Heta hebin yek leşker û topeke we
li ser xaka me û çiya
Heta sor bin destên we
ji xwîna kurên me û keça
Heta li welatê me hûn xwedî bin
û me bihejimêrin ji rêncbera
Heta hûn mêrkujan xwedî bikin
û nemirovan berdine pêsîra jina
Heta kirinên we yên hovane
li bîra xuşkên me bin û diya
Kengî em û hûn dibine bira?
Heta hûn bi wekheviyê bawer nekin
û negihine şaristaniya mirova
Heta hûn ber bi gunehên xwe neyên
ji bo xatirê gorî û cangoriya
û hûn nebêjin:
Ala we jî li ser sera
Kengî em û hûn dibine bira?


Zerdesht Haco