Hin kesan êrîşî mala endamê PENa Kurd Yûnis Behram kirine û agir pê xistine. Li gor ku Yûnis Behram em agahdar kirine, 25ê mehê di berbanga sibehê de li derdora katjmêr 2-3yan hin kesên hîn nehatine naskirin, şûşeyek tije sotemenî û agir avêtine mala wî ya li Elmanyayê. Agirkujê bajêr zû bi hawarê ve diherin û berîya ku ziyanek mezin bibe agir vedimirînin. Di bûyerê de dergeh û şûnka derî dişewitin lê ew û zarokê xwe bi selametî jê xelas dibin.

Ev demeke dirêj e ji bo ku dev ji çalakiyên Kurdewariyê berde Yûnis Behram dihat tehdîtkirin. Yûnis Behram polis ji rewşê agahdar kiribûn û digel tedbîran ev bûyer qewimiye. Wek ku tê zanîn di çapemeniyê de jî hatibû belavkirin ku Dewleta Tirk lîsteya înfazê amade kiriye ji bo hin kesên li derveyî welat. Jixwe gelek caran bûyerên bi vî rengî diqewimin û Kurdên ku hatine kuştin û birîndarkirin jî hene. Yanî ewlehiya kesên ku ji zor û zulmê direvin welatên biyanî jî tune ye. Ev ne tenê zirarê dide Kurdan, dema ji van bûyeran re çav bêne girtin, kes nizane bê wê dûra kî têkeve derbê. Loma herkes ji aliyê xwe de gerek li himber van bûyeran bisekinin. Em wek PENa Kurd van bûyeran şermezar dikin û bangî saziyên navnetewî dikin ku pêşiya van bêne girtin.

Yûnis Behram kî ye?

Nivîskar Yûnis Behram di roja 10.12.1967an de, li quntarê çiyayê Hûmanê ji dayik bûye. ‏Dibistana xwe bi giştî li Rojavayê Kurdistanê di navbera dibistanên Amûdê, Qamişlo û Hisîçayê de qedand. Paşê di sala 1986an de ji bo xwendinê çû Almanya-Rojhilat û li vê derê xwendina xwe ya pijîşkî beşa radyolojî qedand.

‏Piştî xwendina pijîşkî, dubare û dîsa vegeriya zankoyê û fakulteya siyaset-sosyolojî û qanûnê jî xwend. Heta niha 23 pirtûkên Yûnis Behram hatine weşandin. Yek ji wergêrê Kurdi, Erebî û Almanî ye. Zêdî 20 lib efsane û fabilên Kurdî wergerandine zimanê Almanî.

Baş tê naskirin, ji ciwaniya xwe heta roja îro her di nava tevgera kurdistanî de bi xurtî cih girtîye.