Di roja 2 Nîsana 2022 an de, Komîta Swêdê ya PEN a Kurd Şeva Helbestvanan li darxist.Di çalakiyê de herdû helbestvanan Dilşa Yûsûf û Azad Josef Erdem helbestên xwe xwendin, û helbestvan û romannivîs Serkan Birûsk jî moderatî kir. Her weha Şeva helbestvanan bi beşdarvaniya mûzîkjen Saman Ilyasî bi coştir bû.

Çalakiya Şeva Helbestan li Qehwexana Organico li Stokholm a paytexta Swêd ê li darket, bi beşdariya hejmarek berçav ji wêjevan û rewşenbîrên kurd. Ji hêleke din ve, ev çalkakî bû bingehek ji bo danasîna xebata PENa Kurd bi giştî û bi taybetî kar û çalakiyên Komîta Swêdê bi wêjevan û rewşenbîrên kurd li Swêd. Bi hêviya ku ev cure çalakiyana bibinn kulturek berdewam di nav rêzexebata PENa Kurd de li Swêd.

Çalakî ji hêla Radyo ya Swêdî- Pişka Kurdî û kenala Kurdistan TV ve hate rûmalkirin.

Hûn dikarin li raporta Radyo ya Swêdî-Pişka Kurdî li ser vê çalakiyê ji linka xwarê guhdarbikin.

Her weha tevayî tomara çalakiyê hûn dikarin di lînkê xwarê de guhdarbikin. code: Z9cLT=vJ