SERSAXÎ

Pênaseya hin mirovan zehmet e. Dema hûn behsa aliyekî wan dikin aliyê din divê neye jibîrkirin. Prof. İzzedîn Mustafa Resûl yek ji wan kesan bû ku bi gelek aliyên xwe xizmeta ziman, dîrok û wêjeya Kurdî kiribû. Bi tena serê xwe wekî arşîveke bû.

Rewşenbîrê Kurd İzzedîn Mustafa Resûl bi berhemên xwe wê di bîr û dîroka Kurdan de cihê xwe bigire. Wendabûyîneke mezin e ji bo me û em hêvî dikin wê mînakên wekî wî di nava gelê me de pirtir bibin.

Bila serê malbatê, nivîskar û rewşenbîrên welêt û gelê Kurd sax be.

Komîteya Reveberiya giştî

Navenda PEN a Kurd