Me bi dilekî xemgîn û şikestî bihîst ku endama me ya hêja Muruvvet Cacimê xatirê xwe ji hezkiriyên xwe xwestiye û koça xwe ya dawî kiriye.

Xanima Muruvvet a kurdewara dilsoz ku di salên 90an de, di riya welatperweriyê de berdêlên giran dane, mixabin ji neçarî terkeseriya welatê xwe kiribû û li Almanyayê  bi hesreta warê  xwe hewla jiyanê dida. Her çiqas ew îro ne li nav me jî be, cihê xwe di nava bîranînên me yên birûmet de qewîn û saxlem kiriye.

Ji avakirina xwe heta roja îro, Navenda PENa Kurd gelek endamên xwe yên hêja û bêhmapa winda kirine. Helbet ew bi awayeke fizîkî ji nav me çûbin jî, bi giyanên xwe yên edebî, civakî û kurdewariya rengîn di dil û mejiyên me de mane û wê ji niha û pêve jî bimînin.

Xanima hêja, endama me ya xebata bêrawaestan Muruvvet Cacimê jî yek ji wan kesatetiyên girîng bû ku ked û emega wê di kar û xebatên Navenda PENa Kurd de zelal û eşkere ye.

Em wekî Navenda PENa Kurd xemgîniya xwe diyar dikin, sebir û sebatê ji hezkiriyên wê hêvî dikin û sersaxiyê ji malbatê re dixwazin.

Navenda PENa Kurd

Komîteya Birêveberiya Giştî