‘Ziman û wêje bi tevna destê dayikan tên neqişandin’

Roza Metîna

NAVENDA NÛÇEYAN-Jinên helbestkar, nivîskar û rojnameger ên Kurd bal kişandin ser binpêkirina mafên ziman û wêjeyê. Jinan diyar kirin ku bi salan e mafên xizmeta ji bo ziman û wêjeya Kurdî tên astengkirin û wiha gotin:”Jinên Kurd her dem ji mafên xwe yên wekî ziman û wêjeyê bêpar hatine hiştin û bi astengiyên mezin rû bi rû mane. Ji bo ev astengiyan bi dawî bibin divê jinên Kurd rola xwe baş bilîzin û li dijî binpêkirina mafên ziman û wêjeya xwe her serî hildin.”

Jinên Kurd ji dîrokê heta niha li dijî hemû neheqî û binpêkirina mafên rewa her dem di nava têkoşînek mezin de ne. Ji ber ku serî netewandine û her ketine nava hewildana parastina mafên xwe yên ku nasnameya wan mayinde dikin bi pêkûtî û îşkenceyan rû bi rû hatine hiştin. Ji nava mafên rewa yên herî girîng jê ziman û wêje ye jî. Ji bo pêşketina ziman û wêjeya Kurdî jinên Kurd bi salan e li berxwe didin. Têkildarî mijarê jinên helbestkar, nivîskar û rojnameger ên Kurd anîn ziman ku ziman û wêje bi tevna destê dayikan tê neqişandin û wiha gotin:”Heger ziman û wêje tune bibe dê nasnameya gelekî jî tune bibe. Ji bo parastina nasnameya xwe divê em nirxên xwe yên girîng ên wekî ziman û wejeyê biparêzin. Tevî hemû zordestiyan divê em bi destên hevdu bigirin û li nirxên wekî ziman û wejeyê yên bingeha nasnameya me ava dikin xwedî derkevin.”

‘Ziman û wêje bi tevna destê dayikan tê neqişandin’

Helbestkar Zozan Gulan diyar kir ku ziman û wêje dayik e divê bên parastin û wiha got:”Ziman û wêje bi tevna destê jinan tê neqişandin. Loma jinên Kurd jîr û têkoşer in. Keda jinê di warê pêşketina ziman û wêjeyê de gelek zêde ye. Lê her hatiye xwestin ku ev ked bê binaxkirin. Keda jinê û mafê wê yê di warê parastina xizmeta ji bo ziman û wêjeyê de her dem tê binaxkirin. Rol û mîsyona jinê ya di qada xebatên ziman û wêjeyê de gelekî girîng e. Loma jin her dem hedef tên girtin û mafên wan ji destên wan tên derxistin. Tevî hemû zehmetiyan dîsa jî jinên Kurd li ziman û wêjeya xwe xwedî derdikevin û ev yek jî me bextewar dike.Heger ziman û wêje tune bibe dê nasnameya gelekî jî tune bibe. Ji bo parastina nasnameya xwe divê em nirxên xwe yên girîng ên wekî ziman û wejeyê biparêzin. Tevî hemû zordestiyan divê em bi destên hevdu bigirin û li nirxên wekî ziman û wejeyê yên bingeha nasnameya me ava dikin xwedî derkevin.”

‘Jin pêwendîyên navbera xwe û pênûsê diparêze û bi pêş dixe’

Nivîskar Gulîstan Çoban diyar kir ku parastina ziman û wêjeyê mafê jinê yê rewa ye û wiha got:”Ziman û wêje taybetmediyeke mirovan e ku mirov ji zindiyên din û hebûnên din cuda dike. Her wisa kesayetiya mirov temam dike. Lewma ev nirx mafê jinê yê rewa ye û wek şîrê dêya wan li wan helal e. Lê mixabin ev mafê ku wek şîrê dayikê li wan helal e pir jî bi hêsanî bidestê wan nakeve û gelek caran di bêvila wan re jî tê. Lê jin aferînera berxwedêr û jêhatî ye. Li ber xwe dide û pêwendîyên navbera xwe û pênûsê diparêze û bi pêş dixe. “

‘Min dev ji xwendin, pênûs û wêjeyê berneda’

Gulîstanê bi lêv kir ku ew di warê parastina ziman û wêjeyê de bi zehmetiyan rû bi rû maye û wiha dewam kir:”Ez bixwe di warê parastina mafên xwe yên xwendin û nivîsînê da rastî gelek astengî û zehmetîyan hatim. Civaka ku ez di nav de bûm pênûs ji jinê veşartibû û tenê rola bêrîvanî û bermalîyê dabû jinê. Gava ez derketim derê vê xêzê ev tişt bi hêsanî nehat pejirandin. Malbat û civakê ez vexwendim ser “wezîfeya min a li gor wan eslî.” Lê min dev ji xwendin, pênûs û wêjeyê berneda. Ev jî bû sedema têkoşînek derûnî di navbera min, malbat û civakê de.

‘Pênûs ji bo min bû diyarîyeke pîroz’

Gulîstanê da zanîn ku jin bi astengiyên cuda rû bi rû tên hiştin û wiha pê de çû:”Civaka kurd ji xwe civakeke bindest e. Jin jî di nav vê civakê da bindestîyeke din dijîn. Lewma em jin li pêşberî du astengan e. Ev jî rewşa me dijwartir dike. Ji ber vê yekê pênûs, nivîs, helbest edebîyat ji min re bû awayekî xwe îfadekirinê li hember van bîyanîbûn û zextan. Di nav vê rewşê de pênûs ji bo min bû dîyarîyeke pîroz. Gava ev dîyarî hate dayîn min nikarîbû pişta xwe pêda bikira. Ez lê xwedî derketim û min dawîya dawîn bi civakê jî da qebûlkirin. Niha jî pênûsa min ji bo ziman û wêjeya Kurdî xizmet dike. A niha ez bi nivîsîna zimanê xwe ya dayikê dilxweş im.”

‘Jinên Kurd her dem ji mafên xwe yên rewa bêpar hatin hiştin’

Gulîstanê da zanîn ku keda jinê her dem hatiye binaxkirin û wiha dewam kir:”Jinên Kurd her dem ji mafên xwe yên rewa yên ji bo parastina ji bo xizmeta zimanê dayikê û wêjeyê bêpar tên hiştin. Gelek sedemên vê yekê hene. Sedemên sîyasî, yên civakî yên malbatî… Lê bi ya min ji van sedeman a herî berbiçav civakî ye. Lewra ji bo ku zimanek jîndar û temendirêj be, divê ew zimana zimanê xwendin û nivîsînê be. Gava em dizîvirin li dîroka xwe dinihêrin, em dibînin ku di dîroka me Kurdan de saziyên perwerdehiyê hene. Ev saziyên ku wek medreseyên Kurdan hatine binavkirin, ji bo Kurdî rola perwerdehiya bi zimanê zikmakî anîne cih. Lê bi piranî mafê xwendin û nivîsînê bûye para mêran. Her çiqas jinên Kurd ên wek Mestûre Kurdistanî di serdema navîn de bi helbest û kitêbên xwe bûne sembola pêşeng û rûmeta jinên Rojhilata Navîn û heta a hemû cîhanê. Lê her jina Kud ev derfet bi dest nexistiye û piraniya jinan ji tehsîla ilm û edebîyatê bê par mane. Lorîk û klamên xwe, zanîn û tecrubeyên xwe tenê di quncê malê xwe de, di guhên zarokên xwe de gotine. Û gotinên nehatine qeydkirin wek nivîsa li ser avê bê nivîsandin wenda bûne û çûne. Heta meriv dikare bêje civakê keda jinê ya di warê ziman û wêjeyê ya bi hezar salî bi vî awayî daye ber bayê û ev neheqîyeke mezin e.”

‘Mamosteya mirov a ewil dêya wan e’

Gulîstanê destnîşan kir ku jin ji bo di nava çar dîwaran de rûnê nehatiye dinyayê û wiha got:”Jin dê û mamosteya civakê ye. Mamosteya mirov a ewil dêya wan e. Ji ber vê yekê barê ser milê wê ji yê mêran girantir e û divê dîsa ji bo vê yekê xwe baş perwerde bike. Divê di alîyê ilm, wêje û zanistê de derkeve pêş. Ji bo nifşên nû bibe mînak. Li gor fikra min jin ji bo ku di nava çar dîwaran da rûnê nehatiye dinê. Herî kêm qasî mêran lêgerîna ilm û marîfetê maf û wezîfeya wê ye jî. Bila li mafên xwe xwedî derkevin.”

‘Di dîroka me Kurdan de nimûneyên baş ên kesayetiyê jin ên serkeftî û zana hene’

Gulîstanê bal kişand ser kesayetên jin ên girîng ên di dîroka kurdan de û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Di dîroka me Kurdan de nimûneyên baş ên kesayetiyê jin ên serkeftî û zana hene. Wek mînak, Helîme Xatûna ku wek Mîrê Hukumeta Hekariyê desthilatdarî kiriye, yan wek Mah Şeref Xatûna Erdelanî ku berhemên di derheqê dîrok û edebiyatê de li dû xwe hîştine, yan wek jinên Eyyûbîyên Kurd ku him para xwe ji xwendin, perwerdehî û desthilatdarîyê wergirtine, him jî medrese û dibistan, xan, pire û hemam ava kirine û xwedîtî li sazîyên perwerdehîyê kirine. Dîroka gelê me ji aliyê xwe yê qenc û baş ve ji bo me mînak e. Her wisa derfet, pêşketin û tecrubeyên serdema modern jî wesîleyên pêşketin û nûjeniyê ne, bingehên pêngavên nû ne ji me re.

‘Jinên kurd li dijî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê zimanê xwe heta van rojan anîne’

Rojnameger Elîfcan Alkan bi lêv kir ku sîstemên heyî yên ji aliyê zihniyeta baviksalarî bi rê ve diçin her dem li hemberî pêşketina jinê bûne asteng û wiha got:”Civak û pêşeroj ji ber li ser zanista jinan teşe digire û ronî dibe, serdest ango mêr her tim li hemberî jinên kurd bûne asteng û nehiştine jin ji qada ziman bigire heta her qadên jiyanê xwe pêş bixe. Lê tevî vê jî jinên kurd li dijî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê zimanê xwe heta van rojan anîne.

‘Jinên kurd ji xwe bawer in’

Elîfcanê bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û wiha dewam kir:”Têkoşîna jinên kurd a di qada ziman û wêjeyê de van salên dawî gelek baş e û pêşketinên ber bi çav hene. Jinên kurd ji xwe bawer in, ji bo ziman û wêjeya kurdî di nav civaka kurd pêş bikeve, xebatan didin meşandin û semîneran pêk tînin. Ger jinên kurd ev xebatên xwe li çar parçeyên Kurdistanê li ser yek pergaleke bidin avakirin dê zimanê kurdî hîn pêştir bikeve. Wê demê jinên Bakur ew ê xwe bi hêsantir bigihêjînin jinên Başûr, jinên Rojava hîn hêsantir ew ê xwe bigihêjînin jinên Rojava û bi vî awayî civaka kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê bi yekrihî ew ê hevdu hîs bikin. Dema jinên kurd hevdu hîs bikin dê civak jî hevdu hîs bikin û ev yek dê bibe hestekî neteweyî. Jixwe ziman encax bi hestekî neteweyî dikare xwe pêş bixe û xwe bigihîne pêşerojê. Ev tişt encax bi pêşengtiya jinên kurd bê bidestxistin.

‘Jin li dijî bişaftinê têkoşînek girîng didin’

Elîfcanê bi lêv kir ku jinan gelek salan têkoşînên mezin dane û wiha dewam kir:”Jin ji bo di her qadê jiyanê de bibin xwedî mafên wekhev bi salên dûr û dirêj têkoşîn dane meşandin. Di encama van têkoşînan de ku her çiqas bûbe sedema gelek windahiyên mezin jî, jin gelek mafên xwe yên rewa ku ji aliyê mêran ve hatibûn xespkirin, bi dest xistin. Lê têkoşîna jinan bi destxistina mafan bi dawî nebû, berovajî piştî vê yekê têkoşîna wan hîn zêdetir berdewam kir û hê jî dike. Ji ber jin mêrê desthilatdar careke din mafên wan xesp neke, pêşeroja civakê tarî neke û nebe sedema karesatên mezin, têkoşîna xwe derdixe asta herî jor. Li Tirkiyeyê bi taybetî jin herî zêde di dema desthilatdara heyî de rastî êrîşan tê û hê jî tê. Jinên kurd hem ji ber nasnameya xwe ya jintiyê hem jî ji ber nasnameya xwe ya kurdîtiyê du qatî rastî êrîşan tên. Desthilatdariya heyî niha bi êrîşên xwe yên dijwar ên qada ziman û wêjeyê de dixwaze civaka kurd li ser jinên kurd tune bike. Ji ber ger jin hem ji aliyê ziman û hem jî ji aliyê nasnameya xwe ya jintiyê ve bên dûrxistin wê demê civak jî dê têk biçe. Lê bi taybetî jinên kurd ji bo ev tişt pêk neyê ziman di serî de xwe di her qada jiyanê de pêş dixe û têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Jin li dijî bişaftinê têkoşînek girîng didin.”

‘Divê jin li dijî hemû êrîşan pergala xwe ya parastinê ava bikin’

Elîfcanê bal kişand ser rol û mîsyona jinê ya di qada ziman û wêjeyê de û wiha axaftina xwe bi dawî kir:”Rol û misyona jinên kurd a di qada ziman û wêjeyê de gelek girîng e. Lê dikare hîn zêdetir bê başkirin. Jinên ku di qada ziman û wêjeyê de xwe pêş dixin dikarin ji civaka kurd re ji aliyê ziman ve pêşengtiyê bikin. Ji bo civak zimanê kurdî bike zimanê rojane hîn xebatên berfirehtir bikin. Bi taybetî ji bo jin û zarokan bernameyan amade bikin, van bernameyên xwe belavî nav civakê bikin û beriya her tiştî divê her tim di nav civakê de bin. Divê civak bi taybetî jinan hebûna jinên ku li ser ziman xebat didin meşandin, hîs bikin. Wek ku me li jor jî got ger jinên kurd hevdu hîs bikin dê kurdên her çar parçeyên Kurdistanê hevdu hîs bikin. Rêya herî baş a hîskirinê jî ziman û wêje ye. Ji ber vê yekê divê jinên kurd ji aliyê ziman û wêjeyê de xwe bi pêş bixin û li dijî hemû êrîşan pergala xwe ya parastinê ava bikin.”

‘Perwerdeya bi zimanekî biyan jinê lawaz dike’

Helbestkar Kurdiye Irgat bal kişand ser binpêkirina mafên jinê yên ziman û wêjeyê û wiha got:”Jinên Kurd li ser her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêka binpêkirina mafên ziman û wêjeyê dijîn. Perwerdeya bi zimanekî biyan jinê lawaz dike. Her çiqas xwediyê hestên xurt bin jî dîsa jî ew dema bi astengiyan rû bi rû dimînin êşa vê dikşînin. Jinên Kurd bi salan e li dijî vê êşê li berxwe didin. Jinên kurd li dijî binpêkirina mafên ji bo xizmeta ziman û wêjeyê têdikoşin û di warê helbest, çîrok û kêm be jî di warê romanê de xwe pêş xistine. Jinên Kurd afirîner in. Gotinên yekem jî zarok ji dayikên xwe dibihîsin. Ev jî taybetmendiyek girîng a din a jinê ye. Loma divê jin bi zimanê xwe bi zarokê xwe biaxive da ku têkoşîna wê ya li dijî binpêkirina mafên wê xurtir bibe. Her çiqas zext û zordestî hebe jî serkeftina jinê di destên jinê de ye. Jinên Kurd her dem ji mafên xwe yên wekî ziman û wêjeyê bêpar hatine hiştin û bi astengiyên mezin rû bi rû mane. Ji bo ev astengiyan bi dawî bibin divê jinên Kurd rola xwe baş bilîzin û li dijî binpêkirina mafên ziman û wêjeya xwe her serî hildin.”