Kurte: Di vê gotarê de em ê geşt û gerekê li nav rûpelên kovara Ronahî bikin ewa ku bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan ve di navbera salên 1942-1945 de li Şamê wekî pêveka kovara Hawarê hatiye weşandin. Di geşt û gerê de em dixwazin nivîsên ku li ser navê Osman Sebrî hatine çapkirin, diyar û destnîşan bikin û ji aliyê peyv û qalibên kêmnas û herêmî ve binirxînin û wan peyv û qaliban pêşkêşî we bikin. Di gel hinek taybetiyên zimanî û rastnivîsî ya kovarên wê serdemê, hinek peyv, qalib û şayesên herêma Semsûrê jî di nav wan nivîsan de cihê xwe girtiye. Her wiha em ê bi awayekî kurtebirî, qala sê nivîsên wî ya ku di nav kovara Roj Nû (1943-1946) de jî bikin. Her wekî tê zanîn ev kovar jî ji hêla Kamîran Elî Bedirxanî ve li bajarê Bêrûdê hatiye çapkirin.
Peyvên sereke: Osman Sebrî, Hawar, Ronahî, Roja Nû, Celadet Elî Bedirxan, kurdî, kovar…
Kurtbêjeya têgihên rêzimanî
gh gerguhêz
h hoker
l lêker
m mê
n nêr
nd navdêr
ngh negerguhêz
nt nêtar
rd rengdêr
NIVÎSÊN OSMAN SEBRÎ DI KOVARA RONAHÎ DE
Dema ku mirov bala xwe dide kovara Ronahî mirov bi awayekî zelal dibîne ku piştî hejmara 12’an di her hejmara kovarê de çend nivîsên Osman Sebrî hene. Hinek ji wan rêzenivîs in, hinek jî nivîsên serbixwe ne. Kovara bi giştî 28 hejmar derketine, ji hejmara 12’an heta hejmara 28’an bi giştî 41 nivîs li ser navê Osman Sebrî hatine weşandin. Ji bilî wan du nivîs jî bi nasnavê “Lawût” hatine weşandin ku li gorî lêkolînên me, ew jî Osman Sebrî bi xwe ye. Delîla vê yekê jî ev helbesta ku di kovara Hawarê de hatiye çapkirin:
Zozanên Bêlî
Ji Welato re
Gelek bilind û pir av Gava sibê dide tav
Di panzdehê gulanê Heya Çemê di Kanê
Gişt rêl û dehl û zevî Lê digerin pezkovî
Di bin hêlê de Salik Gundekî pir kiçik
Kesera dil Diharan Ew ava wek robaran
Keçelek gişk dar û sî Ka gopalên çivilbî
Hele warên Çirikê Keskayî tê qirikê
Ji Qezêz û Tixînkêr Li wî erdê axbizêr
Heyhey dikir şivanan Weheweha gavanan
Çûçik, şalûr û bilbil Ew loriyên piştbicil
Gava ku zom radibûn Mirî li wir radibûn
Tev şihar û zinar in Çima wer xweş diyar in
Carê çûbûm serê zût Golberan û Qeretût
Tev de kesk û hişîn in Şag û newal, kanî ne
Hember malan zimag e Mexelê wî devşag e
Çi warekî bihuştî Canê mirov divejîn
Dûdirêj û Sêvdînan Gorî we bin xezîran
Tevî nivîşk û tovmast Kêfa dilê min dixwest
Heya Gola Zêriyan Dihat dengê bêriyan
Borîna canegên stûr Bi xiroşme û bilûr
Dikin şayî û sazan Li ser dikin perwazan
Dinê dibû şehînet Ew cihê tebîet
Lawût (Hawar, hejmar- 22: berhevok r. 672)
Ev helbest li ser erdnîgariya herêma çiyayê Bêlî ye. Ev herêm niha bi navê “Çiyayê Nemrûd” tê nasîn, lê navê wê yê resen Balî ye. Ew nav jî hatiye tewandin û bûye “Zozanên Bêlî”. Ev herêm li ser navê hoza Balî hatiye binavkirin. Osman Sebrî ew helbest ji kurê xwe Welato re nivîsandiye. Kurê wî Welato, di dema qaçaxiya wî de jî pê re ye. Ew kurê wî piştî heyamekê di salên 1970’yî de vegeriya gundê xwe Narînceyê û li wê derê li ser meseleya erd û zeviyan bi destên xizmên xwe hate kuştin.
Jixwe di pêşeka Berhevoka kovarê ya ji hêla Çapxana Jîna Nû ve hatiye weşandin de jî der barê vê yekê wiha hatiye gotin: “Pişt re di jiyandina “Ronahiyê” de barek pir mezin li ser pista welatparêz û şoreşgerê mezin, nivîskarê hêja, dilsozê welat Osman Sebrî bûye. Osman Sebrî, bi gotarên xwe, lêkolînên xwe, helbest û wergerên xwe ve ciyek gelek fireh di rûpelên kovarê de girtiye. (Ronahî, Berhevok: 5)” Di vê hejmara kovarê de sê nivîsên Osman Sebrî hene, yek ji wan cefen e:
GURÊ PÎR
Dibên li nav Xidirsor Di binhêla Kawê jor
Gurek bû bû pir û jar Pê ne dibûn raw û kar
Dît gurekî pişthişîn Şeng û oflaz û narîn
Piştî hal û xatiran Şor kirin her du guran
Yê pir digot: birazî! Tu mêrekî xêrxwaz î
Rawekê bo me daxî Sifra xwe li vir raxî
Ser û peyan bi xêr kî Zikê mamê xwe têr kî.
Tezîk da xwe gurê şîn Gotê: mamê dûrebîn!
Tu kalekî dilçak î Malbata min nas nakî
Ger zanî bî warê me Keleşiya karê me
Em rêbir û mêrkuj in Xwîna neyar dimijin
Fermû were li pê min De zanî bî carek din
Şelpên gurê pişthişîn Bi çavên xwe tu bibîn.
Rabûn her du bi rê bûn Reya bajêr girtin çûn
Yê pîr bawer ne dibû Lê ji şerman li pê çû
Bazirganek li pêş dîn Zer bû gurê Pişthişîn
Rast ajot nav dewaran Peya hatine bi daran
Yê pişthişîn direvîn Giş li yê pîr dicivîn
Gihêştinê di pa ra Lêxistin j’xwe û xwe ra
B’zora lingan reviya Xwe avêt nav deviya
Dema birîn dibûn sar Dest û ling jê bûne dar
Welê ma bû nîvmirî Dil jê xav bû bihirî
Raste wî hat gurê zer Hilmiştî û dilawer
Li gurê pîr silav kir . Lê pirsî hal û xatir
Yê pîr çîrok jê ra got Dil û kezeb ji xwe sot
Derdê gurê pişthişîn Hemî jê ra da zanîn..
WIî got: mamê bextereş Ma te nîn in eqil û heş
Çawan gurê pişthişîn Yên wekî te dixapîn?!
Ger te divê bibî têr Li tevdîra min binêr
Ev e kalek diçe êş Kurî maye, ker li pêş
Tu kuriyê birevîn Hêmin kalê te bibîn
Dema ew bê ji bo wê De ji lier kim ûrê de
Gava bibîn vê derê Wê vegera ser kerê
Heya ew xwe bigîn ser Dê biçin kurî û ker
Kalo dê bi destê tal Zû veger here mal
Hînga emê herin ser Zikên xwe tev bidin ber
Gurê pîr got: aferîn,. Min eciband ev zanîn
Tevdîrê cih bibîne Kalê bê ker bimîne
Hûn gurên zer çi şeng in Her dem bi nav û deng in
Rast jî bi wê tevdîrê Her du gur çûn nêçîrê
Ker û kurî dikuştin Bar li erdê dihiştin
Kalo dikir barebar Her du guran goşt dixwar
Gurê pîr zik kir texer Bi tevdîra gurê zer.
OSMAN SEBRÎ (Ronahî-12, Berhevok: 215)
Her du nivîsên din ên bi vê hejmarê de pexşan in; yek ji wan bi sernavê “Li Welatê Çînê” wergera nivîsa seyahê fransizl diktor Albêr Jêrviye ye ku der barê biryarên seyr ên generalekî çînî de ye. Ya di jî bi sernavê “Mist-Awik” de qala bûyereke li herêma Siwêregê dike. Di hejmara 13’an de bi tenê fableke wî heye. Navê wê jî “Kerê dengbêj” e.
KERÊ DENGBÊJ
Dibêjin li nav Şêrwan Hebû yekî bazirgan
Wi hebûn hêştir û ker Tev bi hawid û semer
Ji wan dido bûbûn jar Nema bi wan dibû kar
Her du berdan dora gund Da biçêrin bibin rind
Hêştir rabû gote kêr: Tu guh bide min camêr
Were ji dest mirovan Em birevin nav govan
Nema baran dikêşin Ji bona wan diêşin
Çûn cihekî nependî Ne bazirgan û gundî
Serekî tev çêriyan Di newal û bêrîyan
Dema ko bûn xurt û têr Bû çirîna qula kêr
Digot: birakê hêştir Ji mêj va min deng ne kir
Dilê min zor şa dibe Zirîn li min radibe.
Hêştir got: ho kerê nêr Bi zor zikê me bû têr
Tu hevalkî neçakî Dê xelkê li me rakî
Wê cihê me fêr bibin Hêştir tevî kêr bibin
Dîsa têxin bin baran D’para lêxin bi daran..
Kerê got: nizanim Nema bi xwe dikanim
Heke niha nezirim Dê biteqim biçirim ..
Bû zirîna kerê reş Hêştir got: sihet nexweş
Ker zirî, bihîst şivên Zû xeber da bazirgên
Hatin her du birin çûn Jê herimîn war û şûn
Bi rê va ker westiya Xûydan giha hestiya
Bazirganê hîlebaz Bîr ne dibir west û naz
Got: ev hevalên hev in Sûc û gunê wan tev in
Divê çiçkî biêşin Ew hev û din bikêşin.
Rabû ker li hêştir kir Ji çiyê daxist û bir
Vê carê hêştir westiya Can ji cendek kişiya
Got: ho kerê guhdirêj Roja ko tu bûy dengbêj
Min ev dongî dizanî Lê te bi xwe nikanî
Niha ji dor hate min Dê bidî canê şêrîn
Dikim bavêm tepikan Çîçkî bidim lotikan
Kêr wê gavê bîr dibir Ko b’zirînê neçê kir
Digot: hewar û eman Di min nekî van tiştan
Tu hevalekî zor î Di sûcê min biborî..
Bû zarîna kerê reş Lê mixabin diçûn tewş
Hêştir dida lotikan Hol bû di ser kortikan
Bar qulibi hate jêr Şikest dest û linge kêr
Hêştir çû ker li wir ma Bû xwarina gur û sa
Kesê bê dem bizire An ji bilind bifire
Bi wê teqez nabe mêr Wê bigê dongiya kêr.
OSMAN SEBRÎ (Ronahî-13, Berhevok: 240)
Di hejmara 14’an de dîsa sê nivîsên wî cih digirin. Nivîsa pêşîn helbesteke evînî ye.
XWEŞXWANA ÇIYAYlKÎ
« Ji Nûredîn Ûsiv ra »
Gundê me kiçik bi dar û ber
Bihna min teng e qet nayê der
Delalê, her tu daxwaza min;
Gazinan dikî ji naza min !
Ez im dilketî ji dil û can,
Derdên min pir in nayên kêşan..
Çavên te belek, dêmên te sor,
Dil ji min sotin keziyên mor.
Diçim ser çiyê şikêr û best
Sîng û beran dil ji min digest
Bejna te bilind wek spîndar,
Ji heş û mêjû kirim zîvar.
Lêvên le tenik wek belkên gul,
Livîn û ji min girêdan mil.
Çavên te belek dêmên te sor,
Dibim xulamê keziyên mor.
Firîm di çiyê min da hêlan
Bi hezkirina te ji xwe sot can
Melezîn ji min, ha va me tên;
Bûme kiriyar bo bisk û dêm.
Vegire himbezê zerî çavreş,
Mêvanê te me şeva te xweş..
Çavên te belek dêmên te sor,
Ez im pandiyê keziyên mor.
OSMAN SEBRÎ (Ronahî-14, Berhevok: r.244)
Piştî wê helbestê îcar nivîsek bi navê “Terşê Şevê” tê di vê nivîsê de qala serboriyeke xwe dike û bi vê yekê jî dixwaze mirovan der barê baweriyên pûç ên mîna “Terşê Şevê” de hişyar bike. Nivîsa sêyem a Osman Sebrî di vê hejmarê de dîsa serpêhatiyek e, lê belê ev serpêhatî ne ya wî bi xwe ye, ya Evdirehmanê garisî ye. Ev çîroka bi navê “Şêrek bi darekî” li herêma Cizîrê derbas dibe û tê de qala kuştina şêrekî bi destê zilamekî tê kirin. Di vê nivîsê de peyvên mîna “êrdim” û “ramedîn” jî peyvên herêma Semsûrê ne.
Di hejmara 15’an de bi tenê nivîseke Osman Sebrî heye, ew jî dîsa serboriyeke wî bi xwe ye. Navê wê çîrokê jî “Seyê ko gur tanî fêza pêz” e. Di hejmara 16’an de Osman Sebrî di vê nivîsa xwe ya bi navê “Beraz û Berazî” de qala serpêhatiyekê dike, di vê çîrokê kuştina berazekî bi destê yekî ji eşîra berazî hatiye qalkirin. Her wiha di hejmareke rêzenivîseke wî ya der barê Napolyon de dest pê dike. Di nivîsa yekem de qala pênasekirinên cur bi cur ên Napolyon dike û piştre jî dibêje: “Li nik min, bê neyarên Napolyon herçiya di heqê wî da hatiye gotin rast e, Çiqas ko piraniya wan gotinan e dûrî hev bin jî rastbûna wan nîzîktirî eqil e- Ji xwe di mirovên mezin da rûçikên neyar (sifetên did ) pir caran digehên hev ko ev yeka han ji nîşanên mezinatiyê ye.” (Ronahî -16, Berhevok: 293)
Hejmara 17’an a kovarê de sê nivîsaran Osman Sebrî hene. Navê nivîsa pêşîn “Mijo û Xanê” ye . Di vê nivîsê de qala serpêhatiyeke serekêşîrên kurdan tê kirin, bi riya vê nivîsê Osman Sebrî balê dikêşe ser qedirgirtina kurdan a mêrxasiyê. Her wiha peyva hingaftin bi wateya lêkan, berberî bi wateya rikeberî, geran bi wateya îdare hatiye bikaranîn. Nivîsa duyemîn a di vê hejmarê de der barê neçîra ajalan de ye.
Di vê benda dirêj de ew bi kitekit qala neçîrkirina ajalên cur bi cur çi avî çi jî bejî, çi rawir çi jî balinde dike. Nivîsa sêyemîn a di vê hejmarê de bi sernavê “Şêxê Barzan çawan firandin?!..” hatiye weşandin. Ev nivîs jî qala serboriya şêxekî dike ku bi destê mirîdên xwe yên nezan hatiye kuştin. Rêzenivîsa der barê Napolyon Bonapartî de di vê hejmarê de jî didome.
Di hejmara 18’an a kovarê de sê berhemên Osman Sebrî hatine weşandin. Yek ji wan nivîseke bi navê “Hevalê Çak” e. Di vê helbestê de ew qala xortekî welatparêz ê bi navê Ehmedê Baravî dike; wî xortê ku bi dilsoziya xwe baweriyeke xurt daye nivîskarî û bi mirina xwe ya berwext jî dilê nivîskarî êşandiye. Bi vê êş û janê wî li ser kêla gora Ehmedê Baravî ev tişt daye nivîsandin:
Me armanc azahî û bû her
Di wê rê de danî can û ser
Berî bigihêne daxwazê
Felekê gote min: razê
Bê dem ez çûme goristan
Bijîn her kurd û Kurdistan!
(Ronahî-18, Berhevok: 343)
Her du rêzenivîsên wî (Napolyan û Nêçîr) ên ku di hejmarên berê de dest pê kiribûn di vê hejmarê de didomin. Di hejmara 19’an de rêzenivîsa der barê Napolyon de didome, lê rêzenivîsa der barê “Nêçîr”ê de nehatiye weşandin, li şûna wê rêzenivîseke der barê ola êzdiyan de dest pê dike. Di vê nivîsê de Osman Sebrî der barê ola êzdiyan de agahiyên berfireh pêşkêş dike, ewên ku wî ji şêx û mîrên êzdiyan berhev kirine. Di vê hejmarê de ji bilî rêzenivîsan helbesteke welatparêzî a Osman Sebrî jî hatiye weşandin. Di vê helbesta bi navê “Berdiliya Mihokê” de ew qala serpêhotiya xeyalî ya zarokekî dike ku dê û bavê wî bi destên neyaran hatine kuştin. Di vê helbestê de peyvên mîna “hilmiştî (pêkhatî)”, hêviştin (parasttin), “sûtin (tûjkirin)” peyvên kêmnas in.
Di hejmara 20’an a Ronahiyê de ji bilî rêzenivîsa Napolyon du nivîsên din cihên Osman Sebrî hatine weşandin. Rêzenivîsa bi navê “Ola Êzdiyan” ku di hejmara berê de dest pê kiribû li binî jî “dûmahîk heye” hatibû nivîsandin, di vê hejmarê de nîn e. Di vê hejmarê de ev helbesta ji bo zarokan bi navê “Zozan” hatiye weşandin:
JI Şl’RÊN ZAROKAN :
ZOZAN
Zozanên me bilind in
Tev bi zevî û gund in
Di wan hene avên sar
Jê kêm nabin ber û dar
Raxerê wan gulçîçek
Teyr û tû tê lek bi lek
Havînan em diçin wan
Tevî koç û pez û gan
Derbas dikin rojên germ
Li ser wê nefela nerm
Dilîzin her direvin
Heyanî koç dakevin
Dema çiya dibin sar
Paîz dibe em tên xar.
OSMAN SEBRÎ (Ronahî -20, Berhevok: 387)
Piştî wê jî nivîsa bi navê “Çend gazin” tê. Di vê nivîsê Osman Sebrî gazina ji wan kesan dike ewên ku xwende ne, lê nivîsên xwe bi zimanên biyanî dinivîsin, bi ser de jî bi nivîsên kovarên kurdî qîma xwe naynin. Rêzenivîsa der barê jînenîgariya Napolyon de di vê hejmarê de jî berdewam dike. Ji bilî wê, Osman Sebrî di vê hejmarê de nivîsek bi navê “Terlan” nivîsandiye. Di vê nivîsê de çîrokeke ku mirov jê dersê bigire, hatiye nivîsandin. Di çîrokê de serpêhatiya padîşahekî ku kul li canê peyda bûye û dermarnê birîna wî, serekê teyran “Terlan” heye. Ew şahê teyran ji ber sinc û helwesta xwe xerab teyran baş ji xwe dûr dixe, ji ber vê yekê di sala yekem de wezîrê wî baz e, ew nahêle ku Terlan bê kuştin, xwe feda dike, sala duyem wezîrê wî sipir, ew jî nahêle ku Terlan bê kuştin xwe feda dike, lê sala sêyem wezîrê wî qijik, ew li şûna ku xwe feda bike, Terlan dide pêş û dibe sedema kuştina wî. Di vê hejmarê de nivîsa dawîn a Osman Sebrî rêzenivîsa wî ya der barê ola êzdiyan de ye.
Di hejmara 21’ê ya kovarê de her du rêzenivîsên Osman Sebrî; Napolyon û Ola Êzdiyan berdewam dikin, ji bilî van nivîseke bi navê “Şîna jinekê” jî li ser navê wî derketiye. Di vê nivîsê de Osman Sebrî qala rewşa kurdan û lêqewimiyên serhildana Agirî dike. Hejmara 22’yan de bi tenê rêzenivîsa der barê Napolyon de wekî nivîsa Osman Sebrî bi ber çavan dikeve. Di hejmara 23’yan de di gel rêzenivîsa der barê Napolyon Bonapart de, Osman Sebrî dest bi rêzenivîseke der barê Selahedîn Eyûbî de dike. A rast ev ne nivîseke wî bi xwe ye, ew kurteya wergera pirtûkeke bi navê “Jîna Selahedînê Eyûbî” ya Dr. Ehmed Bêlî ye. Her çi qas pirtûk bi naveroka xwe ne bi dilê Osman Sebrî be jî ji ber ku tu çavkaniyên jê baştir der barê Selahedîn de bi dest naxe, vê pirtûkê bi kurtebirî werdigerîne ser zarê kurmancî.
Di hejmara 24’an a Ronahiyê de sê nivîsên Osman Sebrî hene. Du heb ji van rêzenivîsên bi navê “Napolyon” û “Selahedîn” in, nivîseke jî bi sernavê “Ziman” di vê hejmara kovarê de hatiye belavkirin. Di vê nivîsê de Osman Sebrî qala merheleyên ku zimanekî û rê û rêzikên hînbûna zimanê nivîskî dike. Li gorî wî kesek ji bo hînî zimanê nivîskî bibe divê di van qonaxan re derbas bibe: “Sala pêşîn bi xwandin û nivîsandina nivîsarên kurdî derbas bike, sala duduyan bi nivîsandina çîrok û meselokan, sisiyan bi guhartina bend û kitêbên biyaniyan.”(Berhevok, hejmar 27: r. 487)
Her wiha li gorî baweriya wî zimanek bi heta nekeve warê nivîsandinê nabe zimanekî bi tabîr û îstilah. Di encama nivîsê de jî wî bal kişandiye ser girîngiya wergerandina berhemên ji zimanên biyanî. Di hejmara 25’an de bi tenê her du rêzenivîsên wî “Napolyon” û “Selahedîn” hatine weşandin. Her wiha di hejmara 26’an de jî bi tenê ev her du rêzenivîsê Osman Sebrî berdewam dikin. Di hejmara 27’an a Ronahiyê de li ser navê Osman Sebrî bi tenê rêzenivîsa der barê Napolyon de bi ber çavan dikeve.
Di hejmara 28’an anku di hejmara dawîna a Ronahiyê de jî bi tenê her du rêzenivîsên bi navê “Napolyon” û Selahedîn li ser navê Osman Sebrî hatine çapkirin. Ji bilî van nivîsên ku li ser navê wî bi xwe hatine weşandin, nivîsek jî di hejmara 14’an a kovarê bi nasnavê “Lawût” hatiye weşandin. Li gorî ziman û naveroka nivîsên ku bi vî navî hatine nivîsandin, ev kes jî Osman Sebrî bi xwe ye. Di kovara Hawarê de jî çend nivîs bi vî nasnavî hatine weşandin û şêwaz û zimanê xwe nîşan didin ku ew kes ji bilî Osman Sebrî ne kesekî din e.
Di nivîsên Osman Sebrî de peyv û formên kêmnas û herêmî
Di cefena bi navê “Gurê Pîr (Ronahî-12, Berhevok: 215)” de peyvên mîna”raw”, “şelp” û “tal” peyvên kêmnas in. Her wiha ji wan peyvên “şor kirin” û “tal” peyvên herêma Semsûrê ne.
şor kirin: l/gh axivîn, peyivtin
Mînak: Piştî hal û xatiran şor kirin her du guran
raw: nd/m neçîr
Mînak: Gurek bûbû pîr û jar / Pê nedibû raw û kar
Rawekê bo me daxî/ Sitra xwe li vir raxî
şelp: nd/m derbe
Mînak: Şelpên gurê pişthişîn/ Bi çavên xwe tu bibîn
tal: rd vala
Mînak: Kalo dê bi destê tal / Zû veger here mal
Di nivîsa bi navê “Li Welatê Çînê (Ronahî-12, Berhevok: 219)” peyv û formên kêmnas û herêmî ev in:
qor: nd/m rêz ~kirin l/gh rêz kirin
Mînak: Generêl rahişte milê şîraniîfiroş û di ber qorên lêşker ra çû û hat.
Hemî leşker qor kirin û gote mêrik dizê xwe nas bike.
Formeke herêmî ku di vê nivîsê de hatiye bikaranîn forma “di nişka va” ye. Ji ber ku devoka Semsûrê de daçeka “ji” nîn e, hin nivîsên Osman Sebrî de jî li şûna vê daçekê, daçeka “di” hatiye bikaranîn. Li şûna “ji nişka ve” bigota, ev form hatiye bikaraîn.
Mînak: Di nişka va deng bi şîranîfiroş ket û got:ev e, ev e.
Ji bilî vê biwêja “li xwe nan” jî biwêjeke herêma Semsûrê ye, tê wateya “li xwe danîn/ mikur hatin”ê.
Mînak: Vê carê serberz li xwe na.
Di vê nivîsê de formeke balkêş jî forma lêkera “kujandin” e. Ji rayeka dema niha ya lêkera gerguhêz “kuştin”ê lêkereke dançêker “kujandin” anku “dan kuştin” hatiye bidestxistin.
Di nivîsa “Mist – Awik (Ronahî-12, Berhevok: 221)” de hinek peyvên herêmî balê dikêşin.
ramedîn: l/ng razan, raketin
Mînak: (…) mîna ko keriyek pezê reş li dora xênî mexel be, cendekên êrişvaniyên neyaran welê deverû ramediya bûn.
lec: nd/m şer, pevçûn
Mînak: Çi gava bigehîştana ser lecê, de Mist-Awik xilaskirana.
Di cefena bi navê “Kerê dengbêj (Ronahî-13, Berhevok: 240)” de lêkeran “kanîn” hatiye bikaranîn, ev jî formeke herêmî ye, di zimanê nivîskî de forma “karîn” tê bikaranîn. Peyveke kêmnas a di vê cefenê de jî “dongî” ye.
kanîn: l/gh karîn, şiyan
Mînak: Nema bi xwe dikanim.
dongî: nd/m encam, dawî
Mînak:Min ev dongî dizanî, lê te bi xwe nikanî.
Di hejmara 14’an a kovarê de li ser navê Osman Sebrî nivîsê bi navê “Terşê Şevê” û “Şêrek bi darekî” hatine weşandin. Di vî nivîsa yekemîn de peyvên mîna “veqelaştin”, “qefsing”, “vegewixandin”, “sênc”, “biring” peyvên kêmnas in. Her wiha peyvên “boç”, “çito” peyvên herêmkî ne. Ji ber ku ev peyv di Ferhenga Mezin a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de hene, em bi tenê li vir hevokên ku tê de derbas dibe wekî mînak pêşkêş bikin.
* Derew jî ne vir da wê da , derewên bi qoç û boç.
*Osoyê xerbende li ser pişta hêstira pêşîn hişk û birin bûbû.
*Te li ku û çito dî?
* Her wekî ez çavên xwe veqelêşim, mi çak dinêrî.
*Bê ko kêsê ji xwe derbaz kim, min berê tifingê da qefsingê.
* Ewçend zarokan lê daye û sehan vegewixandiye ko hal tê nehiştine.
(Ronahî-14, Berhevok: 246-247)
Di nivîsa duyemîn de anku “Şêrek bi darekî (Ronahî-14, Berhevok: 248-249)” de peyvên “serpilkî”, “perû kirin” û “dayîn” peyvên kêmnas in.
serpilkî: h bi awayekî di ser re, ne bi kûrahî û kitekit
Mînak: Di vê çirokê da ji mêraniyè pirtir nefsiyeta kurdan bi ser û berê xwe va xweya dike ko ez ê vî alî, di dawiya bendê da serpilkî binivîsim.
perû: nd/m xelat, diyarî ~kirin l/gh bi xelat kirin
Mînak: Mîr jî ji bo perûkirinê mêrik dixwaze nik xwe.
dayîn: nd/m bac
Mînak: Koçerê min, ji iro bi şûn da nema berevker dayinê ji te distîne.
Her wekî me li jorê jî dabû xuyakirin di hejmara 15’an de bi tenê nivîseke bi navê “Seyê ko gur danî fêza pêz” li ser navê Osman Sebrî hatiye weşandin. Di vê nivîsê de peyvên mîna “sepandî”, “kiz kirin”, “mafir” peyvên kêmnas in. Her çi qas ev peyv di ferhengê de hebin jî em ê li vir rave û pêşkêş bikin.
sepandî: nd/n seyên ku notirvaniya pêz dikin.
Mînak: Keriyê min ê ko sê şivan, serşivanek û car sepandiyên wî bûn; dirêjiya salê di navbera 8 û 13 pezan da bi dev guran va berdidan.
kiz kirin: l/gh engirandin, hêrs kirin, zivêr kirin
Mînak: Vê yeka han ez gelekî kiz kiribûm.
mafir: h hêmin, madem
Mînak: Mafir ko haya le jê heye, te çima ji min
ra ne digot?!
(Ronahî-15, Berhevok: 261-263)
Di hejmara 16’an a Ronahiyê de li ser navê Osman Sebrî du nivîs hene; “Beraz û Berazî” û “Napolyon”. Di nivîsa yekemîn de peyvên mîna “col”, “şûfil” peyvên kêmnas in.
col: nd/n kerî
Mînak: Di kelekela nîvro de colekî berazan li pêş wan rabûbû.
şûfil: nd/n stro
Mînak: Perazê ko bi du berikan î bi birîn bû, çi gava bigehêşlayê, de bi şûfilên xwe, ew bi du qelan kira.
(Ronahî-16, Berhevok: 291)
Di hejmara 17’an de sê nivîs li ser navê Osman Sebrî derketine; “Mijo û Xane” , “Nêçîr” û rêzenivîsa der barê Napolyon de. Peyvên kêmnas di nivîsa “Mijo û Xane” de:
herde kirin: l/gh fehm kirin, tê gihêştin.
Mînak: Dema yek li vê sernamê binêre, di nifşa pêşîn da tiştekî jê herde nake.
geranek:nd/gh rêveberî, kargerî
Mînak: Hikûmeta tirk ji bo aşkirina serxwerabûyan, di bin serekiya Hemedoyê Birho da geraneke xweser dabû xelkê Sasûnê.
hingaftin: l./gh/ hingêv lê dan, lê xistin
Mînak: Mijo bi berika dudûyan ew serika jî hingaft.
xirêf: nd/m ziyafet
Mînak: Sibetirê Hemedoyê Birho tevî peyayên wî vexwande mala xwe û jê ra xirêfeke bi semt çêki..
zîvhilî: rd bi zîv kiraskirî
Mînak: Tifingeke zîvhilî jî dayê.
(Ronahî-17, Berhevok: 309)
Di rêzenivîsa bi sernavê “Nêçîr (Ronahî-17, Berhevok: 317-322)” de ev peyvên kêmnas û herêmî cih digirin:
cit bûn: l/ngh çikilîn, daçikilîn
şanpaz: rd şareza, destbikêr, jêhatî
Mînak: Dema nêçîrvan diçin diyarê zinarê ko gom tê da, nêçîrvanê şanpaz di rùyê zinêr ra dadikeve gomê ù koviyên tê da direvîne.
gaz: nd/m dirêjiya ji serê mil heta serê tiliyê anku teqrîben 70-75 cm.
Mînak: An lingê wî dişemite, an jî di nîvê rê da kovî xwe lê diqelibînin û di bilindiya 800-1000 gazî da dikeve xarê ko perçê wî yê mezin guh dimîne.
dubirang: nd/n teyrê nêçîrvan
Mînak: Ji van, li welatê me, teyrêreş û dubirang hene.
terlan: nd/n teyrê reş, dubirang
Mînak: Hinek ji kurdan bi teyrê reş ra terlan jî dibêjin.
metran:nd/m rimê nêçîrvaniya masiyan.
Mînak:
zîvar: rd xizan
Mînak: Xelkê van her du qezayên Kurdistanê zîvar û dewlemend, biçûk û mezin vê nêçîra han dikin.
bestî: nd/n kewê girêdanê
Mînak: Bestî bi kewê girêdanê ra tê gotin.
pêngav:nd/m ava li pişt bendê kom bûyî, peng dayî.
Mînak: Gava av li ser riya kevin hâte birîn, masî cih cih di pengavan da û hinek jî li giharê dimînin.
metran: nd/m rimê masîgirtinê.
Mînak: Metran pişk wekî rimê ye, bi tenê serê wê î dunukul e. Bi dawiya metranê va benek
heye ko serîkî wî benî bi pista masîrvan va girêdayî ye
margiros: nd/n kewê nêr ê bi tenê.
Mînak: Dema meha biharê a paşîn kew dibin zo û mêkew hêkan dikin û li ser rûdinin, kewên
Çatî bi gîhandina du kewan tê pê. Ev kewana bi biçûkî têne girtin û xwedîkirin. Dema yeksalî dibin dudûyên wan di qufikan da bi hev va girêdidin; di çiloreşan da pê diçin nêçîrê.
(Ronahî-17, Berhevok: 320)
Wekî peyvên herêmî em dikarin çêlî peyvên mîna “gewende”, “dûman”, “doş bûn” bikin. Her wiha peyvan “xwar”jî wekî devoka herêma Semsûrê wekî “xar” hatiye nivîsandin. Wekî din jî, ji ber ku di devoka Semsûrê de daçeka “ji” nîn e, li şûna wê “bi” hatiye bikaranîn.
Nimûne: Hinek ji kurdan bi teyrê reş ra terlan jî dibêjin.
Di vê nivîsê de cureyên masiyan ên mîna “ferxe”, “şawût” hene ku em bi qencî pê nizanin. Dîsa cureyên kewan ên mîna “marî”, “çatî”, “bestî”, “margiros” di vê nivîsê de hatine dayîn.
Di nivîsa bi navê “Şêxê Berzan çawa firandin? (Ronahî-17, Berhevok: 326-328)” de peyvên kêmnas ev in:
babilîsk: nd/m sedsal
Mînak: Di serê babilîska bîstan da li qeza Zîbarê şêx Mihemedê Barzan di nav esîrên Mizûrî, Şêrwan û Berojiyan da navekî bas biri bû.
xaneqe: nd/m tekiye
Mînak: Tayê binî mizgeft û yê dudûyan xaneqe (tekiye) û yê sisiyan dîwan e.
Di rêzenivîsa bi sernavê “Napolyon (Ronahî-17, Berhevok: 330-332)” de peyv û şayesên kêmnas ev in:
çavpanî kirin: l/gh serşorî kirin
Mînak: Çi kesê korsîkî ko tolek li ser hebe, çavpehniyê bike û tola xwe nestîne di, nav xelkê xwe da bê rûmet tê nasîn.
dongî:nd/m aqûbet
Mînak: Tevî vê camêriya ko xelkê giravê rave dikirin, dongiya korsîkiyan bîr birin ne dijwar bû.
sertan:nd/m penceşêr
Mînak: Lê hîn di nîvê xortaniyê da, berî ko bigehe çelî li bajarê Monpêliyê bi nexweşiya sertanê mir, herwekî kurê wî Napolyon jî paşê pê çû.
bavmarî: nd/n zirbav
Mînak: Bavmariyêwê ê siwêsrî ew li ser bingehine çak gîhandibû ko têgihêştin, bîr birin, nasîn û zanîn jî kiri bûn hevalê çelengiya wê a yekta.
şivîşk: nd/m şik, guman
Mînak: Bê şivîşk kurên ko di himbêza diyeke holê da mezin bibin, teqez de çavên wan li pêşiyê û para wan, mezinatî be.
Di hejmara 18’an de li ser navê Osman Sebrî nivîsek bi navê “Hevalê çak” û rêzenivîsa “Napolyon” hatine weşandin. Her wiha nivîsek jî bi navê “Çawan çentê wezîrê eleman dizîn” li ser navê yekî bi navê“Lawût” hatiye çapkirin ku li gorî baweriya min ev jî nasnavekî Osman Sebrî bi xwe ye.
Peyvên kêmnas û herêmî di nivîsa “Çawan çentê wezîrê elemanî dizîn (Ronahî-18, Berhevok: 340)” de ev in:
şargeh: nd/m stargeh, cihê xwe spartinê.
Mînak: Van her du jinan (de û keç)rojê pê da xestexanê û şargehên belengazan ziyaret dikirin û bi destekî comerd xêrxwaz arîkariyê wan dikirin.
velo kirin: l/gh pişkinandin, seh kirin
Mînak: Dema Gestapo dora xaniyê bijîşk girt û velo kir, ne nexweş, ne jî bijîşk û keç û jina wî ne hatin dîtin.
Di nivîsa “Hevalê çak” de peyvên kêmnas û herêmî:
sîngjar: nd/m penceşêr
Mînak: Lê felekê ro bi serê Ehmedê ne xist û di sala 941an da sîngjara malkanbax destê xwe ê xwînrêj dirêjî kezeba Ehmed ki
Di rêzenivîsa “Nêçîr (Ronahî-18, Berhevok: 347-349)” de peyvên kêmnas û herêmî:
berpê kirin: l/gh pêşkêş kirin
Mînak: Herwekî di dawiya bendê da min ji xwandevanên Ronahiyê ra goti bû, ev e ez awayê xwedî kirin û daxistina teyrên nêçîrê jî bi bendeke xweser berpeyî wan dikim.
venişt: nd/m cihê lê veniştinê
Mînak: Veniştek, ji sê daran tê çêkirin ko wekî kursiyekê ye.
tûle bûn: l/ngh pûrt weşandina teyrên nêçîrê.
Mînak: Her sal di çilê Havînê da teyrên nêçîrê pûrta xwe diweşînin ko bi vê ra « tûle » dibêjin.
qesîl: nd/n giha, hêşînahî
Mînak: Di meha Biharê a dawiyê da divê nêçîrvan di odeya ko dike teyr bi xwedî bike da hin qesîl (hêşinayî) biçîne.
pirçazkî: rd pûrt weşandî
Mînak: Gava ket serê Havînê, pûrta teyr rengê xwe digihare, pirçazkî dibe ù dest bi weşînê dike.
avsîr: nd/m avşor
Mînak: Xwarin, di heftê da qe ne car caran şîranî û car caran jî avsîr (ji rûn an ava goşt û nan û sîrê çêdibe ) dayîn.
meras:nd/m di rex hev ra meşîna nêçîrvanan
Mînak: Nêçîra kêvroşkan bi tajiyan; awayê çaktir, bi girtina merasê dibe.
sow: nd/m cinsê heywanan
Mînak: Sowa tajiyan jî wek ên hespan gelek in, lê ne bi nav û binyat in.
Di rêzenivîsa “Napolyon (Ronahî-18, Berhevok: 369-370)” de peyvêne kêmnas û herêmî:
tewz: nd/m henek, qerf
Mînak: Bi vi halê dihevdaketî hevaliya wî bi keçikê ra, hevalên wî pê dikenandin û dikirin armanca tewz û tinazên wan.
torin: rd esilzade
Mînak: Di demekê holê da û bi aqilê han, gava kurê malmezinan bi berîkên tijî, gûrî ù oflazî di dibistana Briyenê da dixwandin, kurê avokat Karlo Bonapart Napolyon bi berîka xwe a vala hat kete nav vê koma torinan.
por kirin: l/gh nixamtin
Mînak: Pêşî û dorhêlên dibistanê ji berfê û bîsoyên wê hati bûn por kirin.
Di hejmara 19’an a kovarê de helbesta bi navê “Berdiliya Mihokê” û rêzenivîsên bi navê “Napolyon”, “Êzdî û ola wan” li ser navê Osman Sebrî hatine weşandin. Di helbesta bi navê “Berdiliya Mihokê (Ronahî, Berhevok: 395)” de peyvên kêmnas:
hilmiştî: rd qelew, dagirtî
Mînak: Çi binhêr biçûkek lewend û çeleng / Hilmiştî û zîrek di rewşa pileng
dirotin: l/gh parçe kirin
Mînak: Van peyvan hinav ji biçûkî dirot
hêviştin:l/ghparastin
Mînak: Niho bes divê min vî cane bê xêr / Bihêvşim bo evdê heya bûme mê.
Di rêzenivîsa “Êzdî û ola wan” de peyvên kêmnas:
dêlindêz: nd/m merasim
Mînak: Gava gunehkar here ber destê wî tobe bike, dikare piştî hin dêlindêz û merasim wî kesî helal bike.
sindûrik: nd/m sandoq
nûsikandin: l/gh zeliqandin
Mînak: Her car lingên têxt li car kursiyan hatine siwar kirin û li dor hêla têxt, ji bo her çar pêxemberên xudan kitêb car sindirûk û di pişt wan va jî, ji bo gewretirên ola êzdi bîst sindirûk hatine danîn ko ev bîst sindirûk bi dîwarên şikeftê va hatine nûsikandin.
zinc:nd/m şiv
Mînak: Doraliyên têxt bi heft zincên ( şiv ) zêrinî hatine girtin.
dûş: nd/m teng, tal
Mînak: Li ser baweriya êzdiyan, di dûşa newala Laleş da li ezmên kaniyek heye û di ber wê kaniyê da jî dareke mezin heye ko tilahyên wê berjêr û rehên wê berjor in.
Di hejmara 20’an de pênc nivîsên Osman Sebrî hatine weşandin. Em ê peyvên kêmnas û herêmî yên di van nivîsan de li xwarê bidin. Ji van yek helbesta ji bo zarokan e û navê wê “Zozan” e, di vê helbestê de tu peyvên kêmnas bi ber çavan nakevin. Di nivîsa bi navê “Çend gazind” de hinek formên herêmî hene. Bo nimûne, di vê hevokê de dema niha bi forma herêmî hatiye bikaranîn anku “e”yekê bi dawiya lêkera kişandî dixin û bi vî awayî dema fireh û dema niha ji hev cuda dikin.
* Tevî vê yekê, ez dinêrim ko hinek ji kurdên xwanda, nemaze gelparêzên wan, bi xwandin û nivisandina zimanê xwe ra bendewariyeke hêja rave nakine…
* Li çend cihan bi guhên min ketiye ko hin ji bilindxwandayên me, bi têxistiyên kovarên me qîma xwe nînine.
velo kirin: l/gh rijandin
Mînak: Berikên kîjanî ji wan velo bikî, reşbelek û defternotên wan bi zimanên tirkî û erebî ne.
Di rêzenivîsa “Napolyon (Ronahî-20, Berhevok: 393-395)” de peyvên kêmnas û herêmî:
cewêlek: nt reben, xizan
Mînak: Hingê di welatê Franseyê da sê bir xelk hebûn ko torin, olvan û cewêlek.
Gotina pêşiyan: Coyê sist li eniya xwediyan dikeve.
Mînak: Herweki bav û kalên me kurdan gotine «çoyê sist li eniya xwediyan dikeve » melikê Franseyê jî serê xwe cezayê wê sistiyê da.
pifî bêvila yekî kirin: fît kirin, pîj kirin
Mînak:. Ji xwe kesên ko pife bêvila wan dikirin jî hebûn.
pandî:nt kesên ku dipên, peywirdar
Mînak: Dergehê vê hepsa kevnare bi zor vekirin, hemî pandiyên wê kuştin
devce bûn: l/ngh no û har bûn
Mînak: Gava piştî vê kira han tu xurtî ji hikûmetê ne dîn, bi carekê devce bûn û peyayekî hikûmetê di kû da dîtin kuştin û nema hesabê kesî kirin.
hêvotin[1]: l/gh/hêvoj handan û teşwîq kirin
Mînak: Ji bo ko nekeve ber destan, her gav mêrê xwe dihêvot; da ko tevî zarokên xwe birevin Nemsayê cem brayê wê Imperator Lêopold.
hêreker: nd bîner, temaşevan
Mînak: Li ber vê kira han, melik ew kumê qirêj girt û da serê xwe; hêreker jî bi vi halê han dikenin.
Di nivîsa bi navê “Terlan (Ronahî-20, Berhevok: 396)” de peyvên kêmnas û herêmî:
çar kirin: l/gh peyda kirin, bîter kirin
Mînak: Gelek hekîm û bijîşk anîn ser; lê nikari bûn jê ra dermanekî çar bikin.
saldîde: nd/nt navsere, kal
Mînak: Di nav nêçîrvanan da kaleki saldîde hebû.
qilaçe: nd/m kozik
Mînak: Di serê gelî û bilindcihekî da qilaçeya xwe çêkirin û laşê du sê pezan avêtine dorhêlê.
Di nivîsa “Êzdî û ola wan (Ronahî-20, Berhevok: 400)” de peyvên kêmnas û herêmî:
rûdan ser yekî: zor dan
Mînak: Gava min rû da ser, xwe bi vê gotine ji min xilas kir:
nûçe: nd/m dengûbas, xeber
Mînak: Karê koçekan, her gav ji pêşendeyê nûçeyan didin û nexweşan bi dian xweş dikin; an bi axa avahiyeke miqedes teberikê salixî nexweşan didin.
Di rêzenivîsa bi navê “Napolyon (Ronahî-21, Berhevok: 411-412) de peyvên kêmnas û herêmî:
pêşende: nd/m ayende, pêşeroj
Mînak: Van ramanên han pêşendeyek tarî tanîn ber çavên wî ko çav berda kêsên hêja heya ko jê destkewtî bibe.
kolî:nd/m mêtingeh, mistemere
Mînak: Korsîka ko berê koliya Franseyê bû, piştî serxwerabûnê kirin wîlayeteke Franseyê û bi wî çavî li xelkê wê hate nihêrtin. Kolî bi mana mistêmerê têt. Kurd bi rzanên eşirî dibêjin filan eşîr koliya filan axayî ye.
Şîna jinekê: li ser gora Birho(Ronahî-21, Berhevok: 411-412):
veliqitîn: l/ngh fetilîn, zivirîn, wegerîn
Mînak: Di nav ax û waxên bêfêde da li ser teniştê çep û rast vediliqitîm; min çi dikir qet riya xewê bi çavên min ne diket.
kilox: nd/n serî, qaf
Mînak: Di nava nivînan da, derd û kulan wekî teyrên bilatexur dirêjî kiloxê min dikirin.
pengizîn: l/ngh pekîn, hilpekîn
Mînak: Bi vê hilweşînê ra ez jî wekî kevirê ko ji avahiyên hilweşiyayî dipengize, tot bûm û çûm…
hêre: nd/m menzere, xuyang
Mînak: Nêrîna wê hêreyê ( menzere ) dil û hinav ji mirov diperitand.
Di vê nivîsê de çend peyv hene em bi xwe jî pê dernexist ka wateya zelal a wan peyvan çi ye. Yek ji van peyvan “vemitikîn” e. Di nivîsê de bi vî rengî derbas dibe: “Dema ko Rom li me vemitikî”. Li gorî vê hevokê wateya wê tiştekî wekî “lê rabûn” û “lê har bûn” e. Peyva “mitik” di kurmanciya Semsûrê de bi wateya jehrê tê bikaranîn. Dibe ku têkiliya wan her du peyvan bi hev re hebe. Peyveke din jî “hurikîn” ye. Ew jî bi rengî derbas dibe “Keçek min ma bû ew jl hurikî”, ji vê hevokê tê fehmkirin ku wateya tiştekî wekî “ji dest çû” ye. Peyveke bi heman rengî ku wateya wê nayê zanîn rengdêra “tertilî” ye. Ew jî di hevokê de bi vî rengî hatiye bikaranîn: “Bi tevgereke tertilî da ser dilê xwe û guvaşt; kûfineke bê awa bi ser kek.” Belkî bi wateya bi hesret û hezkirin hatibe bikaranîn. Di hevoka “Mafir mîrasa ked û xebata bav û kalan ji me ra dimîniye; ji bo çi em ji mîrasa kirên wan en kirêt ù bêrê bê par bimînin.” Dema niha bi forma herêmkî hatiye bikaranîn, anku li şûna “dimîne”, forma “dimîniye” hatiye bikaranîn.
xişor: nd/m pizot û agirê nîvtemirî
Mînak: Her ko min li pêş xwe 1i wan her du cendekan nihêrt û hevdeyên şînê ù xwe kuşlina jinikê hate ber çavên min, ber wekî sêlek xişor bi ser dil û hinavên min wer be.
gurik: nd/m pêt û alav
Mînak: Pêl û gurik li dil radibûn û di dev û kepoyê min ra bi der diket..
bazgûrî yekî bûn :l/nghlava kirin, li ber gerîn
Mînak: Bixebitin û paşê bazgûrî Xwedê bibin; heke daxwaza we ne da hînga gazindan bikin…
Gotina pêşiyan:
* Ma nayê bîra te ko bav û kalên we kurdan gotine: « bi gur be ko tu guraxwarî nebî ».
Di hejmara 22’an de bi tenê nivîsek li ser navê Osman Sebrî hatiye weşandin, ew jî rêzenivîsa der barê “Napolyon (Ronahî-22, Berhevok: 429-431)” de ye. Di vê nivîsê peyvên kêmnas ev in:
sersemer: nt sitvan
Mînak: Di dawiya tebaxê da. bi ritba sersemeriyê (yuzbaşî) vegerandin firqa wî.
poxan: nd/n cih û war, mesken
Mînak: Dema malbata Bonapart giha îskela Marsîlyayê, bê ko bikarin ji xwe ra poxanekî (mesken) peyda bikin, xwarina wan a rojekê tune bû.
dûşk: nd/m diş
Di hejmara 23’yan a kovarê de rêzenivîsên “Selahadîn” û “Napolyon” li ser navê Osman Sebrî ji xwe re cih dîtine. Peyvên kêmnas di rêzenivîsa “Dîroka Jîna Selahadîn (Ronahî-23, Berhevok: 452-454)” de ev in:
hingehing: nd/m gurmegurm, xurmexurm
Mînak: Dama çavên xwendevan di dawiya kitêbê da bi navên kaniyên ko têxistiyên kitèbê jê hatine standin dikeve, tê bîra wî ko de dîroka serine xurt û bi hingehing bixwîne.
Peyvên kêmnas di rêzenivîsa “Napolyon (Ronahî-23, Berhevok: 458-460 )” de ev in:
zînat: nd/m zilm, zordarî
Mînak: Ew miletèn ewropayi ko di bin nîrê zînata (zilm) melîkiyê da bê eman mane de wek Belçîka û Sawayê xwe bidine ser fransizan û an bibin hevalbendên wan.
term: nd/m kabûs
Mînak: Xelaskarekî welê ko ew terma (kabûs) daketî ser sînga gelê Fransiz raki
kang: rd xafil
Mînak: îngilîz jî di hêla xwe va li vê yeka han kang (xafil) ne ma bûn.
serberz: nd/n serbaz
Mînak: Heya rojekê ewçend nîzîkî neyaran bû ko bi serberzekî (neferekî) ingilîz va bi destelepê rahîştine hev
Di hejmara 24’an de li gel rêzenivîsên der barê “Napolyon” û “Selahedîn”de, bendek der barê “Ziman” de li ser navê Osman Sebrî hatine weşandin. Di nivîsa “Napolyon (Ronahî-24, Berhevok: 470-472 )” de peyv û qalibên kêmnas û herêmî:
sergerm kirin: l/gh li tiştekî sor kirin, handan
Mînak: Piştî ko Napolyon bi gotinên xwe ên canvejîn leşkerê xwe dihêvotin (hêvotin.teşwîq) û sergerm dikirin; bi du sed top agirê dûjeheke birastî bi ser serê neyarên xwe da dirijand û xwe diêxiste xeterê.
dest li ber xwe berdan: ji desthilanînê ketin. (biwêj)
Mînak: Dawî ïngilîzan dest li ber xwe berdan û di bin tariya şevê da bi sedan kuştî û birîndar li pê xwe hîştin û ji kelehê bi derketin.
nêhrek: nd/m xuyang, hêre, menzere
pengxwîn: nd/m gola xwînê
Mînak: Gavek erd tine bû ko cendekek dudu, an pengxwînin tê da ne ketana ber çavên nêrevanan.
Di nivîsa “Selahedîn (Ronahî-24, Berhevok: 481-483 ) de peyv û formên kêmnas û herêmî:
qencîbîr: rd kesê ku qenciyan ji bîr dike.
Mînak: Bi vê yekê Zengî ji xelkê ra da zanîn ko ne mirovekî qencîbîr e.
qencîker: rd kesên ku qenciyê dikin
Mînak: Necmedîn, ne dixwast bi birayê xwe ra û ne jî bi leşkerê kurê qencîkerê xwe ra şer bikira.
tewitî: rd tebitî
Mînak: Tevî ko wê hîngê hemî mîrekên Sûriyayê çav da bûn nêçîra direndeyan û xwedî kirina teyran, ew –Selahedîn wekî bavê xwe tewitî û sergiran dima.
Di devoka Semsûrê de gelek caran dengê “b” yê dibe “w”, di vê peyvê de ev tişt pêk hatiye.
Hûlî: awayek lîstik e ko lîzbaz li ser pitşa hespan bi daran li gogekê dixin û dilîzin. Ji bo vê lîstikê siwariyeke xurt û bi hiner divê. Mixabin ko wekî hemî kêfan ev lîstik jî îro li nav kurdan ne maye.
Di benda bi navê “Ziman (Ronahî-24, Berhevok: 486-487)” de peyvên kêmnas û herêmî:
koç: nd/m qonax, merhele
Mînak: Berî ko ziman têkevin warê nivîsandine sê koçan (merheleyan) derbas dikin;
paşpê: rd berevajî
Mînak: Çiqas ko ev her şeş koçên ban dudu bi dudu ji hevin jî, di awayê danîna xwe da, ê paşpê ne.
guranî: nd/m kamilbûn
Mînak: Paşê çaxa koka zimên gîhaye guraniyê (kemalê) û secî li guhê xelkê xweş hatiye…
xweşxwan: nd/m helbest
Mînak: xwestine hîn pirtir bi pêş kevin xweşxwan (şîir) jî gotine.
duta: rd duqat, ducar
Mînak: Heke em tine bûna dibistanên kurdî jî bidin ber çavên xwe, divê dijwariya hîn bûna vê yekê duta bibe.
Di hejmara 25’an de bi tenê her du rêzenivîsên wî “Napolyon” û “Selahedîn” hatine weşandin. Di nivîsa “Napolyon (Ronahî-25, Berhevok: 498-500)” de peyvên kêmnas û herêmî ev in:
hing: nd/m derbe
Mînak: Li ber van hingên (derbe) han hikûmeta Parisê mecbûr bû ko rastiyê bide ber çavên xelkê û bêje: « welat ketiye talûkê ».
dererê: rd awartê, neasayî
Mînak: Berî her liştî bi çêkirina hin qanûnên dererê çavên neyarên cimhûriyetê şikand, heya ko bikari be bi dilekî rihet berê xwe bide neyarên derî welêt.
qertemêr:rd kalemêr
Mînak: Welê ko hemî xort şandine qada şer; qertemêr ji bo çêkirina çek û sîlehan ajotine karxaneyan.
nexweşnêr: nt kesên ku li nexweşan dinêrin
Mînak: herçî jin ji bo dirûtin û vegirtina çadiran, nexweşnêrî û çêkirina xwarinê xebitandin.
pîngaze: nd/m kesê ku bibe sedema tirs û paxav
Mînak: Heke Tûlon ji neyarên derve ra bû bû pîngaze û çavê wan tirsandi bû jî; zabitê korsîkî Bonaparte kiçik ew jî êxisti bû dest leşkerê cimhûriyetê û bi carekê welat safî kiri bûn.
Di hejmara 26’an a Ronahiyê de jî bi tenê du rêzenivîsên Osman Sebrî “Napolyon” û “Selahedîn” cih digirin.
Di nivîsa “Dîroka Jîna Selahedîn (Ronahî-26, Berhevok: 522-524) de peyvên kêmnas û herêmî:
derax: nd/n pêvajo, heyam
Mînak: Di wî deraxî da bû ko piştî qels bûna xîlafeta Ebasiyan, hikûmeta Selçoqiyan sînorê xwe ê roavayê gîhandi bû ber paytexta împeratoriya rohelat Qustantaniyê û ew tehdîd diki
sêwlek: nd/n zarok, sengele
Mînak: A dudiyan, leşkerê ko bi van mîrekan ra dihat, piraniya wan ne peyayên şer û rûmetê; lê sêwlek û pêxasên bê kar û xebat bûn.
binecî: nt niştecih, xwecihî
Mînak: Ji ber vê yekê rê û rêzanên şerevaniyan ne dizanîn û herçiya jê dihatin bi xelkên bindest û binecî dikirin.
gihar: nd/m qad, meydan
Mînak: Cihê ko dixwast ortodoksan ji giharê rake û berê alema mesîhiyan bide dêra Romayê bi tenê;
Di hejmara 27’an de her çi qas di destpêka kovarê de navê rêzenivîsa “Selahedîn” hatibe dayîn jî li şûna wê rêzenivîsa “Napolyon” di hejmarê de derdikeve pêşberî mirov.
Di rêzeya 11’em a nivîsa “Napolyon (Ronahî-27, Berhevok: 553-555) de peyvên kêmnas û herêmî ev in:
hêrgiz: h teqez
Mînak: Kîjan kom an hikûmet salekê li ser hikim ne diman; hêrgiz[2] dihate guhartin.
gengaz: rd hêsan
Mînak: Ew nizama ko di demekê lihevketî da û ji bel hin meqsedên siyasî hati bû çêkirin, tu car bi gengazî ne dihate meşandin.
viridîq: nd/m gef û navtêdan
Mînak: Lê koma kongrê tewitî bi derket; bi viridîqan ne tirsî û li ser ramana xwe ma.
zîtir zîtirî kirin/zîtirandin: l/gh parçe kirin
Mînak: Herwekî dixwastin çavê serek bi zîtirandina cendekê lebatê kuşti bitirsînin; bi kêr û xenceran zîtir zîtirî kirin ù heya kùçe û kolanan rakişandin.
cemekexwer: nt mûçexur
Mînak: Dema wezîrê eqilmend dît ko dewleta Selçoqî li ser milên leşker û zabitên kole û cemekexwer [bi meaş] rabûye, ji bo ji hev da neketina wê pir tevdîrên baş danîn.
Di vê nivîsê de peyva “vekirin” di wateya “fetihkirin”ê hatiye bikaranîn.
Mînak: Çi qumandarekî ko bi karekî çak radibûn jê ra serdariya kelehekê an bajarekî didan; ko vê yekê hezkirina xebat û vekirina welatan dixiste dilê wan.
guhbel: nt ajan, sîxur
Mînak: Bi ser van tevdîrên han da her gav nimînende û guhbelên wî di nav welêt da kêm ne dibûn û ji gunehekî biçûk ra çavên xwe ne digirtin.
hêvotker: nt perwerdeker
Mînak: Ew serek û qumandarên ko berê di deslên ne qencan da lêdidan, bûn hêvotker û pistmêrên wan.
avzêm:nd/m çavkanî
tilxiro: rd ji desttêwerdanê re vekirî
Mînak: Halê welêt pîs û nîzam tilxiro bû, tîcarel vemirî, neçarî ù belengaziyê ji nû va
serî hilda û di her aliyê welêt da, wek cendekê pirbirîn, avzêmên fesadî û gelaciyê vebûn.
dûzan: nd/m pergal
Mînak: Çiqas ko di nav van lihevketinan da carcaran yek yek destên xurt bi derdiketin û serekî hefsarê welêt di dest xwe da digirtin jî, bi çûyna wan destan dîsa halê welêt vedigerî ser dûzana berê, heye ko hîn xirablir dibûn.
Di nivîsa “Napolyon (Ronahî-28, Berhevok: 571-72)” de peyvên kêmnas û herêmî:
hêre: nd/m temaşe
qirên: nd/m şer û pevçûn, munaqeşe
Mînak: Gava general Mîna tevî leşkerê xwe li ber lehiya serbixwerabûyan bi şûn da berve seraya Twîleriyê vedikişî, Napolyon jî bi tena xwe li pê wan kete serayê û tevî guhdaran çû hêreya (temaşa) qirênên (minaqeşe) kongirê.
Ling di bin xwe ve kirin: l/ghrûniştin
Mînak: Heya sibê Napolyon ling di bin xwe va nekir û her cihê topan saz dikir û leşker diêxiste deverên hewce.
* Napolyon bi vê jî têr ne kir û leşkerê xwe li ser wan ne kîşand û heya nava xaniyan rapeyî wan kir.
Di vê mînakê de daçeka “li” li şûna daçeka “ji” hatiye bikaranîn. Ev taybetiyeke devoka nivîskêr e.
*Di wê rojê da Napolyon xwe ji gotina xwe kir xwedî.
Di vê hevokê de jî daçeka “ji” bi awayekî şaş li şûna “li”yê hatiye bikaranîn.
Ji bilî kovara Ronahî, di kovara Hawarê de jî gelek nivîsên Osman Sebrî hatine çapkirin, lê ji ber ku min der barê vê yekê de gotarek nivîsandibû, ez di vê gotarê de qala vê yekê nakim. He wiha ji bilî kovara Hawar û Ronahî, di kovara Roja Nû ya li Bêrûdê ji hêla Kemîran Bedirxanî ve dihate derxistin jî sê nivîsên Osman Sebrî hatine weşandin. Di vê kovarê de nivîsên wî bi gelemperî di bin sernavê “Zanîn û Pêşketin” de hatine weşandin û hemû nivîs jî der barê civak, jiyana civakî û dab û nêrîtên kurdan de ne. Nivîsên ku di vê kovarê de li ser navê Osman Sebrî hatine weşandin ev in:
1- Sincî û Ol, hejmar 2; 10 gulan 1943, duşem
2- Zanîn û Pêşketin: Dewran; hejmar 9, 28 hezîran 1943, duşem
Di vê nivîsê de jî hinek peyv û qalibên herêmî bi ber çavan dikevin. Her wekî mînak di vê nivîsê de li şûna ji kesî re nabêjin, “bi kesî ra nabêjin” hatiye gotin. Di dîsa lêkera biwêjî ya bi rengê “li xwe nan” anku li xwe mikur hatin ku me li jorê qala wê kiribû, di vê nivîsê de jî hatiye bikaranîn.
3- Pirjinî û belayên wê; hejmar 17; 23 tebax 1943, duşem
Girîngiya vê nivîsê ev e ku di kovarên vê heyamê de yek ji nivîsê pêşî ye ku der barê mijara maf û azadiya jinan de hatiye nivîsandin û bi awayekî rasterast qala wekheviya jin û mêran tê de tê kirin.
Rastnivîs
Me di gotara xwe de di dema jêgiranan de dest neda rastnivîsa nivîskêr. Lewma jî divê em der barê vê yekê de jî çend tiştan bibêjin. Di warê rastnivîsê de jî kovarê navborî xwediyê hinek rêzikan in. Bo nimûne, qertafa neyiniyê ya lêkeran “ne” ji lêkeran cûda hatiye nivîsandin. Her wiha di demên hevedudanî yên mîna çîrokiya dema boriya têdeyî de, lêkera alîkar “bûn” ji lêkera bingehîn cuda hatiye nivîsandin. Wekî din jî cînavka girêkî “ku” her tim wekî “ko” hatiye bikaranîn. Her wiha paşdaçekên “de”, “re” û “ve” jî bi forma “da”, “ra” û “va” hatiye bikaranîn. Ji bo taybetiyên rastnivîs baştir werin dîtin em ê nivîsê li vir pêşkêş bikin û tê de cudatiyên rastnivîsê destnîşan bikin.
Mînak:
Rabe de rabe Birho de rabe,
Bo çi Ararat te hişt xebabe!..
îro dîsa hat Roma bê eman
Gund şewitandin ne hişt xwedî can
Geliyê Zilan sotin Wek rijî
Pê ra şewitîn çar kurên min jî
Dema ko Rom li me vemitikî
Keçek min ma bû ew jî hurikî
Bes gedek maye singo lê dane
Mirin û mayin Xwedê dizane
Rabe binêre li gedekê min
Hene çend birîn li cendekê min
Mêrên me kuştin bêbav neyaran
Em lev reviyan li şûna waran
Bi serên me va ne ma têlek por
Şûna tajangan tev da bûn reş mor
Keç û bûk ne man bê namûs kirin
Herçî ko çak bûn ji xwe re birin
Me namûs ne ma çû di talanê
Şermende ne em li pêş cihanê
Bêhnek rihetî ji bo me nîne
Her gav li ser me holê qîrîn e
Nema me xwedî tola me rake
Roman bikuje welêt ava ke
Piştî tu mirî welat ker û lal
Bi hêlekê ma Ferzendê delal
Bêbext felekê ne da te hêwan
Da bixebitî wek şèr û dêwan
Hergav li ser kir dengê te dihat
Deştên welatî dibûne kelat
îro dinhêrim kelatên kurdan
Ji bo neyaran gengaz û hêsan
Vedibine wek xanên bê derî
Tê da nabînin west û dijwarî
Ko tu dimirî Xelkê me Zîlan
Bila ji te ra bibûna qurban
Cîhan dizane ko tu çi can bû
Piştmêrê kurdan şêrê yezdan bû
Ez sonde dixtvim bi wê vêna te
Kurdmanc nabînin yekî mîna te
Bo namûsa min divê tu rabî
Du salên din ji gorê cida bî
Dengê tifmgan qet nayê ji kir
Pişt tu miri kes ne ma li wir
Dawid bi tenê wer maye dilkerb
De rabe bigre tifmga şeşderb
Carê neyaran vegijgijîne
Şîrê diya wan di poz ra bîne
Tevî Xelikan êrîşê berdê
Tola namûsê mêhle li erdê
Rabe bilive gor ne ciyê te
Lawanê kurdan dest û piyê te.
(Şîna jinekê li ser gora Birho; Ronahî 21, Berhevok: 412)
Mînak: Hîv gelekî bilind bû bû, her tişt bi hemdê xwe diyar bû. Ez pir î minêkar bûm ko herim ser Ararata mezin. Lê ji ber ko dijwariya wî ber bi çav bû, min berê xwe da Ararata biçûk, wargehê şerkerên kurd…
(Şîna jinekê li ser gora Birho; Ronahî 21, Berhevok: 413)
Encam
Her wekî hûn dibînin, Osman Sebrî yek ji kesayetiyên sereke ye ku bi nivîsên xwe beşdarî xebata Hawar û kovarên nifşên Hawarê anku Ronahî û Roja Nû bûye. Di van nivîsan de bi gelemperî bal kişandiye ser mijarên neteweyî, xwestiye hest û hişmendiya neteweyî ya kurdan xurt bike. Di nivîsên wî de fabl cihekî taybet digirin û di van fablan de wî bi riya axivandina ajalan bal kişandiye ser rewşa mirovan û sinc û exlaqê civakî. Ji bilî vê yekê wî li ser şexsiyetên mîna Selahedîn û Napolyon jî rêzenivîs nivîsandine û xwestiye kurdan ji ezmûn û serpêhatiya wan sûdewar bibin. Di gel van tiştan wî helbestên evîn û ristên ji bo zarokan jî nivîsandine. Her wekî me li jor daxuyakirin ku Osman Sebrî yek ji wan kesan e ku di çapemeniya kurdî de nivîsarek li ser rewşa jinan û wekheviya zayendî nivîsandiye.
Çavkanî:
1- Ronahî (1942-1945), Berhevok, Çapxana Jîna Nû, Tîrmeh 1985, Stockholm.
2- Roja Nû (1943-1946), Berhevok, Weşanên Jîna Nû, Stockholm, 1984
3- Farqînî, Zana; Ferhenga Mezin a Kurdî-Tirkî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2004, Stenbol.
4- Xoşnaw, Selam; Oxford English-Kurdish, Kurdish-English Dictionary, Le Belawkirdinewey Kitêbxaney Zanyarî, çapa 6’an 2006, Silêmanî.
5-
Hawar (1932-1943), Berhevok, Weşanên Nûdemê, Stockholm, 1998.
[1] Di vê nivîsê û çend nivîsên din de Osman Sebrî peyva “hêvotin” di wateya “teşwîqkirin”ê bi kar aniye, lê belê ev peyv di zimanê nivîskî de bi gelemperî di wateya “perwerdekirin”ê de tê bikaranîn. Zana Farqînî jî di Ferhenga Mezin a Kurdî-Tirkî de bi vê wateyê daye. (Farqînî: 2004, 824)
[2] Ev peyv wateyeke çewt hatiye bikaranîn, ew peyveke ji zaravayê soranî ye û bi wateya “qet” de tê birkaranîn. Selam Xoşnaw jî di ferhenga xwe ya Engilsh-Kurdish û Kurdish-English de li ber peyva “never”a îngîlizî, peyvên hêrgîz û qet danîne. (Xoşnaw, 2006: 225)