PENa Navneteweyî 88emîn Kongreya xwe li bajarê Uppsalayê li dar xist. Kongreya ku 27ê Îlonê destpê kir, 1ê Cotmehê bidawî bû. Herwekî gelek carên van salên dawiyê, Navenda PENa Kurd careke din bi awayeke fermî beşdarî kongreyê bû.

Di kongreya navborî de du pêşniyarên Navenda PENa Kurd jî hatin pejirandin û bûn biryar ku ev herdu biryar gelekî girîng û watedar in. Li gorî pêşniyara Navenda PENa Kurd, PENa Navneteweyî biryar girt ku divê li Tirkiyê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û divê piştgiriya gelên kurd û îranî bê kirin.

Şayanê gotinê ye ku Navenda PENa Kurd bi awayeke fermî beşdarî kongreya 88emîn bû. Seroka Rûmetê ya Navenda PENa Kurd Dr. Bêrîvan Doskî û endamê salan ê Navenda PENê Abdullah Hîcab bi awayeke fermî beşdarî kongreyê bûn.

Bêrîvan Doskî li kongreyê, piştî van biryaran ji Radyoya Swêdê Beşê Kurdî bi Beşîr Kavak re axivî û diyar kir ku pejirandina vê biryara daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî li Tirkiyê, tê wê wateyê ku qadeke navneteweyî ya nivîskarî û rewşenbîrî ya girîng piştgiriya vî mafê te yê rewa kiriye û daxuyaniya vê biryarê bûye milkeke saziyeke navneteweyî û ev dokûment tiştekî gelekî biha ye ji bo bikaranîna pêşvebirina mafên rewa yên gelê kurd.

Di kongreyê de herwiha pêşniyaza ku PENa Kurd tevî çend navendên PENên din anîbû rojeva delegeyên civînê daxwaza piştgiriya gelê kurd û gelên îranî bû. Ev pêşniyaz jî bi awayeke fermî hate pejirandin.

Derbarê van biryaran de derket holê ku PENên cîhanê li Uppsalayê piştgiriyeke gelekî xurt nîşanî xebat û çalakiyên Navenda PENa Kurd dane û ev yek bi axavtin û daxuyaniyên şandeya Navenda PENa Kurd jî hatiye selmandin.