Qetlîama Helepçeyê

Eslîxan Yildirim

Îro 32emîn salvegera qetlîama Helepçeyê ye, em şehîdê Helepçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin û vê hovitiya ku ziman lal dike û tu gotin têra vegotina wê nake bi tundî şermezar dikin.

Hêzên çekdar ên BAAS’ê yên Iraqê, di bihar û havîna sala 1988’an de heşt caran li ser hev êrîş anîn ser Başûrê Kurdistanê û navê Enfalê (ku tê wateya xenîmetên pîroz ên şer) da van êrîşan. Di van êrîşan de çekên kîmyewî bi awayekî sîstematîk hatin bikaranîn û ji ‘180 hezarî zêdetir mirov hatin kuştin. Di demên dawî yên Sedam de, ango beriya ku were darvekirin, Sedam li ser van qetlîaman û ‘Enfalê’ hat darizandin. Dinyayê tevî bi zindî rûniştinên vê darizandinê temaşe kir û çapemeniya dinyayê bi berfirehî cih dayê. ‘Enfal’a di dîroka mirovahiyê de wek rûpelên reş cihê xwe stend û tu carî wê neyên jibirkirin.

Piştî Hikûmeta Kurdistana Federe hat avakirin gelek gorên komî yên mirovên ku di pêvajoya ‘Enfalê’ de hatibûn kuştin hatin dîtin, termên wan li darbestan hatin danîn û ji hêla Hikumeta Kurdistana Federe ve bi merasîmên fermî û şînê ji nû ve hatin binaxkirin. Her wiha ji bo ku dewleta Iraqê bi awayekî fermî vê jenosîdê qebûl bike hin hewl hatin dayîn û heya îro jî ev hewldan dom dikin.

Qetlîama Helepçeyê bi tena serê xwe îbretek mezin e. Di 16’ê Adara 1988’an de hêzên hewayî yên Iraqê bombeyên kîmyewî û napalmê avêtin bajarokên Helebçe, Duceyde, Înab, Xurmal û Sîrwa yên ku Kurd lê dijîn. Mirina ku bi bayê belav dibû, kesên di malan de jî bernedida û benderuhek sax nedihişt. Di vê êrîşa kîmyewî de zêdeyî pênc hezar Kurd hatin kuştin û li dora deh hezar kes jî birîndar bûn, hin ji wan seqet man. Bi rojan di çapemeniya dinyayê de wêneyên mirovên ku li kolanan û li ber deriyên malan zarokên xwe hembêz kirine û bê ruh li erdê dirêj bûne, nîşan didan.

Di salên berê de jî firokeyên Îraqê bi bombeyên kîmyewî deverên Kurdan bombardiman kiribûn. Hovîtiya Sedam piştî qetlîama Helepçeyê jî nesekinî, bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên napalmê berdewam kir. Pêşmergeyan digot ku, wan zanibû ku dê Sedam êrîşê bîne ser wan, lê wan qet texmîn nekiriye ku Sedam piştî qetlîama Helepçeyê jî wê biwêribe çekên kîmyewî bi kar bîne. Lê ji ber ku li hemberî qetlîama Helebçeyê ji aliyê dewletan ve tu reaksiyoneke berbiçav nehatiye nîşandan, qetlîamên nû pêk hatine. Mixabin ev jî alîkariya hin dewletan ya bi Sedam re zelal dike. Madeyên van çekên kîmyewî, ji welatên Ewrûpî yên ku bi salan e xwe wek parêzvanên mafên mirovan bi nav dikin hatiye û veguhestina van madeyan di ser bendera Mêrsînê re çêbûye. Di 17’ê Nîsana 1988’an de di rojnameyek Tirkî de wiha dinivîsand: “Madeyên ku di çêkirina çekên kîmyewî de tên bikaranîn, di serî de li Swîsre, Belçîka û Almanyaya Federal û dewletên Ewrûpayê tên hilberandin. Bi riya deryayê ev made anîne Tirkiyeyê, li Bendera Mêrsînê danîne. Ji wir jî veguhestine Iraqê.”

Digel qetlîamê, di mehên Adar û Nîsana 1988’an de gelek gundiyên Kurd hatin girtin, ji îşkenceyê hatin derbaskirin û sirgûnî qampên taybet bûn. Dema ku şerê Îran û Iraqê qediya û danûstandinên aşitiyê di navbera herdu dewletan de dihatin kirin, tevgera jenosîda Kurdan dewam dikir. Di 27’ê Temûza 1988’an de agirbest hat ragihandin. Piştî agirbestê Iraqê beşeke mezin a hêzên xwe yên leşkerî ber bi Başûrê Kurdistanê ve kişandin û dest bi êrîşeke bi tevahî kir.

Hedefa êrîşan wargehên sivîlan bûn û ev cih tev hatin hilweşandin. Li gor daxuyaniya berdevkekî PDK’ê, di 25’ê Tebaxê de li herêma Duhok, Zaxo û Amêdiyê di nav 6 saetan de 6 firokeyên Îraqê bombeyên kîmyewî bi ser pênc gundên Kurdan de dibarînin.

Paşê yekîneyên leşkerî yên bi kincên ku ji xazên kîmyewî diparêzin, dikevin herêmê. Mîna li gundê Bartê, li hin deveran hêzên Iraqê bi tifingên makîneyî kesên ku sax mane kuştin û paşê jî termên wan bi buldozeran xistin çalên fireh û ser wan girtin. Êrîşên bi çekên kîmyewî di rojên 27 û 28’ê Tebaxê de bi zêdebûn dewam kirin.

Gelê bêçare yê filitîbûn careke din ber bi sînoran ve kişiyan; xaniyên xwe yên şewitî, zarokên xwe, hezkiriyên xwe, dost û evîndarên xwe li pey xwe hiştin. Hin ji xelkê ji ber tesîrên gazên kîmyewî, hinên din jî ji ber birçîtî û betilînê di rê de mirin. Di dawiyê de 20 hezar kes hatin kuştin, ew qas kes hatin birîndarkirin û zêdeyî 100.000 kesî jî bûbûn penaber.

Di gel van hovitiya hin ji dêvla ku van bûyeran şermezar bikin, pê kêfxweş û serbilind bûne. Rafet Balli piştî koçberiya Kurdan a sala 1988’an wek rojnamegerekî li Bexdayê ye. Ballı wiha qala wan rojan dike: “…Dema ku em bi helîkopteran li ser gundên hilweşandî re difiriyan, serbazên Ereb ên Iraqî ew gund nîşanî me didan û digotin ‘lê binêre, lê binêre me çiqasî xweşik hilweşandiye’. Yanî nizanibûn ku ev ji bo wan şermek e. Mirov tiştên wisa vedişêre. Lê wan nîşanî min dida û digotin ‘binêre’…” Ev jî ferqa navbera mirovan dide xuyakirin. Gelo kîjan dil û mejî dikare kêfxweş û serbilind be li himber van kiryaran!? Ên ku van çekên kimyewî ji bo kuştina mirovan difroşin, mirov kare çi navî li wan bike!?.. Xuyaye ji bo pêşketina mirovatiyê hîn riya me dûr e.

Sînorên ku di destpêka sedsala 20’an de bi lihevkirina payêkirina Kurdistanê ji aliyê gelek dewletan ve hatine qebûlkirin ne tenê ji Kurdan re ji herêmê tevdî re felaketên mezin anîne. Li herêmê her tim şer çêbûne û îro bi pirsgirêkên berfireh re rû bi rû ne. Lê neheqî û xelitiyên li hember mafê Kurdan yê herî rewa hîn jî berdewam dikin. Heta ev nerînên çewt berdewam bikin, aşîtî û aramî jî wê pêk neyên. Gerek dewlet û kesên berpirsiyar bi zanyarî van bidin ber çavan û rojek berî yan din tevgera xwe li ser mafê mirovan û wekheviya mirovan bimeşînin. Her çiqas birînê Kurdan pir kûr bin jî, ew her ji bo aşitiyê tev geriyane û ji bo azadiya xwe berxwedana xwe domandine û wê bidomînin.