NAVENDA PENa KURD
Mêjûya Pejirandina Rêbazê: 1988/ Almanya
Nûkirina Rêbazê: Kongreya Dehemîn, Almanya/Oldenburg (22/06/2019)
AVAKIRINA PENa KURD
Hîmên avakirina Navenda PENa Kurd, di sala 1980’yî de bi hewldanên rewşenbîrên kurd ên li derveyî Kurdistanê hatin danîn.
Sala 1988’an, di Civîna Giştî ya PENa Navneteweyî ya ku li Cambridge-Îngilistanê hat çêkirin de, hat pêşniyazkirin ku “Navenda PENa Kurd” ava bibe. Civîna Giştî ya PENa Navneteweyî ev pêşniyaz pejirand û Navenda PENa Kurd ava bû.
Bi vî awayî Navenda PENa Kurd li derveyî welêt, di mercên sirgûniyê de, li Almanyayê, bû navendeke fermî ya PEN Navneteweyî û li gor Rêbazeke amadekirî, dest bi xebatên xwe kir.
HÊMANÊN BINGEHÎN
Navê Saziyê
Xal 1- Navê Saziyê “Navenda PENa Kurd” e. Nivîsîna “PENa Kurd” tê wateya “Navenda PENa Kurd”
Navenda Saziyê
Xal 2- Navenda PENa Kurd Amed e.
Xal 3- PENa Kurd, li ser Hêmanên Bingehîn ên PENa Navneteweyî hatiye avakirin.
PENa Kurd, azadiya ramanê diparêze û astengkirina ragihandina ramanê napejirîne.
Wêje sînoran nas nake, PENê bi vê hişmediyê tevdigerin.
Di her rewşê de û bi taybetî di rewşa şer de, hunermend û berhemên hunerî li hember siyaseta nijadperestiyê tên parastin. Endamên PENê li hemberî serdestiya çînî, neteweyî, nijadî û zayendî, têdikoşin; ji bo ramana azad û aştiya cîhanê dixebitin.
PENa Kurd, azadiya çapemeniyê diparêze, sansorê napejirîne, piştgiriyê dide çapemeniya azad.
PENa Kurd kiryarên neheq ên hikûmat û dewletan rexne dike, li dijî van kiryaran kampanyayan li dar dixe.
PENa Kurd bêyî cudahiya neteweyî, nijadî, zayendî, zimanî, reng û olî; hemû nivîskar, wergêr, edîtor, rojnamevan û weşangerên ku van armancan dipejirînin, destek dike.
Li hemberî tundrewiya siyasî, nijadperestî, olperestî û zayendkariyê têdikoşe û piştgiriya kesên ji ber van sedeman di bin hêrîşan de ne û ji ber hebûnên xwe yên xwezayî di bin çav û xetereyê de ne, dike.
Çi li Kurdistanê û çi jî li devereke din a dinyayê neheqî, zordarî, çewisandin hebe, PENa Kurd li hember radibe, bertekan nîşan dide.
Xal 4- Peywira sereke ya PEN a Kurd, lihemberderketina qedexekirin, asîmîlasyon û astengkirina zimanê kurdî ye.
PENa Kurd, ziman û wêjeya kurdî bi dinyayê dide nasandin û di navbera ziman û wêjeya gelên din de wek pirekê rol digire.
PENa Kurd ji bo parastin, pêşketin û pêşxistina zimanê kurdî xebatan dike. Sazî û kesên ku di warê ziman, wêje, çand û hunera kurdan de xebatê dikin, destek dike.
PENa Kurd piştgiriya xebatên li çar aliyê Kurdistanê yên ji bo ku kurdî bibe zimanê fermî yê rêveberî, perwerdehî, bazirganî û civakî, dike.
PENa Kurd têkoşîna ji bo “perwerdehiya bi kurdî” ya li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê destek dike.
PENa Kurd han dide ku nivîskar, hunermend, bîrmend û rewşenbîrên kurd xebatên xwe bi kurdî bikin.
PENa Kurd ji bo danasîna çand û hunera kurdî xebatan dike.
PENa Kurd hewl dide ku tevahiya nivîskarên kurd di bin banê xwe de bicivîne û yekîtiya nivîskarên Kurdistanê xurtir bike.
Cure û Qadên Xebatê
Xal 5- Ji bo Hêmanên Bingehîn û armancên xwe yên ku hatine destnîşankirin PENa Kurd;
Hejmara endamên xwe zêde dike.
Beşdarî civîn û çalakiyên PENa Navneteweyî dibe. Raporên pêwîst pêşkêş dike.
Konferans, panel, semîner û komxebatan li dar dixe.
Komên xwendina wêjeya kurdî saz dike, destekê dide kes û komên ku bi vê mebestê xebatê dikin.
Beşdarî çalakiyên ku ji aliyê saziyên din ve ji bo zimên, wêje, çand û hunerê tên kirin, dibe.
Xebatên standartkirin û pêşxistina zaravayên kurdî han dide û destek dike.
Çapkirin û danasîna berhemên endamên xwe destek dike.
Ji bo berhemên wêjeyî yên kurdî wergerin zimanên biyanî hewl dide.
Ji bo pêşketina weşangeriya kurdî hewl dide.
Bernameyên rojên taybet ên neteweyî û navneteweyî li dar dixe.
Li gor derfetan desteka dadî dide endamên xwe.
Endametî
Xal 6- Nivîskar, rojnamevan, edîtor, wergêr, zimanzan, weşanger, akademîsyen ên li ser; ziman, wêje, çand û hunera kurdî xebatan dikin, bi şertê ku “Hêmnanên Bingehîn” ên vê rêbazê qebûl dikin û herî kêm xwediyê du berhemên weşandî ne, dikarin bibin endamên PENa Kurd.
Kesên ku derfeta weşana berhemên xwe bi dest nexistibin, lê bi nivîsên xwe yên di rojname, kovar, malperên internetê de wek nivîskar hatibin nasîn jî dikarin bibin endam.
Nivîskar, rojnamevan, edîtor, wergêr, zimanzan, weşanger û akademîsyenên Kurdistanî yên ku bi zimanekî biyanî dinivîsin jî, bi biryara Komîteya Birêvebera Giştî (KBG) ya bi yekdengî, dikarin bibin endam.
Endametiya Rûmetê û Endametiya Piştgir
Xal 7- KBG dikare endametiya rûmetê bide nivîskarên kurd ên bi helwest û xebatên xwe bûbin malê civakê. Her wiha, nivîskar, rojnamevan, edîtor, wergêr, zimanzan, weşanger û akademîsyenên ne kurd, lê bi xebatên xwe wek dostên kurd û parêzvanên zimanê kurdî tên naskirin, heke werin pêşniyazkirin an KBG daxwaz bike û ew kes bi xwe jî bixwazin, dikarin wek endamên rûmetê werin pejirandin.
Endamên rûmetê salaneya endametiyê nadin.
Endamên rûmetê dikarin tevlî xebatan û civînên pêwist bibin, lê mafê wan ê dengdayînê nîn e.
Kesên ku bi gotin, kirin û bexşan piştgiriyê bidin PENa Kurd lê taybetiyên wan ên takekesî ji bo endambûna PENa Kurd ne guncaw bin dikarin wek endamên piştgir werin pejirandin.
Endamên piştgir dikarin tevlî xebatan û civînên pêwist bibin lê mafê wan ê dengdayînê û nasnamewergirtinê tune ye.
Serlêdana Endametiyê
Xal 8- Kesên ku li gor vê Rêbazê mafê wan ê endametiya PENa Kurd hebin, dikarin serlêdana endametiyê bikin.
Serlêdan bi “Daxwazname û Danasîna Endametiya PENa Kurd” û bi dagirtina “Forma Endametiyê” pêk tê.
Piştî ku dem û cihê civîna giştî tê diyarkirin, nirxandina serlêdanên endaman tê rawestandin; ango nirxandina serlêdanên kesên ku piştî dem û cihê civîna giştî hatiye diyarkirin serî li endametiyê didin, li benda KBG’ya nû tê hiştin.
Şert û mercên pejirandin an redkirina serlêdanên endametiyê û karên ku dê werin kirin di belgeya “Revebirnameya PENa Kurd” de tên destnîşankirin.
Endamên PENa Kurd di heman demê de, dibin endamên PENa Navneteweyî.
Ji Endametiyê Derketin
Xal 9- Her endamek dikare bi daxwaznameyeke fermî ya nivîskî ji endametiyê derkeve. KBG piştî serlêdana endamê/a ku ev daxwaz kiriye, di civîna xwe ya yekemîn de, bê nîqaş daxwazê erê dike. Bi nivîsekê kesê/a têkildar agahdar dike.
Ji Endametiyê Derxistin
Xal 10 – KBG dikare;
Endamên bi axaftin, nivîsîn û bi tevgera xwe, li dijî “Hêmanên Bingehîn” ên vê Rêbazê tevdigerin;
Endamên ku peywirên xwe yên endametiyê bi cih naynin, ji endametiyê derxîne.
Endamên ku du salan li ser hev heqê endametiya xwe neşînin, piştî ku ji aliyê KBG’yê ve bi awayekî fermî bên agahdarkirin, dikarin ji endametiyê werin derxistin. Heke bixwazin careke din bibin endam, divê ji nû ve forma endametiyê dagirin û serlêdana wan ji aliyê KBG’yê ve bê nirxandin.
Kesên ku ji aliyê KBG’yê ve wek endam tên pejirandin û bi “Nameya Pîrozbahiyê/Bixêrhatinê” tên agahdarkirin, heke di nava sê mehan de heqê endametiya xwe ranezînin ser hesabê Navenda PENa Kurd, piştî şiyarkirina ji aliyê KBG’yê ve, dê ji endametiyê werin derxistin.
Bicihanîna vî karî di belgeya “Rêvebirnameya PENa Kurd” de tê destnîşankirin.
Organên PENa Kurd
Xal 11- Organên PENa Kurd ev in.
- Civîna Giştî (Kongre)
- Komîteya Birêvebiriya Giştî (KBG)
- Komîteya Berfireh a Şêwrê
- Komîteyên Domdar
- Komîteyên Alîkar ên Demî
- Nûnertî
- CIVÎNA GIŞTÎ (KONGRE)
Xal 12- Civîna Giştî, ji tevaya endamên PENa Kurd pêk tê û organa herî bilind a PENa Kurd e.
Civîna Giştî, li ser xalên jêr biryardar e;
Guhertin an nûkirina, mebestên (armancên) PENa Kurd.
Guhertin an nûkirina Rêbaza PENa Kurd.
Erêkirin an redkirina Rapora Xebatê û Rapora Darayî ya KBG’yê.
Hilbijartina Komîteya Birêvebir a Giştî (KBG)
Erêkirin an redkirina rapor û pêşniyazên endaman û KBG’yê.
Dayîna birayra dawîn a têkildarî serlêdana endamên ku ji aliyê KBG’yê ve ji endametiyê hatine derxistin.
Dawîlêanîna Saziyê.
Guherîna çar xalên destpêkê ku di bin serenavê “Hêmanên Bingehîn” û xala “Hevserokatiyê” ya 21’emîn a di vê Rêbazê de hatine nivîsîn, bi erêkirina 2/3 endamên hazir ên li Civîna Giştî pêkan e.
Amadekarî û Lidarxistina Civîna Giştî
Xal 13- Civîna Giştî ya asayî, sê salan carekê bi tevlîbûna endamên ku endametiya wan didome, li cihê ku KBG’yê diyar kiriye dicive.
Hûrgiliyên amadekarî û xebatên Kongreyê yên wek;
Amadekariyên Civîna Giştî, Rojeva Civîna Giştî, Xalên Rojevê, Vekirina Civîna Giştî, Hilbijartina Rêvebiriya Civîna Giştî (Dîwana Kongreyê), Amadekirina Dosyayê ji bo Dîwanê, Dîwana Kongreyê, Desteya Hilbijartinê, berendambûn û hilbijartin, di belgeya “Rêvebirnameya PENa Kurd” de tên destnîşankirin.
Kongreya Awarte
Xal 14- Komîteya Birêvebir a Giştî, pêwîst bibîne, dikare biryara Civîna Giştî ya Awarte bide.
Ji pêncan yekê (1/5) tevahiya endaman jî dikarin bi awayekî nivîskî ji KBG’yê daxwaza civîna awarte bikin.
Di belgeya, “Rêvebirnameya PENa Kurd” de şert û mercên Civîna Giştî ya Awarte tên destnîşankirin.
Di KBG’yê de Nunertiya Çar Aliyan û ya Derveyî Welêt
Xal 15- Civîna Giştî hewl dide ku ji her çar aliyan û ji derveyî welêt herî kêm yek esîl, yek yedek endam di KBG’yê de cih bigire.
Ji ber ku Navenda saziyê li Amedê ye, divê herî kêm sê asîl û du yedek, ji endamên Bakur, ji bo KBG’yê werin hilbijartin.
Heke ji bo berendametiyê serlêdana endamên ji aliyekî nîn bin; endamekî/e ji wî aliyî yê/a ku li derveyî welêt dijî, dikare ji bo nûnertiya wî aliyî were hilbijartin.
Di KBG’yê de Hebûna Endamên Jin
Xal 16- PENa Kurd di her warê jiyanê de girîngiyê dide hebûna jinan. Bo wê çendê, divê di lîsteya esîl a KBG’yê de herî kêm 3 jin; bi yedekan ve jî herî kêm 5 jin (3+2) cî bigirin. Heke berendamên jin pirtir bin li gor hejmara dengên ku wergirtine tên hilbijartin.
Hejmara berendamên jin kêmî hejmarên ku hatine diyarkirin be, berendamên jin hemû tên hilbijartin.
Di KBG’yê de Temsîla Zaravayên Kurdî
Xal 17- PENa Kurd girîngiyê dide hemû zaravayên kurdî, zaravayan diparêze, ji bo pêşketina zaravayan hewl dide.
Heke pêkan be, di KBG’yê de herî kêm nûneriya sê zaravayên kurdî (Kurmancî, Soranî, Kirmanckî) hebe.
Bi taybetî ji bo ku endamên kirmanc di KBG’yê de cih bigirin, endamên PENa Kurd hestiyar tevdigerin.
- KOMÎTEYA BIRÊVEBIR A GIŞTÎ (KBG)
Xal 18- Pîştî Civîna Giştî, Komîteya Birêvebir a Giştî (KBG) komîteya biryardar e.
KBG ji neh endamên esîl û şeş endamên yedek ên ku di Civîna Giştî de, ji bo sê salan hatine hilbijartin, pêk tê.
Li gor pêwistiyan KBG dikare pêşniyaz bike ku hejmara rêvebiriyê kêm an zêde bibe. Bi erêkirina Civîna Giştî, di wê kongreyê de bi qasî hejmara nû endamên KBG’yê tên hilbijartin.
Heta pêkan be, pêwist e ji wan 9 endamên esîl ên KBG’yê 3 endam ji Bakur, 2 endam ji Başûr, 2 endam ji Rojhilat û 2 endam jî Rojavayê Kurdistanê bin. Her wiha ji 6 endamên cihgir jî pêwist e 3 ji Bakur, 1 ji Başûr, 1 Rojhilat û 1 jî ji Rojavayê Kurdistanê be da ku nûneriya çar aliyên Kurdistanê di rêveberiya PENa Kurd de hebe.
Peywirên KBG’yê
Xal 19- KBG li ser bingeha Rêbazên PENa Kurd û PENa Navneteweyî dixebite. Peywirên KBG’yê ev in;
Bicihanîna biryarên Civîna Giştî.
Xurtkirina têkiliyên bi PENa Navneteweyî û PENên din re.
Amadekirina nivîs û raporên pêwîst ji bo PENa Navneteweyî.
Tevlîbûna kongre, konferans, panel û civînên ji aliyê PENa Navneteweyî û PENên din ve tên lidarxistin.
Lidarxistina konferans, panel, kargeh, komxebat û civînên din ên têkildarî zimên, wêje û hunerê yên navxweyî û navneteweyî.
Parastina azadiya ramanê parastina zimên, wêje, çand û hunera kurdî.
Parastina mafên endaman û nivîskarên din.
Parastina aştiya cîhanê.
Hevkariya bi sazî û rêxistinên ku ji bo heman armancan kar dikin re.
Weşandina kovar û pirtûkan.
Amadekirina fîlm û videoyan.
Bikaranîna medyaya civakî.
Pîrozkirin û yadkirina rojên taybet ên neteweyî û navneteweyî.
Firehkirina tora rêxistinî, zêdekirina endaman.
Avakirina Komîteyên Domdar û yên Alîkar, Komîteya Berfireh a Şêwrê û Nûnertiyên Saziyê.
Amadekirina Civîna Giştî.
Civîna Yekemîn a KBG’yê
Xal 20-KBG piştî Civîna Giştî, herî dereng di nava sê rojan de, bi rojeva “Karbeşiya Navxweyî”, di bin rêvebiriya Serokê/a Dîwana Civîna Giştî de, civîna xwe ya yekemîn pêk tîne.
Di civîna yekemîn de bi dengdanê;
Du Hevserok
Sekreterê/a Giştî
Hesabgir
Tên hilbijartin.
Li gor pêwistiyan KBG dikare endamên xwe yên mayî wek alîgirên Hevserokan, Sekreterê Giştî û Hesabgir peywirdar bike, an jî endamên mayî dikarin bibin serokên Komîteyên Domdar an peywirên din bigirin.
Di vê civîna 1’emîn a KBG’yê de ji bo diyarkirina peywiran bi tenê endamên esîl dikarin deng bidin.
Her wiha endamekî/e esîl ê/a KBG’yê yê/a ku bêyî tu sedeman beşdarî civîn û xebatên navxweyî nebe dikare ji rêveberiya esîl were derxistin û endamekî/e cihgir ê/a ji heman aliyê welêt ê/a ku dengê herî zêde wergirtiye bikeve dewsa wî/ê.
Dîsa endamên cihgir ên ku bêyî tu sedeman diyar bikin li ser beşdarî 2 civînên KBG’yê nebin, bi biryardana KBG’yê dikarin ji nava komên fermî yên PENa Kurd ên e-mail û aplîkasyonên civakî bên derxistin.
Hevserokatî
Xal 21- Serokatiya PENa Kurd, bi pergala hevserokatiyê pêk tê. Li gor vê pergalê di KBG’yê de; yek jin, yek jî mêr du hevserok cî digirin.
Di warê nûnertî, rayedarî û peywiran de; di nava hevserokan de, wekheviyeke tam heye. Hevserok bi hev re, an her yek bi serê xwe, li welêt û li derveyî welêt, nûnertiya PENa Kurd dikin.
Hevserok, di civîna yekemîn a KBG’yê de tên hilbijartin.
Hevserokên PENa Kurd;
Çavdêrî û bicîanîna biryarên di Civîna Giştî û yên di civînên KBG’yê de hatine dayîn, dikin.
Ji bo kar û xebatê li gor rê û rêbazên PENa Navneteweyî û PENa Kurd, berpirsiyar in.
Çavdêriya xebatên Komîte û Nûnertiyan dikin, di xebatên wan de dibin alîkar.
Li ser navê PEN a Kurd, ji bo raya giştî daxuyaniyan; ji bo endaman giştînameyan belav dikin.
Di nava endam û rêvebiran de hemahengiyê saz dikin.
Bi dorveger civînan bi rê ve dibin.
Hevserok dikarin di nava xwe de karbeşiyê bikin.
Hevserokên KBG’yê nabe ku zêdetirî 2 kongreyên asayî yên li pey hev, werin hilbijartin. Ji bo hevserokek ji nû ve were hilbijartin, divê herî kêm kongreyeke asayî di ser de derbas bûbe.
Serokên Rûmetê
Xal 22- Kesên ku 2 serdeman li ser hev serokatî yan jî hevserokatiya PENa Kurd kiribin û kesên ku ji aliyê KBG’yê ve hatibin pêşniyazkirin, xelateke wêjeyî ya mezin wergirtibin û şayesteyî serokatiya rûmetê/şanaziyê bin bi dengdana vekirî ya di Civîna Giştî de dikarin wek serokên rûmetê bên hilbijartin. Serokên Rûmetê endamên xwezayî yên KBG’yê ne. Dikarin beşdarî civînên KBG’yê bibin, biaxivin, pêşniyazên xwe bînin zimên lê tevlî dengdana biryarên KBG’yê nabin.
Şêweyê Xebatên KBG’yê
Xal 23- Şêweyênlidarxistina civînan, biryar, dengdan, plansazî, rêxistinbûn, encamnameya civînan di belgeya “Rêvebirnameya PENa Kurd” de tên destnîşankirin.
Sekreterê/a Giştî
Xal 24-Sekreterê/a Giştî di civîna yekemîn a KBG’yê de tê hilbijartin. Sekreterê/a Giştî; Serlêdanên endametiyê werdigire, belgeyên wan berhev dike û pêşkêşî civîna KBG’yê dike. Erêkirin an redkirina endametiyê radigihîne kesên ku serlêdan kirine.
Lîsteya endaman, belge, navnîşan, e-mail û belgeyên din ên endaman bi berdewamî nû dike.
Piştî şêwra bi hevserokan re, rojeva civîna KBG’yê amade dike, herî kêm beriya roja diyarkirî bi du rojan endamên KBG’yê ji roj û rojeva civîna KBG’yê agahdar dike.
Roja civînê; li ser înternetê bangî endaman dike, civînê amade dike.
Raporên Komîteyan tên ber destê Sekreterê/a Giştî, ew jî raporan pêşkêşî civîna KBG’yê dike.
Nasnameyên endaman amade dike yan jî dide amadekirin.
Arşîva PENa Kurd digire, rojane nû dike.
Ji bo van kar û xebatan alîkariyê ji endaman dixwaze.
Dahatên Saziyê
Xal 25- Dahatên PENa Kurd ev in;
Pereyên salaneya endaman. Li Kurdistanê salaneya endaman 30.00 Euro, (Sih Euro) an bi qasî wê, pereyê herêmî ye. Li derveyî Kurdistanê 60.00 Euro (Şêst Euro) ye.
Endamên ku nikaribin salaneya xwe bidin, bi nameyekê KBG’yê agahdar dikin. KBG li ser rewşê biryarekê dide.
Bexşên endam û dilxwazên PENa Kurd.
Hatinên ji çalakiyên wek; konser, konferans û şahiyên piştgiriyê. Firotina pirtûk, kovar, nasnameya PENa Kurd, rozet û materyalên danasîna PENa Kurd.
Bexşên saziyên navneteweyî yên ku didin projeyên zimên, çand û hunerî, yên komeleyên sîvîl.
Her projeyek ku ji aliyê saziyeke xêrxwazî ve hatibe fînansekirin ku PENa Kurd bi rê ve bibe.
Xerckirina Pereyên Saziyê
Xal 26- Pereyê saziyê tenê di ber lêçûnên xebat û çalakiyan de tê xerckirin. Endamên KBG’yê û hemû endam bi dildarî dixebitin. Tu kes ji kaseya PENa Kurd pereyan nagire.
Hesabgir
Xal 27- Hesabgirê/a PENa Kurd di civîna yekemîn a KBG’yê de tê hilbijartin. Hesabgir berpirsê/a yekemîn ê/a darayî ye. Salaneya endametiyê (dahat) ya endaman û bexşan berhev dike, di deftera kaseya PENa Kurd de tomar dike. Hemû endamên KBG’yê jî di warê berhevkirina salaneya endaman de dikevin nav hewldanan. Bêyî biryara KBG’yê pere nayê xerckirin.
Berpirsê/a amadekirina butçeya saziyê, hesabgir e. Rapora hesab, dahat û lêçûnan li gor belgeya “Rêvebirnameya PENa Kurd” saz û berhev dike. Hesabgir, ji sê mehan carekê, bi nivîskî, rapora hesabên saziyê dide KBG’yê.
Ji bo Civîna Giştî Rapora Darayî amade dike.
Amadekariyên ji bo Civîna Giştî
Xal 28- KBG beriya Civîna Giştî;
- Rapora Xebatên KBG’yê
- Rapora Darayî ya KBG’yê
Amade dike.
Hûrgiliyên van xebatan di “Rêvebirnameya PENa Kurd” de were destnîşankirin.
- KOMÎTEYÊN DOMDAR
Xal 29- KBG çar komîteyên domdar ên sereke yên ku PENa Navneteweyî jî ava kirine, ava dike.
- Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê – KNbA
- Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de – KNdZ
- Komîteya Nivîskarên Jin – KNJ
- Komîteya Mafê Ziman û Wergerê – KMZW
Ji bilî van komîteyan, KBG dikare komîteyên wek;
- Komîteya Têkiliyên bi Çapemeniyê re
- Komîteya Teknîkî ya Medyaya Civakî
- Komîteya Zaravayên Kurdî
- Komîteya Peywendiyên Kurdistanî
- Komîteya Têkiliyên bi Endamên li Derveyî Welêt re
Ava bike. Li gor pêwistiyan dikare komîteyên din jî ava bike.
- KOMÎTEYÊN ALÎKAR ên DEMÎ
Xal 30- Komîteyên Alîkar ji pisporên karên taybet (ji endamên PENa Kurd an ji kesên neendam) pêk tên.
Komîteyên Alîkar li gor pêwistiya xebatek, çalakiyek, amadekirina raporekê yan birêvebirina projeyekê ji aliyê KBG’yê yan jî ji aliyê Komîteyeke Domdar ve tên avakirin. Dema proje, xebat an çalakî diqede, peywira komîteya alîkar jî diqede. Komîte der barê xebata xwe de raporekê dide KBG’yê û komîte belav dibe.
Komîteyên Alîkar, bi destê kîjan Komîteyê hatibin avakirin, plansaziya wê jî ji aliyê wê komîteyê ve tê çêkirin.
Komîteyên domdar û yên alîkar ji çend kesan pêk tên, berpirsiyariya komîteyan û şêweya xebat û civînên Komîteyan di belgeya “Rêvebirnameya PENa Kurd” de tê destnîşankirin.
- KOMÎTEYA BERFIREH a ŞÊWRÊ
Xal 31- Komîteya Berfireh a Şêwrê ji endamên KBG’yê, Serokên Rûmetê, Komîteyên Domdar û ji endamên çalak ên xebatan nas dikin û dikarin bibin alîkar pêk tê. Pêwistî pê hebe KBG dikare bangî Komîteyên alîkar jî bike. Ew Komîteyeke şêwrê ye.
Li ser daxwaza KBG’yê dicive. Li ser xalên Rojeva ku KBG destnîşan dike, her endamek ramanên xwe pêşkêş dike. Di civînê de xalên rojevê nayên dengdanê. Heke pêwistiya biryarekê hebe, KBG biryara dawîn dide. Encamnameya civîna KBG’yê ji vê komîteyê re jî tê şandin.
- NÛNERTÎ
Xal 32 – KBG li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welêt li gorî zêdebûna endaman û pêdiviya bi xebatê ya li herêmekê, bajarakî an jî welatekî nûneran diyar dike.
Di nava endamên li herêma xwe de hemahengiyê saz dikin, endamên nû peyde dikin.
Nûnertî li gor “Rêbaz” û “Rêvebirnameya PENa Kurd” û peywirên ku KBG diyar kirine, dixebite.
Şêweya xebata nûneran (civîn, rapor, biryar) wek şêweya xebatên Komîteyên Domdar e.
Rêvebirnameya PENa Kurd
Xal 33 – KBG li ser bingeha vê Rêbazê, Rêvebirnameya PENa Kurd amade dike, dikare li Rêvebirnameya amadekirî xalan zêde bike, xalên nû deyne.
Dawîlêanîna Saziyê
Xal 34- Civîna Giştî rayedar e ku saziyê jihevhilweşîne. Biryareke wisa hatibe dayîn, hemû sermayeyên saziyê bexşî saziyeke ziman an çanda kurdî dibin. Ew Sazî jî tenê ji bo mebestên civakî yên giştî, yan jî ji bo mebestên xêrxwaziyê dikare wan sermayeyan bi kar bîne.
Xal 35-Ev Rêbaz, ji 35 xalan pêk tê. Di Civîna Giştî ya PENa Kurd a Dehemîn de (22/06/2019 Almanya- Oldenburg) hatiye pejirandin.
* Li gor girêdana Civîna Giştî ya 11’emîn a Navenda PENa Kurd a li Oldenburg/Almanyayê (09/07/2022)
Li ser navê Komîteya Birêvebir a Giştî (KBG)
Omer Fîdan
Hevserokê Navenda PENa Kurd
Navenda PENa Kurd
12.07.2022