanê zimanê edebî yê kurdan çêkiriye. Camêran bingeheke xurt danîne. Di vî karê hêja de Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Wezîrê Nadirî, Emînê Evdal, Xelîl Mûradov, Casimê Celîl û zarên beşeke ji wan serkêşiya vî karî kirin. Eliyê Evdirehman bi van kesan re, ji bo vejandina edebiyat û rojnamegeriya kurdî xizmeteke mezin û bêhempa kiriye.

Ji bo berhemên Eliyê Evdirehman û yên wekî wî –Wezîrê Nadirî, Xelîl Mûradov, Wezîrê Eşo, Eskerê Boyik, Seîdê Îbo, Emerîkê Serdar û Fêrîkê Ûsiv- li bakurê welat xebateke baş hatiye kirin û hê jî ev xebat berdewam dikin. Gelek berhemên van hêja û maqûlan ji kîrîlî dikin latînî. Mala kedkaran hezar caran ava be.

Lê mixabin li Qefqasya, Rûsya û Asya Navîn rewşa xwendin û nivîsandina zimanê kurdî pir kêm e. Di vî warî de rola saziya Berbangê, kovara Nûbarê û rojnameya Jiyana Kurd gelekî girîng e. Lê diyar e ev xebat têrê nake. Divê projeyên taybet hebin û divê her yekî ji me, di van projeyan de piştgiriya Berbangê û Mamoste Kinyaz bike. Piştî gengeşiya li ser van projeyan divê pevgirêdaneke xurt û qayîm bi Kurdistanê û saziyên wê yên dewletî re çêbe.

salihkevirbiri@gmail.com