‘Jinê bi herikbariya enerjiya xwe rih daye ziman, wêje û civakê’

Roza Metîna

NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan de Nivîskar Xecê Şen diyar kir ku Jinên Kurd ji dîrokê heta niha hem ji aliyê sîstema desthilatdar hem jî ji aliyê zihniyeta baviksalarî ve bi binpêkirina mafên curbecur rû bi rû hatine hiştin û yek ji van ziman û wêje ye û wiha got:”Jinê bi herikbariya enerjiya xwe rih daye ziman, wêje û civakê û  bi ahengsaziya xwe jiyana civakê estetîze kiriye. Bêguman di jiyana jinê de ziman û wêje her tim ciyekî xwe girîg hebûye. Ev heqîqeta jinên kurd in. Jinên Kurd ji bo ku ziman, wêje û çanda xwe bijîn û bidin jiyandin bi her cureyên pêkutiyên mêr û pergala dewletên desthilatdar re rû bir û mane.”

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1948’an de 10-17’ê Kanûnê de Peymana Gerdunî ya Mafê Mirovan îlan kir û ev dîrok di heman demê de Hefteya Mafê Mirovan hat qebûlkirin. Îro dema em li tevahiya cîhanê dinêrin li gor wate û girîngiya vê rojê helwest nayên nîşandan. Bi taybet jî li Rojhilata Navîn ev yek hîn zêde derdikeve pêş. Gelê Kurd li Rojhilita Navîn yek ji wan gelan e ku bi her cureyên binpêkirina mafan rû bi rû hatiye hiştin. Yek ji van mafên girîng wêje û ziman e. Têkildarî mijarê Nivîskar Xecê Şen pirsên me bersivand. Xecê anî ziman ku jina kurd ji dîrokê heta niha xwedî hewildan û têkoşînek mezin e û di qada têkoşîna li dijî binpêkirina mafên ziman û wêjeyê de navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsandiye 

Hûn di dîrokê de rol û mîsyona jinê ya di qada wêjeyê de çawa dinirxînin?

Ji diroka mirovahiyê heta roja me ya îro civak û civakbûn li ser rastiya hebûn û xwebûnê hatiye avakirin. Rastî jî yek têgeha jinê ye, yek jî têgeha mêr e. Civak û civakbûn li ser van her du reng û dengan pêk hatiye. Ev rastî di wejeyê de hîn bêhtir xwe daye der. Çi wêjeya devkî dibe, çi ya nivîskî dibe qet ferq nake, xwedî heman rastiyan e. Ji destpêka mirovahiyê, di serdemên wekî  yekemîn çanda jiyana civaka Klan, civaka xwezayî ( dayîkî) û çanda civaka  Telxelef, heta serdema sedsala 19’emîn wêje yan jî bêje ya devkî bi pêş ketiye. Jinê xwe bi wêjeya devkî daye ifadekirin. Hinekan bi lorandina zarokê, hinekan bi derkirina êş û kulên xwe, hinekan bi parvekirina kêfxweşî û şanaziyên xwe, hinekan jî, ji bo vegotina hezkirin û û evîna xwe, hinekan jî wekî jinên şoreşger ên xweş awaz mizgînan helbest, çîrok, meselok, melodî û hwd. 

Civak hemû bi riya sazbûna ziman û bi rihê hevpar ê wêjeyê nirx û çanda exlaqî bi pêş ketiye. Ji dîrokê heta roja me ya îro jî ev çanda exlaqî bi nirxên pir  giranbuha û bedeldayînên pir mezin hatiye parastin. Ziman û wêje nifşekî ji nifşên dinê re xwe vegotiye û daye jîyîn. Bêgûman ji dîroka mirovahiyê heta niha weke ku di gelek pirtûk û belgeyan de jî hatiye xuyakirin pêşxistin û pêşvebirina  ziman û wêjeyê bi  hest, fikir û nêrîna jinê hatiye parastin û dergûşî ji civaka mirovahiyê re kiriye. Lê mixabin di dema ku serdema desthiladariya mêr pêş dikeve de, mafê jinê ji destê wê tê girtin û  êdî ziman û wejeyê dibe wekî aydê mêr û êdî di civakê de ziman û wêjeya mêrane bi pêş dikeve. Ango mêr hebûna xwe li ser tunebûna jinê ava dike. 

Ji dîrokê heta niha jin bi çi rengî bi binpêkirina mafên wekî wêje û ziman rû bi rû hatine hiştin?

Di serdemên wekî dewlet de mafê jinê di zagon û hiqûqê de tune ye, jin di  ol û baweriyan de guneh û heram e, jina ku ji persûyên mêr (Adem) hatiye çêkirin e, serdemên zanistê de aqilê jinê bi têra birkarî ( matamatîk) û zanistê nake, aqilê heft mirîşkan di serê jînêkê de ye, di wêjeyê de jî berdala xwînê, namûs, qelend, bûka biçûk, keça bavê xwe, jina mêrê xwe, dayika zarokên xwe, hezkirina destgirtiyê xwe  û hwd. tê pênasekirin. Mêr ji bo ku hişmendiya xwe bide belavkirin, avakirin û pêrgala xwe ya mêrane bi pêş bixe, herî zêde di wêjeyê de li ser bedena jinê lîstin rewa kirin, teşwîq û teşhirkirina wê ji xwe re wekî kar û an jî  mafekî xwezayî  dibîne. Û dixwaze ev wekî xwezahiya civakê jî li civakê bide pêjirandin. Di her sê serdeman de çawa ku mafê jinê hatiye binpêkirin. Di kesayetiya jinê de çanda ehlaqî ya civakê jî hatiye binpêkirin û hê jî didome. 

Ji civaka xwezayî heta sedsala 19’ emîn di nav civakan de wêjeya devkî hatiye pêşxistin. Lê di sed sala 19’ emîn de yekem car wêjeya nivîskî  derketiye holê. Jinên wekî Mary Anne Evans ji bo ku dengê xwe bigihije civakê bikaribe xwe ji civakê re rave bike romanekê divisîne. Lê ji ber nasnameya wê ya jin romana ku wê nivîsîye ji hêla weşanxaneyê ve nayê pejirandin. Nivîskara jin neçar dibe ku romana xwe bi nasnavê mêrekî  careke din ji weşanxanê re dişine. Romana wê bi nasnavê mêr tê weşandin. Ew jin bi salan bi nasnavê mêr tê nasîn û civak wê wek ku mêr dixwînin û nas dike. Di cîhanê de bi dehan jin ji ber xebatên xwe yên nivîsî, di civatan de heslbest xwendin, çîrok û stran gotin û bi deng bilindkirina xwe ji hêla bav, bira û hevjînên xwe ve hatine kuştin û cezakirin. Mixabin di gelek serdeman de mafxwarî û tunebûn li ser jinê pêk hatiye. Jina ku ev bindestî nepejirandibe û li dijî her cureyên zilmê serî rakiribe jî  weke pîrebok, mirovxwar û bi gelek pênaseyên ku ji heqîqeta jinê  dûr lê hatine kirin û jin di nav civakê de hatiye teşhîrkirin. 

Zehmetiyên ku jin di qada wêjeyê de pê rû bi rû mane hûn çawa dinirxînin?

Jineke ku nikaribe dengê xwe bilind bike, jina ku nikaribe nivîsên xwe bi navê xwe derxîne û nav civakê belav bike ev ne şerma jinê ye, an jî sûcê jinê ye. Ji wan sala heta niha pirtûkên jinê yên ku hatine weşandin li gorî yên mêr dezavantaj in. Weşanxane danasîna pirtûkên jinê carinan  pir kêm dike û carinan jî qet nake. Bihaya pirtûkên jinê li gorî yên mêr pir û pir kêm in. Ev nêzikatiya weşanxaneyan a li dijî jinê, bandorek mezin hem li ser jinê dike û hem jî li ser civakê dike. Ev dibe sedem ku di nav civakê de jin hem biçûk were dîtin û xistin û hem jî qelîteya pirtûkên wê li ber çavên xwendevanan were xistin. Bêguman ev rewş bandoreke neyînî li ser jinên nivîskar dike. Moralê wan xerab dike, motîvasyona wan dixe û şewqa wan a nivîsandinê dişkîne. Ev rastî ye. Lê rastiyeke din jî heye ew jî vîn, têkoşîn û berxwedana jinê ye. bi saya têkoşîn û berxwedanên jinê, bi fedaî û fedakariya wê ku berdêlên mezin dane, jinê ev mafê xwe bi dest xistiye û hindik be jî di xwe de hişmendiya hebûn û xwebûna xwe pêk aniye. Ji wan salan û heta roja me ya îro  gelekî pêşketinên mezin çêbûne. Êdî jin dikare  nivîs, pirtûk û romanên xwe bi nasnavê xwe biweşîne. Êdî jin li keda xwe xwedî derdikeve  û dev ji doz têkoşîna xwe bernade. Bi rastî jî ev ciyê kêfxweşiyê ye. Ev vîn, xwestek û cesareke jinê nehişt ku hibreya pênûsa wê ziwa bibe an jî pênûsa wê bişkê. Jinê her tim bi pênûsa xwe hişmendiya civakê berfireh kir û ji bo bidestxistina mafê xwe û yên kes û gelên bindest têkoşiyane.  

Di civakek bindest de qal û şîrovekirina ziman, wêje, jin û nivîskariya jinê hûn çawa dinirxînin?

Di  rastiya Kurd û Kurdistanê de binpêkirina mafê mirovan bi nîqaş e. Ji destpêka dîroka desthilatdaran ve heta roja me ya îro bi navê Kurd û Kurdistanê ne welatek, ne jî neteweyek heye. Di vir de bi giştî çewisandin, vînkuştin, bindestkirin û tunekirina gelekî û dagirkirina welatekî heye. Di civakek bindest de qal û şîrovekirina ziman, wêje, jin û nivîskariya jinê pir karekî zahmet e. Welatekî bindest û bênav be, zimanekî qedexe û nayê fêmkirin be, navê kuştina jinê paqijiya civakê be. Gelo di civakeke wisa de wê çawa jin û nivîskarî bi pêş bikeve? Ji destpêka desthiladariya mêr û heta roja me ya îro bi hezarî salan ku pêkûtî li ser jinê hatiye kirin. Ev pêkûtî û binpêkirina mafê jinê her ku diçe ji hêla dewlet çanda kapîtalîzmê zêde jî dibe. Her çiqas rastiyeke wisa ya kurd, Kurdistan û ya jinê hebe jî, rastiyeke din jî heye ev jî rastiya serhildêrî û têkoşîna jinê ye. Jin ji bo hebûn, xwebûn û parastina xaka welatê pîroz di her çar perçeyên Kurdistanê de li berxwe daye . Ziman wêje û çanda xwe parastiye. Di rastiya Kurdistanê de gelekî serhildan û berxwedan çêbûne. Bêgûman ji wan serhildan û berxwedanan yek jî bexwedan, serhildêrî têkoşîna Jinên Kurd e. Di her şer û mercên jiyanê de jinê serî netewandiye û li dijî her cureyên desthilatdariyê serî rakiriye û têkoşiyaye. Carinan bi hiş û aqilê xwe afinerî kiriye, carinan bi hişmendiya xwe ya polîtîk rêvebertî û pêşengtî kiriye, carinan bi deng û awaza xwe qadên azadiyê hejandiye, carinan jî bi pênûsa xwe ya rengî wate daye jiyanê hêviyên jiyanê  mirov xurt kiriye û  xweşik kiriye. 

Di jiyana jinê de ziman û wejê cihekî çawa digirin?

Jinê bi herikbariya enerjiya xwe rih daye ziman, wêje û civakê û  bi ahengsaziya xwe jiyana civakê estetîze kiriye. Bêguman di jiyana jinê de ziman û wêje her tim ciyekî xwe girîg hebûye. Têgeha wêjeyê di rastiya xwe de ziwanbêje. Ji ber vê yekê ziman, wêjê û jin jêvenegerên hev in. Ev heqîqeta jinên kurd in. Jinên Kurd ji bo ku ziman, wêje û çanda xwe bijîn û bidin jiyandin bi her cureyên pêkutiyên mêr û pergala dewletên desthilatdar re rû bir û mane. Hatiye kuştin, binçavkirin, destdirêjiya mêran hatine, girtin, cezakirin û ketine zindanê ya bi salan û hwd. Ger ku em îro qala mafê ziman û pêrwerdehiya bi zimanê dayikê dikin, bêguman saya têkoşîn û bexwenadana pênûsa jinê pêkan bû û ev hêviyek jî ji her demê zedetir ji jinê tê xwestin. Dîrok romana jina serhildêr û têkoşêr Sara ( Sakîne Cansiz) a bi navê jiyana min her tim şer bû. Manifestoya jiyana jinên nivîskar e. Tu hêzî nekarî pêşî li ber pênûsa Sara Zêrîn bigire. Di her  şert û mercên herî zehmet de, çi li bajaran, çi li zindanan û çi li ser çiyayên bilid dibe, wê dev ji nivîskarî û pênûsa rengîn berneda. Wê hem şoreşgertî kir û hem jî nivîskarî kir. Li gorî bîr û baweriyê her jiyan pêş xist. Nivîskara hêja Sarayê ev rastî raxist ber çavên me. Pênûsa Sarayê rastnivîsa jiyana min/me ye. ji ber ku ew weke stêrkeke asîman a herî geş biriqî. 

Hûn derbarê hewildan û têkoşîna jinên nivîskar û helbestkar ên di zindanan de çi difikirin? 

Ji bo ku jin xebatên xwe yên nivîsê bike, cî û mekan ewqas ne girîng e. Çima ne girîng e? Dema ku jin hez bike û bixwaze kar an jî xebatekê bike, ji bo jinê girîngiya cî û mekan namîne. Wê demê cî û mekan li hemberî hêz û hezkirina jinê biçûk dibe û bê wate namîne. Nemaze ev karekî perwerdehî û nivîsê be! Ji wan mekanan yek jî zindan e. Di zindanan de ji hemû karan, karê herî zahmet nivîs û nivîskarî ye. Çima nivîs û nivîskarî? Ji ber ku jiyan û dema mirov a rojane herî zêde bi nivîsê re derbas dibe. Ji ber wê yekê karê herî zêde tê kirin perwerdehî û nivîs e. Ev rastiyeke ya zinadê ye. Ji ber vê yekê dibêjim di zindanê de jin û nivîskarî pir karekî zehmet e û di heman demê de jî pîroz e. Her wiha bi qasî  giraniya xwe, ew qasî jî girîng e. Ji ber ku zinadan tu carî ji bo gelê kurd û bi taybetî jî, ji bo jina kurd nebûye ciyê teslîmiyetê. Dewletên serdet her çiqas bi vê armancê xwestibe wan teslîm bigire jî berxwedana wan her tim polîtîkayên dijmin vala derxistiye. Dewletê hewl da ku goristana tarî ava bike. Lê berxwedêrên zindanê zindan vegerandin qada akademî û ronakbîriyê. Ev pir girîng e. Ji bo avakirina pergaleke wisa jî, vîneke pir xurt û hişmendiyeke bêhempa lazim e. Ev canpolatî, fedaî, fedekarî û vîna xurt li gel jina kurd heye. Jixwe yê ku gelê kurd anî vê asta bilind jî helwesta jinê ya exlaqî û polîtîk e. Ji bo civakeke exlaqî û polîtîk were avakirin û azad bibe, hebûn û xwebûna jinê ji bo wê civakê şanseke pir mezin e. Û li gorî baweriya min divê ev baş were nirxandin.

Jinên nivîskar û helbestkar ên di zindanan de bi binpêkirina mafên bi çi rengî rû bi rû tên hiştin?

Bêgûman li zinadê zehmetiyên pir mezin jî tên kişandin. Jinên ku nivîsê dinivîsînin bi zehmetiyên cur be cur re rû bi rû dimînin. Nivîskareke ku bixwaze nivîsekê binivîsîne pêdivî bi çi heye? Pêdivî bi pênûs lênûsk heye ne wisa? Di şerd û mercên zindanê de nivîsandin ewqas ne hêsan e. Şerd û mercên ku îro dewletê daye avakirin, te neçarî her tiştî ji qentîna zindanê bistînî dike. Ew jî bi bihayekî pir mezin dide. Pênûs û lênûskek ku ji derve bikirî bihayê wan 10 TL be, di qentîna zindanê de 30 TL ye. Rewşa aborî ya kesên di zindanan de pir xirab e. Hinek heval hene ku nikarin nameyekê ji malbat û hevalên xwe re bişîne. Pirtûkên ku dinivîsînin nikarin kopiya wan bikişînin. Îdareya zindanê destûrê nade. Ew jî neçar dibin ji ber pirtûkê nûshayeke din binivîsînin. Ev di warê tendûristiya wan de fitiq û nexweşiyên cur be cur çêdike. Tiştê herî zor jî hefteyê rojekê lêgerîna odayan çêdibe. Leşker û gardiyan diçin lêgerînê dikin û nivîs û pirtûkan tevî kontrol dikin û pirî caran dest datînin ser nivîs û pirtûkên wan. Lê dîsa jî jin bi moralekî xurt ve weke ku di qada azadiyê de  dijîn û dinivîsînin. Ji ber ku raman û hestên wan azad in. Li gorî bîr û baweriya min tiştê herî girîng ev e.