Navenda Pena Kurd kongreya xwe ya 11’emîn roja 9’ê Tîrmeha 2022’yan li bajarê Oldenburgê bi beşdariya zêditirî 70 endaman pêk anî. Kongre bi dirûşma “Zimanê Me Hebûna Me Ye!” pêk hat û der barê xebatên Navenda PENa Kurd û xebat û têkoşîna rewşenbîriya Kurdî de nîqaş û nirxandin hatin kirin.

Di kongreyê de di serî de Serokê PENa Navneteweyî û endamê Navenda PENa Kurd birêz Bûrhan Sonmez, berpirs û rayedarên gelek sazî û enstîtuyên Kurdan ên li çar aliyên cîhanê, gelek navendên PENên din û gelek kesayetan bi nameyên pîrozbahiyê û silavnameyan piştgiriya xwe ya ji bo kongreyê diyar kirin.

Di kongreyê de piştî gengeşeyên li ser rêbazê, Komîteya Birêvebir a Giştî (KBG) ya ku ji 9 endamên esil û 6 endamên cihgir pêk tê bi dengê 67 endaman hat hilbijartin. Her wiha di kongreyê de serokên şanaziyê yên Navenda PENa Kurd birêzan Dr Bêrîvan Doskî û Dr Zerdeşt Haco bi boneya xebatên ku heta niha ji bo Navenda PENa Kurd kirine hatin pîrozkirin û xelatkirin. Piştî hilbijartinê kongre bi hêvî û daxwazên beşdaran bi awayekî serkeftî bi dawî bû.

Di heman rojê de di çarçoveya Rêbaza Navenda PENa Kurd de, civîna yekemîn a Komîteya Birêvebir a Giştî ya nû bi rojeva karbeşiya navxweyî, bi birêvebirina endamên dîwana kongreyê birêzan Dr Bêrîvan Doskî, Abdullah Hicab û Kemal Sîdo pêk hat. Di civînê de karbeşî hat kirin û Omer Fîdan û Anîsa Cahferîmehr wek hevserokên Navenda PENa Kurd hatin hilbijartin. Her wiha Dilşad Xoşnaw wek sekreterê giştî, Salihê Kevirbirî û Dîmen Sohrabî jî wek berpirsên darayî hatin hilbijartin.

Endamên Komîteya Birêvebir a Giştî ya Navenda PENa Kurd ên ku di kongreya 11’emîn de hatin hilbijartin li gor rêza alfabeyê ev in:

Endamên Esil:
1. Anîsa Cehferîmehr

2. Dêrsim Oremar

3. Dilşad Xoşnaw 

4. Dilşa Yûsif

5.Dîmen Sohrabî

6. Mesûd Eqil

7. Omer Fîdan

8. Roza Metîna

9. Salihê Kevirbirî

Endamên Cihgir:

1. Heval Dilbihar

2. Mîrhem Yîgît

3. Resûl Geyîk

4. Ronî Stêrk

5. Sultan Yaray

6. Şine Fayiq

Navenda Pena Kurd

11.07.2022