SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@gmail.com
Li pêş, şifêrê me Siyabendê Ordî û hevalê me yê kameraman Goran; li paş jî, ez û Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo. Em ji Erîvanê ber bi gundê Solxoza 4’an ve diçin. Egîdê Cimo israr dike ku em li gundê pêşiya xwe Dengbêj Feyzoyê Riza hildin û wisa biçin. Feyzoyê Riza biraziyê dengbêjên bi nav û deng Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e. Dostaniya Egîd û Feyzo gelekî baş e. Piştî şêwr-mişêwirkirin û ‘erê’kirinê, seyareya me dikeve gund û li ber deriyê mala Feyzoyê Riza disekine. Her çi qas li gel Feyzo jin û keça wî jî dixwazin ku em derbasî malê bibin, çay an qehweyekê vexwin; em doza lêborînê dikin ku riya me dûr e û divê em zû herin. Piştî maweyeke kin, Feyzo hat siwar bû û seyareya me bi gerê ket. Dengê Mihemed Şêxoyê dengzêrîn ji teyba texsiyê bilind dibe: …Ay lê gulê gula min î Şêrîna li ber dilê min î Gulê nadim bi malê dinê Ez ji ber Gulê têm kuştinê…
Ji mehan meha berfanbarê. Meha dawî ya sala 2001’ê. 12’ê mehê. Ev şeş roj in ku ji Stenbolê hatime Erîvanê. Pênc roj bûn ku min ser û guh ji dost û hevalên xwe yên Erîvanê biribûn. Sedema vê yekê jî, daxwaza çûyîna gundê Karapetê Xaço bû. Va ye di roja 6’an de em ber bi gundê dengbêjê efsaneyî ve diçin. ‘Gelo niha di çi rewşê de ye?’, ‘Hê jî dikare stran û kilaman bibêje?’, ‘Dema ku dest bi gotina kilaman bike, dikare heta kingê bibêje?’, ‘Bêriya wî aliyê Erezê, ango bêriya Deşta Xerzan û Herêma Reşkotan kiriye?’ Ji ber ku bi van pirsan serê xwe diêşînim, gotina Egîdê Cimo yê bi rengê, ‘Salihcan! Malnemîratê Karapet bêyî vexwarina araqê kilaman nabêje. Ji bîr neke em şûşeyek îçkî jê re bibin!..’ Seh nakim. Goran dêhna xwe dide ku deng ji min çênabe, berê xwe dide Siyabend û bi dengê xwe yê bilind gotina Mamê Egîd bi cureyekî din dibêje: ‘Siyabend, li ber dikanekê bisekine em ji Apê Karapet re araqê bikirin.’
Piştî kirîna şûşeyeke lîtreyî ya votkaya rûsan û çend pîl jî ji bo teyba min a tomarkirinê, me dîsa riya xwe ajot. Navbera Erîvan û gundê Solxozê bi qasî saetekê dikişîne. Solxoz girêdayî nehiyeya Eçmîedzînê ye. Eçmîedzîn navendeke dînî ye û mezinê ruhanî yê tevahiya ermeniyên dinyayê Karekîn 2 li vir e. Ji ber ku gundê Solxozê nêzîkî Balafirgeha Erîvanê ye, bi gurîniya dengê balafirên ku radibin û datînin em ketin nava gund.
Egîdê Cimo di sala 1955’an de hatiye gund. Ji bo ku Karapet biwe Radyoya Erîvanê. Feyzoyê Riza jî, çend caran hatiye civata Karapet. Lê ji ber ku gelek wext derbas bûye, xwiya ye ku em ê ji hinekan pirsa mala Karapet bikin. Erebeya me hêdî hêdî diçe, pişt re jî ji bo pirsê disekine. Ez dêhna xwe didim malên li nava gund. Siphanelah! Tu ferqa van xaniyan ji xaniyên gundê Serhed, Xerzan û Amedê nîn e… Diyar e gundekî mezin e. Ji sedî zêdetir xanî dixwiyin. Çend gundiyên ku li devê deriyên xwe kar dikin têderdixin em xerîb in. Mirovekî ku emrê wî li dora 35-40 salî ye ber bi me ve tê. Bi Siyabend re bi zimanê ermenkî xeber dide. Egîdê Cimo, Feyzoyê Riza û Siyabend wekî zimanê xwe bi ermenkî xweşik mijûl dibin. Em dîsa li texsiya xwe ya jihevketî siwar bûn û li gorî tarîfa mêrikê ermen em çûn û li ber hewşeke mezin sekinîn. Egîdê Cimo di bin simbêlan re dikene. Berê xwe da min û got:
– Ha ji te re mala Karapetê Xaço!..
Belê ev der mala Karapetê Xaço ye. Mala dengbêjê min ê zarokatiyê. Filehê Eşîra Reşkotan, Dengbêjê Malbata Filîtê Quto. ‘Kewê Ribat’ û ‘Qulingê Deşta Xerzan’. Li binxetê ‘Dostê Hesen Axayê Cizrawî’, ‘Lejyonerê Fransayê’ û li Qefqasyayê ‘Xweşawazê Dengê Erîvanê’.
– Hûn bi xêr hatin, ser seran û ser çavan hatin!..
Ev deng dengê Sêrop e. Sêrop kurê Karapetê Xaço ye. Emrê wî raserî 60 salî ye. Çawa ku karkerekî komirê be û çendek berê ji heft qat binê erdê hatibe, cilê qirêj lê ne. Piştî 4-5 deqeyan bi kenê xwe yê xweşik Karapetê Xaço ber bi me ve hat. Li devê dêrî xêrhatina me dike. Ew û Egîdê Cimo kêfxweşiyê didin hev. Hev qepaçe dikin. Em di deriyê textîn re derbasî hundir dibin.
Textê vexwarinê hate danîn. Li ser têxt du şûşe votka. Li Ermenistanê, ne kurd ne jî ermenî, di civata mêvanên xwe de, bêyî araq xwarinê naxwin. Civata me di demeke kin de kemilî. Egîdê Cimo û Feyzoyê Riza, Karapetê Xaço di navbera xwe de dane rûniştandin. Siyabend li aliyekî, Sêrobê kurê Karapet li aliyê din rûniştin. Bûk û neviyên Karapet jî, hinekî li dûrî me, li nêzîkî dêrî rûniştin. Goran jî, piştî keftûlefteke giran kameraya xwe saz kir û ronahiya wê tekûz kir.
Êdî em dikarin dest bi sohbeta xwe bikin. Feyzoyê Riza û Egîdê Cimo bi kêf û eşqeke mezin bi Karapet re ketin nava mijûlahiyan. Ez pirsên xwe kontrol dikim. Hewl didim ku pirsa xwe ya pêşîn ji Karapet bikim, beriya min dest bi van rêzikan dike: Zal û dal bira bûn Behra Wanê kaniya wan bû Deşta Mûşê pirêza hespê wan bû Diyarbekir korta gidiya bû Bismil cihê deveçiya bû Bişêrî cihê kêf û henek û laqirdiya bû Ridwana Bavê Temo cihê gewr û rinda bû Rexşê Belek jî hespê wan bû…
“50 milyon kurmanc nikare min xwedî bike!..”
‘50 milyon kurmanc nikare min xwedî bike!..’ Di destpêka sohbeta me de, bi vê gotina Apê Karapet stûye me xwar dibe. Dike ku em ji hal û rewşa ku stranbêj, hunermend û dengbêjên me tê de ne şerm bikin. Dixwazim ku dengbêjê me sedema gilî û gazinên xwe ji me re bibêje. Dest pê dike li gorî xweşbêjiya dengbêjiyê dibêje:
‘95 sal in ku bi kurmancî dibêjim. Ji bo kurmancan dibêjim hevalo. Li welatê kurmancan, dê û bavê min kuştin. Li hafa xwişk û birayê min. Pişt re ketim civata mezinên eşîrên kurmancan, min ji wan re bi salan kilam gotin. Şêx Seîd şer kir, şerê kurdan. Roma Reş kok lê anî birê min! Ji bo vê yekê jî, kul û keserên min zêde bûn, di 25 saliya xwe de ez derbasî Binxetê bûm. Çûm Sûrî, nava kurmancên wê derê. Li Qamîşlo û Hesîçê mam. Kurê min Sêrop li wir ji diya xwe re bû. Li wir jî, bûm dostê kurmancan, bûm dostê dengbêjên kurmancan. Ev 56 sal in ku hatime Erîvanê, dîsa jî ji bo kurmancan û bi zimanê kurmancî dibêjim. Ez li vir im, lê dil û mêjiyê min li welêt e hevalo. Va ye tu dibînî, ez bi zimanê xwe jî nizanim. Ez file me, lê xwedî û xwedanên min kurmanc in… Tu dibînî min çi qas ji bo kurdan kir. Va ye tu halê min dibînî, ne ji bo lixwekirinê, ne jî ji bo xwarinê heye… Lê dîsa jî, ez nemirime hevalo!..’
Berê xwe dide Egîdê Cimo, bilûr û fîqên li ser maseyê hildide destê xwe û didomîne:
‘Tu dibînî, ev bilûr û fîqên Egîd in. Ev 60 sal in ku Egîd ji bo kurmancan li fîq û zirneyê dixe. Çi qas dengbêj di radyoyê de gotine, Egîd li pey wan sekiniye û ji wan re li fîq û bilûrê xistiye. Di tevahiya kilamên min de, fîq û bilûra wî ya xweş heye. Lê bi Xwedê, Egîd bêje ne rast e jî, ez dizanim ku birçî ye. Gilî û gazinên min ji bo vê yekê ne Salihê min… Hewce nake ku dirêj bikim, va ye tu rewşa me dibînî!.’
Belê, ji nava odeya ku em lê rûniştine, rewşa wan zelal û berbiçav dibû. Bêhna feqîrî û belengaziyê jê difûriya. Du sê rûniştek û kursiyên kevin û şikestî. Dolabeke camên wê jê ketî. Sobeyeke teneke ya daran. Ligel ku hewa gelekî sar e, tîna sobeyê tuneye. Pişt re em hîn bûn ku darê ku bixin sobeyê jî tuneye. Gava ku derî vedibe, hewayeke sar î cemidî li çav û birûyên me dikeve. Li erdê, berikeke ku mirov li devê deriyan jî ranaxe raxistiye. Li dîwêr, çend salnameyên ku du sal berê rûpelên wê qediyane. Di navbera min û Siyabend de, radyoyeke kevnar… Tiştên li nava malê ev bûn.
Çavê min diçe ser Karapetê dengzêrîn. Ligel xizanî û belengaziyê, di rûyê wî de heybeteke mezin. Kifş e mêrê berê ye. Zilamê civat û caqiyên giran. Dengbêjê kilamên mêraniyê. Hindik be jî, rî û simbêlê wî hatiye. Cakêt, pantor û îşlikê lê ye li hev nakin. Cakêtekî şîn î spîxêz, ji ber ku cakêt mezin e, destên wî xwiya nabin. Pantorekî reş, êlekekî gewr û ji dêvla solê ve şimikek heye di piyan de. Diyar e her yek ji hêla kesekî ve jê re hatiye kirîn.
Min ji bîr kiribû, wê gavê hate bîra min. Yekser rabûm ser xwe û îşlikê ku min li Stenbolê jê re kirîbû min ji çenteyê xwe derxist û radestî wî kir û got:
–Ev pêşkêşî ya te ye Mamê Karapet. Ne layîqê te ye, lê tu li qisûrê nenihêre.
Kêfa wî hat, kenekî zirav xwe li rûyê wî pêça, got:
-Mala te ava kurê min, lê te ji min re çima araq neanî. Mirov li vir gava diçe mala camêrekî, araqê bi xwe re dibe…
Egîdê Cimo bilûra destê xwe datîne û dibêje:
-Aniye Gerabêt! Salihê bira ji te re araq jî aniye. Araqeke mosqovî!
Karapet:
-Ê baş e heyran, rehma Xwedê li gora miriyên wî be…
Ez 102 salî me dosto!
Berê xwe didimê, di navbera me de qisedanek dest pê dike:
-Mamê Karapet, niha tu çawa yî, halê te çi ye?
-Wê halê min çawa be? Va ye emrê min bû 100 sal, ne wisa?
-Erê, em bibêjin, nêzîkî 100 sal?
Destê xwe dirêjî berîka xwe ya cakêt dike, bi awayekî hêrsbûyî:
-Weleh, 102 jî, va ye paseporta min. Wê çi bi min bibe? Xwedê Teala ev kilam dane min, min ji xwe re çêkirine. Ez camêran ûxraq dikim, kêfa wan tînim. Camêrek tê mala min, para wî didimê. Ne wisa Egîd? Ez dibêjim, ‘Hûn ser çavan hatin!’ û ev e min tiştekî din jî nekiriye…
-Tu dibêjî, kêf kêfa min e!..
-Heyran, tiştekî min tuneye ez bidime we. Ez ev im. Dibêjin, ‘Hinek ji malê xwe, hinek ji canê xwe.’
Ez dixwazim ew hêdî hêdî were ser wan rojên berê. Rojên berê yên dengbêjiyê. Civatên berê. Gelo gava ku Karapetê Xaço li Deşta Xerzan bû, li Kûrahiya Bişêriyê, li Gundê Bilêder û Hethetkê bû, dîmeneke çawa derdiket holê? Wê gavê dengbêjên çawa hebûn? Navên wan çi bûn?
Dest pê dike û dibêje:
‘Dengbêjê me hebû yekî kor. Fileh bû, navê wî Sako bû, Sakoyê Kor jê re digotin. Axa û began dişande pey. Yekî extiyar jî, bi destên wî digirt, gund bi gund digerand. Wî kilam ji ber xwe ve çêdikirin. Sako ji her du çavan hafiz bû lo! Li gundên Filîtê Quto dima. Gundên Hethetkê û Bolindê. Li Hethetkê jî, du bavik hene; bavikên Eşîra Reşkotan; Mala Xalo û Mala Quto. Wekî min got, axa dişandin pey. Di Sala Fermanê de. Behsa sala 1915’an dikim. Li Farqînê begek heye. Farqîn jî, bajarekî delal e, bajarekî Diyarbekirê ye. Ji Pira Êlihê heta Farqînê 15 kîlomêtro ye. Li Farqînê, begek heye, Behram Beg. Beg dişîne pey Sakoyê Kor…
-Fetah Begê Mîrê Xêrzanê jî heye, ne?
‘Erê lê. Fetah Begê Mîrê Xerzan li Zoqê rûdinê. Behram Begê li Farqînê ayrî ye. Hingê hikûmat tunebû. Qaymeqamtî li Zoqê bû. Neyse, ev dengbêj çû Farqînê mala Behram Begê. Go: Ferman e Li Stenbolê şer e Li Edenê li fila dane Sal qelibî dora salê Dora êsîrê van deran e Ezê bi hafa gundê Cano ketim Bi milê zilaman girtin Ji qulê keviran ji nava zadan dikişandin Kêfa Behram Begê tê. Sako şerm nake, kor e. Kilama xwe diguhêze û dibêje: Begê min ez çûme Bedlîsê li wî sirtî Giran e eskerê vî Ûrisî bi ser de girtî Mihacir ji bajêr derketin bi hêsîrtî Nizanim ev çi dem e çi dewran e Mihaciran sînorên xwe vedane Ê fila li ser zikê têr bû kuştin Ev mihacir temam li çolê bêxweyî mane Beg got: -Sako, ev çênebû!
Sako got:
-Begê min ev jî tewîna wî ye! Heta vêga kêfa te dihat, tu bi vê xeberê çima aciz dibî? Ev jî, cewaba wî ye.’
-Wekî din dengbêj hebûn?
‘Yekî misilman jî hebû. Xwedêdan bû navê wî. Li gundê me Bilêderê dima. Gava wî kilam digot, ez biçûk bûm. Min li ber dewar-mewaran kilam digot, kilamên keçik meçikan. Min ne ji axa û began re, ji xwe re digot. Min kilamên beredayî digot. Min kilam baş dizanibûn.’
Gelo Karapetê Xaço dengbêjiya xwe ji kê girtiye. Wekî tê zanîn, di dilê her dengbêjî de pîrek, hezkiriyek, dengbêjekî mezin heye. Karapet feyza xwe ji kê girtiye? Di binê bandora kîjan dengbêjî de maye?
‘Wele hema ji sê pa temam kilamên min in. Min ji kesî kilam negirtine, exlebî kilamên min in. Jixwe Sakoyê Kor bû û Xwedêdan hebû. Wan kilam digotin, min nedigot. Min digot, lê min li civatan nedigot. Min şerm dikir li civata camêran kilam bigota. Min ji xwe re li ber dewaran digot. Lê dîsa jî, wekî min nikaribûn bigotana. Çend kilamên wan ên xweş hebûn. Min zehf zanibû camêr, qey dikaribûn wekî min bigotana?! Ji bavê wan zêde bû wekî min bigotana. Lê weleh min şerm dikir li civatan bigota.’
Dîsa gotinên wî dibirim û dipirsim:
-Tu çend kilaman dizanî, tu heta kingê dikarî bibêjî?
‘Ku bêne bîra min, heta heye dikarim bibêjim. Ku bihiştana, ne du roj, ne sê roj, min dikaribû heta du mehan kilam bigotana. Min ê kilamên zilaman bigota, kilamên mêraniyê. Ez dengbêjê kilamên mêraniyê me hevalo! Gazî min dikirin, ez diçûm Radyo Komîtê. Li vir, ji min re digotin, ‘Vê bêje, vê bêje!’. Li radyoyê digotin, ‘Ev nabe, ev nabe, ev nabe.’ Ez vê gavê jî dest pê bikim, ku newestim, heta 300-400 kilamî dikarim bibêjim. Me yê xwe rehet bikira, saetek dudu me yê dîsa bigota. Gotineke me kurmancan heye; dibêje, ‘Bira biratî ye, bazar beyanî ye.’ Herçî di vê topraxî de, li ti derî, kes nikare wekî min bibêje.’
Karapetê Xaço di 25 saliya xwe de Deşta Xerzan, Reşkotan, Bişêrî û Misircê (Gurdilan) terikandiye û derbasî Binxetê bûye. Heta sala 1946’an, li Qamîşloyê maye. Di 1946’an de jî, tevî jina xwe Melek Xanim û kurê xwe Sêrop berê xwe dide Erîvana Ermenistanê. Di ser û binê gotina xwe de, behsa Xerzan û Reşkotan dike. Gelo çi qas bêriya wan deran kiriye? Îro bihiştana, gelo wê biçûya wir? Werin em bi hev re guhên xwe bidin bersiva vê pirsê:
‘Weleh lawo, ji Diyarbekir heta Bişêriyê, Reşkotan û Pira Batmanê gund bi gund, kanî bi kanî ez nas dikim. Ha vê gavê camêrekî kurê camêran bi milê min bigire bibe, ez ê yek bi yek navê çiya, deşt, newal û kaniyan bibêjim. Hema ew dera roja ku dê û bavê min kuştine û ji wê rojê ve min nedîtiye, bêle weleh ku min bidîta, baş bû. Çawa di sala 1915’an de, bavê min kuştine, ez ji Bilêder derketime. Tu zanî, ez ji Bilêderê me Salih… Wan filehên xwe kuşt, ez derbasî gundê Filîtê Quto bûm, wî filehê xwe nekuştin. Dest neda filehên xwe. Em li wê derê xilas bûn.’
Di vê navberê de, me jê xwest ku ew kilamekê ji me re bibêje. Egîdê Cimo kete nav gotinê û xwest ku Karapet kilama Filîtê Quto bibêje. Va ye bi bilûra Egîdê Cimo kilama Filîtê Quto ji wî dengê qirase û efsane. Feyzoyê Riza jî, destûr digire û benda duyemîn dibêje: ‘….Heylo heylo heylo heylo heylo heylo Heylo heylo heylo heylo Şemê rebenê Şemê digo Filîto lawo li maltîka karwanê xwêyo Daniyê Kaniya Badereşê lawo ser avêyo Şemê rebenê Dibê, Filîtê Quto gelo digere dîsa li xirabiyê Şemê rebenê Şemê digo, Filîto lawo dilê minê wê dil dibêyo Ne min go, neçe pêşiya van terş û talanan De ters û talişî gune ne çavê Jin û zarokê wana li rê ne lo Şemê rebenê….’
24 saetên Karapetê Xaço
Gelo 24 saet, ango rojeke Karapetê Xaço çawa derbas dibe. Serê sibehê radibe çi dike? Di baxçe û hewşa xwe de çandinî û kolanê dike? Wekî berê kilaman dibêje? Civata wî çêdibe? Têkiliyên wî û gundiyan çawa ye? Li gundê wan, kurd hene, an na? Em dixwazin dengbêjê me bersiva van pirsan bide. Dide jî:
‘Ez ê çi bikim? Carinan heta êvarê dikevim binê lihêfê û serma ye. Agir tuneye. Ku germ be, ku dinya germ be, diçim nava gund. Hinek extiyarên wekî min hene, diçim ba wan. Em bi kaxizan dilîzin. Em wextê xwe diborînin. Wekî şevbihêrk ha! Te fêm kir? Heta dibe êvar, dîsa em tên mala xwe.’
-Kar û barê nava bêxçe jî dikî carinan?
‘Çii?’
-Kolanê jî dikî carinan, kolanê?
‘Oho! Xwedê ji te razî be, tu henekên xwe bi min nakî! Tu dibînî Egîd, Saliho pirsên çawa dike?’
Li ser vê gotina Mamê Karapet her kes dikene. Vê carê kurê wî Sêrop jê dipirse:
‘Nava baxçeyê xwe da dişixwilî?’, dibêje?’
‘Wileh lawo, îcar ez hew dikarim! Ez şixwilîme mesela 50-60 sal. Îcar dora xebata kur û neviyan e.’
Gava ku behsa xebata nava bêxçe tê kirin, Egîdê Cimo yekser dikeve navê û dibêje:
‘Karapet, tu zanî hezkirina te di dilê min de çi qas heye. Çaxê ez hatim vir pey te. Ji bo xebata radyoyê. Kurê te jî, li ba te bû. Bêmane, mer di destê te de bû ez hatim, rast e?’
‘Wisa ye Egîd!’ dibêje Karapet
‘Me nasiya xwe wê gavê da hev…’
‘Hingê Casim bû, Xelîlê Mûradov bû di Radyoyê de.’
‘Erê, lê ez hatim pey te. Piştî me nasiya xwe da hev, te mera xwe danî, hatî cem min. Te kilamek got. Min got; ‘Camêr, ez li te digerim!’
Dîsa kenekî biteql di nava odeyê de olan da.
Gundê Karapet Solxoz
Solxoza Çaran, ango bi navê nû Vozkîhader, gundekî ermeniyan e. Bi qasî saetek nêzîkî paytexta Erîvanê ye. Her wiha gund çend kîlomêtro nêzîkî Balafirgeha Erîvanê ye. Gund ji 130-150 malan pêk tê. Gund wekî tevahiya gundên li Ermenistanê di nava xizanî û belengaziyê de digevize. Li gund, çandinî û xwedîkirina heywanan tê kirin. 6-7 malên kurdên êzîdî jî, li vî gundî hene. Beriya ku em bipirsin, Mamê Karapet dest pê dike navên kurmancên li gund dijimêre:
‘Mala Hesen, Mala Dewrêş hene. Dewrêş mala xaltiya te ne, ne wisa Egîd? Kurê Paşe maye. Zarê Derwêş; Îşxan, E’mer û Ehmed jî çûne. Du kurên wî mane. Kurên Hesen mane, yên Şerîf mane.’
Dipirsim:
Têne civata te, carinan tu ji wan re kilaman dibêjî? Li te dipirsin?
‘Na camêr, çi civat, çi hal? Mirî ne, kesek nemaye,’ dibêje.
Dengbêjiya berê / Dengbêjiya Îro
Gelo dengbêjiya berê û dengbêjiya îro, gava ku mirov bide ber hev, wê dîmeneke çawa derkeve holê? Dengbêjî berê baş bû, an îro? Guhê me li gotinên dengbêjê sedsalî ye:
‘Lo lawo, qey dengbêjiya berê ma? Berê jixwe axa bûn û dengbêjan jî ji wan re digot. Ku dengbêj li gorî dilê axê bigota, axê dengbêj û jin û zarokên wî xwedî dikir. Deng tê te? Axa û beg biçûna kû derê, dengbêjê xwe bi xwe re dibir. Heger li ba axayê din dengbêj hebûya, wê her du dengbêj bi hev re bigotana, heta zora hev dibirin. Wê dengbêjan kêfa axa û begê xwe bianiyana. Ev civatên berê bûn. Civatên cimaetî em dibêjin. Vê gavê bûye hikûmat, bûye radyo.’
Kurê wî Sêrop dipirse: ‘Tu dibêjî, dengbêjiya berê nemaye?’
‘Na lo, ka ew dengbêjiya berê? Malnexirabo, wele gava em diçûn civatan, ji heft gundan dihatin hafa me. Kesî wê rojê li mala xwe nan nedixwar. Her kes dibû mêvanê mala ku em lê bûn. Dewleta xelqê bû ku civata dengbêjan bidîtana. Di civata dengbêjan de, mirovan nivîşk dixwar, penêr dixwar, savar û goşt dixwar. Daweta bêdengbêj daweteke mirî bû.’
Mamê Karapet nahêle ez pirseke din bikim, şûşeya xwe ya araqê dadigire, dixwaze Egîdê Cimo û Feyzo jî dagire. Feyzo ji hurmeta xwe naxwaze vexwe. Kurê wî Sêrop jî, şaşmayî maye çima em araqê venaxwin, bi misilmaniya me ve girêdide. Karapet şûşeya xwe hildide, bi Egîdê Cimo re sohbet dike û dibêje:
‘Kilam zilamekî mêrxas e, xelk li serî dibêje.’
‘Egîd dagire, em 50 gramî vexwin. Feyzo, tu bimirî jî, tu yê kasekê vexwî! Egîd, hikûmeta ermeniyan guh neda me. Egîd dizane, ez ji vir bi piyan diçûm Radyoya Erîvanê. Min ê bikira qareqar, heta ruhê min derketa.’
Makîne, an jî erebe tunebûn ku tu peya diçûyî radyoyê?
‘Makîneya çi, halê çî? Qey tu pereyê min hebû ez bi makîneyê biçûma? Heger çend banqinot pereyê min jî hebûya, min ê ji kîsê xwe araq jî bikiriya…’
Egîdê Cimo: ‘Rast e, araqa xwe dikir cêba xwe dianî. Dixwar, paşê digot.’
Û dîsa jî nedihiştin ku kilamên mêraniyê, kilamên zilaman bibêje, ne wisa?
‘Ha rehmet li gora miriyên te! Wisa bû ha! Digotin, kilamên keçikan bibêje. Kuro, min çi kilam gotin, haya min ji komûnîstiyê tuneye. Dibêjin, ‘Ev na!’, ‘Ev na!’ Min kir nekir ne bi dilê min e. Ez çi bêjim heyra? Kurikek bi min re ye, bi erebî me bi hev re xeber dida. Bi erebî gote min, ‘Xalê Karapet, tu filan kilamî nizanî?’ Min jê re got, ‘Lawo, wele ew kilam hê di sala 1915’an de min li ber gê, li çolê min digot, lê weleh ne kilama zilaman bû. Min go, ev ne kilam e, eyb e ez bêjim. Kurikê ereb aciz bû û ji min re got, ‘Di diya wan nim, bibêje, jixwe ew fêm nakin kîjan kilamên keçikan e, kîjan yên mêrxasiyê ne.’ Pişt re min dest pê kir, min kilama Zembîlfiroş got. Hemû li dora min civiyan. Fileh jî hebûn, misilman jî hebûn. Ez bi filekî nizanim. Ji hev re dibêjin, ‘Hêdakîrkîr e, hêdakîrkîr e.’ Ez çi zanim ‘hêdakîrkîr’ çi ye?’
‘Hêdakîrkîr e’, yanî ‘ecêb e’ dibêje Sêrop.
‘… Yek ji wan dibêje, ‘Tu çawa hîn bûyî?’, yek dibêje, ‘Yazî û xwendina te heye?’ Min got, ‘Weleh navê sêv û pirteqalê jî ismetî nizanim!’ Lê min got, ‘Ez dikarim vê gavê li ser te kilamekê bibêjim.’ Min jê re got, ‘Tu dizanî kilam çi ye? Zilamekî mêrxas e, xelk li serî dibêje.’ Kilamên miriyan başqe ne û kilamên zilaman başqe ne, min ji wan re got. Wele min got. Ez bi piyan dîsa hatim malê. Hinek hevalên min hebûn li nava gund. Ji min re gotin, ‘Me got, vê kilamê, vê kilamê bibêje, te çima kilamên ku me xwest negot?’ Min ji wan re got, ‘Lawo nahêlin, qêy ez çi zanim. Ez rebenê Xwedê bi hikûmatê nikarim!’ Wisa em ji hev xelas bûn, îcar em vêga azad in. Kîjan em dixwazin em dibêjin, ne wisa Egîd?’
Dîsa şûşeyên xwe li hev dixin. Di vê navberê de, Karapetê Xaço berê xwe dide Feyzoyê Riza û jê re dibêje:
‘Malnexirabo, min digot, tê berxekê ji min re bînî…’
Feyzo lê vedigerîne:
‘Biharê, biharê Apê Karapet.’
Pirseke din lê dikim:
-Mamê Karapet, va ye li ba me rûniştiye, Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo. Ji bo te mirovekî çawa ye?
Dibersivîne:
‘Egîdê Cimo, ez çûme daweta kurê wî jî. Li Zeytûnê. Rast e, Egîd mîrê bilûrê ye. Birinciyê wan Egîd e. Vê paşiyê yekî misilman jî hebû. Navê wî Xelîlê Evdile bû. Bes wekî lal digot, çend meqam digot û disekinî. Bilûra Egîd xurt e, bilûra adetî ye. Li vî welatî Egîd e. Digotin, Şamîlê Beko lê dixe. Piçekî kubar bû. Xwedê ji kubaran hez nekiriye. Rojekê hat mala min, wê li mala min razê. Jê re distrêm jî. Ji min re dibêje, ‘Karapet, nebêje yekî biçûk hatiye mala min.’ Min jê re got, ‘Heyra, Xwedê mezin e. Xwarina me ev e, va ye ev jî ciyê te ye tê razê.’ Egîd ev 60 sal e lê dixe û baş lê dixe.’
Dipirsim: Em kilameke din nebêjin?’
Kêfa wî tê, dest bi kilama Îzet Begê dike: ‘Hay lê hay lê hay lê hay lê hay lê mîro Îzet Begê tu paşayê kurda yî bêtedbîro Dibê, roja me derketî ji Gola Kêrsê Lawo ji xwe re ji Sabilatê Bila kula Xwedê bikeve berê mala Waliyê Mûşê, Cendirmê Kêrsê, Yûzbaşiyê vê Xelatê Çawa li pey bavê Salih torinê lê li malê Ketine Welatê Serhedê, ketine taqîbatê…’
Dengbêjê Malbata Filitê Quto
Hêdî hêdî em tên ser Eşîra Reşkotan û serekê wan Mala Filîtê Quto. Wekî ku Karapetê Xaço dibêje, bi salên dûvedirêj ji Malbata Filîtê Quto re dengbêjî kiriye û li gorî gotina wî, bi xêra kilam û dengbêjiya xwe ji mirin û kuştinê rizgar bûye. Behsa wan rojan dike:
‘Pişo û Hesen kurê Filîtê Quto ne. Birayên hev in. Ew axa û beg bûn. Memleket di destên wan de bû. Ez ji te re dibêjim, her yekî ji wan xwediyê 25-30 gundî bûn. Ez yekî fileh bûm. Min cotê wan dikir, li ber ga û gamêşên wan bûm lawo!.. Diçûn pêşiya terş û talanên xelkê. Jêhatî û tifingçî bûn. Wele camêr ji min re baş bûn, min dewarên wan xwedî dikir. Min nedikuştin. Min ji wan re kilam jî digotin, gezek nan didan min ha!..
Di van salan de, min li ser bavê wan Filîtê Quto kilam çêkir û got. Kilama Filîtê Quto û Mamê Elê Etmankî. Ev kilam kilama Reşkotiyan û Etmankiyan e. Şer li ser Bazinbeleka milê Elê pêktê. Li Kevanê Qîre, Delana Paşo şerekî giran pêktê. Filîtê Quto li wir ji hêla Etmankiyan ve tê kuştin. Ev jî, dibe sedem ku Eşîra Reşkotiyan li Eşîra Etmankiyan were xezebê. Etmankî ji Bedlîsê hatibûn. Barê wan xwê bû û ji ser Deşta Xerzan û Reşkotan barê xwe ji bo firotanê dibirin Diyarbekirê. Welhasil, piştî ku Filîtê Quto tê kuştin, Reşkotî ji Etmankiyan 52 kesan dikujin. Jixwe 55 kes di karwanê Etmankiyan de hebûn. 3 heb ji wan sax difilitin. Ew jî; Ji Mala Xizê Reşûlê Şênî, Ji Mala Seydê Silêmanê Têlo û ji Mala Emê Resûlê Bêlik. Kilam ji devê diya Filîtê Quto Şemê ve tê gotin, ku cara ewil min gotiye û îro gelek dengbêj jî dibêjin.’
“Dengbêjiya bêaraq ne xweş e.”
“Ez pîr dibim, dil pîr nabe!”
Di vê navberê de, dibe teqereqa şûşeyan. Karapet û Egîdê Cimo dest bi vexwarinê dikin. Bi kêf û eşqeke mezin şûşeyên xwe li hev dixin. Mamê Karapet dêhna xwe didê ku bi mereqeke mezin li wî û şûşeya li destên wî dinihêrim, gotinê tîne ser vexwarinê û serpêhatiyeke xweş vedibêje:
‘Misilmanan araq venedixwar. Ne wan dixwar, ne jî dihiştin ku em bixwin.’
Bi vê gotinê re dîsa dibe hîrehîra me, em dikenin. Dipirsim:
Tu heyfa wan salan hiltînî Mamê Karapet?
Axaftina xwe didomîne:
‘Ji Îdirê du kes hatin, hatin Korbilaxê, mala Şêx Elî. Şêx Elî şêxê misilmanan bû. Kurê şêx hate pey min ku ez li civata wan kilaman bibêjim. Ez çûm, ez ê ji wan re bistirêm. Ez ê ji wan re du şevan kilam bibêjim û ew ê peşkek araq nedin min, qey wisa dibe? Tiştekî tewş e, ne wisa Egîd? Di bextê min de, min dît du heb pakreşîş (leşkerê ser sînor) hatin. Esker rûs in. Du şûşe jî araq bi xwe re anîn, li ser maseya ku ez lê me danîn. Ez jî fileh, ew jî fileh in lo! Me her siyan araqên xwe vexwarin. Dengê min jî vebû. Her du eskerên rûs rabûn çûn. Ez mam bi tenê di nava wan de û kilamên xwe dibêjim. Di wê navberê de, jinên wan hatin û şûşeyên ku me pê araq vexwaribûn birin avêtin poxanê. Ez jî dibînim. Şex Elî wê gavê çûbû destmêjê. Çend deqe şûn de hat. Ez li tenişta wî me, ew şêx e, ez jî meriv im, ne wisa? Ji ber ku jinên wan şûşeyên ji devê me birin avêtin, ez aciz bûbûm. Min got, ‘Şêx Elî.’ got, ‘Lebê.’ Min got, ‘Şêx Elî, tu dimsê dixwî?’ Got, ‘Dixwim.’ Min got, ‘Tu mewîjan jî dixwî?’ Got, ‘Çawa mewîjan naxwim?’ Min got, ‘Tu sincoq mincoqan jî dixwî?’ Got, ‘Erê, dixwim!’ Min şûşeya araqê hilda destê xwe û jê re got, ‘Ha ev jî, ji wê ye ha; ev jî, wekî mewîja ye!’ Min got, ‘Şex Elî, ka çi di vê şûşeyê de hebû, jinên we bir avêt. Tu herî malekê, tu zanî tu kî û çûyî mala kê. Wekî qeweta xwe bixwe, xwe serxweş neke. Çêrê xelkê neke. Şer neke. Dêhna xwe bide xwe. Ev av ne heram e, ev jî, ji mewîjan çêbûye. Hûn ne baş in, ne baş?’ Du rojan li wir mam. Me qareqar kir ji wan re, têra dilê xwe kilam gotin û ez hatim mala xwe.’
Gava ku mijûl dibe, kuxtekuxt pê dikeve, li ser hev dikuxe. Berê xwe dide Egîdê Cimo û jê re wisa dibêje:
‘Ez pîr dibim, dil pîr nabe Egîd, di diya xweyî nim!…’
Dixwazim pê li damarê mêraniya wî bikim, dipirsim:
Ji te re bibêjin, ‘Dev ji dengbêjiyê berde, êdî kilaman nebêje.’, tu yê çi bikî?
Dikene, çav lê zoq dibin. Bersiva wî pir balkêş e jî:
‘Yê ku wisa bibêje, ismetî aqil di sêrî de tuneye. Kuro, jixwe ne def bi min dibe, ne jî zirne. Egîd li mey, fîq û zirneyê dixe, ez jî kilaman dibêjim. Ev bi min dibe. Xwedê Teala dengek daye min û sermiyanê min jî ev e. Başqe tiştek tuneye… Dengbêjî û zirnelêxistin bi para me ketiye, em dibêjin û lê dixin. Yê te jî, qelem û nivisandin e, ne wisa Salihê min. Hê jî hûn lave nakin, hûn ne qayîl in, em we ûxraq dikin hevalo!.. Ez ê çawa dev ji dengbêjiyê berdim, min çawa 101 sal kiriye? Ji dengbêjiyê! Tu jî, kilam û stranên xweş bibêjî, tê jî, 100 sal bikî… Heta ku li ser piyan bim û heta ku bikaribim, ez ê bibêjim.’
Gelo ji dengbêjan kê diecibîne. Ji bo wî kîjan dengbêj zor û jêhatî ne? Em kesên li civatê bi bersiva wî şaş û metel dimînin:
‘Li vî welatî, dengbêj li ser xwe nabînim. Li welatê derve jî, yê baş jî, jixwe çûne ber rehma Xwedê. Li Arakîs Solxoz, Feyzo li malekê got, xweş kir camêr. Marûfê Dengbêj jî hatibû wir. Gava Feyzo got, dengê wî yê cehalan bû ha, wekî dengê min ê berê. Min Şeroyê Biro jî dîtiye, min rehmetiyê Mecîdê Faris jî dîtiye. Ew ne dengbêj bûn! Mihemed Arifê Cizrawî ‘Xezal xezal.’ dibêje, hew! Ew dengbêjê min got hebû, Sakoyê Kor, ji zû ve miriye. Seîdê Cizrawî hebû, ji Dêrikê, gundê Endîwerê bû. Wî jî, çend heb kilam digotin. Li Tiblîsê hevalekî min hebû, hema heval bû ha! Şeroyê Biro jî, li wir bû; dengbêjî dikir. Em ê bi hev re li Tiblîsê biçûna mala êzîdiyekî dewletî, ango dewlemend. Heta 11’ê şevê me yê ji wê malê re bistira. Tevî Koma Sûsika Simo jî me digot. Koliya Naftalyan jî hebû di nava komê de. Me ew deranî. Rojekê min ji Şeroyê Biro re got, ‘Şero, rehme li bavê te, em herin malekê kilaman bibêjin.’ Weleh camêr nehat…
Kawîs Axa beriya me kilam digotin. Gava Kawîs Axa kilam digot, ez 4-5 salî bûm. Di sala 1924’an de, mir. Kawîs Axa kilamên zilaman digot. Li ba min kî kilamên zilaman bibêje, ew dengbêjekî baş e. Kilamên keçikan ne tu kilam in lo. Dengbêjê kilamên eşqê û keçikan bêje, ew ne dengbêjekî baş e. Li van çiyayên hanê, dengbêjên baş hebûn, lê min tevan nedîtine. Dixwazim bibêjim, li ser xwe vê gavê jî dengbêj nabînim. Bi kilamekê du kilaman dengbêjî nabe hevalo! Dengbêj ew e 7 şev û 7 rojan kilaman bibêje, lê hê jî kilamên wî xelas nebin. Ez mehekê li ser hev jî bêjim, kilamên min xelas nabin…’
Karapet wekî zarokan kêfxweş e. Ji kêf û henekan nizane çi bike. Berê xwe dide Feyzoyê Riza û jê re dibêje:
‘Feyzo, ka kilameke xweş ji mamê xwe re bibêje, min tu hîn kiriyî, divê tu îro ji min re bibêjî. Ez ê bimirim, divê tu rêça min biajoyî. Her du mamên te Şeroyê Biro û Mecîdê Faris jî xweş digotin. Dengê wan xweş bû ha…’
‘Wele rast e Apê Karapet, tu mamoste û hosteyê min î.’ dibêje Feyzoyê Riza.
Feyzoyê Riza dest pê dike, bi bilûra Egîdê Cimo kilama Salih û Nûrê dibêje. Di benda duyem de, Karapet mafê gotina kilamê hildide destê xwe: ‘Nûrê dibê, Saliho rebeno dilê min Ji vê bi dinyayê qet tunîne Saliho lo ay pismamo lo De rabe malik ji mala mîratê lo lo lo Wele xwedanî xêra li gundê me qet tunîne Çawa destê Salihê min xistin darê kelemçê Diyariya Diyarbekira şewitî lo dikutîne Dibê wezê têlê li ser têlê bijidînim Wezê Salihê xwe ji hepsa Cimûryetê bi zor derînim Saliho lo ay pismamo lo De rabe ji emrê xwe de çardeh saliyo lo…’
Serê sibehê, em ketibûn rê, hew me dît ji ber civata xweş a Mamê Karapet bûye êvar. Em ji sohbeta wî têr nebûn. Beriya ku roj here ava, ez dixwazim ku em derkevin derveyê malê û li der û dorê bigerin û bi hev re wêneyan bikişînin. Em derketin derve, hewayeke sar î cemidî heye. Gundê Karapet nêzîkî sînorê Tirkiyeyê, li hafa Çiyayê Agiriyê ye. Lew re jî, têlefûna min a ku piştî hatina Ermenistanê nedixebitî, sînyal da. Min dêhna xwe dayê ku ji wî gundî xeta Turkcellê dikişîne. Yekser min xwest ez sûrprîzekê bikim û li Dengbêj Salihê Qubînê yê li Batmanê bigerim, da ku bi Karapet re bidim xeberdan. Dengeki qiciq ji telefonê hat: ‘Aradiğiniz kişiye şimdi ulaşilamiyor. Lütfen daha sonra tekrar arayiniz.’ (Em niha nikarin xwe bigihînin kesê ku hûn lê digerin. Ji kerema xwe re paşê careke din bigerin.)
Em ê gaveke din vegerin Erîvanê. Ji ber ku rê ne xweş in. Çûna şevê xerabtir e. Lewma li ser piyan dixwazim Karapet çend tiştên din bibêje. Dîsa behsa wan rojên berê dike. Behsa Seîd Axayê Cizrawî, behsa şerma xwe ya kilambêjiyê dike:
‘Li Sûriyeyê, li bajarê Qamîşloyê, min bi Seîd Axayê Cizrawî re digot. Min li welatê me, li Diyarbekir, heta Binxetê û ji wir jî heta Ermenistanê min li her derê kilam gotine.
‘Li Reşkotan, em ê herin ji kurê axayê me re keçikekê ji gundekî bînin. Min jî, bi serê hespê jina axê girtiye. Yekî fileh û yekî misilman hevalên hev in. Wekî koçekan direqisîn jî. Ew diçûne dawetan, ez jî bi xwe re dibirim. Yê fileh kilaman nizane, yê misilman kilaman dibêje. Dizanin ku ez li çolê, li ber dewaran kilaman dibêjim. Kilamên beredayî ha, kilamên keçik meçikan. Her du hatin dora min, vir de wê de gotin. ‘Kurik, tu di diya me nî, tê kilamekê bêjî!’ Ez şerm dikim. Ez û kilamên li nava mirovan?! Min kir nekir, heyra fêde nake. Rabûm min kilamek got. Wê çaxê 15-16 salî bûm. Nayê hişê min min kîjan kilam got. Ew dawet xelas bû, em hatin.
‘Dîsa li wir dêreke filehan tenê hebû. Îdeka filehan heye 50 roj. Ya misilmanan 30 roj e rojiya wan, ya filehan 50 roj e. Li Reşkotan û Bişêriyê, çi qas qîz û xort hebûn, hemû hatibûn wê dêrê. Dêreke zehf mezin bû. Temamê dengbêjan jî diçûn wê dêrê. Kî ku biçûya, nan û xwarina xwe bi xwe re dibir. Yê ku neaniya jî, li wir dêrê nan didayê. Ode jî zehf bûn, her kes li wan odeyan radiza. Li wir, dîsa kilam bi min dane gotin. Kêfa wan zehf ji min re hatibû. Ez zaro bûm û min kilamên kurmancî digotin. Jixwe gotineke jî, bi filehkî nizanim.
Rêbendan 2002 Êrîvan – Ermenistan
Jêrenot: Beşek ji wergera pirtûka ‘Bir Çigligin Yüzyili: Karapetê Xaço’ ya Salihê Kevirbirî ku di adara 2001’î de li Stenbolê ji hêla Weşanên Sî ve hate weşandin…