Zêdî du mehan e Dewleta Îranê li dijî Kurdan operasyonek nu daye destpêkirin û tenê hijmara girtiyên meha derbasbûyî sed derbas kiriye. Di nav wan de nivîskar, aktivîst, endamên rêxistinên sivîl û şagirt hene û bêyî ku tu sebep bên diyarkirin hatine girtin. Yek ji van nivîskar, serokê Enstîtuya Çand û Perwerdeyê ya li Bokan Mûstafa Ilkhanizadeh e ku di Zindana Bokan de girtî ye. Nivîskar Seyid Erdeşêr Mûsevî, nivîskar Mustefa Bagirî Aşna û çalakvan Xelîl Esedî Bojanîlî yê ku berê hatibûn girtin, 30.01.2021’ê de ceze xwarin û ew derbasî zindana Kirmaşanê kirin. Lê gelek malbatên girtiyan nizanin ka zarokên wan li ku ne û pir bi tirs in, ji ber ku hin girtî bi îşkenceyan hatine kuştin. Wekî tê zanîn Dewleta Îranê zirtan li malbatê girtiyan jî dikin û dibêjin; gerek hûn tu agahiyan nedin çapemeniyê, televizyonan, yan jî rêxistinên mafê mirovan. Loma bêgûman, hijmara girtin û bûyeran ji yê tên zanîn pir zêdetir in.
Li Îranê Kurdbûn û xwedîlêderketina zimanê Kurdî bi serê xwe suc e. Mamosteya Zimanê Kurdî û çalakavana sivîl a ji Rojhilatê Kurdistanê Zara Mihemedî, cezayê 10 sal zindanê bi ser de hat sepandin. Zara Mihemedî, ji bilî mamostetî û fêrkirina zimanê Kurdî, tu çalakiyeke din nekiriye, lê dezgehên ewlehiyê yên Komara Îslamiya Îranê, bi tohmeta pêkanîna kom û desteyan bi armanca têkdana asayişa netewî ev ceze lê birîne. Zimannas û nivîskar Anîsa Ceferîmehr li 23.11.2020’an li Kirmaşanê hate girtin, 10.12.2020’an bi kefalet bi awayekî demkî hatiye berdan û mehkemekirina wê berdewam dike. Berî bi du hefteyan jî helbestvana Kurd, şagirta zanîngeha Mahabad ya 21 salî Taraneh Mûhammed, ji aliyê istihbarata Îranê ve hatiye revandin, bi seetan nebedî maye û jê re gotine “Heke tu careke din helbestan binivîse û bixwîne wê zimanê te bê jêkirin.”
Sin’etkara Kurd Perîsa Seyfî ya 31 salî, bi sûcdariya ku tev çalakiya bûye, li bajarê Sine ji aliyê Dewleta Îranê ve 12.11.2019’an de hatiye girtin û di zindanê de îşkence dîtiye. Wê jî ji bo vê rewşê protesto bike dest bi greva birçîbûnê kiriye û jiyana wê ketiye xetereyê. Di nûçeyên 24.02.2020’an de hatibû diyarkirin ku piştî xwîn avêtiye, ew rakirine nexweşxaneyê û dûra ew bi kefalet hatiye berdan. Di nûçeyên 03.09.2020’an de jî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyên siyasî yê Kurd, nivîskar Mujgan Kawsî û Sekîne Perwane, ji ber rewşa xerab ya li zindanan li Girtîgeha Êvîn a Tehranê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Dewleta Îranê ev sed sal in li Rojhilatê Kurdistanê zordariyê li ser Kurdan dimeşîne, wan digre, dixe bin îşkenceyan, dadiliqîne, bi salan di hepsa de dirizîne. Ev hemû ji bo ku Kurd têkevin bin tirsê û li ber xwe nedin, nikaribin mafê xwe biparêzin. Lê ji ber ku Kurd van salên dawî di rojeva dinyayê de ne û hewl didin bigihijin mafê xwe, ji Rojhilat heta Rojava, ji Bakur heya Başûr her çar dewletê ku Kurdistan parve kirine êrîş û operasyonê xwe yê li ser Kurdan zêdetir kirine.
Wek ku tê zanîn, li dinyayê yek ji dewletên ku herî zêde insana darvedike Îran e û axilbe yê ku tên darizandin Kurd bin, ceze zêdetir dibe. Di raporeke ku ji aliyê Yekitiya Neteweyan hatiye amadekirin, tê diyarkirin ku “Di 2019’an de nîvê girtiyên siyasî yê li Îranê Kurd in.” Li gor navên ku zelal tê zanîn di 2017’an de zêdeyî 110 Kurd hatine darvekirin. Li gor daneyên Dezgeha Mafê Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê HENGAV, di sala 2018’an de jî herî kêm 70 Kurd hatine darvekirin. Gerek em balê bikşînin ser ku, hingî bi destê dewletê li dij Kurdan propaganda hatine kirin, civatê mixalif jî li hember neheqî û zordariya li Kurdan tên kirin bêdeng dimînin. Ev civatê tevdî dirizîne, rê li ber çavgirtina neheqiya vedike û civateke bê nirx derdixe holê.
Tenê di meha Nîsanê ya 2020’an de li Kirmaşan, Birûcerd, Sine ve Urmiyê di zindanan de herî kêm 13 Kurd hatine îdamkirin. Ji aliyê rêxistinên mafê mirovan yê navnetewî tê îfadekirin ku gelek caran îfadeyên tên stendin jî di bin îşkenceyên giran de didin îmzekirin. Di nûçeyên roja 14.07.2020’an de dihat diyarkirin ku li Rojhilatê Kurdistan di hepseke bajarê Ûrmiyê de du xortên Kurd yê bi navê Diyako Resûlzade û Sabîr Şêx Ebdullah hatine daliqandin. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî(Amnesty International) ji bo wan digot: “Ev herdu xort jî qurbaniyên sîstema dadgeha xerab ya li ser derewan dimeşe ku li Îranê her di meriyetê de ye. Îfadeyên ku tên stendin jî di bin îşkenceyên giran de didin îmzekirin…”
Heman demê li ser sînoran gelek Kurd têne kuştin. Roj namîne ku di çapemeniyê de em rastî nûçeyên li ser kuştin û birîndarkirina Kurdan yê li ser sînoran nayên. Xelkê feqîr ji bo debara xwe pê bikin ji mecbûrî mirina xwe didin ber çavê xwe û dirin barek qaçax tînin. Di gel ku hewce dike Dewleta Îranê aboriya van welatiyan baş bike da ku qaçaxçîtî neyê kirin, berovajî ev bûye mahneyek ji bo Kurd bêne kuştin û tunekirin. Li gorî rêxistina mafên mirovan ya Kurdistan, tenê di meha Temmûza 2020’an de 10 kolber hatine kuştin û 14 kolber jî birîndar bûne. Hijmarek zelal ya di derbarê kuştinên ser sînoran de tunene, lê li gor raporên saziyên sivîl di 3 salên dawî de 245 kolber(barkêş) hatine kuştin. Ev jî bi serê xwe qetlîam e!
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan ya Kurdistan ya 2020’an, 70 kolber(barkêş) hatine kuştin, 176 hatine birîndarkirin, 44 kes hatine darvekirin, 263 kes bê huqûqî hatine girtin û 84 kes jî, ji ber pirsgirêkên heyî ber bi xwe kuştinê ve hatine ajotin. 14 kes jî bêsebeb ji aliyê eskerê dewletê ve hatine kuştin.
Tenê bi çend hijmara îfadekirina ewqas kuştin, birîndarkirin, îşkencekirin, malwêrankirin û bûyeran me pir diêşîne, gerek jiyana insanan ne wilo erzan be. Her yek ji van insanan xwedî cihekî taybet e, xwedî malbat, zarok, dost û heval in. Bi van bûyera tahrîbata ku di civatê de tê kirin gelekî kûr û berfireh e.
Yê dixwazin ji vê rewşa xerab xelas bibin û bi dizî berê xwe didin Ewrûpa jî, geh di keştiyan de noqî binê avê dibin, geh gelek pere ji wan tê stendin û tên xapandin, geh li ser sînoran têne kuştin. Wek mînak; li Gola Wanê roja 27.06.2020’an de 61 penaber xeniqîn. Di derbarê çeteyên ku van îşa dimeşîne û eskerên ku dibin alîkar jî tu dadgehiyek rasteqîn nayên meşandin. Îran û Tirkiye di vî warî de jî bihevre dibin alîkar; li kîjan aliyê sînor Kurd bêne kuştin ji wan re ne xem û ne cihê lêpirsînê ye. Şefîk Baxa(50 salî) şeva 05.10.2020’an, li sînorê Çaldirana Vanê bi destê eskerê Îranê hate kuştin. Biraziyê wî Heqqî Baxa yê bi apê xwe re bû, dibêje: “Heya ku apê min mir esker li ser serê wî sekinî, digel ku eskerê Tirkî bûyer didît, mudaxele nekir.” Berî bi du mehan jî Azad Baxa, layê Şefîk Baxa dema heywanê xwe diçêrîne ji aliyê mûşeyeke zirxî ya sînorê Tirkiyê gule lê hatibû barandin û birîndar bibû.
Heta, Îran Kurdên ku direvin welatê din jî rehet nahêle, geh wan tehdît dike, geh wan direvîne û îşkence dide wan, yan jî wan dide kuştin. Nivîskar û rojnamevanê Kurdê Rojhilat Îsa Bazyar zêdeyî heft salan e ku wek penaber li Tirkiyê dijî. Gelek caran hatibû tehdîtkirin û di sala derbasbûyî de jî ji aliyê çend kesên nenas ve hate revandin û dest û lingê wî hatin şikenandin.
Di vê navberê de gelek rêxistinên mafê mirovan yê navnetewî ev rewş bi caran şermezar kirine, kampanya ji bo girtiyan meşandine, gelek rewşenbîr di nivîs û axaftinên xwe de ev anîne ziman; lê Dewleta Îranê di zordarî û bêhuqûqiya xwe ya li hember Kurdan zêde kiriye, kêm nekiriye.
Di nûçeyên 02.02.2021’ê de hatibû nivîsandin ku Rêxistina Efûya Navnetewî ji bo siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan a ku li Îranê girtî ye were berdan, name ji Îbrahîm Reîsî yê Serokê Dadgeha Bilind a Îranê re şand. Zeynep Celaliyan ya ku cezayê girtigehê yê muebbetê danêyê, ev 14 salin di girtîgehê de ye, îşkenceyê dibîne, sihheta wê ne li cih e û nahêlin ji xizmetên tenduristiyê sûde werbigire. Berê jî Rêxistina Torên Mafên Mirovan a Kurdistanê ji bo azadkirina Zeyneb Celaliyan kampanya dabûn meşandin.
Em vegerin ser nûçeyên du mehên dawî ku dîsa li Îranê binçavkirin û gazîkirina Kurdan li bajarên wek Mahabad, Merîvan, Rebet, Sine, Bokan, Sewlava, Nexede, Pîranşehr, Seqiz, Kirmaşan, Şino, Ciwanro, Pawe û Tehranê ji aliyê hêzên ewlehîyê ve zêde bûye. Tenê hijmara girtiyên meha 1emîn ya 2021’ê yê KurdênRojhilatê Kurdistanê sed kes derbas kiriye, piraya wan bê hebûna tu belgeyên yasayî hatine binçavkirin, hin ji wan jî piştî gazîkirinê bo îdareya Îtilaatê hatibin berdan jî, lêkolîn digel wan hatiye vekirin. Di dema girtina ser malan de derî û pencereyê hin ji wan hatine şkenandin û bi lêdanê dest bi binçavkirinê kirine. Di heman demê de cihê piraya girtîyan ne diyar e û malbatê girtiyan jî di bin tehdît û zordariyê de ne.
Binçavkirin, girtin her roj bi zêdebûn dom dike. Li gor nûçeyên dawî, 20.01.2021/ Li Tehranê welatiyekî Kurd yê bi navê “Sakar Eynî” xelkê bajarê Mahabadê girtine û veguhastine girtîgehek bajarê Urmiyê. 31.01.20217/ Li bajarê Şinoyê, welatiyê Kurd Mamoste Ezîz Qadir Tac hatiye girtin. Herwisa 11’ê meha yekemîn jî Awat û Hisên Mihemedpûr hatibûn binçavkirin, piştî demekê hatin berdan. Sedema binçavkirina wan sê kesan hîn jî nayê zanîn. Dîsa 11’ê mehê, du Kurd yên bi navên “Wahîd Şêx Mihemedî” ji xelkê gundê “Alîavê” û “Ferdîn Bayezîdî” xelkê bajarê Şinoyê hatine binçavkirin û veguhestine cihek nediyar. Sedema binçavkirina wan nayê zanîn. Heman rojê welatiyekî Kurd yê bi navê “Feysel Elî Abadî”, kurê Yasîn û xelkê gundê “Şawanê” yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin. Hêzên ewlehîyê bê hebûna tu belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhestine.
Ji ber zordarî û bergiriyên pergalê, bêgûman bûyerên ku nayên zanîn û navên ku negihiştine ber destan hene. Rewşa ku heye me bi kurtayî nivîsîye. Her çiqasî bergirî hebe jî, ji ber îmkanên teknolojiya îro, Kurdên li her çar perçeyan û yê li dîasporayê û çi kesên pêwendîdar jî dikarin xwe bigihînin gelek agahiyan. Rewşa Kurdan naşibe tu milletan, welatê wan Kurdistan ev zêdeyî sed salî ye di navbera çar dewletan de hatiye parvekirin û hemû bihevre, bêsekin Kurdan qir dikin. Ji ber ku Kurd ne xwedî dewlet in, bêparastin mane. Dewleta Îranê rastûrê dujminaya Kurdan dike, kirinên hovane roj bi roj zêdetir dike. Dema bi deh salan e domkirina vê rewşê mirov bide ber çavan, pir zelal e ku bi hezaran Kurd hatine darvekirin, hatine windakirin û li ser sînoran hatine kuştin. Ev qirkirana milletekî ye.
Komîteya Birêveberiya Giştî ya
Navenda PENa Kurd
10.02.2021