Min 18 şaxên Mem û Zînê dan hev niha gelek şaxên din li ber destên min hene

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

Michael Chyet! Ev camêrê hanê ji 20 saliya min û pêve leheng û mêrxasekî min e! Michael ji bo herkesê ku wî nas dike îdolekî zimanan e. Çima dibêjim zimanan? Ji ber ku ew bi 40 zimanan dizane. Hemû zimanên rojhilata navîn û zimanên sereke yên cîhanê pir baş dizane. Ji bilî îngilîzî, fransî, îspanyolî, almanî, rûsî, farisî, erebî, îbrankî û tirkî; bi çar zaravayên kurdî pir baş dizane. Bi salan bû gava di kar û barên ziman, nivîskarî û rojnamegeriyê de behsa vî camêrî dihate kirin, min xweziya xwe pê dianî ku rojekê li sohbet û civata wî biqesidim û bibim mêvanê wî. Me li ser tora civakî û medyayê hev nas dikir, lê bû qismet ku di nava hefteyekê de em sê caran hev bibînin û bi têra xwe biaxivin!

Li Washingtona paytextê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê, li mala kekê min ê hêja, ressam û bernameçêkerê Dengê Amerîkayê Lûqman Ehmed tevî Christopherê hevalê xwe serdana me kir. Gava hat du kitêbên pir hêja ji min re wekî diyarî anîbû. Çend roj paşê li pişt Kongreya Amerîkayê, li restoranteke pir xweş a meksîkiyan em kirin mêvan. Ew li Kitêbxaneya Kongreyê ya Amerîkayê ku mezintirîn û girîngtirîn kitêbxaneya dinyayê ye, di Beşê Zimanên Rojhilata Navîn de kar dike.

Ev gotûbêja hanê, li Kitêbxaneya Kongreyê ya Amerîkayê pêk hat. Di dema gotûbêjê de heval û dostê min ê hêja, şaîr û rojnameger Salih Demîcer jî amade bû. Fermo hûn û gotûbêja ligel Zimanzan Michael Chyet…

Mamoste Michael Chyet, beriya her tiştî spasî û malavahiyê li cenabê te dikim ku te ji bo vê gotûbêjê wiha mecaleke wiha da min. Beriya her tiştî dixwazim em hinekî li ser zaravayên kurdî biaxivin. Gelo standardkirina herdu zaravayên kurmancî û soranî çiqas mimkûn e? Li ser vê yekê fikir û ramana cenabê te bi çi awayî ye?

Salihê hêja ez gelekî spasiya te dikim ku te ev derfet da min. Beriya her tiştî divê ez diyar bikim ku tevahiya gotinên min ên ku ezê niha bikim, dîtinên min ên şexsî ne, ne yên Kitêbxaneya Kongreyê ne.

Ji bo standardkirina herdu zaravayên sereke yên zimanê kurdî, min metodolojiyek peyda kiriye ku ez hewl didim bi kurdan re parve bikim. Li gorî vê metodolojî di zaravayekê de gelekî şekil û şêwaz hene. Gava em yekê ji wan hilbijêrin, divê em li zaravayên binêrin û bibînin ka li cem wan çi heye ango di wê zaravayê de ew çawa ye? Ev yek wê riyekê nîşanê me bide. Mesela ezê mînakekê bi kurmancî, mînakekê jî bi soranî bidim. Di kurmancî de gelek peyv hene ji bo peyva ku bi tirkî dibêjin ‘süpürge’, bi erebî dibêjin ‘miknasa’ û bi farisî dibêjin ‘carûb.’ Ji bo vê peyvê di kurmancî de ‘gêzî’ heye, ‘gezik’ heye, ‘melkes’ heye, ‘hevlik’ heye, ‘şicing’ heye, ‘sivnik’ heye…

Kinoşik heye…

Belê ‘kinoşik’ heye, ‘kinoşe’ heye û gelek peyvên din hene. Wisa diyar e ku tevliheviyeke mezin heye. Lê emê çi bikin? Bi soranî ‘gesik’ yan ‘gisik’ heye. Bi zazakî jî bawer im ‘gezî’ heye. Bi hewramî jî ‘gizî’ ye. Vêca peyva ‘gêzî-gezik’ bi kurmancî û ‘gesik’ bi soranî ye û kifş e. Ne hewce ye em xwe biêşînin. Lê divê ku mirov kitêban veke û lêkolînan bike da ku bizanibe. Nabe ku em rojekê ji xewê rabin û bibêjin: “Me îro biryar daye ku êdî emê wisa bikin!” (Li vir dibişire û bi henekî dibêje) Di wextê xwe de kesên wisa hebûn di ‘Dengê Amerîkayê’ de! Lê bi rastî divê mirov lêkolînan bike ku bizanibe mesele çi ye û çareseriya meselê çi ye. Ev mînakek bû ji kurmancî.

Niha jî em berê xwe bidin soranî. Bi kurmancî dibêjin ‘gotin’, bi soranî li hinek deveran dibêjin ‘wûtin’, li hinek deveran dibêjin ‘kutin’ û li hinek deveran jî dibêjin ‘gotin’ yan jî ‘gutin’, bi taybetî peyva dawî li Hewlêrê tê gotin. Vêca heger em ‘gotin’ bikin standard, ev hem bi kurmancî, hem jî bi soranî yek e û ji bo xwendekar û xwendevanan jî hêsantir e.

Mînakeke din bi kurmancî bidim. Di dema niha de dibêjin ‘ez dibînim’, ‘ez dibêjim’, ‘ez dixwazim.’ Bi soranî li hinek deveran dibêjin ‘ebînim’ yan jî dibêjin ‘debînim.’ Wekî diyar dibe, ‘debînim’ ji ‘ebînim’ nêziktirê ‘dibînim’a kurmancî ye. Di rastiyê de gelek kes wisa jî dikin. Yanî di zimanê nivîskî de gelek caran xelkê Silêmaniyê ‘ebînim’ dibêjin, lê ‘dibînim’ dinivîsin.

Te çendek berê di sohbeta me de behsa daxwaz û xewna xwe kir ku ew jî bi vê mijarê ve girêdahî bû; perwerdekirina zarokan. Ji kerema xwe hinekî jî din behsa vê yekê bike…

Belê, sihetxweş! Bi rastî jî xewna min ew e ku hemû zarokên kurdan li çar perçeyên welat û seranserê dinyayê, bi herdu zaravayên sereke û bi du alfabeyan bêne perwerdekirin. Gava zarok bi herdu alfabeyan mezin bibin, wê bi hêsanî bikaribin bi herdu alfabeyan bixwînin. Herkes dizane ku îro dîwarek di navbera kurdên bakur û kurdên perçeyên din de heye. Hewce nake ji bo herifandin û rûxandina vî dîwarî em ji hikûmetekê izin û destûrê wergirin! Kurd bixwqe dikarin bi riya perwerdekirinê wî dîwarî birûxînin. Gelek kurdên bakurî ku tenê bi alfabeya latînî dizanin, negeriyane yan jî neçûne naverasta Kurdistanê ku gelek kes dibêjin Başûr yan rojhilat yan jî rojavayê welêt. Bi tenê devera xwe dizanin. Ew baş fêhm nakin ku bi kêmasî nîvê Kurdistanê tîpên erebî bi kar tînin, dixwînin û dinivîsin. Nabe ku mirov bi tenê ji bo xwe, gund û herêma xwe bifikire. Em naxwazin gundekî damezirînin. Ez bixwe bi kêmasî vê yekê naxwazim! Xewna min ew e ku welatekî mezin were damezirandin. Hewce ye rêz û hurmeta me ji hemû zarava û kêmaniyên me re hebe.

Dibe ku ez nikaribim bi tîpên erebî bixwînim û binivîsim, lê divê ez bizanibim û fêhm bikim ku bi milyonan kurd hene bi wê alfabeyê dixwînin û dinivîsin. Ez nikarim fikrên xwe li ser wan ferz bikim. Divê hurmeta min ji ferqên di navbera me û wan de hebe.

Her wiha divê em ji bîr nekin ku temenê bikaranîna alfabeya latînî bi kurmancî sed sal e. Sed sal beriya niha her tişt bi tîpên erebî dihatin nivîsandin. Heger em bixwazin belgeyên kevin, kitêbên kevin û nivîsên kevin bixwînin, divê em bikaribin wê alfabeyê jî bixwînin. Heger kesek bixwaze li ser kurdan lêkolîneke têr û tije, rêkûpêk û kamil bike, mecbûr e ne tenê alfabeya latînî û erebî, divê alfabeya kîrîlî jî bizanibe…    

Belkî divê alfabeyên ermenkî û gurckî jî bizanibe. Ji ber ku bi van herdu alfabeyan, li Ermenistan û Gurcistanê gelek kitêb çap bûne…

Rast e, xebera te ye. Lê li herdu welatan jî alfabeya kîrîlî baş dihat zanîn û niha jî bi têra xwe dizanin. Her wiha divê bibêjim ku ez bi tenê behsa alfabeyan nakim, ez behsa rênivîsan jî dikim. Sîstemek heye. Yanî di navbera rênivîsa ortografî, rênivîsa standard a kurmancî ya bi tîpên erebî û tîpên latînî de; ji bo her tîpê, tîpeke beramber heye. Mirov dikare kompîterekê jî bername bike, programê lê siwar bike ji bo xebata di navbera herdu alfabeyan de. Lê ne bi awayeke elebazarkî û ketûber!

Mesela me heşt dengdêr hene. Her yekî ji wan bi awayekî tê nivîsandin. Gelek kes hene ku ‘a’ û ‘e’ tevlihev dikin. Em ne îngilîz û fransiz in. Em yan hûn kurd in! (Dikene) Di dilê xwe de ez jî kurd im! Çima min behsa van herdu zimanên biyanî kir? Bandora zimanê biyanî heye. Ev ziman dikarin li ser ziman erênî û baş bin, dikarin rûxîner jî bin. Ji ber vê yekê ez sîstemekê bikar tînim. Divê sîstemeke perwerdekirinê hebe ku li çar perçeyên welêt were bikaranîn.

Beriya her tiştî divê em kadroyeke mamosteyan amade û perwerde bikin. Lê divê ev amadekirin û perwerdekirin jî ne ketûber û elebazarkî be! Divê sîstemek hebe ku heman kitêban bikar bînin.

Ez bawer nakim ku hikûmetên heyî bihêlin an bixwazin ku zarokên kurdan bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin. Lê radyo, televizyon, kovar, rojname û kompîtûr hene. Em ne mecbûr in li benda destûra wan bimînin. Em dikarin ji niha ve bernameyên standardkirî biafirînin û çêkin. Mixabin ev ne cara pêşî ye û wê ne cara dawî be ku ez behsa vê yekê dikim

Gelo tu dixwazî Hikûmeta Kurdistana Federe gazî û bangawaziyekê li te bike û di vî warî de ji fikir û ramanên te sûd wergire yan bi kêmasî guhdariya te bike? Ji bo dibistanan, ji bo standardkirina ziman û mijarên mîna van mijaran…

Helbet dixwazim! Lê wisa diyar e li cem wan ev mijar zêde ne girîng e! Belkî ew dixwazin ku her tişt bi ingilîzî be baştir e. Bi gotineke din ez dibînim ku bi qedrê zimanê xwe nizanin.

Ezbenî ez ê dîsa vegerim ser meseleya alfabeyan. Paşê heke li ser axavtinên berê, gotinên te mabin, dikarî berdewam bikî. Mesela kurdekî ji bakur gava rabe here başûr, heger bi alfabeya erebî nizanibe, ez di wê baweriyê de me ku wê li kûçe û kolanan winda bibe! Çimkî bi tenê bi latînî dizane û li her derê nivîsandin bi tîpên erebî ne. Heger li ser lewhe û dîwaran, rênîşandanên sikak, gund û bajaran bi tîpên erebî û latînî bin, ev poblem çareser dibe. Em dibînin ku ev jî nayê kirin…

 Hewce nake tu min qane bikî ku ez wan qane bikim!

Gelo ma ev yek hebe, çareserî nêzîktir nabe? Ez tenê dipirsim ezbenî. Mexseda min ji pirsa min ev e; gelo yekkirina alfabeyê ji yek kirina zaravayan ne zehmetir e?

Di rastî de îro du alfabeyên sereke hene ku kurd pê dinivîsin: Erebî û latînî. Jixwe du alfabe bes in û têrê dikin. Jixwe îro li Ermenistanê kurd alfabeya latînî bi kar tînin. Demek e dirêj e ku rewş wiha ye…

Rast e! Rojnameya Riya Teze jî nêzî 20 sal in ku ji kîrîlî derbasî latînî bûye…

Belê! Her cara em tiştekî li ser dîwaran dinivîsin, hewce ye em hinek kesan perwerde bikin. Ji ber vê yekê bi dîtina min divê her tişt bi herdu alfabeyan bêne nivîsandin. 

Mamoste Michael du mijarên girîng hene ku dixwazim em li ser wan biaxivin. Yek jê li ser 18 şaxên ‘Mem û Zînê’ ku tez û xebata te ye. Mijara din jî li ser çapa duyem a ferhenga te ye. Kerem bike, gelo em ji kîjanê dest pê bikin? Mesela xebata berhevkirina şaxên Mem û Zînê çawa dest pê kir? Ev xebat li kîjan herêman pêk hatin? Zehmetiyên derketin pêşiya te çawa bûn? Kes li pêşiya te bû asteng yan na? Tê kîjan salê dest bi vê xebatê kir?   

Min teza xwe sala 1991-ê qedand…

Bibexşîne ezbenî gotina te dibirim! Lê tu ji min re navê tezê jî bibêje ji kerema xwe…

Tu dizanî di hemû şaxên Mem û Zînê de Beko dikeve nav beden û laşê herduyan. Di saxiya wan de jî, di mirina wan de jî. Destan jî jixwe wiha diqede. Loma min navê teza xwe wiha danî: “Mem û Zîn: Diriyek di navbera wan de şîn bûye.” Wekî min got, ev tez sala 1991-ê qediya. Para bêhtir ev 18 şax û guherto yan jî versiyonên Mem û Zînê jixwe berê hatibûn weşandin û çap bibûn. Min ew berhev kirin. Dîsa para bêhtir ji wan bi zaravayê kurmancî bûn. 3 heb ji van şaxan bi sûryankî bûn, yek jê bi zaravayê soranî, bi devoka Mûkriyanî. Çend heb ji wan jî bi ermenkî bûn. Hinek ji wan di kitêban de, hinek ji wan di kovaran de bûn. Min yek bi yek ew peyda kirin û cara pêşî min ew kirin ingilîzî. Paşê min li ser vê xebatê analîz û tehlîleke folklorî û zargotinî kir. Ji nivîsandina vê analîzê armanca min ew bû ku ez ê rojekê vê xebatê wekî kitêb çap bikim. Ji bo ku xelk bibêje: “Nivîsîna têzê hincetek e ji bo nivîsîna kitêbê.”

Lê wan salan, sala 1991-1992-yê weşanxaneyên Amerîkî û Ewropî xwe nedan ber mijareke zargotina kurdan ku çap bikin. Lê îro rewş gelekî guherî ye, ne wek berê ye…

Mixabin hê jî wekî kitêb çap nebûye ne wisa?

Belê heyf û mixabin ku hê jî wekî kitêb çap nebûye. Lê îro haya min ji 20 şax û guhertoyên din jî heye. Divê ez wan jî wergerînim îngilîzî. Lê ez îro nikarim karê xwe yê berê bidim çapkirin. Çima? Çimkî divê ez ji nû ve li ser kar bikim. Lê mixabin di rojekê de bi tenê 24 saet hene. Zêde wextê min tune ye ku ez hem karê xwe yê li Kitêbxaneya Kongreyê û karên xwe yên din bikim. Lê wekî plan û proje ez hez dikim wê jî bikim. Lê her cara ez şax û guhertoyeke Mem û Zînê dibînim û li ser wê kar dikim, ez yeka din peyda dikim! Yanî ev xebat naqede.

Heke îro li bakur, li başûr yan li Stenbolê weşanxaneyek derkeve û bibêje; “Em dixwazin çap bikin” wê fikra te çi be. Tê bidî wan yan na? Bawer im tê me ji xebateke wiha mehrûm nekî…   

Helbet dixwazim çap bibe, çawa nexwazim? Lê xebateke baş jê re divê, divê li ser kar bikim. Tiştekî din jî ji birayê xwe re bibêjim; helbet bila bi kurdî çap bibe, lê min ew şax û versiyon kirine ingilîzî. Dixwazim bi ingilîzî çap bibe pêşî. Çimkî ez dixwazim hemû dinya ji vê xebat û efsaneya kurdan haydar be û bizanibe. Wekî min got bila bi kurmancî jî çap bibe. Lê gava bi ingilîzî be, li seranserê dinyayê rêjeyeke mezin bi vî zimanî dizane, lê gava tenê bi kurdî be, wê tenê beşeke ji kurdan bixwînin.

Gelo di wan şax û guhertoyan de, şax hebûn ku te bixwe guhdariya dengbêjekî, goyendeyekî yan çîrokbêjekî kir û nivîsand?

Belê yek heye! Min li Wanê bandek ango kasetek peyda kir. Min ew guhdarî kir û nivîsand. Ez bawer im ew şaxa herî nû bû di nav tevahiya şaxên min peyda kiribûn de. Ne şaş bim sala 1988-ê bû dema min ew band peyda kir, guhdarî kir û nivîsand. Baş tê bîra min, dema bombekirina Helebceyê bû, ez wan rojan li Wanê bûm.

Ezbenî bi hêviya ku ev xebat di demeke nêz de bikeve ber destên me! Ez bêm ser çapa duyem a ferhenga te ya bi navê “Kurdish-English Dictionary / Ferhenga Kurmancî-Ingilîzî.” Hinek behsa pêvajoya çapa yekê jî bikî baş e…

Çapa yekê ya ferhenga min sala 2003-yê çap bû. ez 16 salan li ser vê ferhengê xebitîm. Gava çap bû jî min baş zanibû ku kurmancî ne tenê ev e, gelek peyvên din hene. Vêca çend sal berê min ji weşanxaneyê xwest ku ew çapeke din jî bikin. Mixabin gotin ku ew hewce nabînin çapeke nû bikin. Ew çi zanin, ew çi ji kurdî fêhm dikin ku wisa dibêjin? Piştre min xebata xwe berdewam kir. min gelek peyvên din peyda kirin û lê zêde kirin. Niha ferheng gelekî çêtir bûye…

Ezê dîsa gotina te bibirim! Gelo di çapa yekê de çend hezar peyv hebûn, niha ev ferheng gihîştiye çend hezar peyvan? 

Bi rastî wextê min nebûye ku ez bihejmêrim çiqas peyv hene! Lê ez dikarim bibêjim ji çend rûpelan pêk tê. Çapa yekê kêm zêde ji 875 rûpelan pêk tê. Lê wê çapa duyem ji sê bergan ango ji sê cildan pêk were. Du cild kurdî-îngilîzî, cildek jî ingilîzî-kurmancî. Ez li weşanxaneyeke nû digeriyam. Çend meh berê min weşanxaneyek dît. Hêviya min ew e ku sala pêşiya me, ev ferheng bê çapkirin.

Ez bixwe jî pir meraq dikim. Bawer im gelek kesên ku navê te bihîstine meraq dikin. Hevnasî û meraqa Michael Chyet a li ser zimanê kurdî çawa destpê kir? Rast e ku tu bi dehan zimanên cîhanê û Rojhilata Navîn dizanî, lê tê li ser meraqa xwe ya kurdî çi ji me re bibêjî? Mesela di malbatê de kes hebûn ku bala wan li ser kurdî hebe…

Ez gelekî ji govendên gelêrî hez dikim! Gava min li zanîngehê dixwend, meyla min li ser van govendan zêdetir bû. Bi taybetî jî ji govendên Balkanan hez dikim.  Yanî bulgarî, yewnanî, romanî, sirbî, makedonî û gelên mayîn ên wê herêmê. Gava em berê xwe didin Tirkiyê, gelek kes hemû govendên li Tirkiyê, wekî govendên tirkan dizanin û çawa ku govendên tirkan bin behsa wan dikin. Tê bîra min gava ez 19-20 salî bûm. Min li ser govendekê dixwend. Nivîs wiha bû: “Ev govend, govenda kêmneteweya kurdan e li rojhilatê Tirkiyê.” Her wiha ez ji def û zirnê gelekî hez dikim. Ew govendên hanê bi def û zirne bûn. Me wisa dizanî ku ew govendên tirkan in. Helbet di nav tirkan de jî govendên wiha hene. Lê ew govend, govenda kurdan bû. Vêca piştî wê nivîsê, çavên min vebûn! Hingê min fêhm kir ku ew awaz û govendên ku pir bi dilê min bûn, awaz û govendên kurdan in. Piştî wê yekê rabûm çûm kitêbxaneya zanîngehê û li kitêbên hînbûna zimanê kurdî geriyam…

Li ku? Kîjan bajar, kîjan zanîngeh?

Li Zanîngeha Californiyayê, li bajarê Los Angelesê. Li wir 2-3 kitêb hebûn lê bi fransî bûn. Baş e ku min bi fransî jî zanibû. Lê ew kitêb ne li ser fêrbûna zimên bûn. Bi giştî li ser nasandina zimanê kurdî bû. Ya ku bi ingilîzî ‘references gramer’ dibêjin. Kitêbek tunebû ku tê de dersên zimên hebin.

Niha min kitêbeke wisa nivîsiye hem bi soranî hem jî bi soranî ye. Ez pê dersên kurdî didim bi riya bernameya Skypê. Her wiha ez ji kitêbên xwe yên ku hê nehatine çapkirin jî dersan didim. Ez wisa bawer dikim ku bi van xebatên xwe min riya nifşên nû hêsantir kiriye.

Ev meseleya awaz û govendên kurdan, zimanê wan bû sedem ku tu hê di ciwaniya xwe de berê xwe bidî Kurdistanê ne wisa?

Belê! Êdî piştî wê yekê min destpê kir ku zêdetir bi kurdan ve, bi çand û zimanê wan ve mijûl bim. Tiştekî din jî heye; gava ez xwendekar bûm, wan salan bûrs hebûn. Ji aliyê dewleta Amerîkayê ve ji bo ‘zimanên nenaskirî’ bûrs dihatin dayîn. Herkesî wan salan dixwest ji bo zimanê erebî bûrs bistînin. Piraniya şagirtan dixwest li ser erebî bixwînin, lê di dawiyê de ne diyar bû ka wê bikaribin qezenc bikin yan na. Çimkî serlêdan ji bo vî zimanî pir zêde bûn û rekabeteke mezin hebû. Li ser vê yekê fikreke nû li min peyda bû: ‘Çima ez bi zimanê tirkî nexwînim?’ Ez kesê yekem bûm ku li vê zanîngehê ku zimanê tirkî xwest. Min qezenc jî kir. wan ew bûrs da min. Vêca ji wê rojê û pêve, mecbûr mam ku di her semesterê ango serdemê de dersekê bi zimanê tirkî bixwînim. Min bi erebî zanibû, min bi zimanê tirkî jî zanibû. Beşeke mezin ji amerîkiyan gava dixwazin li ser Rojhilata Navîn kar bikin, dixwazin bes bi erebî bizanibin û bes. Lê ez hînî erebî bûm, farisî bûm, tirkî bûm û piştre min destpê kir ku hînî kurdî bibim…

Sal?

Ne şaş bim sala 1975-ê bû.

Gava ez çûm Tirkiyê kurdan bala min kişand. Min bi tirkî dizanibû. Lê ji ber ku min li ser govendan xwendibû, haya min ji kurdan jî hebû. Êdî min zanibû ku li Tirkiyê ji bilî tirkan, gelên din jî hene. Berê min nizanibû. Berê min zanibû ku li Tirkiyê tenê tirk dijîn. Êdî min zanibû kurd jî hene, ermen jî hene, rûm jî hene, asûrî jî hene û gelek miletên din hene.

Di axavtina me ya çend roj berê de te wiha gotibû: “Ji ber ku tirkan nehişt ez li ser wan kar bikim, min berê xwe da xebata li ser kurdan” dikarî hinekî behsa vê bikî?

Belê rast e. Ew jî çîrokeke din e! Sala 87-88-ê, bi riya bûrsekê ez çûm Tirkiyê ku teza xwe li ser devokên tirkî binivîsim. Lê ji ber ku hikûmeta tirk rê neda min ku ez bigerim û lêkolînên xwe bi awayeke azadane bikim, min xwest li ser kurdan bixebitim. Dawiya wê salê ez li Erzeromê bûm. Her cara ku min bixwesta derkevim herim lêkolînan bikim, divê ez biçûma Midûriyeta Emniyetê, asayîşa polîsan wan agahdar bikim. Wan izin didan ji bo pênc rojan û ez dixebitîm. Bi pênc rojan kar naqede, divê heta mirov karê xwe biqedîne bikaribe bi azadane bixebite. Paşê ez gihîştim wê baweriyê ku ezê nikaribim wisa kar bikim. Min dev ji wê projeyê berda û dest bi projeyeke din kir ku li gorî dilê min bû. Ew xebat jî wekî me behs kir, berhevkirina şax û guhertoyên Destana Mem û Zînê û wergera wan şaxan li zimanê ingilîzî bû. Bi vê xebatê armanca min a sereke ew bû ku ez kurdan bi tevahiya dinyayê bidim nasandin.

Mamoste Michael ev 40 sal in ku tu kurdan ji nêz ve dişopînî, bi wan re kar dikî û wan baş nas dikî. Bi taybetî tu di van 15-20 salên dawî de, di warê çand, huner, ziman û edebiyatê de geşedaneke çawa dibînî?

Li Kitêbxaneya Kongreyê gelek kitêb hene, gelek nivîs hene, gelek kovar û rojname hene. Haya min ji hemûyan heye û ez hemûyan dixim katalogan, qeyd dikim. Lê ez dîsa jî zanim ku gelek kitêb têne çapkirin. Dizanim çend ji wan bi rastî tên xwendin. Gava 40-50 milyon kurd hebin, kitêbek bê çapkirin û bi tenê 100 nûsxe bê firotin, ev bi min tiştekî pir ecêb e. Di navbera hejmara kurdan û hejmara xwendevanan de ferqeke pir mezin heye. Hêvî dikim di rojên pêş de ev ferqa mezin hinek kêmtir bibe.

Ez jî tevli hêviya te dibim. Ez pirseke wiha bikim; gelo li ber destê me daneyek heye gelo? Li Kitêbxaneya Kongreyê kêm-zêde bi hemû zaravayan û bi hemû alfabeyan çiqas kitêbên kurdî hene?

Mirov dikare ji şarezayên kompûterê yên kitêbxaneya me bipirse ka çiqas kitêbên kurdî hene. Ez bixwe nizanim hejmara kitêbên kurdî çi ye, lê ez baş zanim ku hemû di ber destên min re derbas bûne. Jixwe hemû kitêbên tên ber destên me, em tesnîf dikin, katalog dikin û derbasî kompîtûran dikin. Tenê dimîne bêne hejmartin ka çend kitêbên kurdî li ber destên me hene. Lê ez bixwe nizanim, (dikene) ez û hejmar dijminên hev in…

Ezbenî ev çend sal in tu li Kitêbxaneya Kongreyê kar dikî?   

Ez 16-17 sal in ez li vir kar dikim…

Bi giştî çend kes li vir kar dikin? Navê vê derê ango cihê tu lê kar dikî bi awayeke fermî çi ye?

Em li vê beşê 7 kes kar dikin. Navê beşê me, ‘Beşê Kitêbên bi Zimanê Rojhilata Navîn’ e. Ez li vir karmend im, naxwazim bibim berpirs û serêşiya xwe zêdetir bikim.

Ev beş ji kengê ve heye?

Ev beş kevin e. Bi qasî dizanim ev beş bi kêmasî 70-80 sal in ku ev beş heye.

Mamoste Michael pirsên min her ev bûn, zêdetir jî naxwazim te aciz bikim. Lê ez dixwazim çi gotin, çi şîret, çi daxwazên te hebin, tu bixwe bibêjî û dawî li gotûbêja me bînî. Kerem bike…

Bi rastî ez spasiyeke ji dil didime te ku tu bûyî sedema gotûbêjeke wiha sûdewar. Mala te ava be. Belê ez dixwazim çend tiştan bibêjim. Min di pêşgotina çapa duyem a ferhenga xwe de jî nivîsiye. Hêvîdar im ku çapên din ên ferhengê, bi hevkariya gelek kesan çêbin. Ji ber ku ez naxwazim ev agahdariyên ku min li ser ferhengsaziyê nivîsandine, bi min re herin gorê. Ez dixwazim van agahdariyan bi herkesî re parve bikim. Bi riya medyaya civakî ez dikarim tiştên ez behsa wan dikim, bi kesên dixwazin re parve bikim. Ji ber vê yekê, ezê bi riya te û bi riya vê gotûbêjê li benda pirsiyar û têbiniyan bimînim. Bi rastî jî gava ez behsa perwerdekirina zimanê kurdî dikim, gava ez behsa ferhengsaziyê dikim, naxwazim bi min wisa were ku ez bi dîwarê re didim û distînim! Ez dixwazim ku guhên wan li ser van xebatan be, ez dixwazim ku pirs werin û ez dixwazim bizanibim ku ew dixwazin ew zimanê xwe, çanda xwe, welatê xwe ava dikin. Her wiha ez pir meraq dikim, gelo wê kurd kengê sîstema perwerdekirina xwe saz bikin? Beriya avakirina welatê xwe yan piştî avakirina wê?

Min di Kovara Zeremayê de li ser vejandina zimanê îbrankî (zimanê cihûyan) nivîsî. Destpêka sedsala 20-an haya kesî ji avakirina dewleta Îsraîlê tunebû. Yanî kesî nizanibû wê sala 1948-ê dewleta Îsraîlê ava bibe. Cihûyan xwe ranegirt heta hingê. Ji destpêka sedsalê heta sala 1948-ê, du nifş hebûn. Kesên ku zimanê wan ê zikmakî îbrankî bû û kesên ku li dibistanan, li zanîngehan hînê zimanê îbrankî bibûn. Kesên ku mamostetiyê ji nifşên nû re bikin hebûn. Min çima wisa nivîsand? Ji bo ku kurd jê sûd wergirin û haya wan ji rewşê baştir hebe…

Mamoste Michael Chyet gelekî spas ji bo vê fersendê ku te li Washingtona paytext hem deriyê ‘Beşê Kitêbên bi Zimanê Rojhilata Navîn’ ê Kitêbxaneya Kongreyê ji me re vekir û hem jî bûyî sedem ku ev sohbeta xweş pêk were. Mala te hezar caran ava be…

Spasdarî ji min, mala te jî ava…        

© Salih Kevirbirî

Washington, 2019

salihkevirbirî@gmail.com