AMED – Ji bo balkişandina ser mafên ziman û wêjeyê yên jinên Kurd, şeva helbestê ya jinên Kurd hat lidarxistin.
PEN’a Kurd, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê, ji bo balkişandina ser mafên ziman û wêjeyê yên jinên Kurd, berê li Postaxaneya Yenişehira Amedê pirtûkên bi Kurdî û kart ji jinên nivîskar e yên di zindanan de şandin û piştre bi navê “Şeva helbestê ya jinên Kurd” li avahiya MED-DER’ê şahiyek li dar xistin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, endamên Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.
Di bernameyê de axaftin hatin kirin û di axaftinan de hat diyarkirin ku divê ji bo parastina nasnameya Kurd xwedî li ziman û wêjeya Kurdî bê derketin.
Piştî axftinan helbestên bi Kurdî yên jinên helbetkar ên Kurd ên klasîk, jinên helbestkar ên di zindanan de û helbestên jinên helbestkar ên nûjen hatin xwendin.