Temiya min li te,ey payîz
Berî ku tu pela biweşînî
Kalekî çîroknivîs
Straneke ji xemên Eyşe Şan ê
Û
Dîrokek biqasî heyfa heft bavan li benda te ye.
Tu bi ya min dikî,
Ewareyî odê dengbêjan nebî
Navê êş û evînên te, di rûpelên salnameyên jibîrkirî de heye.
Nexape bi gotinên tu kesî
Kêlîk berbe zemanêkî kwîr ve dimeşe .
Ji zerkaliya êvaran bifikar im,
Xew li çivîkan diherim e.
Kund, ji kolanên xerabe ditirs e.
digotin şîrhelalin Hechecîk !
Va ye qabqabkên Mizgeftan didizin.
Li navê xwe miqate be!
Ya na wê bêhna birîna xezalan bê ji çîroka te.
Mija şewatê elametê xerîbiyê ye
Rê dûr e
Bar giran e
Êdî nikarim hilgirim dilê xwe.