PEYMANÊN SEWR Û LOZAN Û XAYÎNTIYA BI KURDAN RE-Beşa 1’emîn

Eslîxan Yildirim

PEYMANÊN SEWR Û LOZAN Û XAYÎNTIYA BI KURDAN RE-Beşa 1’emîn

Peymana Lozan 24’ê Temmûzê sala 1923’yan hat îmzekirin, bi vê peymanê Kurdistan hat perçekirin û Dewleta Tirkiye di qada navnetewî de hat qebûlkirin. Wek gelek mijaran, di derbarê vê peymanê de, di vegotinên rewşa heyama avakirina Dewleta Tirkiyê de gelek çewtitî û xelitî hene; ya muhîm hin ji van bi zanebûn û ji bo xapandina millet hatine meşandin. Gelek kitêb bi awayê sansurkirî ji nûve hatine çapkirin, çi belge û kitêbê ku navê Kurdan yan di derbarê wan de hinek agahiyên erênî tê de hebin hatine guhertin, hin vegotin ji wan hatine derxistin û hatine berovajîkirin. Loma demeke dirêj hayê gelek Kurdan ji rastiya dîroka wan tunebû. Lê tekoşîna Kurdan ya sîhsalên dawî, hin bidestxistinên wan û îmkanên teknolojiya îro dike ku hêdî hêdî dîroka Kurdan baştir bê xuyakirin.

Şîrovekirina heyama Peymanên Sewr û Lozan ji bo Kurdan gelekî girîng e, ji ber ku xayîntiya herî mezin di vê demê de bi Kurdan re hat kirin û ji ber wê ev sed sal in Kurd tên qetilkirin, tên surgunkirin, zimanê wan, çanda wan tên dizîn, malên wan welatê wan tên talankirin… Ji ber ku mijar pir berfireh e, li vir em ê nikaribin rewşê bi temamî raxin ber çavan. Di kitêba xwe ya bi navê “Di Sedsala 20’an de KURDISTAN Û SÎNOR” de hebekî din berfireh ez li ser wê demê sekinîme; ji bo çavkaniyên vegotinên vê nivîsê û agahiyên berfirehtir mirov kare li wê binêre. Niha li ser bingeha wê xebatê ez ê bi kurtasî li ser mijarê bisekinim.

Şerê Cîhanê ya 1’emîn bi Agirbesta Mondrosê ya di 30’ê Kewçêra 1918’an de bi dawî bû û vê demê Dewleta Osmanî bi her awayî feşkilîbû, artêşa wê bela wela bûbû. Lê artêşa li şerqê ya ku di bin fermandariya Kazim Qarabekir de bû û ew jî piraya wan Kurd bûn, heya bi Erzîncan, Erzirûm û Qers bidest xistibûn û bi erda Îranê de çûbûn.

Bi Agirbesta Mondrosê artêşa Osmanî mecbûr dimîne ji Qefqas û Îranê vekişe. Di vê navberê de Kurdên ku di nav artêşê de cih girtibûn, tevî çekên xwe beşdarî nav refên serokê berxwedana Kurdan ya li Îranê Smeîl Axayê Şikakî(Simko) dibin. Dema şoreş li Rûsya çêbibû(1917) û eskerê wan paş de vegeriyabûn Smeîl Axa dest danîbû ser çekên wan jî. Hevalbendê wî yê herî mezin Seyîd Taha bû, torinê Şêx Ubeydulah ê ku ji bo serxwebûna Kurdistanê di 1880’yî de serhildaneke berfireh dabû destpêkirin.

Li başûrê hêzên Ingilîz, Frensiz û Îtaliyan hemû erdê Dewleta Osmanîyan dagir kiribûn û gihiştibûn başûrê Kurdistanê, bi rêveberên Kurdan re diketin têkiliyê da ku wan jî ji Dewleta Osmanî veqetînin û di bin hukmê xwe de dîzaynek nû bidin herêmê.

Kurdan di destpêka herbê de di cepheya Rûsan de ku gelek Ermenî jî bi wan re bibûn alîkar, zêde windahî dabûn û ber bi başûr ve bibûn mihacir. Dûra qirkirina Ermeniyan ya ji aliyê Ittihadiyan ve jî bi ser de hat û civat ket halekî pir nexweş. Dema agirbest hat îlankirin, pê re jî pirsgirêkên Ermeniyan derketin pêş û tirsa ku gelek bajarên Kurdan bi ser Ermenîstanê ve berdin di nav xelkê de bela bû. Li himber vê di 4’ê Berfenbara 1918’an de li Stenbolê “Komeleya Parastina Mafên Bajarên Rojhilat” (Vîlayat-î Şarkiye Mudafaa-î Hûkûk Cemîyetî) hate damezirandin û li wilayetên Erzirom, Bedlîs, Diyarbekir, Sêwaz, Elezîz û Wanê şaxên wê hatin vekirin. Piraniya damezrînerên komeleyê Kurd in. Di civîna pêşî a vê komeleyê de hin qerar hatin stendin; ji vana ya pêşî wiha digot:

“Li wilayetên rojhilat mafên tarîxî û irqî yên Tirk û Kurdan di bin miliyeta Osmanî de kom bûye û pêkhatina berjewendiya herdu irqan -bêyî ku yek tecawizî mafê yê din bike- qebûl bûye.”

Ji aliyekî ve jî Cemiyeta Kurd Tealî ya ku di Berfanbara 1918 li Stenbolê hatibû avakirin, di demeke kin de li gelek bajar û navçeyên Kurdistan şaxê xwe vekirin. Ji sala 1919 heya 1922’yan li her aliyê Kurdistanê û li cihên ku Kurd lê dijiyan ji bo welatê xwe azad bikin berxwedanek bêhempa heye. Ev tekoşîna Kurdan di tarîxa Tirkiyê de wek “Herba Xelasiyê”(Kurtuluş Savaşı) tê binavkirin ku bi vê tekoşînê li ser bingeya wekheviya Kurd û Tirkan Tirkiye hat avakirin lê mafê Kurdan yê herî biçûk jî tê de cih negirt.

Ji bo Peymana Sewrê, 18’ê Çileya 1919’an Konferansa Aştiyê li Parîsê dest pê kir. Delegeyên dewletên ku di herba dinyayê de cih girtibûn tevde li wir bûn, biryarên li wir bên stendin wê qedera gelek milletan tayîn bikira. Cemiyeta Kurd Tealî jî wek delegeyê Kurdan Şerîf Paşa wezîfedar kiribûn. Şerîf Paşa dîplometek bi tecrûbe û xwedî danûstendinek berfireh bû.

Di rûniştina 26’ê Sibatê de, Ermeniyan ev herêm dixwestin: Senceqa Meraşê û Klîkyayê, wilayetên Erzirûm, Bedlîs, Wan, Diyarbekir, Xarpût û Sêwazê û beşeke wilayeta Trebzonê ku digihîşt Behra Reş. Bi vî awayî wan dixwest parçeyekî mezin ê Kurdistanê bikin Ermenistan. Dema ev agahî gihişt rêber û xelkê Kurdistan, li hember wezîfedarên Ingilîz, Frensiz û tevgera wan ya li Kurdistan bertekî dest pê kirin, hin ji efserê wan hatin kuştin.

15’ê Gulana 1919’an de Yûnana Izmîr zept kir. Serhildana Şêx Mehmûd Berzencî jî, li Silêmaniyê di 23’yê Gulana 1919’an de dest pê dike. Serhildana Şêx Mehmûd ya bi dû dagirkirina Izmîrê bi çend rojan, dide xuyakirin ku bi nerînek hevpar ya Kurd û Tirkan tekoşîn tê meşandin. Hêzên Ingilîz di dema serhildanê de dişikên û Silêmaniye bi tevayî dikeve destê Kurdan. Şêx Mehmûd serxwebûna Kurdistanê û xwe jî wek hikumdarê wê îlan dike.

Gerek mirov balê bikşîne ser ku dema evqas tekoşîn di nav Kurdan de hebû hîn Mûstafa Kemal li Stenbolê ye û ne xwedî tu tevgerê ye. Padîşahê ku li Stenbolê di qesra xwe de hêsîr ketiye tekoşîna Kurdan dişopîne û xelasiyê di xwe avêtina bextê Kurdan de dibîne. Bi taybetî Mûstafa Kemal Paşa hildibijêre ku bişîne nav Kurdan, ji ber ku berê li Kurdistan wezîfe stendibû û bi giregirên Kurdan re hevnaskirinek wî hebû.

Bi wezîfedarkirina ji aliyê padîşah, M. Kemal wek mufetîşê artêşa Dewleta Osmanî ji Stenbolê bi riya deryayê berê xwe dide rojhilat. Berî derbasî Erzurûm bibe dest bi şandina mektûban ji serokeşîrên Kurdan re dike û dûra jî vêna dom dike. Mustefa Kemal, di “Nutuk”a xwe de wiha dibêje: “Min nameyên taybet ji hin kesên giregir ê gava ez wek kumandarê artêşê li Diyarbekir û Bedlîsê bûm me hevdu nas kiribû re nivîsand û min têkilî û pêwendî bi hin serokên eşîran ên li derdora Wan û Bazidê re danî.” M. Kemal li Stenbolê berî bê wezîfedarkirin gelek caran bi padîşah re li hev rûniştibûn û li ser rewşê gelekî axivîbûn. Bêgûman di serî de li gor talîmatê padîşah dimeşiya. Di mektûbê xwe de, di dan û stendinê xwe de behsa parastina xîlafet û seltanetê dike û dibêje: “Dijminên me, ji bo serxwebûna miletê me têk bibin û wî bikine rewşa koleyan, dixebitin. Hişkere tê xuyakirin ku, ew dayiknîştimana me ya ji bav û kalên me maye dixwazin bikin Ermenistan.”

Berî M. Kemal here, Kongreya Erzirûm dest pê kiriye. Di Kongreyê Erzirûm û Sîvasê de gelek Kurd hene û li ser bingeha wekheviya Kurd û Tirkan biryara tekoşînê tê stendin. Ji 54 delegeyên ku tevî Kongreya Erziromê bûne, 22 jê Kurd in. Tevî 10 delegeyên ku ji Elezîz, Merdîn û Diyarbekirê hatine hilbijartin lê ji ber ku waliyên Osmanî nehiştine ew beşdarî kongreyê bibin dibe 32 delege yê Kurd.

Li Stenbolê bi bangkirina Şêxulîslamê berê û endamê kabîneya wê demê Haydarî Zade, wek

nûnerên Komîteya Bilind a Kurdan Seyîd Abdulqadir, Emîn Alî Bedirxan, Mewlanazade Rifat, Pêşkar (yarbay) Emîn Beg û Serdar (bînbaşî) Awnî di 10’ê Temmûza 1919’an de ligel Wezîrê Şer ê Osmanî Abuk Paşa û Wezîrê Deryavaniyê Avni Paşa civînekê çêdikin. Civîn bi sozê ku wê Hikûmeta Osmanî Kurdistaneke xweser (otonom) qebûl bike û walî û erkedarên Kurd jî tayînî Kurdistanê bike, hevdîtin bi dawî dibe.

Ji bo biryarên hevpar Heyeta Temsîliyeyê ku Mûstafa Kemal jî di nav wan de bû û temsîlvanê Hikûmeta Stenbolê, li Amasyayê hevdîtin pêk anîn. Di van hevdîtinê rojên 20-23 Kewçêra 1919’an de hin biryar tên stendin ku wek “Protokolên Amasyayê” tên binavkirin. Di protokolê de tê gotin ku, “Sînorên Dewleta Osmanî yên ku hatine tesewirkirin û pejirandin ew erdên ku Tirk û Kurd li wan bi cih bûne digire nav xwe. Ev piştî îzahkirina nemimkunbûna veqetîna Kurdan a ji camîaya Osmanî bi awayekî muşterek hat qebûlkirin ku ev sînor daxwazeke asgarî ye û divê bê temînkirin. Ligel vê, ji bo bi awayekî serbest pêşketina Kurdan bê temînkirin û bibin xwediyê destûra mafên nîjadî û civakî û bikevin rewacê û ji bo ku rê li ber tovên nîfaqê yên biyaniyan bê girtin, ku ew di bin navê serbixwebûna Kurdan de vê yekê dikin; minasib hat dîtin ku ev yek ji niha ve ji aliyê Kurdan ve jî bê zanîn.”

Gerek mirov balê bikşîne ser gotina “camîaya Osmanî” û li ser pir bisekine. Gelek netewperestên Tirkan radihêjin gotina Osmanî û Tirk yan Tirkiye dixin şûna wê. Ev di wateyê de guhertinên mezin bi xwe re tîne û çewtîtiyek mezin çêdike. Li gor demê jî carna wateyên gotina tên guhertin, em karin bêjin hîn dema Osmanî bi temamî ji holê ranebibû hina navê Tirk ji bedêla Osmanî bikar dianîn, ku qet eleqeya wê bi Tirkitiya îro tune ye.

Em vegerin ser Sewrê, piraya Kurdan li hember pêşdeçûnên Sewrê derdikevin. Ji serokê Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê Seyîd Abdulqadir heya bi Seîdê Kurdî û gelek serokên eşîrên Kurdan bi nivîsê ku bela dikin, bi telgrafên ku dişînin Konferansa Sewrê, diyar dikin ku ew fikarên li wir tên pêşniyazkirin qebûl nakin û dixwazin tevî birayên xwe yên Tirk bijîn.

Meclîsa Mebûsan a Osmanî ya dawî, di civîna 28’ê Çileya 1920’an de Mîsaqî Milî (Peymana Milî) pesend û qebûl kir. Di Meclîsê de gelek mebûsên Kurd hene û daxwazên xakê yên ku di Mîsaqê Milî de hatibûn diyarkirin, herêmên Tirk û Kurdan digirt nav xwe; yanî biryarên Protokolên Amasyayê ya ku bi bihevretiya Tirk û Kurdan dewletek nû bê damezirandin ji aliyê Meclîsa Mebûsan a Osmanî ve diket bin fermiyetê.

Piraya sînorê Tirkiye yê îro bi tekoşîna Kurdan hatin muhafezekirin. Li jor mijara sînorê aliyê Rûsan derbas bibû. Di sala 1919’an Kurdên Ruha, Mereş, Mêrdîn, Enteb, Edene û Hekariyê ku bi awayekî rasterast bi herekatên Ingilîz û Frensiyan re rû bi rû mane, ji bo ku biyaniyan ji welatên xwe derxin, wek milîsên herêmî têkoşînên mezin li dar dixin. Yanî Kurd li hemû bajarên ku îro li başûrê Tirkiyê ne li ber xwe didin û nahêlin hêzên Ewrûpî bikevin axa wan. Ji aliyê din ve li Vîlayeta Mûsilê jî Kurd û hêzên Ingilîz her di pêxêlê hev de ne.

Gelek belge pir zelal dide xuyakirin ku yê ewil biryarê li Sewrê qebûl nekir û ew binpê kir Kurd bûn. Şerîf Paşa bixwe ji konferansê vedikişe (5 gulan 1920) û vêna bi nameyekê radigihîne rêberê Kurdan yê li Stenbolê. Şerîf Paşa dide zanîn ku qet şertên Sewrê qebûl nake û îfade dike ku ew ê otonomiya Kurdistaneke neparçebûyî ya di bin serweriya Tirkan de çêtir bibîne. Li ser vê yekê Seyid Abdulqadir di telgrafa xwe ya bi mêjûya 17’ê Gulana 1920’an de, ku li ser navê klûbên Kurdan dişîne ji heyeta Sewrê re, dide zanîn ku di konferansê de gelê Kurd nehatiye temsîlkirin, lewma jî qerarên bên stendin ew ê ne li rê û ne derbasdar bin. Gerek mirov balê bikşîne ser ku vekişîna Şerîf Paşa ji Sewrê û şandina bersiva Seyid Abdulqadir piştî qebûlkirina Mîsaqî Millî ye.

Peymana Sewrê ya ku Kurdistan parçe dikir, di 10’ê Tebaxa 1920’an de hate îmzekirin. Xalên 62, 63 û 64’an, merhaleyên damezirandina Kurdistaneke serbixwe didan xuyakirin; lê ya rastî perçeyek pir biçûk wek Kurdistan hatibû diyarkirin û merheleyên din bi temamî hiştibûn ji komîsyonên ku ji endamên Ewrûpî pêk bên. Beşa pêwendîdar a peymanê wiha diqediya: “Piştî ku serbixwebûna Dewleta Kurdistanê hat pêkanîn, heger Kurdên li wilayeta Mûsilê dijîn, ku ew parçeyekî Kurdistanê ye, bixwazin tev li Kurdistana serbixwe bibin, di vê rewşê de hêzên hevalbend wê nikaribin îtirazê li vê bikin.” Diyarkirina sînorên Kurdistan û Ermenistan ji hevdîtin û gotêbêjên paşê re hatibû hiştin ku wê ev gelek pirsgirêk bi xwe re bianiya. Behsa rojhilatê Kurdistanê (beşa di Îran de) jî nehatibû kirin.

Bi Sewrê, ji Împaratoriya Osmanî bi tenê herêma tengavan, ku ew di bin kontrola navneteweyî de ye, Stenbol û beşeke Anatoliyaya bakurê rojava maye. Hemû erdên din ên Împaratoriya Osmanî, di navbera Îngiltere, Frensa û Îtalyayê de hatibûn parvekirin û li ser gelek dewlet hatin avakirin. Delegeyên Osmanî li Sewrê daxwaz kiribûn ku Kurdistan di nav pergala Osmanî de bê hiştin, lê daxwaza wan qebûl nebûbû û wan bêyî dilê xwe be jî ev peyman îmze kiribûn. Jixwe Stenbol hatibû dagirkirin û dor li wan hatibû tengkirin. Wek ku li jor me îfade kir, ji roja ku lîstikên Ewrûpiyan li Sewrê hişkere bûn û pê de rêveberên Osmanî û Kurd ji bo xelasiyê tekoşînek bihevre dan ber xwe. Kongreyên Erzurum û Sîwas, avakirina meclisa li Enqerê li ser vê bingehê meşiya. Makekanûna 1921’ê, li Izmîtê bi rojnamevanan re li ser Kurdan axaftina M. Kemal ya 17’ê Çileya 1923’yan li ser vê bingehê bû, her çiqasî gelek kêmanî di wan de hebû jî.

Di 16’ê Adara 1920’an de dagirkirina Stenbolê fermî bûye. Hêzên çekdar ên Ewrûpî gelek mebûsên meclisa Osmanî girtine, hin ji wan surgun kirine. Hin mebûs jî direvin û li Enqereyê beşdarî Mustafa Kemal dibin. Meclisa li Stenbol di 11 Nîsana 1920’an de ji aliyê padîşah ve hat fesexkirin û di 23’yê Nîsanê de jî li Enqereyê Meclîsa Mezin a Milet hat vekirin ku navê Tirk yan Tirkiye pê ve tuneye. Edî temsîlkarê dewletê tenê Meclisa Enqereyê ye, gelek mebûsên Kurd jî di meclîsê de hene û wek mebûsê Kurdistan tên binavkirin.

Wek ku tê îdiakirin têkoşînên Kurdan ji hevdû ne qutbûyî ne, hemû rêber li herêma xwe li ser lingan in û di nav têkiliyê de ne. Smeîl Axayê Şikakî jî tim di nav têkoşînê de bû û di vê demê de ji Tirkan alîkariyê distîne. Smeîl Axa jî di erdê xwe re destûr dida berpirsên Osmaniyan ên ku diçûn li başûr li dijî Ingilîzan tevdigeriyan. Gelê ji Kurdistana Tirkiyeyê bi hêviyeke mezin destekê dide Smeîl Axa û jê re alîkariyê dişînin. Di serê Nîsana 1921’an de Wezîrê Karê Derve yê Îranê ji qasidê Ingilîzan re digot, 2 hezar milîsên Kurd yê ji Tirkiyê hatine axa Îranê dagir kirine û gazinê xwe dikirin. Di sala 1921’an de, serkeftinên mezin bi dest xistibû. Qebîleyên Sablaxê (Mahabada îro), Mameş, Mengur, Debokrî, Zerza, Gevrik, Feyzulahbeg, Poştdar, Bane û Qadirxan bibûn yek û artêşên Îranê têk dibirin. Her çiqasî ne li ser hev komkirî bana jî hêzeke eskerî li dor deh hezarî yê hevalbendê Smeîl Axayê Şikakî hebû. Seyîd Taha jî fermandarê artêşê bû. Tevgerê, Mahabad kiribû paytext, kovara “Rojî Kurd” diweşandin, dibistan û nexweşxane vedikirin û Kurdî jî wek zimanê fermî radigihandin. Şêx Mehmûdê Berzencî surgunî Hindistan bibû lê li Başûrê Kurdistanê sekin nakeve serhildanan û dema Smeîl Axa gelekî xurt dibe, ji bo êrîşkirina ser Mûsilê jî dest bi amadehiyan dike.

Mûstafa Kemal jî her bi rayedarên dewletên Ewrûpî re di têkiliyê de bû, welew çi windahî bidaya jî ji bo xwe rehet bike ew bi dû peymanên aşitîyê de bû. Piştî danûstendinên çend mehan di 20’ê Kewçêra 1921’an de di navbera Hikûmeta Enqerê û Rayedarên Frensî de Peymana Enqereyê pêk hat. Peyman ji bo Suriyeyê bi pirayî xeta trênê sînor qebûl kiribû, yanî veqetandina başûrê rojava yê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Enqereyê ve dihat pesendkirin. Loma hin Kurd ji pêvajoyê ketin şupheyê û dixwestin hin tedbîran bistînin. Li gor lihevkirina Kurd û Osmaniyan Kurd li bende bûn ku gavên pratîk bêne avêtin, wek şandina waliyê Kurd ji bo herêmên Kurdan, kişandina eskerê dewletê û di şûna wan de bicihbûna eskerê Kurd li herêmê xwe. Loma hin bertekî li hember esker û efserên Osmanî tên danîn, lê efserên Osmanî êrîşên tund di miqabil Kurdên sivîl de bikar tînin. Ev jî dadigere Serhildana Qoçgiriyê û qirkirinê li vê herêmê di meclisê de dibe cihê nîqaşên mezin.

Di van rojên ku Kurd hemû li ser piyan in dewletên eleqedar jî, ji bo ku Kurdan ber bi aliyê xwe ve bikişînin dikevin nav hewldanan û mecbûr dimînin hin mafan bidine wan. Ingilîz li Başûr lezê didin xebatên ji bo otonomiyê. Wezîfedarên Ereb ên li herêmê tên vekişandin û Kurdan li şûna wan bi cih dikin.

Li Enqereyê jî di derbarê otonomiya Kurdistanê de li Meclîsê pêşnûmayeke qanûnê di 10’ê Sibata 1922’yan de tê qebûlkirin, di gel ku hin mebûsên Kurd pê nerazî ne û raya erênî nadin. Li gorî gotina Mustefa Kemal, piştî cepheya rojhilat û rojava, dor hatibû ser cepheya başûr. Di Adara 1922’yan de Hikûmeta Enqereyê ji bo Rewandûzê wek qeymeqam Remzî Beg û wek serheng jî Alî Şefîk Beg(Ozdemîr) tayîn kirine. Di nav Kurdan de propagandeyeke mezin a panîslamîst û terefdariya Tirkan li dar xistine, ji wan re pere û çek temîn kirine û destek dane berxwedana wan ya li dijî hukimraniya Ingilîzan. Meclis di 15’ê Hezîrana 1922’yan de, heyetekê di bin serokatiya waliyê berê yê Mûsilê Haydar Beg de dişîne Şemzînanê. Ev heyet ji Smeîl Axayê Şikakî û Seyîd Taha re soz dide ku, heger ew li dijî Ingilîzan berxwedana xwe gur û geş bikin, wê alîkariyê bidin wan. Smeîl Axayê Şikakî, eşîrên Kurd ên girîng ên li herêmê dicivîne û biryara berxwedaneke xurtir dide.

Ev rewş di nav erkedarên Ingilîzan de tirsa windakirina Başûrê Kurdistanê zêde dike. Loma dest bi êrîşên giran dikin, tevî bi dehan balafiran di 10-11 tîrmehê de, herekata hawayî ku li gorî dema xwe herekateke pir mezin e, tê lidarxistin û bimba bi ser xelkê de dibarînin.

Hikûmeta Îranê jî ji bo ku li dijî tevgera Kurd hevkariyekê çêkin bi Enqereyê re di nav dan û stendinan de ne; dikin ku alîkariya bi Smeîl Axayê Şikakî re bê birîn. Bi lihevkirina bi Enqereyê re di Tebaxa 1922’yan de artêşa Îranê bi hêzeke mezin êrîşî Smeîl Axa kir. Ji aliyekî ve Îranê ji aliyê din ve jî Tirkan êrîş kirine û Smeîl Axayê Şikakî têk birine. Smeîl Axa pir şaş dimîne li hember vê durûtiyê… Bi dû de di 25’ê Kewçêrê de jî peymana Tirkiye û Îranê tê îmzekirin.

Ingilîz ji bo di Konferansa Lozanê de destê xwe bi qewet bikin, ku bêjin va em bêhtir heq didin Kurdan û gerek Mûsil bi me ve girêdayî bimîne, biryar didin ku Şêx Mehmûd ji Hîndistanê vegerînin Kurdistan. Şêx Mehmûd, dema di 30’ê Rezberê 1922’yan de digihîje Silêmaniyê, wek qralan, bi kêf û coşeke mezin tê pêşwazîkirin. Nuh digihîje welatê xwe, xwe bi temamî dide doza xwe û di Sermawezê de wek qralê Kurdistanê deng belav dike. Çapemeniya herêmî nivîsand ku wê efserê pêwendiyê Noel (tevî Şêx Mehmûd hatibû û ji bo Kurdistan bê avakirin pir dixebitî), mîna konsolosekî wezîfe bike û di dema danûstendinan de bi komîserê bilind yê Ingilîzan re wê navbeynkariyê bike. Di bin serokatiya birayê Şêx Mehmûd, Şêx Qadir de (ew jî bûbû serekfermandar) Hikûmeta Kurdistanê hate damezirandin. Paytext jî Silêmanî bû.

Li Enqerê, piştî têkbirina Yûnanan bi îmzekirina Mutarekeya Mûdanyayê ya di 11’ê Kewçêrê de, Meclisa Enqerê têra xwe bihêz bû. Di gel gelek nîqaşan be jî di 1’ê Sermaweza 1922’yan de Meclîsa Mezin a Milet bi qanûnekê seltenatî rakir. Bi vî awayî di pêvajoya Konferansa Lozanê de hukimraniya Osmanî ya li Stenbol bêpaye hat hiştin.

Di Konferansa Lozanê de, ya ku di 20’ê Sermaweza 1922’yan de dest pê kiribû, Îsmet Paşa serokatiya delegasyona Meclisa Mezin ya Millet dikir. Di dîrektîfa giştî ya ku meclisê dabû heyetê û ji 14 xalan pêk dihat, meclisê gotibû ku Mûsil neyê stendin, bi tu awayî peyman wê neyê îmzekirin.

Di destpêka danûstendinên li Lozanê hem delegasyonên Ingilîzan, hem yê Meclisa li Enqereyê behsa netewa Kurd û heqqê wan dikin û behsa rêjeya wan ya bilind ya li Vîlayeta Mûsil tê kirin, lê herdu alî jî bi awayê bê tawîz dixwazin Mûsil di dest wan de bimînin. Li ser Mûsil di nav Lord Curzon û Ismet Înonu de gengeşeyên mezin çêdibin. Dema ev munaqeşe li welêt tên bihîstin li wir jî bertekî zêde dibin. Di nav nîqaşên rûniştina roja 25’ê Berfanbara 1922’yan a Meclîsa li Enqereyê meseleya hindikahiyan heye:

         “Huseyîn Raûf Beg (Sêwaz): Gelî efendiyan wek hûn dizanin, hemû teşebûsên Ingilîzan ku wan dixwest Tirk û Kurdan tune bikin, li ber yekîtiya van her du neteweyên esîl, îflas kiriye… Kurd nakevin statuya hindikahiyan; îro ji bo Kurdan wek hindikahî bê behskirin, wekî ku mirov behsa hindikahîbûna Tirkan bike. Ji ber wilo ve ev bi temamî red bûye (dengên spas…)”

Ev gotin mifteya gelek mijaran e, di hundirê Mîsaki Millî de nufûsa Kurdan ji ya Tirkan ne hindiktir bû. Di Kurdistan de ji sedî heyştê Kurd bûn û wek Stenbol û Konya li gelek bajaran jî Kurd pir bûn. Loma ew ne hindikahî bûn, eslî ûnsûrên li welatê xwe bûn. Hîn jî yên ku dixwazin mijarê berovajî bikin dibêjin, “Kurd gotine em heqqê hindikahiyan naxwazin” û ya bi dû de nabêjin; erê ji ber ku ew li ser erdê xwe bûn û wek du eslî ûnsûr Kurd û Tirkan bi Mîsaki Millî li ser wekheviyê li hev kiribûn. Kurdan welatek yek perçe dixwestin û Kurdistanek perçebûyî yê ku Ewrûpiyan li Sewrê danîbû ber wan qebûl nedikirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî li dijî nêrînên mafên hindikahiyan ên der barê Kurdan de ku li Lozanê dibûn dabaşa mijarê, reaksiyon hene. Di nivîsên rojnameya herêmî ya bi navê Rojî Kurdistan de, yên di Sermaweza 1922’yan de, mirov bi rihetî kare mebestên tevgera Kurdan û hişmendiya netewetiyê, dilsoziya bi Şêx Mehmûdê Berzencî re û rexnegirtina li nêrînên der barê Kurdan de yên hevdîtinên ji bo Peymana Lozanê bibîne:

“Ev rojname (rojnameyeke ku li Bexdayê bi Erebî tê weşandin) Kurdistan wek lîwaya Silêmaniyê bi nav dike û dibêje ku parçeyek ji Iraqê ye; li gorî wan sebeba vê, ji ber ku bi awayekî nêzik bi Bexdayê re têkiliyên vir ên bazirganî û aborî hene. Hikûmeta Kurdistanê jî wek ‘Konseya Îdareyê ya Wilayetê’ bi nav dike. Ev îfade bi tevahî dil dişewitînin. Aqil tu car qebûl nake ku mirovekî ronakbûyî ev çend neheq û xelet be. Me qet hêvî nedikir ku cîranê me yê mezin û dost, mafê me yê hezar salî, têkiliyên dostane yên di navbera hikûmetên herdu welatan û herdu gelan de binpê bike yan jî sînorên me îhlal bike. Ji Iraqê re, bi hezaran feydayên damezirandina Hikûmeta Kurdistanê hene; li aliyê din berdewambûna hebûna Iraqê ancex bi berdewamiya Hikûmeta Kurdistanê mimkun e… Dîrok û cografya wê bi delîlên bi xwe re şahid in ku her tim li dinyayê nasnameyeke gelê Kurd hebûye û her tim wesfê xwe yê neteweyî parastine. Ev gel ji aliyê perwerde, hunerên destkariyê, bazirganî, mafên mirovan, medeniyet, xak, nifûs û hwd. ve ji yên wek xwe li paş nemane, heta ji wan pêşdetir jî dibin. Hiqûq û mafê diyarkirina qedera xwe, di serî û ruhê her ferdê neteweyê de bi awayekî xurt cih girtine. Di nîmetê maf û sînoran de, ku ji aliyê Cemiyeta Miletan ve dest bi belavkirina wan hatiye kirin, para me jî heye. Ji bo parastina vê parê, em madî û manewî hemû cure fedekariyên ku hewce bikin, didin ber çavan… Em bi hemû jixwerazîbûna xwe, radigihînin ku em gelekî paqij û bêtirs in. Em ne kole, em azad in… Hemd ji Xwedê re ku şeva me bû roj û rêveber û pêşewayekî wek Qralê Kurdistanê Mehmûdê 1’em mîna Mesîhê ku wê ji nû ve were ser rûyê erdê, ji bo me ji nû ve çêbû… Mebesta pîroz a Qralê Kurdistanê ew e ku sînorên sirûştî yên Kurdistanê û mafên wê biparêze û bi cîranên me re wek bira têkiliyên baş deyne.

Kurdistan. Gava yekî zane vê peyvê bi lêv dike, ne tenê herêma Silêmaniyeyê, qesta cografiyeke hîn firehtir dike û gelê Kurd ê yekbûyî, yê pir tîne bîra xwe. Sînorên sirûştî yên vî welatî kifş in. Digel ku nifûsa Mûsilê ji Kurdan pêk tê jî, çima mirovên ji derve, bi paş ve stendina vê wilayetê yan jî behsa bidestxistina wê dikin? Tirk, Ereb û Suryanî daxwazên xwe yên derbarê vê yekê de, dispêrên hebûna mirovên xwe yên ku hejmara wan hindik e…. Hêviya me ji Konferansa Lozanê, ne bi awayê parastina hindikahiyê, teyîdkirina mafê jiyana li ser axa welatê xwe yê xelkekî mezin ê serbixwe ye.”