JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Azadîya derbirîna ramanê yek ji mafên bingehîn ê mirovî û yek ji binemayê sereke yê demokrasîyê ye, lê mixabin pirî caran li welatê me jî bi hincetên cur bi cur ev maf dihê binpêkriin.

  Wekî gelek caran, îcar nivîskar û helbestvanê kurd û nûnerê PENa Kurd ê başûrê Kurdistanê ji ber bîr û boçûnên xwe yên di bernameyekê televîzyonê de tûşî êrîşên derdorên olperest hatiye û bi hinceta ku bîr û ramanên wî li dijî ola îslamê ne, doz lê hatiye vekirin.

Li gorî agahîyên ku gihaştina ber destên me, di bernameya televîzyonê de rêzdar Ebdal Nûrî, dema li ser şaristaniyê axivîne bi hin pirsan mijar hatiye ser ola Îslamê û Ebdal Nûrî jî li gor zanistiyê bi awayekî medenî fikarên xwe derbiriye û bersiv daye.

Li ser vê axaftinê hin derdorên oldar, Ebdal Nûrî dane mehkemê û bi awayê ku ’pîroziyên dînê Îslamê şikandiye’ tê sucdarkirin. Mijar çi be bila bibe, her insan azad e ku fikara xwe bîne ziman.

 Em wekî PENa Kurd van êrîşên li ser Ebdal Nûrî li dijî azadîya derbirîna bîr û ramanê dibînin û bi tundî şermezar dikin. Em bang li rayedarên daraz û hikûmeta Kurdistanê dikin ku di rewşên wiha da rêgezên parastina bîr û ramanê bingeh bigirin û li gorî van rêgezan gavan biavêjin.

Bi van bîr û bawerîyan em piştgiriya xwe ji bo rêzdar Abdal Nûrî diyar dikin û dibêjin parastina mafê azadîya derbirînê ji hemû dogmayên olî pîroztir e.

Komîteya Birêveberiya Giştî

Navenda PENa Kurd

21.09.2019