Ji bo raya giştî ya Kurdistan û cîhanê

Ji bo raya giştî ya Kurdistan û Cîhanê

Di domana sedsalên borî da Rojhilata Navîn her tim bûye qada şerên mezin û malwêranker. Hêzên dagirker û talanker ji bo sepandina serdestî û dagirkerîya xwe, xwîna bi milyonan mirov ji olên cuda rijandine. Di van şeran da her tim mirov bindest û bêguneh bûne qurbanî.

Gelê kurd wekî qewmekî xwecihî û resen ê Rojhilata Navîn her tim bûye mexdûrî û qurbanîya şerên dagirker û talankeran.  Welatê wan ji aliyê desthilatdarên herêmî û cîhanî ve hatiye parçekirin. Ne tenê nasnameya mirovî, zimanî û çanda wan jînehatiye pejirandin. Kurd pirî caran bi awayekî fîzîkî, siyasî û civakî  tûşî komkujiyan bûne. Tevî hemû zordestiyan gelê kurd dest ji xebatê bernedaye û di encama vê xebat û têkoşînê da li Başûr û Rojava, deskeftiyên mezin bi dest xistine.

Desthilatdarên şovînîst ên herêmê li ser asta cîhanî û herêmê bi awayekî domdar hewla bêstatuhiştin û reşkirin a kurdan dane. Îro jî dîsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi qirkirinekê ra rû bi rû ye. Rewşa niha jî hewldanek navneteweyî ye ku derencama wê jî komkujî û malwêraniyeke gelek mezin diafirîne. Ya ku li Efrînê qewimî jî mînakek berbiçav e û heta vê kêliyê jî qirkirin, guhartina pêkhateyan û demografiya vî bajarî berdewam e. Bi heman awayî dewleta tirk êrişî Rojavayê Kurdistanê dike. Armanc qirkirina gelê kurd û guhartina demografiya Rojavayê Kurdistanê ye. Bi vê ra jî dixwaze azmûna pêkvejiyana aştiyane ya gelên cuda li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bike.

Em weke Navenda PEN a Kurd bang li hemû mirovên xwedî wijdan û azadîxwaz dikin ku demildest hewl bidin da ku pêşî li êrîşên li  ser azmûna azadî û serkeftina Rojavayê Kurdistanê, pergala pêkvejiyana gelên cuda ya li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê, bigirin. Em bang li hemû mirovên xwedî helwest dikin piştevaniya me bikin da ku bi hev ra em li dijî hemû plangêriyên qirêj bigirin û rê nedin komkujiya li ser Rojavayê Kurdistanê.

Komîteya Reveberiya giştî

Navenda PEN a Kurd

10/10/2019