NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ser komkujiya Madimakê ya ku 35 kes hatin qetilkirin 27 sal derbas bû. Di nava 35 kesên ku hatin qetilkirin de nivîskar, rewşenbîr û hunermend jî hebûn.
Îro 2’yê Tîrmehê ye û ji ser komkujiya Madimakê ku 35 kes hatin qetilkirin 27 sal der bas bû. Gumanbarên bûyerê jî bi efûya taybet a serokomar hatin berdan. Di nava 35 kesên hatin qetilkirin de nivîskar, rewşenbîr û hunermend jî hebûn.
Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) a li Enqereyê di 1988’an de hat avakirin û her sal Şahiya Pîr Sultan Abdal pêk dianî û wê ya çaremîn pêk bianiya. Li gundê Banaz a Yildizelî ya Sêwasê wê bername di navbera 1-4’ê Tîrmeha 1993’an de pêk bihata. Beriya bernameyê di Nîsana 1993’an de rêveberên komeleyê nameyek nivîsandin û ji rêxistinan re, rewşenbîr, hunermend û nivîskaran re şandin.
Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de piştî nimêja înê êrîş dest pê dikin. Komên oldar li ber navenda çandê kom dibin û dirûşmên ‘Sêwas wê ji laîkan re bibe gor’, ‘ Komar li Sêwasê hat avakirin, wê li Sêwasê bê hilweşandin’ tên berzkirin.
Di encama êrîşa komên oldar ên tên gel hevdu de agir bi Otela Madimakê tê xistin û 33 kes ên li otelê 2 kes jî ji derve bi tevahî 35 kes tên qetilkirin.