Mîrhem Yigit

Ax û Xwîn romaneke ji romanên salên dawî ye ku di zindanê de hatiye nivîsandin. Li Weşanxaneya J&J’yê hatiye çapkirin û nivîskarê wê Mehmet Yavuz e. Nivîskarê vê romanê ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Ji sala 1994’an de ye girtîye û cezayê muebbetê lê hatiye birîn. Ew di 14-15 saliya xwe de  koçî metrepolên Tirkan bûye. Berî vê, haya wî ji tevgera azadiyê çêbûye.

Navçeya romana Ax û Xwîn jê dikeve rê, heman herêm e ku nivîskar lê hatiye dinyayê. Ji xwe di dema xwendinê de çendî mirov pê re dibe rêheval û bi her rûpelê ber bi dawiyê de mirov diqulpîne, avde û movikên biyografîk xwiyatir tên hestkirin, pêjinkirin û xwe didin dest.

Çavdêrî û şayes, malbat û gundê Xerîb, bajarê Qoserê, jiyana siyasiyên tevgera azadiyê û sîstemê perwerdeya wan di zindanê de, guzergah, dirb û riyên ber bi Warê Azad, rêwitîya li ser rêya Akademiyê, vegera Bakur bi amadeyîyeke îdeolojîk û peywirên siyasî û leşkerî, giş fikra ku romana Mehmet Yavuz berhemeke siyasî û ne kêmtir jî biyografîk e xwurt dike.

Roj û dem salên berî 80ê û piştî 80ê ne. Salên girtinên bin çavan, windakirin û nebedîkirinan, şewitandina mal û milkan, xwarina pîsî bi welatiyan, valakirina gund û zivîngan, koçberî û barkirinan e. Bi gotinên nivîskar demeke wiha ye ku ”Dinya bûye sêla li ser agir, êdî her kes jê dişewite”.

Smeîlê nûzewicî, ji gundekî Qoserê, ku hew ji ber ”çawîşê qereqolê” dike der, bi hêviya roj in aramtir mala xwe bar dike nav Tirkan, ji cîh û warê xwe diqete. Bajarê nû mezin e, biyanî ye. Zimanê axaftinê, rabûn û rûniştinê, awe û şêweyê têkiliyên di nav xelkê de cihê û namo ne.

Malbat û kes hev nas nakin, li hev nabanin, rojên bi mitale û xem didin pey hev. Şev û roj li wan digere. Tu tişt mîna ew diramin dernakeve, hesabê wan û sûkê hev nagire.

Di nav vê tenêtiya tîr de, zarokek ji wan re çêdibe. Navê wî dikin Xerîb. Daîreya qeydê nav duguhere, pê dilîze û wek Garîp curde dike. Ev jî dibe derdekî nû. Dilnerehetiya bûye sebeba reva ji gund, sivikbûn li aliyekî, hineke din dikeve ser, çendqat dibe. Bi gotinên pêşiyan, mîna ” tu ji şirikê here ber mezrîbê”, ”ji ber baranê here ber terizê”. Zimanê Xerîb jî di nav zarokên taxê de werdigere zimanê Garîp, êdî ew bersiva dê û bavê xwe jî bi zimanê çawîşê qereqolê dide.

Jiyana ne asûde, siberoja xumamî, tirsa jidestçûna çendsalîyê malbatê, dibe kerb û janeke xulqtengkir û hesreta warê li peyxwehiştî tev dide, gurr dike. Gund, dayik, cîran, hogir û hevderdên rojên teng tên bîra wan. Bêriya her tiştê dûrmayî û nejbîr dikin.

Koçberiya nebû çare, pêsîrtengiya hebû dijwartir dike. Bêmeferî serdest e; li  her cîh, herêm, bajar û deverê qar û zal e. Pirsgirêk ji cîh û bajar zêdetir mensûbiyet, ziman, çand, kurdbûna malbatê û sîstemê dagirker e. Tu bi ku de herî xelasî tune ye, guhertina cihê jiyanê ferq nake. Malbat vedigere gund, rewşa li vir jî bêkeystir bûye, rejîma 12ê Îlonê hatiye.

Êdî ji vir û pêde lehengê romanê ne Smeîlê bav, belê Xerîbê kur e. Xerîb diçe dibistanê, ew bi zimanê gund û zarok jî bi yê mamoste nizanin ”. Heytehol, alozî û qerqeşûneke bênimûne, ji xwe pêve naşibe yeke din, gêjgerînkek din dest pê dike.

Xwendin dibe şikence û xwendegeh jî şikencexane. Li şûna, qet nebe, mamoste zimanê binecîh fêr bibe, axaftina pê qedexe dike û di encama vê perwerde û pedagojiya nexweza, hov û tirkane de, dibe mîna gur û keftaran û bi zarokan dikeve.

Tehde, azar û çavsorî, sînornenas û bêqam e. Xerîb dide fikirandin di serê wî de pirsan çêdike: Çima mamosteyê ji ber Tirkiya min hez ji min dikir, pesnê min dida, ji şagirtên mayî re wek nimûne ez nîşan didam, ji ber ku ez bi dayik û dapîra xwe re ku bi Tirkî nizanin bi kurdî diaxivim li min dide. Dibe têderxistinoka ”De were û vî kerî di vî borî re derbas bike”. Xerîbê ku favoriyê mamoste bû jî êdî ji ber ku navê wî di lîsteya yawerê mamoste, Bekoyê altax de, derbas dibe ew jî bêpar namîne ji vê lêdanê û ji van asaqên rojane serê her sibehê.

Di qonaxeke piştre de, Xerîb li Qoserê xwendevanê dibistana navîn e û ew kesê ewil e ji gund. Li mala metika xwe Xensê dimîne. Metik jî mîna endamên malbatê Ap û yên din ji aşnayên tevgera azadiyê ye.

Derdora li vir firehtir e. Xerîb dikeve nav ciwanên tevgerê, belavokan bela dike, rojnameyan digerîne û têkiliya bi xwendina kitêbên siyasî re jiyana wî duguhere. Hulfa wî ku ji roj û mehên li gund ji bo ”apoyîyên ewil, Xoce û sê hevalên wî” ku piştre di şerekî de jiyana xwe ji dest dane û ev demeke ku hebû, di van salên li Qoserê de qethîtir û misogertir dibe.

Di serdegirtineke bi şev, ji xafil de bi çengurê Xerîb digirin û bi destên li piştgirêdayî, saqoçermo ji mala metika wî dibin, davêjin hundur. Pişt re di girtîgehê de bi rêya du hukumxwariyên ji malbata ” Xoce û hersê hevalên wî ” bi navê Zana û Doktor pê dihese ku di heman şeva ew girtine de metika wî jî bi derbên lêdana serdegiran jiyana xwe ji dest daye.

Xerîb ji ber temenê xwe, xweragiriya di dema pirs û lêpirsînan de û xwenedana ber tu tiştî,  zêde di zîndanê de namîne, derdikeve. Êdî dema bicîhanîna biryara mezin e. Careke din û vê carê bi hesreteke mestir berê xwe dide gundê xwe û pê re diaxive: “Belkî ez êdî nayêm gundo! Belkî ez êdî te, dayik, bav û bapîra xwe nebînim. Ev cara dawî ye, ez êdî nema kesî ji xizmên xwe, ji vê herêmê bibînim, vegera min ne gengaz e.”

Xerîb, girêdayê soz û ahdên xwe, soz û ahdên tolhildanê ji bo metika xwe Xensê, keçmeta xwe Gulîstana, piştre wê jî rahiştiye çek û dibe Berçem, ”Xoce û hersê hevalên wî”, rêwîtiya xwe bi mertebak ji yên herî bi rûmet, bi navê Sefkan didomîne.

Çend gotin jî ji bo ziman û teknîka romanê:

Ziman radîkal û zelal e, bi mebest û armancê re sadiqe, deqarû û bi cesaret e, xwe nade ber xap û çivan. Belê ewqasî jî xwurt e ziman, li hedef û kêla daxwaz e dide, paqij û resen e, bi haydarî û baldariyeke xwiya, nivîskar xwe ji bikaranîna peyvên biyanî û ne kurdî vedide, têra xwe nişmî û dewlemend e ku ev jî cîhê teqdîr û silavê ye. 

Di tevin û tora romanê de hejmara kesan, rol û cîhgirtinên wan ne zêde ye,heta bi cîhekî û bi giranî kes, ji derdorên nêzîk û ji malbatê ne. Vê jî barê berhemê sivik kiriye û di asta corejînenîgarî û serpêhatiyeke kesîn de guvaştî ye.

Endamê Komîteya Nivîskarên Zindanan a PENa Kurd Mîrhem Yigit