Mixabin îsal meha Tebaxê ji bo me bû meheke tije êş û jan. Bi dilekî dax me di vê mehê de du kesayetiyên xwe yên pir hêja spartin axê. Ji ber vê yekê ev meh ji me re bû meha windakirinên nirxên me.

Em bi koça dawî ya endamê xwe yê li Asyaya Navîn, Akademîsyen û Profesorê hêja, ‘Mareşalê Îlmê Petrol û Gazê’, Serokê Rûmetê Yê Civaka Kurdên Sovyeta Berê Nadir Nadirov (Nadirê Kkeremê Hecî Nadir) gelekî xemgîn û dilkovan in.

Helbet Mamoste Nadir hezkiriyê me hemûyan bû, keda wî ya li ser ilmê zanyariyê, li ser ilmê neft û gazê li seranserê Qazaxistan, Sovyeta Berê û dinyayê gelekî zêde ye. Herwiha keda wî li ser çand, ziman, huner û edebiyata kurdan jî şayanê pesindanê ye û wê ev ked tu caran neyê jibîrkirin.

Em ji bo xizmeta Profesor Nadirov ya ji bo Navenda PENa Kurd jî zehf razî ne, Mamoste Nadirov li seranserê welatên Sovyeta Berê, xasma jî li Qazaxistan û Qirgizîstanê hîmekî nîşaneya serfiraziyê bû ji bo sazî û dezgeha me.

Rehma Yezdanê Dilovanê Dilovîn li ser wî be, cihê wî behişta baqî be, serê gelê Kurd sax be.

Navenda PENa Kurd

Komîteya Birêveberiya Giştî

24’ê Tebaxa 2021’ê, Sêşem