Binpêkirina mafên nivîskar û rojnamegeran ên li Bakur û Tirkiyeyê didomin. Zextên li ser zimanê Kurdî her roj zêdetir dibe. Şanoya bi navê BÊRÛ, wergera berhema Dario Fo, ji ber ku bi zimanê Kurdî bû ji aliyê Şaredariya AKP’ê ve hat qedexekirin. Li girtîgehan pirtûk, kovar û rojnameyan nadin girtiyan. Bi taybet jî dema bi zimanê Kurdî bin nadin. Di 9’ê Çileya 2021’ê de girtiya bi navê Sadet Akin a li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê ya li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ye bi rêya malbata xwe peyam şand. Di peyama xwe de binpêkirina mafan ragihand. Sadetê da zanîn ku rojname û kovaran nadin wan. Her wiha 4 pirtûkên ku ji bo girtiya bi navê Reyhan Çoşmuşlu ya li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne hatin şandin, ji ber ku bi Kurdî bûn ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin desteserkirin.
Li gor daneyên ji Weşanxaneyên Kurdî hatine girtin, li dora 73 nivîskar di girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ne. Pirtûkên nivîskaran li wan tên qedexekirin, rayedarên girtîgehan 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin. Pirtûkên nivîskarên girtî Kerem Bîlen/Meşa Jiyanê, Firat Can/Ji Hêviyê Welatek li wan bixwe hatin qedexekirin.
Rêvebera PENa Kurd Nivîskar Roza Metîna, di 20’ê Mijdara 2020’î de hat binçavkirin. Roza Metîna di 23’ê Mijdara 2020’î de bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Dadgeha nivîskar Adil Qazî yê ku hatibû girtin û piştre hatibû berdan berdewam dike. Darizandina nivîskar Azad Zal ê ku hat girtin û piştre bi şertê kontrola edlî hat berdan, didome. Nivîskar Bahaddîn Robar bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji karê xwe hat avêtin. Di heman demê de 7 sal û mehek ceze lê hatiye birîn. Ger li dadgeha bilind jî ev ceza bê erêkirin ew ê Bahaddin Robar bişînin girtîgehê. Nivîskar Nezîr Çakan jî di 18’ê Mijdara 2020’î de hat girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê girtin. Rûniştina yekem a doza Nezîr Çakan ew ê di 26’ê Nîsana 2021’ê de bê dîtin.
Gulgeş Deryaspî ya ku di 25’ê Tîrmeha 2019’an de hatibû girtin û di 30’yê Adara 2020’an de ji Girtîgeha Bedlîsê ya Tîpa E’yê hatibû berdan, 6 sal û 3 meh ceze lê hatiye birîn. Niha li hêviya biryara îstinafê ye. Dibe ku Dadgeha Îstinafê jî vî cezeyî erê bike.
Ji bo aktivîst û nivîskar Ayşe Gokkan a ku di 2013’an de li dijî dîwarê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de hat lêkirin, ket rojiya mirinê salek û 8 meh ceza lê hat birîn. Her wiha, ji bo li dadgehê parastina xwe bi Kurdî kir, 250 TL ceze lê hat birîn.
Her wiha Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) ya ku rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2020’an aşkere kir da zanîn ku, Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di rêzên dawiyê de cih digire. Li gorî raporê di sala 2020’an de 79 rojnameger hatin binçavkirin û 24 rojnameger hatin girtin. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu, anî ziman ku ji bo rastî negêje gel, di sala 2020’an de zextên li ser çapemeniya azad derket asta herî jor. DFG’ê di rapora xwe de bal kişand ser zextên li dijî rojnamegerên Kurd û diyar kir ku li Tirkiyeyê 90 rojnameger di girtîgehan de ne. Rojnameger bi sûcdariyên bêbingeh tên girtin. Heya bi parvekirinên li ser medyaya civakî dibin sebebê cezayan; rojnameger Sabîha Temîzkan yek ji van e ku salek û 3 meh ceze danêyê.
Li navçeya Şaxê ya Wanê, welatiyên bi navê Servet Tûran û Osman Şîba di serî de hatibûn binçavkirin û piştre ji helîkopterê hatibûn avêtin. Nûçegîhanê MAyê Adnan Bîlen, ev bi belgeyan aşkera kiribû. Servet Turan ê ji helîkopterê hat avêtin piştî dermankirina bi rojan, jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber ku nûçeya van bûyera çêkirin Adnan Bilen, Cemil Ugur, Şehriban Abi, Nazan Sala yên rojnameger hatin girtin, hîn di girtîgehê de ne.
Hin lînkên agahiyên ku li jor in:
Lînka nûçeya rapora DFG’ê: http://jinnews16.xyz/kr/search/content/view/154424?
page=1&key=625e29bdfce7e403ae361cb618f54388
Lînka nûçeya pirtûkên hatine qedexekirin: http://jinnews16.xyz/TUM-HABERLER/content/view/155412
Rayedarên girtîgehan 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin:
Pirtûkên nivîskarên girtî yê hatin qedexekirin:
Lînka nûçeya avêtina 2 girtiyan ji helîkopterê: http://jinnews10.xyz/kr/HEMU-NUCE/content/view/148085.
Nûçeya rojnameger Sabîha Temîzkan:
Nûçeya ku şanoya bi zimanê Kurdî ya bi navê Bêrû hat qedexekirin:
Lînka rapora rojnamevanên girtî:
Agahiyên Hin Nivîskaran:
Bahaddîn Robar(Yê ku ji kar hate avêtin û 7 sal û mehek ceze danêyê. Ger li dadgeha bilind jî ev ceza bê erêkirin wê Bahaddin Robar bişînin girtîgehê.):
Nivîskarê Kurd Bahaddin Robar di sala 1977’an de li gundê Robarê yê girêdayî Cizîrê ji dayik dibe. Di sala 1989’an de ji ber sedemên tundiyê malbata wî ji gund koçî Cizîrê dike.
Di sala 2007’an de ji ber sedemên siyasî tê girtin û 8 mehan li zindanê dimîne. Di sala 2008’an de dest bi xebatên li ser zimanê Kurdî dike, di 2009’an de şaxa Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya Cizîrê vedikin û ew weke serokê komeleyê tê hilbijartin. Di sala 2011’an de dema ku ew serokê komeleyê bû careke din ji ber ew mafê ziman, wêje û çanda xwe diparêze tê girtin û sê sal û nîvan di zindana Amedê de dimîne. Ew di tevahiya jiyana xwe de nêzî 30 caran hatiye binçavkirin û ji dehan zêdetir doz lê hatine vekirin û hê jî hin ji wan dozan berdewam dikin. 2015’an dema ji zindanê derdikeve, piştî demek kin di şerê bajaran de li Cizîrê mala wî tê şewitandin û hilweşandin.
Di kovara Hawara Botan, kovara W û di Rojnameya Azadiya Welat de gelek nivîs, gotar û helbestên wî hatine weşandin. Di gelek mîhrîcan, kartêgerî û di roj û mijarên taybet de weke panelîst û axaftvan beşdarî kiriye. Li Cizîra Botan dijî û ew niha nûnerê Şirnexê yê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ye û her wiha rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û endamê PENa Kurd e. Di heman demê de zêdetîrî deh salan e ku mamosteyê ziman Kurdî ye. Li ser gelek mijaran lêkolînê dike.
Heta niha çar berhemên wî hatine çapkirin:
- Cizre’de Sensiz, Helbest, 1999 Weşanên Mendeş
- Ferhenga Botan, Ferheng, 2013 – Weşanên j&j
- Dilopek ji Dîroka Zimanê Kurdî, Lêkolîn, 2017 Waşenên J&J
- Birca Belek, Helbest, 2020 Weşanên Ar
Xebatên didomin:
- Antolojiya Dengbêjên Botanê
- Xebata “Ferhenga Kulîlkan” a bi “Kurdî-Tirkî-Latînî”
- Ziman û Zimanê Kurdî
- Ferhenga Peyvên Winda ya Botanê Kurdî-Kurdî (çapa berfireh)
Nezîr Çakan:
Di sala 1976an de, li Gundê Salhiyê yên navçeya Erxeniya Amedê hatiye dinyayê. Piştî wê, 1995’an de ji ber sedemên polîtîk û ximeta ziman û çanda xwe hate girtin. 9 sal û 4 meh di zindanê de ma. Li zindanên wekî Amed, Mereş, Elbistan û li Hîlwanê girtî ma. Piştî ku ji zindanê derket karê nivîsandinê, ziman û wêjeyê dewam kir. Nivîskar Nezîr Çakan di 18’ê Mijdara 2020’î de dîsa hat girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê girtin. Rûniştina yekem a doza Nezîr Çakan ew ê di 26’ê Nîsana 2021’ê de bê dîtin.
Berhemên wî:
- Dilopên Rojê (Jînenîgarî), Weşanên J&J, 2017 – Amed
- Demojîn (Helbest)
- 33 Kurşundan 33 Şiire (Helbest)
Feratê DENGİZÎ
Navê wî di nasnameyê de Mehmet Aydın ALÖKMEN e. Di 30’yê Kewçêra 1949’an deli gundê Dengiza ya girêdayî Stewrêya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1971’an de dibe mamosteyê matematîkê û demek dirêj li gelek cîhan mamostetiyê dike. Ji biçûktiya xwe de têkilî û hezkirina wî li ser Zimanê Kurdî hebû. Cara yekemin di sala 1989’an de ya duyemîn jî di sala 1995’an de ji ber ramanên xwe yên siyasî û bi daraza endamtiya PKKê bi tevahî 10 salan di girtîgehên cur be cur dimîne. Kurteçîrok, helbest û gotaran dinivîse. Gelek pirtûk ji Tirkî wergerandinê Kurmancî, lê ev wergerên wî hê nehatinê çapkirin. Bêhtir hişê wî li ser werger, felsefe û mantiqa zimên e. Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyên wekî Kovara W, Zend, Çirûsk, Azadiya Welat, Şopa Rojê, Amîdakurd, Diyarname de hatine weşandin. Demek dirêj nivîskariya rojnameya Azadiya Welat kiriye. Xwedî, berpirsiyar û yek ji edîtorê Kovara Wyê ye.
Di salên 1991-1992’yan de seroktiya NÇM-MKM Şaxa Amedê û Gerînendetiya Belavkariya Ozgur Gundem û Welatê Me bi cîh aniye. Dîsa ji 2005’an heta 2012’an çend caran Berdevk û xebatkarê Enstîtuya Kurdî ya Amedê, endam û rêvebertiya Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê, aktivîstê Tevgera Ziman û mamosteyê Zimanê Kurdî bû. Endamê Kurdî-Der Navend e. Di sala 2014’han de wek Hevserokê Şaredariya Stewrê ya Mêrdînê hat hilbijartin, di 24’e Reşemiya 2017’an de hat girtin, qayim hat dewsa wî, 6 meha di Girtîgeha Mêrdînê de ma, 10 sal û 6 meh ceze wek endamê rêxîstînê lê hat birîn, darizandin didome… Li gundê xwe, li Delavê Dengiza ku mezra Dengiza ye, dijî… Zewiciye, 4 zarokên wî hene.
Niha Rêveber û Endamê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ye, di Rojnameya Xwebûn û Mardin Roj de dinivîse.
Berhemên wî;
- Zimanê Zimên; Ceribîn, Weşanên Belkî, Reşemî 2009- Amed
- Kêzê û Mişko; Berhevkarî, Weşanên Şaredariya Peyasê, Gelawêj 2009- Amed
- Tisê; Berhevkarî, Weşanên Şaredariya Peyasê, Gelawêj 2009- Amed
- Zîzanê; Berhevkarî, Weşanên Şaredariya Peyasê, Gelawêj 2009- Amed
- Belgeyên Komcivîna Tenduristiyê; Werger(Ji Tirkî), Weşanên Aram, 2012- Amed
- Bi Heft Dengan Gazî Dikim; Çîrok, Weşanên Lîs, Rêbendan 2013- Amed
- Qêrîna Dilê Min; Helbest. Weşanên J&J, Rezber 2014, Amed
- Metelokên Kurdî; Zargotin, Weşanên J&J, Rezber 2014, Amed
- Zarê Dilî; Çîrok, Weşanên J&J, Rezber 2014, Amed
KOMÎTEYA NIVÎSKARÊN DI ZINDANAN DE
A PENA KURD
09.02.2020