Navenda PEN a Kurd li Kongreya 85’emîn a PEN International de raporên xwe pêşkeş kir

Navenda PEN a Kurd li Kongreya 85’emîn a PEN International de raporên xwe pêşkeş kir

Rapora kar û xebatên PEN a Kurd a roja yekem a di kongreya 85’emîn a PEN a Internationalê ya li Manîla ya Fîlîpînê pêk hat, hat parvekirin.Kongreya 85’emîn a PEN International di roja 30.09.2019’an li bajarê Manîla, paytexta Fîlîpînê dest pê kir û wê heta 3’yê Cotmehê roja pêncşemê bidome. PEN a Kurd, îsal jî weke salên berê bi awayekî çalak beşdarî kongreyê bû û mijarên pêwendîdar bi ziman, çand û wêjeya kurdî û rewşa giştî ya Kurdistanê anî rojeva PEN a Internationalê. Endamê PEN a Kurd, Abdullah Hicab îsal nûnertiya PENa Kurd di kongreya Manîlayê de kir.

Her wiha 85’ emîn kongreya PEN a International di roja duyem a karê xwe de, bi xebata fermî ya Civata Giştî dest pê kir. Rûniştina yekê ya Civata Giştî bi raporên kar û xebata komîteyên girêdayî PEN International û axaftinên hin navnedên PEN ên welatên cuda, taybet bû. Her wisa rapora darayî û rapora serokatiya kongireyê hatin pêşkêşkirin, nirxandin û pejirandin.

Di roja sêyem a xebata PEN International de jî koma giştî ya pêşniyaran, 9 ji wan weke biryarên PEN International hatin pejirandin ku yek ji wan pêşniyara PEN a kurd bû. Pêşniyar û biryar ku di derbarê rewşa zimanê kurdî û zextên rêjîma Îranê yên li ser nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan û mamostayên kurd hatibû amadekirin, bi tevahiya dengan hat pejirandin.

Rapora kar û xebatên roja yekem a nûnerên PEN a Kurd di kongreya 85’emîn a PEN a Internationalê de wiha ye:

Daxuyaniya hevbeş a PEN a Kurd û PEN a International ji bo serbestberdana Nedim Tufent hat pêşkêşkirin

Kongre saet 09:00 bi dema Manîla, bi 3 work shopên cuda yên komîteyên girêdayî bi PEN International li zanîngeha ”La Salle” ya Manîlayê dest pê kir. Work Shop a li ser ”civaka sivîl” û xwedîderketina ji ziman û wêjeya neteweyên ku di bin gefa heliyabûnê de ne di rojeva sereke ya karê kongreyê de bû. Nûnerê PEN a Kurd, di wê work shopê de, di kesayetiya nivîskar û rojnemavanê girtî Nedim Tufent de, rewşa girtiyên kurd û astengiyên li ser rêya ziman û wêjeya kurdî anî rojevê. Di wê çarçoveyê de, daxuyaniya hevbeş a PEN a Kurd û PEN a International ji bo serbestberdana Nedim Tufent hate pêşkêşkirin û kete nava belgeyên fermî yên kongreyê. Di daxuyaniyê de tê gotin ku Nedim tenê ji ber karê xwe yê rojnamevanî û raporên li ser şerê dewleta tirk li dijî gelê kurd hatiye girtin û divê demildest û bê merc were berdan.

Kar û pirojeyên navendên endamên di PEN International de hatin nirxandin

Di beşek din a xebatên îro ya kongreyê de, kar û pirojeyên navendên endamên di PEN International de hatin nirxandin. Di wê beşê de nûnerê PEN a Kurd, behsa pirojeya “Em Êzidî ne” kir ku PEN a Kurd bi alîkariya PEN International bi rê ve biriye. Piroje weke yek ji karên serketî yên PEN a Kurd bi alîkariya PEN international hate pênasekirin. Pişt re aliyên hevbeş yên bandora ziman li ser pirsên siyasî kete ber base, ku tê de PENa kurd û PENa Hong Kong bi awayek hevbeş bandora zimanê “Cantonese” li ser berxwedana xelkê Hong Kong li dijî serweriya Çînê û ya zimanê kurdî li ser xebata neteweya kurd ji bo azadiyê nirxandin. Naveroka wê base ew bû ku heke derfet û îmkanên nû hebin, PEN a Kurd wê bikare pirojeyekê ji bo xwedîderketina zimanê kurdî li Bakûrê Kurdistanê amade bike.

Siyaseta yekzimanî ya rêjîma Îslamî ya Îranê, hat rexnekirin

Di beşa sêyem a xebatên komîteyên PEN International de, daxuyaniyên pêşniyarkirî ji aliyê navendên PEN ên cuda cuda ve ketin ber basê heta ji bo Civata Giştî ya kongireyê bêne pêşkêşkirin. Di wê beşê de, PEN a Kurd pêşniyara daxuyaniyek li ser zextên dewleta Îranê li dijî ziman, nasname û nivîskarên kurd amade kiribû. Di pêşniyarê de, ku ji aliyê PEN a San Miguek de Allende ve hatibû piştgirîkirin, siyaseta yekzimanî ya rêjîma Îslamî ya Îranê, ku zimanê Farisî bi ser hemû gel û pêkhateyên Îranê de ferz dike hate rexnekirin û basa bi dehan nivîskar, rojnamevan û çalakvanên kurd hate kirin ku ji ber gotina raya xwe ya azad îro di girtîgehê Îranê de ne.

Rewşa mamosta ya xwebexş a zimanê kurdî û endama komeleya Nûjîn, Zara Mohemmedî ket rojevê

Rewşa mamosta ya xwebexş a zimanê kurdî û endama komeleya Nûjîn, Zara Mohemmedî ku ji 23.04.2019’an ve ji ber çalakiyên xwe yên zimanevanî û mamostatiya zimanê kurdî hatiye girtin bi awayek berfireh kete rojeva PEN International. Mamosta Zara, tenê ji ber ku dixwest zarokên kurd fêrî zimanê wan yê zikmakî bike, ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye girtin û malbata wê ketiye bin çavdêrî û zextên rêjîmê. PEN a Kurd ji PEN International daxwaz dike ku bi awayek cidî rewşa mamoste ya kurd û nivîskar û çalakvanên kurd ên di girtîgehên Îranê de bişopîne û ji bo serbestberdana wan kar bike.

Pêşniyar biryar a PEN a kurd bi yekdengî ji aliyê Komîteya Wergêr û Zimanevanî ya PEN International ve hate pejirandin û wê weke pêşniyar biryar a komîteyê bikeve rojeva Civata Giştî. Tê payîn ku pêşniyar biryar di piştgiriyek mezin di rojên pêş de bê pejirandin.

Raporek dewlemend li ser mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî hat pêşkêşkirin

Di beşa dawî ya xebatên roja yekê ya kongireyê de, raporterê taybet Neteweyên Yekbûyî di mijara Kêmîneyan de, Fernande de Varennes raporek dewlemend li ser mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî pêşkêş kir. Di raporê de qedexekirina zimanê kêmîneyan

weke tawan hate binavkirin û giringiya xebata nû ya Neteweyên Yekbûyî di wê çarçoveyê de hat behskirin.

Rapora kar û xebatên roja duyem a nûnerên PEN a Kurd di kongreya 85’emîn a PEN a Internationalê de wiha ye:

Navenda PEN a kurd di civîna Civata Giştî de, bal kişand ser rewşa Kurdistanê û bi taybet zextên dewleta tirk ên li ser netewa kurd û hemû nirx û pîvanên neteweyî li Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, êrişa polîsên tirk ên li ser navenda PEN a kurd li Amedê ku sala 2016’an pêk hat, weke mînaka dijminkariya kûr û kor a dewleta tirk a bi kurdan re hat binavkirin. Di wê êrişê de pirtûk, arşîv, wêne û nîgar, peyker û hemû tiştên ku di nava buroya PEN a kurd de bûn hatin şikandin, şewitandin û dizîn.

Civata Giştî ya PEN International ji bo dubare vekirina buroya xwe ya Amedê hat agahdarkirin. Lê ew xebata PEN’ê ji ber zext û zora dewletê û berdewamiya qedexeyan hîn bê encam maye. Her wiha, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên kurd di bin çavdêrî û kontrola berdewam de ne, û her roj yek ji wan bi sûcên ku encam nedane tên girtin û cezakirin.

Di beşek din a axaftina xwe de, nûnerê PEN a kurd behsa konferans û xebatên PEN a Kurd li hember îdeolojiya tundiya  DAIŞ’ê kir. Axaftin bi van gotinan bi dawî bû: Nivîskar û rojnamevanên kurd, di gel zext û zora dewletên dijberî kurdan, bi taybet Turkiye ya di bin destên Erdogan de, xebatek berfireh û bê westan li hember tundiya DAIŞ û Îslama siyasî berdewam dikin. Di vê xebatê de nivîskar û rojnamevanên kurd li benda piştgiriya navneteweyî û ya PEN International in.

Piştî axaftina nûnerê PEN a Kurd, Carles Torner birêvebirê giştî yê PEN International, ji bo piştgiriya PEN a Kurd axaftinek kurt pêşkêş kir. Carles di axaftina xwe de, piştgiriya PEN International û hemû navendên endam ji bo PEN a kurd di dema êrişa dewleta tirk de bi bîr xist û got: Hemû malbata rewşenbîriya cîhanê dizane ku gelê kurd bi zordariyek çawa re rû bi rû ye. Wî dubare piştgiriya xwe ji gelê kurd re da xuyakirin.

Di beşek din a xebata Civata Giştî de seroka PEN International, Jennifer Clemet axaftinek kir û di axaftina xwe de bi taybet bal kişand ser rewşa gelê kurd. Jenniferê romana nivîskarê kurd Bêhrûz Boçanî ya bi navê; “Bê heval, tenê çiya nebin” ku li grava Manus a Australia nivîsandiye weke mînak anî û ji kongireyê re got: Weke hûn dizanin kurd dibêjin tenê çiya hevalên me ne. ew tê wateya ku baweriya wan bi çiyayên wan tê, ji ber ku cîhanê ew ji bîr kirine.

Rapora kar û xebatên roja sêyem a nûnerên PEN a Kurd di kongreya 85’emîn a PEN a Internationalê de wiha ye:

Di roja sêyem a xebata PEN International de nirxandina pêşniyar û biryarên ku ji aliyê PEN ên endam ve hatibûn amadekirin û di komîteyên PEN International de hatibûn pejirandin, hatin rojevê. Ji koma giştî ya pêşniyaran, 9 ji wan weke biryarên PEN International hatin pejirandin ku yek ji wan pêşniyara PEN a kurd bû. Pêşniyar û biryar ku di derbarê rewşa zimanê kurdî û zextên rêjîma Îranê yên li ser nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan û mamostayên kurd hatibû amadekirin, bi tevahiya dengan hate pejirandin.

Di biryara PEN International de, piştî behsek kurt li ser siyaseta tekzimanî ya rêjîma Îranê, girtina mamostaya xwebexş a zimanê kurdî Zara Muhemedî tê şermezar kirin û ji rêjîma Îranê tê xwestin ku di demek zû de mamostaya kurd serbest berde. Xala dawî ya biryarê, pêwîstiya danîna çarçoveyek destûrî ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî tîne ziman û ji rêjîma Îranê tê xwestin  ku zagonek taybet ji bo statuya ziman û perwerdeya kurdî amade bike. Divê bê gotin ku ew xal di civîna Civata Giştî de ji pêşniyar a biryara PEN a Kurd hat zêdekirin.

Di beşa dawî ya kombûna Civata Giştî ya kongreyê de, kar û xebatên hin nivîskarên ku di girtîgehên rêjîmên diktator de girtî ne kete rojevê. Di wê beşê de jî, birêveberiya PEN International bi awayek berfireh bal kişand ser rewşa siyasetvanê bi nav û deng ê Kurd, Selahetin Demîrtaş û nivîskar Nedim Tufent û girtin û ragirtina wan di girtîgehê de şermezar kir.

Li gel xebata nûneritiya fermî ya PEN a Kurd, endamê birêveberiya PEN International Burhan Sonmez, ku di heman demê de endamê PEN a kurd, PEN a ingilîs û PEN a Turkiyeyê ye jî di hemû axatinên xwe de, bal kişand ser rewşa nivîskar û rojnamevanên Kurd ên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê.

Civata Giştî ya kongreyê saet di 18:00’ande bi dema Manîla xebata xwe bi dawî anî.