Nameya dawî ya Mamoste Ferzad Kemanger

Werger: Dersîm Oremar

Car din silav nazdara min

Dema te ji min pirsî ji kîjan awazê hez dikî da ji min re bilorînî,  ji bo demekê ponijîm, bêdeng bûm, min hizra xwe ser û bin kir da bikaribim awaza ku hemû hestên min piştî demeke dirêj a dûrbûna ji te nîşan bide, bi lêv bikim.

Min xwest xweştirîn û aşiqanetirîn awazê hilbijêrim. Lê min hê navê awazê negotibû ku te awaza ”Nazdara Miryem” bi xweşî ji min re got, da têlên telefonê wan hemû hest û şahiya te û awaza nazdara Miryemê bigehîne dilê min.

 Pirsa te û awaza ‘Nazdara Miryemê’ hincetek bû ji bo nivîsandina wê dilnivîsê. Nameya ku dizanim bi caran dê vebibe û dê bê xwendin, lê hêvîdar im kesa dawî ku nameyê dixwîne tu bi xwe bî.   

 ‘Min berê xwe da awazên welatê xwe’

 Dilovana min; her strana ku min di hizra xwe de hilbijart, nîşanek ji sêdarê, ramûsana dawiyê, zilma çevsêner, qamçiya bê edaletiyê, cewra nêçîrvan û hêsirên dayikan tê de hebû.

 Ji vê tirsiyam ku tiliyên te bi lêketina wan hemû peyvên tije êş, ji jenînê rawestin. Min berê xwe da awazên welatê xwe.

 Min dît di muzîka me de jî şopa xwîn, bêhna barût û şopa postalên eskerî hene. Dîsan tirsiyam ku çavên te bigirîn û ji bo jenînê hêzek di destên te de nemîne.

 Min biryar da ji te re bêjim, tu bi xwe helbestekê binivîsî û awazeke tije hêvî biafirîne. Awaza ku bi dizî nestirin, hêdî di dil de neyê gotin û ji ber vê neyên girtin, awaza ku bi gotina wê, çavên me tije hêsir nebin û berê me nede çarçoveya wêneyên daliqandî yên li ser dîwar, û nebe sedema hilke hilka giriyana me.

Awaza ku bi gotina wê, bikarîn dest di destên hev de li dora agirê Newrozê, bi dengekî bilind biqêrin, bikenin, govendê bigrin û bi hev re awazê bêjin.

 Tenê ji bîr neke: noteya awazê ji bo keçikekê binivîse ku hez dike Maderê (dayik) weke ‘Dayê’ û Zen ê weke ‘Jin’ binivîse. Lê mixabin, mixabin nizane ku di siberojê de dema bû dayik, bi hêviya zayenda nêrbûnê li tovê rehima wê digerin.

 Ji bo keçikekê ku di welatê wê de, jin ji bo giheştina mafên sereke yên xwe lazim e hepsê bibînin.

Ji bo keçekê ku di siberoja mezinbûnê de, li pey wendahiyên xwe yên hêja, girtîgeh bi girtîgeh digere û ji bo vedîtina navê ezîzê xwe, di nava kesên zindî de, çavan li kaxeza li ser dîwarê girtîgehê digerîne.

Noteya awaza xwe ji bo kurekî binivîse ku dixwaze nan weke ‘Ekmek’ û avê binivîse ‘Su’. Lê mixabin, mixabin nizane ku sifreya vala ji nan a bavê wî yê karker bi tu ziman û peyveke tije nabe.

 ‘Ji bo dayika ku her roj gorek bê nav û nîşan himbêz dike, helbestekê binivîse’

Ji bo destên qelişî yên bavê wî, ji bo çavên ne ron yên dayika wî noteyekê binivîse ku mizgîniya nan be, noteya ku hizra feqîrî û newekheviya salên dûr û dirêj yên jiyana wî dubare neke.

Ji bo dayika ku bi salane çav li derî, li benda hatina zarokên xwe ye û hemû rojên pêncşeman goreke bê nav û nîşan û şikestî, dûr ji çavên xelkê  hembêz dike, helbestekê binivîse. Dayika ku bi salan e ji ber ewqas hêvî û wefadariya xwe, roj şermezar kiriye.

 Ji bo bavê ku bi dîtina her take dareke serwê, dikeve bîra tenêtî û xeribiya goristana ku bi salane zarokê wî di nav xwe de hilgirtiye û ji dûr ve çav lê birriye û hesreta giryaneke ji dil, li ser mezara zarokê xwe di dil de hiştiye.

Helbestekê ji xuşka ku hê jî hêviya şahiya di daweta birayê wê, li ser dilê wê giraniyê dike û her rojên înê û bi bihîstina dengê şadî û daweta xelkê re, li wêneyê toz girtî yê birayê xwe li ser dîwar dinêre û çavên wê ewrî dibin.

‘Bi min re, yan bê min here welatê min’

Dilovana min; bi min re yan jî bêy min, here welatê min. Giliyan neke ku zêde jê hez dikim, bawer bike ji bo min pareke ji vê cîhanê ye, naxwazim dewra wê dîwarekê bikêşim û ji cîhanê cuda bikim, lê êş û janên bêhejmar yên vî xelkî, girêdana bi welat re şirîntir dike.

Êşên ku bi salane di demar û rihên me û welatê me de cih xweş kiriye, janên ku hemzad û bi şêniyên wê re ye.

Awaza xwe hema li wê derê çêbike, lê bihêle tama tal a xizaniyê rîtma wê be. Helbesta xwe hema li wê derê binivîse, lê bihêle bila li ser bingeha hêvî û dinyayeke wekhev be.

Li wêderê; di nava çiya û daristanên berûyan de ku take piştîvan û hevalên xelkê welatê me ne, li kêleka rûbarên ku hêsirên negiryayî yên xelkê ji nav dilê çiyayan heya cihên dûr dibe, ku di tenêtî û deryayeke dûr de bigirî, rûnê û awaza xwe biafirîne.

Li wê derê, bi min re yan jî bêy min, vê hemû mezinahî û bedewiyê weke girêdana me bi welatekî re, ku hemû carê du zindiyên êşê ye, welatê ku zarokên wê ji bo êşkişandinê bejna wan bilind û mezin dibe. Rûnê; Li şûna min dest dane ser xaka welatê min û di guhê wê de bêje:

‘ Ey xaka mak

Ey dayika welat

Li vir;

Di dilê te de

Hestî û bîranînên bav û kalên min veşartîne

Li vir;

Ejdad, kalik û zarokên min hatine definkirin

Hey welatê min

Ey dayika bav û kalên min,

Xweziya car din bedewiyên te his bikim

Li xweşikbûna te binêrim,

Tevlî bêdengiya te bibim

Xweziya min bikarîba êşên te bikewînim

Û

Hêsirên te bigirîm

xweziya…’

Bi hêviya car din dîtina te û hilatina Rojê

Ferzad

Girtîgeha Êvîn-Benda Heft

Wergera ji farsî: Dêrsim Oremar

Jêrnivîs:

Name cara pêşîn bi deng û bi zimanê farsî di ajansa NNSROJ de hatiye weşandin.

Di 9’ê Gulana 2010’an de rejîma Îranê 5 girtiyên siyasî yên kurd li girtîgeha Êvîn a Tehranê bi darve kirin. Mamoste Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan bi cezayê dijbertiya bi xwedê re hatin darvekirin.