Xwediyê ruhiyeta Kurdewarî Prof. Dr. Qedrî Yildirim zû ji nav me koç kir. Em bi windakirina wî pir xemgîn in. Bela serê malbata wî, heskiriyên wî û milletê Kurd sax be, cihê wî cunnet be.
Alimê bêhempa, mamosteyê hêja te ji bo gelê xwe, çand û zimanê gelê xwe gelek ked da; te berhem efirandin, te gelek şagirt perwerde kirin. Bi halê xwe yê nexweş jî te dev ji xebatan berneda. Gelê te jî wê te ji bîr neke û tê di dilê milletê xwe de xwedî cihekî taybet de bêyî parastin.
Zimanzan, dîroknas û nivîskarê Kurd Mamoste Prof. Dr. Qedrî Yildirim di 26’ê Adarê ji nav me veqetiya û doh di dilê welatê xwe de li Amedê bi beşdariya girseyeke mezin hat veşartin.
Mebûsê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Prof. Dr. Qedri Yildirim di 5’ê Sibata 1959’an de li navçeya Licê/Amed ji dayîk bûye. Li Zanîngeha Harranê ya Rihayê Fakulteya Îlahiyatê qedandiye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê bûye profesor û li ser ziman, edebiyat û çandê 14 pirtûk nivîsandine û gelek makaleyên wî yê akademîk hene. Herwiha di Zaningeha Artukluyê de cîgirtiya rektor û koordinatoriya Beşa Ziman û Çanda Kurdî kiriye. Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji bilî Kurdî bi zimanên Erebî, Tirkî, Farsî û Îngilizî jî dizanî.
Komîteya Birêveberiya Giştî ya
Navenda PENa Kurd
28.03.2021