Li bajarê Uppsala yê Swêdê bi beşdariya şandeya PENa Kurd û 150 navendên din 88’emîn Kongreya Pênûsa Navneteweyî hat lidarxistin.
Kongreya 88’emîn a Navenda PENa Kurd li bajarê Uppsala yê Swêdê ji 27ê Îlonê heta Cotmehê hat lidarxistin.
Seroka rûmetê ya Navenda PENa Kurd Bêrîvan Doskî, Abdullah Hîcab û Sarkan Brûsk weke şandeya Navenda PENa Kurd beşdarî konferansê bûn.
Di berdewamiya kongreyê de, şanda Pena Kurd bi awayekî çalak beşdarî civînan bû û bi şandên welatên din re behsa rewşa rojnamevan û nivîskarên Kurd û azadiya derbirînê li Kurdistanê kir.
Nûnerên PENa Kurd beşdarî her çar komîteyên jin, nivîskarên girtî, aştî, ziman û wergêran bûn û rewşa Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di encama van gotûbêjan de wan karîn daxwaza fermîkirina zimanê kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bixin kongreyê û bi piraniya endamên kongreyê hat pesendkirin.
Her wiha şandeya mêvan behsa kuştina Jîna Emînî û serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û êrişa rejîma Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatî li Başûrê Kurdistanê û şehîdkirina 17 endamên partiyên Rojhilatî ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn, gotûbêj kirin. Herî zêde hat nîqaşkirin.
Piştre jî daxuyaniya PEN’ê ya ku helwest û piştgiriya xwe ya ji bo serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîşan dide, ku ji aliyê nûnerê PEN’a Awûstralyayê Mensûr Rezaqî yê ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ve hatibû amadekirin, kete dengdanê û dengên hemû endamên kongreyê bi dest xist.
Di daxuyaniyê de zext û zordariya rejîma Îranê, kuştina Zîna Emînî, êrîşa bi roket û bombekirina baregehên partiyên Rojhilatî, şehîdkirina endamên wan û hemû êrîşên rejîmê yên li dijî xwepêşanderan hatin şermezarkirin.
Di dawiya kongreyê de dirûşma ‘Jin, Jiyan û Azadî’ ku li ser dehan pankartên bi zimanê Îngilîzî hatibû nivîsandin û ji aliyê heyeta PENa Kurd ve hatibû amadekirin, li beşdaran hate belavkirin.