Parastina nivîskar û rojnamegeran erka dezgehên ewlekarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Derbarê kuştina nivîskar Suhêl Xurşîd Ezîzê ku 28ê Tebaxa 2022yê li bajarokê Kufriya parêzgeha Germiyanê, li ber deriyê mala xwe hat kuştin, Navenda PENa Kurd gelekî xembar û nîgeran e û kuştina nivîskar û lêkolîner Ezîz, rûreş û şermezar dike.

Suhêl Xurşîd Ezîzê ku bi nasnavê Şemal dinivîse, sala 1960î li bajarokê Kufriyê ji dayîk bûye. Ew ji bilî zimanê Kurdî, bi Erebî û Tirkmenî jî baş dizane.

Ezîz, salên 1980î bi zimanê erebî dest bi nivîsandina helbestan kiriye, di navbera salên 1997-1998an de çend gotarên wî yên siyasî di rojnameya Welat de hatine weşandin û piştî sala 2000î jî lêkolînên wî yên erdnîgarî û dîrokî di du cildan de bi zimanê kurdî û erebî çap bûne.

“Dîroka Herêma Kufriyê Ji Demên Kevnar Heta 1958ê”, “Çînên Civakî û Rêxistinên Siyasî Yên Germiyanê di Navbera Salên 1870-1970yî de”, “Atlasa Kerkûkê li Gorî Rastiyên Dîrokî û Civakî”, “Atlasa Başûrê Kurdistanê 1850-2008” navên çend berhemên wî yên çapkirî ne.

Mixabin ev ne cara yekem e ku li Başûrê Kurdistanê nivîskar û rojnamevan dibin hedefa êrîşan, tên kuştin, girtin û birîndarkirin. Em di wê baweriyê de ne ku heger di demên berê de êrîşkar û kujerên rojnamevan û nivîskaran bihatana girtin û cezakirin, wê destê kuştin û gulekirinê wisa bi hêsanî negihîşta Suheyl Xurşed Ezîz û kesên mîna wî.

Em bi navê Navenda PENa Kurd vê bûyera hov, bêbext û qirêj, rûreş û şermezar dikin û yekser dixwazin ku kesên bûne sedema vê kuştinê bêne girtin û cezakirin.

Navenda PENa Kurd

30 Tebax 2022