NAVENDA NÛÇEYAN – Di 23’yê Çileya 2023’yan de, bi rojeveke dagirtî civîna Turkey Action Groupê pêk hat û Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan tevlî vê civînê bû. Ji PENên Norway, Swêd, Swîssre, Meksîka,
Emerîka, Hollanda, Îngilîstan, Tirkiye û çend welatên din beşdariyeke xurt pêk hat. Omer Fidan di civînê de bal kişand ser binpêkirina mafên nivîskar, rojnameger û rewşa Kurdistanê.
Di 23’yê Çileya 2023’yan de, bi rojeveke dagirtî civîna Turkey Action Groupê pêk hat û Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan tevlî vê civînê bû.Di civînê de gelek mijar hatin nirxandin, mijara pêşîn jî, hilbijartinên bê
yên li Tirkiyeyê û bandora wan a li ser rewşa civakî, rewşenbîrî, çapemenî û hwd bû. Di vê xalê de Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan du caran mafê axaftinê wergirt û bi berfirehî axivî. Omer, xetereya girtina
partiya Kurdan, astengkirina siyasetkirina nêzî 500 siyasetmedarên Kurd, pêkûtiyên li Kurdistanê û bi taybetî li ser çapemeniya Kurd, êrîşên ku li çar aliyê Kurdistanê tên kirin çawa ji bo hilbijartinan tên kirin, hwd
bi berfirehî vegot. Her wiha Omer got; Opozîsyona li Tirkiyeyê jî mixabin di bin nîrê Erdogan de ye, li gor tekên wî bertekên xwe nîşan didin, bandora rastgirên di opozîsyonê de dike ku çepgir bêdeng û bêbandor
dimînin. Bi awayekî giştî ji bo Kurdan her du alî jî heman tiştî difikirin û yekgirtinek di navbera wan de heye. Bi derxistina pêş a Meralê, Erdogan kir ku CHP bi Kurdan re neyê gel hev, hwd.”
Binpêkirina mafên rojnamegeran
Her wiha Omer kir ku rojnamegerên Kurd ên girtî jî bibin xaleke rojevê û bi berfirehî rewşa wan vegot û doza piştgiriyê kir. Omer bal kişand ser binpêkirina mafên rojnamegeran û got:”16 rojnamegerên Kurd ev
nêzî 7 mehan in ku girtî ne û hîna jî angaştname ji bo wan nehatîye amadekirin, her wiha di cotmehê de dîsa 9 rojnamegerên Kurd hatine girtin û angaştnameyên wan jî nehatine amadekirin. Îhtîmal heye ji bo
bêdengkirina muxalefeta rasteqîn a li Tirkiyeyê gelek rojnameger û çalakvanên sîvîl/polîtîk bên girtin. Heman gef li ser gelek endam û rêvebirên me jî hene. Ji bo piştgiriya van rojnamegeran divê xebatên hevpar bên
kirin.”
Înfazên tên şewitandin
Her wiha Omer li Nedîm Turfent geriya, di dema civînê de pê re axivî, silavên beşdarên civînê ragihandin wî û yên wî jî ragihandin wan. Omer got ku hîna gelek Nedîmên din hene di zindanên Tirkan de, her roj
înfazên wan tên şewitandin û bi zanîn nayên berdan. Di heman demê de jî bal kişand ser rewşa nivîskar Gokhan Yavuzel û Mîna Acer jî, hat vegotin û kîngê ku me di 26’ê mehê de ji dadgeha Mînayê agahiyekê
wergirtin, em ê wan jî agahdar bikin.
Binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê
Omer bal kişand ser têkiliya xurt û wiha pê de çû:”Nûnerên çend PENan xwestin ku bi çend rojnamegerên Tirk re têkilî bê danîn û bi rêya wan hilbijartin bên şopandin. Min jî got ku bi çavê Tirkan rewşa Kurdan
neşopînin, werin Kurdistanê bi çavên xwe bibînin/bişopînin. Min xwest ku yan PENa Navneteweyî şandeyekê bişîne yan jî endamekî/e xwe tevlî şandeyên ku tên bike, wan jî got em ê pêşniyazê binirxînin û biryarê
bidin. Di pêvajoya hilbijartinê de divê têkiliyeke xurt a daîmî bi vê komê re hebe û ji binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê bi awayekî rojane bên agahdarkirin.” Her wiha Omer rewşa nivîskar Kamran Simo Hedilî anî
rojevê û got:” Di nava çend rojan de agahiyên ku me dane hev em ê ji wan re bişînin. Di serî de PENa Swêdê, soz dan ku dê hewl bidin rewşa wî safî bikin. Gelek endamên me yên li wir xwe di xetereyê de hîs dikin û
divê rewşa wan bi tu awayî nebe mijara bazara di navbera wan û Tirkiyeyê de.
Rewşa Şebnem Korur Fîncancî jî hat rojevê
Omer da zanîn ku rewşa Şebnem Korur Fîncancî jî hat rojevê û wiha lê zêde kir:”Di civînê de rewşa Şebnem Korur Fîncancî di rojevê de bû, parêzera wê agahî dan û me jî vegot ku Tirkiye çima êrîşê wê dike, ew
çawa li ber xwe dide û çima divê bê parastin. Dê ji bo wê kampanya bê çêkirin û beşdariyeke xurt a dozên wê çêbibe.”