Mixabin îsal meha Tebaxê ji bo me bû meheke tije êş û jan. Bi dilekî dax me di vê mehê de çend kesayetiyên xwe yên pir hêja spartin axê. Loma jî em dilkovan û xemgîn in.
Em bi koça dawî ya Erdnîgarnas û Nivîskarê hêja, dildarê ax û welatê xwe Abdurrahman Onen gelekî xemgîn in.
Abdurrahman Onen ê hêja hezkiriyekî kurdan bû, keda wî ya li ser erdnîgarî ango cografyaya welêt gelekî girîng û şayanê pesindanê bû. Ev ked wê tu caran neyê jibîrkirin.
Em li ser navê Navenda PENa Kurd ji bo xizmeta Mamoste Abdurrahman Onen spasî û malavahiyê dikin.
Rehma Yezdanê Dilovanê Dilovîn li ser wî be, cihê wî behişta baqî be, serê gelê Kurd sax be.
Navenda PENa Kurd
Komîteya Birêveberiya Giştî
25’ê Tebaxa 2021’ê, Çarşem