Navdarekî Edebiyata Kurdî ya Sedsala 20’an, Eliyê Evdirehman

Navdarekî Edebiyata Kurdî ya Sedsala 20’an, Eliyê Evdirehman Kinyazê Îbrahîm Konferansa ku îro li Alma Ataya Qazaxistanê tê lidarxistin, civîneke navneteweyî ye û cara duyem e ku di vê derecê de ji bo nivîskar û rewşenbîrekî kurd re tê kirin. Cara yekemîn sala 2011’an, dîsa li Alma Atayê […]

Ji Çapemenî û Raya Giştî ra

Ev çend sal in, ewrên reş li ser welatê me digerin, hêvîyên yekrêzî û yekgirtina kurdan ên ku di navbera salên 2013 û 2015`an de geş bûbûn, bi karesatên ku hatin serê kurdan kiz û kêm bûn. Li Bakurê Kurdistanê şer û lêkdanan ji nû ve dest pê […]

Hêmin Mamend serbest berdin

Li gor Bangewaziya Cîhanî ya Mafê Mirovan, azadiya derbirîna ramanê yek ji mafên bingehîn ê mirovî ye, û her kesekî/ê mafê derbirîna bîr û ramanên xwe heye û di çarçoveya vî mafî da lazim e amûrên guncav yên derbirîn û belavkirinê li ber dest bin. Li gor agahiyan, […]

Min 18 şaxên Mem û Zînê dan hev niha gelek şaxên din li ber destên min hene

SALIHÊ KEVIRBIRÎ Michael Chyet! Ev camêrê hanê ji 20 saliya min û pêve leheng û mêrxasekî min e! Michael ji bo herkesê ku wî nas dike îdolekî zimanan e. Çima dibêjim zimanan? Ji ber ku ew bi 40 zimanan dizane. Hemû zimanên rojhilata navîn û zimanên sereke yên […]

Sersaxiya ji bo Keyo Cegerxwîn

Welatparêzê Hêja Keyo Cegerxwîn, li Swêdê, li bajarê Stokholmê ji ber Vîrusa Koronayê, di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Em wek PENa Kurd sersaxiyê ji malbata wî û miletê Kurd re dixwazin, cihê wî cunnet be. Keyo Cegerxwîn endamê komele û federasyonên Kurdan bû […]

Newroza we pîroz be;

Bi hêviya ku agirê Newrozê li tevahiya Kurdistanê û di dilê hemû kurdan de her û her geş be; bi hêviya ku ev roja ku mizgîniya rojên xweş û biharê ye fêkiya pîroz a yekîtiyê bi me bide tamkirin; bi hêviya ku hêviyên serkeftinê û azadiyê her şên […]

Qetlîama Helepçeyê

Eslîxan Yildirim Îro 32emîn salvegera qetlîama Helepçeyê ye, em şehîdê Helepçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin û vê hovitiya ku ziman lal dike û tu gotin têra vegotina wê nake bi tundî şermezar dikin. Hêzên çekdar ên BAAS’ê yên Iraqê, di bihar û havîna sala 1988’an de heşt […]

PENa Kurd sersaxî ji malbatên kedkarên hunerê re xwest

26.02.2020, di vê rojê de Kurdistanê sê kesayetê xwe yê payebilind winda kir, hersê jî bi xem û xeyalên welatê xwe, li ji dervî welêt çavên xwe dan hev; Zeynel Abîdîn Xan, Seîd Yûsiv û Dr. Ciwan Heqî (Batû). Em wek PENa Kurd pir xemgîn in û em […]

Daxuyaniya derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de

Di dinyayê de 21’ê sibatê “Roja Zimanê Dayîkê” hatiye qebûlkirin û her sal vê rojê di derbarê mijarê de çalakî çêdibin. Gelek rêxistinên Kurdan jî, di van rojan de li ser xebat û geşkirina Kurdî panel, bername û çalakiyan çêdikin. Her zimanek heta ku tê efirandin û xwe […]

Rûniştina doza Nivîskar Gulgeş Deryaspî hat taloqkirin

Rûniştina doza Nivîskar Gulgeş Deryaspî hat taloqkirin NAVENDA NÛÇEYAN – Rûniştina doza Endama PENa Kurd Nivîskar Gulgeş Deryaspî ya ku di 25’ê Tîrmeha 2019’an de hatibû girtin, hat taloqkirin. Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê di 25’ê Tîrmeha 2019’an de li navenda Bedlîs û navçeyên wê Tetwan û […]

Rojnameger Melîke Aydin a girtî name şand: Min bêriya çêkirina nûçeyan kiriye

NAVENDA NÛÇEYAN – Nûçegîhana JINNEWS’ê Melîke Aydin ji girtîgehê name şand. Melikeyê got:”Min bêriya çêkirina nûçeyan kiriye.” Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jinê ya JINNEWS’ê Melîke Aydin di 12’ê Mijdara 2019’an de li Îzmîrê hat binçavkirin û di 15’ê Mijdarê de hat girtin. Melîkeyê ji Girtîgeha Girtî ya Jinê […]

Nivîskar Gulgeş Deryaspî ya girtî bû mijara Kovara Forfattaren

NAVENDAN NÛÇEYAN – Endama PEN a Kurd Nivîskar Gulgeş Deryaspî ya girtî bû mijara Kovara Fermî ya Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Siwêdî, Forfattaren (Nivîskar). Endama PEN a Kurd Nivîskar Gulgeş Deryaspî ya ku di 25’ê Tîrmehê de li Tetwanê hat binçavkirin û di 30’ê Tîrmehê de bi angaşta […]