JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Bi guhertinên li herêmê û li Rojhilata Navîn re dîsa xaka Kurdistanê bûye qada șerê zilhêzan û rê li ber nehiqûqiyan vekiriye û pê re rojnameger, nivîskar, lêkolîner û çalakvanên civakî ji aliyê rejîmên serdest yên totalîteter û hêzên herêmî ve rastî zext, binçav kirin û êșkenceyan tên.

Nivîskar û lêkolînerê civakî Kamîl Ehmedî yê xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye roja 11ê Tebaxê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Komara Islamiya Îranê ve di mala xwe da li bajarê Tehranê hatiye binçavkirin. Navbirî lêkolerê pirsgirêkên civakî ye û bi dehan lêkolînê wî yên zanistî û akademîk der barê “sinetkirina jinan”, “zewaca spî”, “zewaca zarokan” û “rewșa kêm neteweyan” de, li Îranê belav bûne.

Hevjîna Kamîl, Șefeq Rehmanî di daxuyaniyan da gotiye: “bê tu agahdarkirineke pêșwext û bê ku metirsiyeke binçavkirinê hebe, hevjînê wê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tevî gelek belgename û destnivîsên di malê da hatiye binçavkirin.”

Piștî du rojan û di peywendiyeke telefonî da Kamîl ji hevjîna xwe re gotiye: “ez baș im û çend rojan li vir dimînim û daxwaza parêzerekî kiriye.” Lê ji ber ku parêzer ji aliyê hikûmetê ve têne destnîșankirin tu pêșveçûnek di dosyeya girtiyan da çênabin.

Ji roja 13ê Tebaxê ve tu agahî derbarê rewșa akademisyen û lêkolînerê Kurd, Kamîl Ehmedî de tuneye û em nizanin li ku di bin çav tê girtin.

Em weke PEN a Kurd binçavkirina akademîsyen û endamê PEN a Kurd Kamîl Ehmedî bi tundî șermizar dikin û ji rayedarên Komara Îranê demildest daxwaza azadiya wî dikin.

Her wiha li aliyekî din 21ê Tebaxê Biryar Mihemed Mistefa (27) rojnamevan û nûçegihanê Ajansa RojNewsê bêyî biryara dozger û agahdarkirina Sendîkaya Rojnamevanan ji aliyê hêzên Asayiș a Herêma Kurdistanê ve hatiye binçavkirin. Ev yek di demekê da ye ku li gorî zagonên rojnamevanîyê li gor xala 1 em a madeya 8 a yasaya hejmar 35 a rojnamegeriyê li Herêm Kurdistanê “di dema girtinber a rêkarên yasayî li hemberî rojnamevanan de û ger li ser tiștekî ku peywendî bi karê wî/ê ve hebe, hatibe tawanbarkirin, lazim e Sendîka bê agahdarkirin.” Her wiha li gor xala duyem a heman made û yasayê”çênabe bê biryara dozger rojnamevan tûşî lêpirsîn û lêkolînan bên.”

Di sedemên girtina navbirî da ji aliyê Asayișê ve nezelalî heye.  Li aliyekî ji Ajansa RojNewsê re ragihandine ku binçavkirina Biryar peywendî bi karê ragihandinê ve nîn e. Ji malbata wî re gotine sedema binçavkirinê karkirina bi Ajansa RojNewsê re ye.

Kiryarên wiha li ser herema başûrê Kurdistanê dibe cihê şik û gumanê ku azadiya mirov û civakê di bin xetereyê de ye. Em ê wekî Navenda PEN a Kurd binçavkirina Biryar Mihemed Mistefa heta dawîyê bişopînin û sazîyên têkildar yên navneteweyî agahdar bikin û şopdarên azadiya hemû rojnameger, lêkolîner û nivîskarên Kurdistanê bin. Daxwaza me ji rayedarên Herema Kurdistanê jî ew e ku li gorî zagonên erêkirî tevbigerin û ji bo pêșveçûna demokrasîyê li Kurdistanê hewlên cidî bidin.

Navenda PEN a Kurd

30ê Tebaxa 2019an