Gelê Kurd ê ku ji niştecihbûna mirovahiyê ve li Kurdistanê dijî û yek ji gelên herî pêşîn ê cîhanê ye bi daxwaza jiyaneneke birûmet, hewla jiyaneke di nava aştî û aramiyê de dide. Ligel vê daxwaz û hewla jiyaneke mirovane, sed heyf û mixabin ku ev bi salan e ji çar aliyan ve rûbirûyî gef û êrîşên qirker dibe.

Şerê heyî yê ku bi salan e li çar aliyên Kurdistanê didome, di serî de mafê hebûn û jiyînê dixe binê gef û metirsiyan û di heman demê de berdewamiya binpêkirina tevahiya mafên mirovî û rewa yên Kurdan bixwe ye. Ev gef û êrîş, hewlên tunekirinê û binpêkirina mafan, ji sed salan zêdetir e ku bi awayekî sîstematîk, saziyî û wek polîtîkayên bingehîn ên hevpar ên çar dewletên ku Kurdistan di nava hev de parçe kirine, berdewam dikin.

Cara dawîn derengiya şeva 19’ê Mijdara 2022’yan, dewleta Tirk bi balafirên şer, di serî de herêma derdora bajar û bajarokên Kobaniyê, Dêrîkê, Ebû Resenê û Til Rifetê yên li başûrê rojavayê Kurdistanê, heta 20 km’yan li biniya sînorên dewleta Sûriyeyê êrîşên dijwar ên asîmanî pêk anîn. Li gorî çavkaniyên herêmî û çapemeniyê, di encama van êrîşan de gelek kuştî û birîndarên sivîl hene. Dîsa li gorî van çavkaniyan, rojnamegerê bi navê Îsam Evdile jî canê xwe ji dest daye.

Herêmên ku ev êrîş lê hatine, ji aliyê Kurdan ve ji êrîş û dagirkeriya DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin û piraniya niştecihên wan herêman Kurd in. Divê neyê jibîrkirin ku gelê Kurd ji 2011’an vir ve, li wan herêman, li hemberî êrîşên çeteyan, tundrewan û piştre jî li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê yên hovane yên dermirovî, rûmeta tevahiya mirovahiyê parastiye û bi berdêlên giran li başûrê rojavayê Kurdistanê aştî û aramî pêk aniye.

Her wiha li gor gotinên rayedarên dewleta Tirk, di heman şevê de, wek domahîlka şerê ku ev demeke dirêj e li başûrê Kurdistanê diqewime, heta 140 km’yan li biniya sînorê Iraqê jî êrîşên hewayî hatine kirin û gelek deverên li Herêma Kurdistanê hatine bombebarankirin.

Li hêla din, Komara Îslamî ya Îranê, ligel êrîşên xwe yên li ser kampên sîvîlan ên li Herêma Kurdistanê, êrişî xwepêşanderên li Îranê, bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê dike. Ev êrîş li bajarên Sinê, Bokan, Pîranşar, Merîwan, Cewanro, Mehabad û hinek bajarên din ên Kurdan bi awayekî zindî li kolanan hatine tomarkirin. Li bajarên Kurdan, gelê sîvîl bûye armanca gule, mîtralyoz û tivingan, lewra ji 18’ê Mijdarê heta 21’ê Mijdarê, di nava 3 rojan de, 45 kes hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne ku di nava wan de gelek zarok jî hene. Di xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî de, li gor agahiyên xwecihî, sazî û dezgehên mafên mirovan, çapemeniya herêmî û biyanî li rojhilatê Kurdistanê bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran kes hatine girtin ku metirsiya kuştin û darvekirinê li ser gelekan ji wan heye. Her wiha rejîma Îranê gefan li bi sedan rewşenbîr, nivîskar û hunermendên mişextî yên ji rojhilatê Kurdistanê yên ku piştevaniya van xwepêşandanan dikin, dixwe, wan tawanbar dike û doza girtin û bidarvekirina wan dike.

Tevahiya kes, kom û gelan xwedî wî mafî ne ku jiyaneke wekhev a di nava aştiyeke mayînde de bijîn. Bidestxistin û parastina vî mafî berpirsiyariya tevahiya mirovahiyê ye. Bêdengî û piştevaniya cîhanê ya li hemberî van polîtîkayên dermirovî jî dike ku agirê şer û kêşeyan ê li tevahiya Rojhilata Navîn zêde bibe û rûmeta mirovahiyê li malzaroka cîhanê bê tunekirin. Bêguman bi berdewamiya van êrîşan dê gelek sivîlên din birîndar bibin, jiyana xwe ji dest bidin û ev yek jî dê zemîna aştiyê ya di nava gelan de birûxîne, kêşe û arîşeyên heyî aloztir, kûrtir û bêdermantir bike.

Em wekî Navenda PENa Kurd, bi berpirsiyariya parastina aştiyê ya li hemberî şer, diyar dikin ku hewcedariya gelê Kurd û tevahiya gelên li Rojhilata Navîn bi aştiyeke mayînde û birûmet heye. Pêwîst e ku ev êrîşên ku xizmeta aştiyê nakin û aloziya herêmê xerabtir dikin, ji bo aştiya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, demildest bên rawestandin.

Wekî her carê, em piştevaniya mafên rewa yên gelê Kurd û hemû gelên bindest dikin, doza aştiyê dikin; şer, pevçûn û aloziya ku welatê me û aramiya tevahiya herêmê têk dibe, red dikin.

Komîteya Birêvebir a Giştî

Ya Navenda PENa Kurd

23.11.2022