Newroza we pîroz be;

Bi hêviya ku agirê Newrozê li tevahiya Kurdistanê û di dilê hemû kurdan de her û her geş be; bi hêviya ku ev roja ku mizgîniya rojên xweş û biharê ye fêkiya pîroz a yekîtiyê bi me bide tamkirin; bi hêviya ku hêviyên serkeftinê û azadiyê her şên bin, cejna me ya Newrozê li me pîroz be…

Ji destpêka avabûna xwe û vir ve Navenda PENa Kurd her tim hewl daye û niha jî hewl dide ku ziman û wêjeya kurdî biparêze, bi pêş bixe û bide nasandin. Bi boneya Newrozê, roja vejîn û nûbûnê, em jî sozê ku me daye xwe û gelê xwe dubare dikin û dibêjin; em ê ji berê zêdetir hewl bidin ku li tevahiya Kuristanê kurdî bibe zimanê fermî; em ê ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêhtir hewl bidin; heta ji dest me were, di qada neteweyî û navneteweyî de, em ê rê li pêşiya xebatên nivîskariyê û rewşenbîriyê vekin û dawîdariya mafên rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rojnamegeran bikin…