Polîpoşman
Ger ez niha bêyî te
Tenê,
Bêkêf û cirnexweş bim.
Hatibim
Ber deriyê te
Sêwî,
Belengaz,
Aware.
Birçî bim,
Birçiyê te bim
Derî veke…
Ger vegerim
Polipoşman,
Serî li ber;
Fedîkar.
Li ser zimanê min
Stranek melankolîk,
Hûnandî bi newayên şikestî.
Mabim,
Di bin barana xapînokî;
Di nav helbestek dereng a xemgînî.
Li hêviya te bim
Derî veke…
Ger şev tarî be
Bêdengiyek yeman melisîbe himbêza şevên min ên xayin
Bêrîkirin biherike ji devê birînên min
Û di her bêrîkirna xwe ez bi êşên te biêşim
Qedeha min li ber min
Vexwim ji çavên te
Gulpek jî Ji bona te
Bêjim noş ji dilê te re
Çavên min bigere li te
Û ez biêşim bi kilên te
Derdora min xemilandî be
Bi rû û awirên te
Derî veke
De ji kerema xwe
Wuloneke Dînê!
Derî veke.
An jî… An jî TU were…
Bremen, Tirmeh 2016
Ronî Stêrk